- Her yekê me wekî mircan in, em sî û dû kes in û em ketine rêzê.
- Di bostanan de wekî boxçeyê girêdayî
- Ku ew here ez ji dinê diçim, di nava min de gurb gurba wê ye
- Bejn dirêj e, destê destê min e.
- Qutuya çargoşe ye, nav tiji insan e.
- Ji dûr ve kevirê reş, çûm cem seriyek û çar pê ye.
- Êvarê herî ye, sibê di destan de sorê reş e hine.
- Di nava du hezkiriyan de wan didim qisekirin.
- Dest dinivîse, dev dixwîne.
- Agahî dide me û hevalê me ye.
Amadekar: Paşa Amedî
———————————————————————————–
Bersiv: 1-Diran/dizan, 2- Kelem, 3- Dil/Qelb, 4-Çetel, 5- Televizyon, 6- Kosî, 7- hine, 8- Telefon, 9- Nivîs, 10- Pirtûk