Teqîneke Mezin Di Wêjeya Kurdî De!

“NEHEQÎYA KU Lİ NAVÊ ARJEN ARÎ HAT KİRİN”

 

Li gor agahiyên şahidên teqînê, lijneyeke qedirbilind di dilê xwîneran de miriye û pirr xwîner û hezkiriyê wêjeya kurdî jî ji dil ve birîndar bûne!

Agahiyên nû tên…

Di nava agahiyên tên de “lêborînxwestinek” hê jî nehate dîtin.

 

Pêşbirka ku li ser navê Arjen Arî tê li darxistin ji bo şopînerên wêjeya Kurdî ji ber bîranîna Arjen Arî û xwebexşiya wî ya zimanê kurdî, pirr bi qedir û bi prestîj tê dîtin.

Wisa ku pirr helbestkarên kurd ê nû vê pêşbirkê weke derfeteke mezin dibînin. Bi kêfxweşî keda xwe ya li ser zimên û wêjeya kurdî di berhemekê helbestan de bi cîh dikin û dişêynîn vê pêşbirkê. Bi kelecan li heviya encama pêşbirkê disekinin.

Çawa bi kelecan nebin? Ew kesên ku di wêjeya kurdî de bi salan xebitîne, berhemên bêhempa afirandine, bûne ekol bûne nav di lijnêya pêşbirkê de cîh digrin; wê helbestên helbestkarekê amator/nû/bêberhem bixwînin, nirxandinê lê bikin, belkî ked û xebata wê helbestkarê ji xelatdayinê re layiq bibînin. Çi şanazî û bextewariyek mezin!

Her sal (ji bilî sala ku xelat nehate dayîn) helbestkarek vê şanazî û bextewariyê ditahmand. Di 2017an de jî ev şanazî ketibû para Narîn Yuklerê. Di wê demê de herkes wê û “keda wê ya li ser helbesta kurdî” pîroz kir û herkes bi wê re bextewar bû. Lê piştî demekê berhem çapbû, xwîner dîtin ku di nav berhemê de helbestên “ji tirkî hatiye wergerandin” hene. Xwîner ev şikayata xwe anîn zimên. Herkes li heviyê bû ku ew rewş ji aliyê komîsyina pêşbirkê ve bê zelalkirin û ger îdayên ku derhaqê berhmê de tên gotin rast bin bila ev xeletî were safîkirin. Lê tiştek negûherî û safî jî nebû. Berhem li pirtukfiroşan bi logoya pêşbirkê cihê xwe parast.

 

Reşo Ronahî di roportajekî xwe de dibêje ku; “piştî ku ev gotin hatin guhê me, me daxuyaniya Yukler û rexneyên xwîneran ji lijnê re gotin. Piştî nirxandina lijneyê biryar ev bû; helbest ji aliyê helbestkar ve bi xwe hatiye wergerandin û pêdivî nîne ku xelat ji N.Yukler bê standin.”

Di vir de dixwazim şîretek Cizîrî bi lijneyê hêja re parve bikim ku ew ji min bêtir bi vê şîretê dizanin;

“Ger lu’luê mensur ji nazmê tu dixwazî

Wer şi’rê Melê bin te bi Şirazî çi hacet”

Niha em li ser vê bifikirin helbet Mela nabêje; Şîrazî nexwînin, Mela nabêje wergera Şîrazî a bi kurdî jî nexwînin. Mela dibêje ku we rih, we fikr, we hêst ne bi kurdî be nabe. Mela dibêje ku vegerin li xwe ! Û Arjen jî tim wisa digot !

Em berdewamkin..

Narîn Yukler jî di derhaqê îdayan de bersiva xwe wisa dabû:

“…ez ê beşdarî pêşbirkê bibûma lê demê min hindik bû. Helbestê min ên bi tirkî jî, kurdî jî hebûn. Min 8 helbestan ji tirkî wergerand kurdî…” û dibêje ku “…min helbestên xwe ya tirkî ji bo wergerê ji Nûdem (Hezex) re şand …ji ber ku kêfa min wergera ku Nûdemî kir re nehat min bi xwe wergerand…”

Pirsên min ji Nûdem Hezex re, çawa wijdanê te qebûl’kir û te ew wergeran kir ?

Tu bi xwe jî îsal bû xwediyê Xelata Wêjeyê Ya Ehmedê Xanî.

Ger berhemekî werger wê xelatê bistenda tu yê çi bigota, çi hêsbikira ?

Doh hin belgeyên axaftina Nûdem Hezex û Narîn Yukler li ser twîtterê ji aliyê Yildiz Çakar ve hat parve kirin.

Û Çakarê wisa got; “Dema hayê min ji vê bûyerê çê bû pirr êşiyam. Li heviya biryara lijnê bûm. Lê dema lijne got helbest wergerin lê ne hewcê ye ku em xelatê ji N.Yukler bistînin mecbûr mam ev belgeyan parve bikim ku neheqiyek ji holê rabe.”

 

 

Twît û belgeyên ku Çakar parvekirin bi awayekê eşkere diyar dike ku dosyayê N.Yukler wergeran dihebîne û pêwajoya wergerê çawa pêk hatiye. (Bnr: https://twitter.com/rojan_cakar)

 

Li hemberê van twîtan û belgeyan bersiva Çiya Mazî:

 

7 PİRSÊN MİN Jİ KESÊN Dİ LİJNEYÊ DE BÛN,

Û DOSYAYA NARÎN YUKLER LAYİQÊ XELATÊ DÎTÎN;

 

  1. Navê Arjen Arî, kesayeta wî, wêjeya wî, helbesta wî, sekina wî û nêrîna wî ya li ser zimên bi we çawa bû ?
  2. Bi we kesek bi helbestên wergerî dikare tevlî pêşbirkê bibe ?
  3. Hun pêşbirka xwe bi zimanê kurdî, yanî bi zimanê ku ji bazarê vekişyayî dikin. Bi we pêwîst e ku helbestkar zimanê helbestên xwe bijîn, an ev mijar ji bo we negirîng e ?
  4. We cîhgirtin û xebitîna Arjen Arî bo pirtûka bi navê “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim/Sêchu Sende” çawa dibînin ? Bi we tevlîbûna wî ya vî karî di vê mijarê de sekina Arî dîyar nake?

5. Kesekî wek Kawa Nemir ku bi xema arîbûna zimanê kurdî tê nasîn û dibêje ez rojê bi saetan li ser helbestan dixebitim, teghiştîbû ku di nava dosyayê de helbestên werger heye ?

6.Hunê xelatê ji Narîn Gulerê bistînin û lêborînek ji xwînerên kurdî bixwazin û vê neheqiya ku li Arjen Arî û hezkiriyên wî re hatiye kirin, ji holê rakin ?

  1. Ev xelat li ser navê kesekê/î ji we bihata dayîn û Arjen di lijneyê de buya wî qet ew xelatiya li ser navê we dida dosyayêkê wergerê ?

 

Ev pirs û nêrînên min in.  Nêrînên nivîskar û xwîneran:

 

 

 

Rojariya-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply