?????????????????????????????????????????????????????????

Tahtên Bilind Çîroke Yan Kurteroman e?

Pirtûka birêz Kek Mihemed Seîd Temel a bi navê ”Tahtên Bilind” di nav weşanên ”Nûbihar”ê de di sala 2017 de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 120 rûpele. Li dawiya pirtûkê ferheng jî heye. Di ferhengê de maneya gelek peyvên kurdî hene. Hinek peyvên kurdî sînonîmên hev in. Peyv cuda bin jî maneya wan yeke. Peyvên hevmane wek du sê peyvên cuda werine karanîn, werine gotin jî maneya wan heman tişte, eynê ye. Kurd gelek peyvên hevmane, yek mane bi kar tînin. Ev jî dewlemendiya zimanê kurdî ye. Wek mînak; wisa, wilo, bihîşt, cennet, bijîjk, doktor, çareser kirin, hel kirin, destûr, îcaze, îzîn, erdhej, zelzele, hêsan, rehet, maf, heq, oldar, dîndar û hwd.

Mijara pirtûkê derbarê jiyana civakî a kurdan ya salên çûyî, salên derbasbuyî, salên 60/70 sal berê û di wan salan de jiyana bi êş û zahmet ku çawa hatibû jiyandin tîne zimên. Di wan salan de rewşa eşîrên kurd ên herêma Bişêriyê, bi hevûdu re şer û pevçûnên wan, têkiliyên eşîrên serxetê û binxetê tê qalkirin.

Serxet û binxet ji bo du parçeyên Kurdistanê tê gotin, tê nav kirin. Serxet bakurê Kurdistanê û binxet rojavayê Kurdistanê ye. Di navberê de hidûd ango sînorê sunî ê dewletên dagirker heye. Li sînor, di ser sînor de bi dizî qaçaxgerî tê kirin. Hinek kurd ji bo debara mala xwe, ji bo jiyana malbata xwe, ji bo aboriyê qaçaxvanî dikin. Qaçaxcîtî karekî gelek zahmete, xetere, bi zor û zahmet, bi tirs dikat kirin. Gelek qaçaxger li ser sînor, di hidud de bi pevçûna şerê navbera wan û leşkerên dagirker de dihatin kuştin, gelek qaçaxger pêl li mayinan dikir û dimran an jî seqet diman, dest, çeng û lingên wan jêdibû.

Gelo pirtûka Mihemed Seîd Temel a bi navê ”Tahtên Bilind” çîroke yan kurteromane? Dema min pirtûkê girt destê xwe ku bixwînim, min mêze kir li ser berga pêşî a pirtûkê yan jî li rûpela hundir a destpêkê de nenivîsîne ku ev pirtûk romane yan çîroke? Min jî merak kir, gelo ev romane yan çîroke? Ji bo ez bizanibin ka pirtûk di kîjan kategoriya edebiyatê/wêjeyê/ de ye, divê ez pirtûkê hemû bixwînim û li gor zanîna xwe bi nav bikim, ka pirtûk çiye?

Pêşî ez vê bibêjim; pirtûkên kurdî zû bi zû du car nayêne çapkirin. Pirtûkên kurdî ên ku du car hatine çapkirin pir dindik in. Yên min, di nav 30 pirtûkên min de du pirtûkên min du car hatine çap kirin. Pirtûka birêz Mihemed Seîd Temel a bi navê ”Tahtên Bilind” du car hatiye çap kirin. A ku ez niha dixwînim çapa duyeme.

Di encama xwendina min a pirtûkê de bersîva ku ez bidime bê ev pirtûk çiye? Dema min xwendina pirtûkê qedand min nêrî ku di perga paş de ”Hîkaye” nivîsîne. Yanê li gor nivîskar û weşanxaneyê pirtûk ”Hîkaye”ye. Dîyare weşanxane di çûna peyva çîrokê de peyva hîkaye bikar tîne. Lêbelê li gor min pirtûk pirtûkek çîrok/hîkaye nîne. Li gor zanîna min ”Tahtên Bilind” roman jî nîn e û çîrok/hîkaye jî nîne. ”Tahtên Bilind” kurteroman e.

Wisane, kurteroman çiye? Cudabûna kurteromanê ji çîrokê û romanê çiye? Di edebiyata kurdî de kîjan berhem dikevin nav kategoriya kurteromanê? Ez ê bi kurtahî bersîvên van pirsan bidim.

Ez ê tarîfa kurteromanê weha bikim, kurteroman; ji romanê kintir û ji çîrokê dirêjtir e. Naveroka kurteromanê ji çîrokê firehtir û ji romanê tengtir e.

Kurteroman ji çîrok û romanê cuda ye. Cudabûnên kurteromanê di gelek waran de heye. Cudabûna bingehîn teknîka nivîsînê ye. Teknîka nivîsîna kurteromanê ne wek çîrokê û ne wek romanê ye. Teknîkekî bi serê xwe ye, orîjînal e. Ev teknîk teknîkeke modern e. Di edebiyatê de, di nivîsîna berhemên edebî de, teknîka herî dawî a nûjen e. Nivîskarên hevdem vê teknîkê bikar tînin. Yên ku vê teknîkê bikar tînin, piranî nivîskarên Ewropî ne û hinek nivîskarên Latîn Amerîkî, Japonî û Rusî ne. Di nav nivîskarên kurdan de yên ku vê teknîkê bikar anîne, Bavê Nazê, Hesenê Metê û ez -Lokman Polat- im.

Hesenê Metê vê teknîkê di berhemên xwe ên bi navê ”Labîrenta Cinan” û ”Tofan”ê de, Bavê Nazê di berhema xwe ya bi navê ”Stockholm Te Çi Dîtiye Bibêj” de, û min jî di berhema xwe ya bi navê ”Rojnamevan” û ”Nûrheyata Licê” de pêk anîye.

Di hêla taswîra xwezayê -naturê-, însanan, bûyeran û hwd, de jî di nav roman, çîrok û kurteromanê de cudabûn heye. Di romaneke mezin û berfireh de kes, leheng, fîgur gelek in, qelebalix in. Di kurteromanê de hindik in. Di çîrokê de tunebin jî dibe, lê piranî yek, du, sê kes in. Di romanê de bûyer piralîne, berfireh in. Her beşek, bûyerek romaneke mezin bi serê xwe dikare bibe kurteromanek. Lê, dema ew hemû beş û bûyer li duv hev rêz bibin û di nav wan de hevûdu girêdan pêk tê, dibe romaneke mezin, ango kalind.

Nivîskarê navdar Gabrîel Garcîa Marquez gelek romanên mezin nivîsiye û weşandiye. Lê, wî ji bo berhemeke xwe gotiye ”ev kurteroman e.” Yanî wî berhema xwe wek roman na, lê wek kurteroman bi nav kiriye. Ev jî dide xuyakirin ku, divê mirov ferqîyetek têxe nav roman û kurteromanê.

Gelek nivîskarên Latîn Amerîkî û Ewropî kurteroman nivîsîne. Bi taybetî jî kurteromanên nivîskarên îtalî navûdeng dane û li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Wek mînak; Romana nivîskarê îtalî Alessandro Baricco “Hevrîşim” (bi tirkî ”Îpek”) kurteromanek gelek xweş e. Ev kurteroman, kurteromana lêgerîna bextiyariyê ye. ”Tehtên Bilind” jî kurteromaneke lêgerîna evînê ye. Li gor min ”Tahtên Bilind” kurteromane, lewre nivîskarê pirtûkê, berhema xwe bi stîla vegotina hunera kurteromanê  afirandiye û honaka pirtûkê pêk aniye. Lewre jî divê di çapa sêyem a pirtûkê de li ser berga pirtûkê bê nivîsîn ku kurteromane.

Mînakek din a kurteromanê jî kurteromana nivîskarê Latînamerîkî -Kolombîyayî- Gabriel Garcia Marquez “Erêndira Dilpak” e. Nivîskar vê kurteromana xwe li gor şêweya Surrealîzmê nivîsiye. Kurteroman 68 rûpel e. Di vê kurteromanê de serpêhatiya Erêndira dilpak û Dapîra wê ya bêînsaf heye. Nivîskar di kesayetîya leheng û fîgurên kurteromanê de kesayetiya safîtî û xirabiyê, evîn û nefretê anîye zimên.

Niha em li naveroka ”Tahtên Bilind”  binêrin. Dayika Zerê a jinebî, mêrê wê di şerê nav eşîran de hatiye kuştin. Ji bo kurê wê neyê kuştin wî dide koçeran. Zerê kurikek ermenî jî ji kuştinê xilas kiriye û wî wekî ewladê xwe xwedî kiriye. Zerê kurê xwe Hesen û kurikê bavfileh ku navî danîne Alî, herduyan dide koçeran. Zerê ji mezînê êla koçeran Xalê Xidir re tembîh dike ku ew nebêjin Hesen û Alî ji eşîra Bişêriyê ne.

”Tehtên Bilind” kurteromaneke li gor pîvanên realîzma civakî hatiye afirandin. Nivîskarê kurd M. Seîd Temel di pirtûkê de jiyana koçeriyê û rewşa koçeran bi awayekî realîst aniye zimên. Zimanê nivîskar ku di pirtûkê de bi kar aniye zimanekî edebî, baş, zelal û herîkbare. Li hevûdu hunandina beşan û ravekirina bûyeran jî bi huneriye, serketiye.

Hizna Xatûn keçeka bedewe, spehî ye. Ew keça Temir Axa ye. Dilê wê û Hesen dikeve hevûdu, ew dibine evîndarên hev û buyer dest pê dike.

Di dema berê de, di nav kurdan de adet, tore û tradîsyoneke nebaş hebû. Hinek kurdên niştecih xwe li ser koçeran mezin didîtin û koçeran biçûk didît. Wan keçên xwe nedidan kurdên koçer û ji wan keç ji kurê xwe re nedianiyan. Keç û xortên koçeran bi hevûdu re dizewicîn. Kurdên Êzîdî jî weha ne, ji derveyê xwe keç naynin û keçên xwe nadine derve. Lewre jî kurdên Êzîdî û kurdên Koçer wek kurdên xas, kurdên esil mane. Kurdên din gelek bi keç û xortên tirkan re, arab re, çerkez re, azerî re û herweha bi gelek biyaniyên curbecur re zewicîne û zarokên wan jî melez in.

”Tehtên Bilind” kurteromaneke evîniyê ye. Mijara kurteromanê evîna Hizna Xatûn û Hesen e. Evîna Hesen di dilê Hizna Xatûnê de birîneke kûr vekiriye. Bavê Hizna Xatûnê, Temir Axa ji vê evînê bêxebere. Gelo dê dawiya evînê bibe çi? Gelo dê evîndar bigîşin miradê xwe?

Jiyana koçeriyê jiyaneke zor û zahmete, lêbelê jiyaneke azad e. Koçer di nav xwezayê/naturê/ de dijîn. Ew li deşt û zozanan digerin, li çiyan lîs dibin. Vebêj di pirtûkê de digel zahmetiya koçeriyê, xweşiya jiyana koçertiyê jî bi zimanekî edebî tîne zimên û raveyê xwendevanan dike.

Temir Axa bi evîna keça xwe Hizna Xatûnê dihese û ew fêr dibe ku Hesen koçer nîne, ew ji eşîra Bişêriyê ye.

Rojeke leşkerên dagirker tên zarokên koçeran dicivînin û dibine leşkeriyê. Hesen jî bi xortên koçeran re dibine. Alî direve û leşker ji paşve gule berdidine û wî dikujin. Zarokên koçeran sê sal leşkerî dikin. Piştî sê salan hemû xortên koçer vedigerin têne, lêbelê Hesen nayê û tu xeberek jê dernakeve.

Hizna Xatûn û Malbata Hesen gelek xemgîn dibin. Evîndara wî Hizna Xatûn li pey evîna xwe diçe. Ew bi hêviya ku Hesen bibîne bi du qewraşên xwe ve diçe bajarê ku Hesen lê leşker bûye. Ew bi lêpirsînê, di encamê de Hesen dibîne.

Gelo çima Hesen piştê ku tezkera leşkerî wergirtiye û herweha leşkeriyê qedandiye, çima venegeriyaye û nehatiye? Gelo piştê leşkeriyê çi bi serê Hesen de hatiye? Gelo çima evîna Hizna Xatûn û Hesen naçe serî? Çima ew nagîşin miradê xwe?

Bersîva van pirsan di beşa dawî a kurteromanê de ye. Beşa dawî a kurteromanê bi êş e, trajedî ye. Trajedîya evîna Hesen, Hesenê ku jiyana wî li Bişêriyê dest pê dike, li Beriya jêrîn evîna wî şewq dide, li welatê xerîb ê nenas dawî dibe.

Pirtûka nivîskarê kurd birêz Kek Mihemed Seîd Temel a bi navê ”Tahtên Bilind” berhemeke hêjayê xwendinê ye. Divê xwendevanên kurd vê berhema hêja bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply