VÎN, EVÎN, DAD

Evîn, bingeha tevahîya jiyanê li ser hîmê evînê afiriye.

Evîn tunebe, afirandin çênabe û di xwe de difetise, ango zindîtî dibe tune û hînga xweşî nabe helwesta jiyaneke bihezkirin û parve kirinê.

Axa bê av, dema ax bê av ma, xweza/sirûşt bê xemilandin dimîne, tevahî reng diçilmisin û şaney ku dibin berheva hêşinahî pûç dibin û xweza di xwe de şaney berhevî nayêt afirîn, lewra axa bê av rengên ji hev cûda di xwe de nabin şitlê gulên bi pelên qat qatî napejirin vejîn nabin û wekî ba li xwezayê nabe behn belav nabin.

 

Demsala biharê, di destpêka biharê de, mirov dema bi çavên zindî li xwezayê temaşe dikin, di her deran de gulên renga rengî xweza ya di xwe de xemilandî divîne, û mirov hînga dibe evîndarê xwezayê û tim bi dilê evînî mêyze dike di dil de hestan berhevî dikin.

 

Dil, çav divîne û dîtin di aqil de bi şaney ku di dil de hêstan berhevî dike û ew hêstana dibin helbest, kilam, meselok, çîrok an jî mijara romana serpêhatiya di jiyanê de jiya ye.

 

Di dil û ramanê her mirovan de bostanê bîhuştê xeyal dikin heye, û mirov di nava fikrû ramanê xwe de, ji xwe lêpirsînan dikin, gelo bîhuşt a ku di pirtûkên mûqades de behsê dikin bostanê wî bîhuşt ê xweza ye.

 

Bîhuşt, bê guman xweşiya jiyanê ye û warê ku bi dadmendî ava bûbe, wargeha kesên ku ji kesî hesûdiyan nakin û para her zindiyê qonaxa wan ji hev cûda bi parin.

Di wargeha her kesan de warê wan ji hev beliye, bi hevre bi rêbaza ji hevre bi rêzik bijîn tevdigerin têkiliyan pêk tînin.

 

Mirov, dema bi aqilê xwe û tevahî xwastekên ku di xwezaya mirovan de henin qontrol bikin, heman xwastek ê xweş bijîn, para xweşiyê bi her mirovê re bi mafin kefş dike û hînga bê fikar mafê xweşiya jiyanê ji bo her kesî bi parin û bi dadî di nirxînin digêhêjin têgeha mirovahî.

 

Dad, di jiyanê de parve kirin bi heman mafê dad pêk neyêt anîn, hînga gunehkarî û zalimtî dibe xeleka dojehê û tesîra xwe li tevahî hêstên wî dike, hînga hêstên xweşî yê di dilê wî zalimê de reşik dibin.

 

Zalim, kesên ku di karê xwe de bê parve kirinin û di dadê de hîletiyan pêk tînin, lewra di dilê her kesên bi wîjdan de û nava şaney ku dibin binbîra aqilê mirovan tim bi zalim tî tê bîranîn.

 

Dojeh, rêveberî ya ku di qanûn a bingehî de dad nebe hekem pê civakê rêde bibin, navê wî qanûnê bi dojeh î tê bîr anîn, lewra qanûna ku dikin xizmeta civakê de dad pêk nayêt anîn û di nava civakê de aloziyên tarî dibin sedema bê hizûr ê û kî bi hêz be, tesîra wî li ser civak ê dibe hêsteke a tirs ê.

 

Temenê zaliman kine, lewra dîrok bûye şehed rêberên ku di rêveberiya xwe de bê dad tevgeriya be hatiye tespît kirin navê wî bi zalimtî binav bûye û temenê wî zalimê kurt bûye.

 

Vîn, tevahiya mirovan bi vîna xwe tête damezirînê.

Lewra çav divîne, aqil bi şeney têgeh kefş dike, vîn bi helwesta hêstên di dil de biryar dide çav tişta ku dîtiye çiye nav lê dike.

 

Ji bona ku vîn biryara azade û lewra tevahiya jiyana mirovan vîn mesûl e.

Bes vîn jî bê aqil dibe tune, lewra vîn wekî leşker ber fermanê aqil de bikare û wekî leşker amade ye.

 

Bi gelemperî di jiyana doh de çi bûyer qewimîne, di bin bîra mirovan de tomar dibin û lewra şane ê bibîr tîne aqil dike nava helwesta fikirandinê, hînga vîn wekî amadekar mirovan dibe nav tevgera lêkolînerî bona tê bigîhîje endcama bûyerên derbas bûyîn.

 

Vîn bi helwesta azad wekî amadekar ji aqil re, evînî, xweşî, qencî, dadî, û nexweşî, xeravî, zalimtî û hesûdîtî, tevan wekî mezîn di aqilê mirovê bi aqil de dibe ronahî tê ber çavan û dibe biryara vîna azad.

 

Lewra mirov bi vîna xwe tê damezirîn, ger hebe biryarên xerav vîn tê cezakirin, an jî di biryaran de dad û rastî hebe hînga vîn mûkafat digre û ji ezabê dojehê bê par dûr dimîne.

 

Behçet Ateş : 10-08-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *