Sînema Kurdî, berxwedana nermîn…

Huner neynika civakan e, sînema jî yek ji hunerên nûjen e, ku dîrok, şaristanî û taybetmendiyên gelan tomar û belge dike, ji nifşekî bo yekî din vediguhêze. Ji dayik bûna sînamayê vedigere dawiya sedsala 19an, dema ku herdû bira (Ocêst û Lwîs) Lomyêr makîneyek şanîdana wêneyên livgir dahênan kirin,  bi rêya wê, di 3ê Sibata 1895an de, herdu fîlmên xwe “Derketina Tirênê ji Kargehê” û “Gihîna Tirênê bo veniştingehê” li Ferensayê pêşkêş kirin.

 

Qonaxên pêşketina sînemayê:

Li gor rexnevan û dîroknasê sînemegir Fîlîp Konglîton, pêşketina sînemayê di çar qonaxan re derbasbûye:

  1. Serdema seretayî: karzanîneke nû bû, ku têde fîlmê kamîreya yekem hate kişandin, ew film bêdeng bûn, bêhtirê wan belgefîlm, nûçe, û şanoyên tomarkirî bûn.
  2. Serdema fîlmên bêdeng: di vê qonaxê de şanoyên tomarkirî ji holê rabûn, û li şûna wan çîrokbêjî hate bikaranîn.
  3. Serdema berî cenga cîhanê a duyem: têde deng derbasî nava sînemayê bû, û yekem fîlmê axêver di sala 1927an de bi navnîşana “dengbêjê Jazê” hate çêkirin.
  4. Serdema zêrîn: ji piştî cenga cîhanê a duyem, sînema nûjen bû, û awayê çêkirina wê jî pêşket, di pey re fîlmên cûrecûr belavbûn.

 

Girîngiya sînemayê bo Kurdan:

Têkiliyeke xurt di navbera wêje û sînamayê de heye, derhênerên mezin jî nameyên xwe (sînaryo) li ser berhemên wêjeyî ava dikin, wekî mînak ku romanên klasîk yên naskirî bo fîlman sînaryoyên amadekirî ne, çiku sînaryo li ser bingeha çîrokekê ava dibe, anku kesayetî, gotin û dîmen tev di tevna çîrokê de ne, û bi van hêmanan derhêner dixwaze ku nameyekê bighîne temaşevanan, lê ne bi awayekî vekirî, bi awayekî sergirtî. Ji lewra pêdivête ku Kurd bo geşkirina çanda sînemayê û çêkirina fîlman bixebitin, û her çiqas ku dewleteke Kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê tune be jî, divê ku zana û rewşenbîrên kurd di hemû tevgerên xwe de bo avakirina bingehên vê dewletê bilivin, û di barê vê de sînemayê bi kar bînin, çiku di roja me ya îroyîn de dewletên serdest û bihêz sînemayê wekî çekekê bi kar tînin, û sînema her çiqas alaveke hunerê be, alaveke propagandayê ye jî, ku dewletên navbuhurî û ser serê wan Emerîka, bi saya fîlman hem têkçûyînên xwe vedişêrin, û hem jî çand û jiyana xwe li cîhanê belav dikin, vêca divê ku Kurd vê yekê ji dest bernedin, nemaze ku li serdirêjahiya xaknîgariya kurdistanê gelek mijar hene ku hîn li ser wan xebatên fîlman nehatine kirin, anku çîrokine xwerû “sînaryo” hene, ku hîn derneketine ser rûwê zemînê.

 

Astengiyên ku di rêya sînema kurdî de ne:

Sînema Kurdî ji ber perçebûna welatê Kurdan di navbera çar dewletên serdest de, sînemayeke derengmayî, û pirzimanî ye. Em dikarin bibêjin ku sînema Kurdî hîn di asta destpêkî de ye, herwiha sînemegerên Kurd bêhtir ji fîlman, xebatên kurtefîlman dikin, zêdebarî ku li piraniya herêmên Kurdistanê hêmanên berhemanîna sînemayeke cîhanî peyda nabin, çiku jêrxaniya bingehîn jihevketî ye,  ne stûdyo, û ne jî holên sînemayê yên xwedî karzanînên nûjen hene, herwiha kesên ku di warê sînemayê de kardikin pêdivêtê piştevaniyê ne ta ku karibin dîroka gelê Kurd ji nû ve binivîsin û bi zimanê sînemayê yê cîhanî belav bikin, lê ev yek jî ne li ber dest e.

 

Sînemegerên Kurd:

Gelek sînemegerên Kurd gihiştin asteke pêşketî di sînemayê de, ji ber ku wan naskir ku kamîra wênegirê rasteqîne yê çav e, û çav jî wênegirê rasteqîne yê sînemegerê zana ye ku ew nerîn û têgihiştina wan ji huner û jiyanê re derdiberîne, û wan karîne ku fîlmine girîng çêbikin, û bi rêya wan tevlî fistîvalên xwecehî, erebî û cîhanî bibin, herwiha xelatine  nirxbuha jî bi dest bixin, ji bilî veguhestina kêşe, sirûşt, şaristanî, çand, rêwrêbazên gelê Kurd û xembariyên wî li tevahiya deverên cîhanê, û ji xwe girîngîya sînemayê û metirsîbûna wê ji vê yekê tê, û ji sînemegerên Kurd ên navdar, ji bakurê Kurdistanê sînemegerê bi nav û deng Yelmaz Gune, ji başûrê Kurdistanê Hunermend Selîm, ji rojhilatê Kurdistanê Behmen Qobadî, ji rojavayê Kurdistanê Ekrem Heydo ye.

Wekî tê zanîn, di dehsalên çûyî de, derhênerên kurd li xaknîgariya kurdistanê, û bi zimanê kurdî û bi lîstikvanên kurd fîlman dikşînin, û her çiqas ev fîlm li ser navên dewletên dagîrker ji xaka Kurdistanê re bên pejirandin jî, ev fîlm, fîlmên Kurdî ne, û wekî sînema kurdî tên derbirîn. Ev jî li hember têkçûyînên Kurdan berxwedaneke nermîn e, di ber hebûna kurd û sînema kurdî de.

Izedîn Salih-Welatpres

Jêder:

  1. Sînema û Nasnameya Kurdan, gotara Dilzad Art, rûpela komeleya Nûbiharê, 2016an.
  2. Nerînek di ware sînema Kurdî de, gotara Kazim Murşid Selûm, 2013an.
  3. Zerya Wikipedia ya Eliktronîk.

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply