Hebû tunebû. Pîrek hebû. Pîrê rojekê şerbikê xwe hilda û çû ber kaniyê, da ji xwe re avê bîne. Dema çû ber kaniyê, cîranekî wê, gazî wê kir. Wê jî şerbikê xwe danî ber kuçekê û jê re got: “Kuço Kuço, şerbikê min neşkîne, heta ez çûm ba cîranê xwe …
Read More »Meşka Avê Li Ser Milê Zilamê Tîbûyî
Dawiya havînê bû. Germahiya hewayê zêde bibû. Hişkayî û germahî gelê Medîneyê bêzar hiştibû. Dema komkirina xurmayan bû. Gel hê nû bêhneke rihet standibû ku Resûlê Xwedê(sxl)bihîst ku ji bakurê rojhilat talukeyek gelek mezin tê, ev talukeya dewleta Bîzansiyan bû û li ser vê gefê fermana seferberiyê da. Fêkî hê …
Read More »Bêjing
Şêxo di mala axê de hemû tişt bû, bê wî karek nediçû serî, ew bo her karekî bû û her karek jî bo wî bû. Ji wî re digotin: “Azep”. Azep jî ew kesê, ku li ba cotkarekî, maldarekî an axayekî salekê an du salan an jî ta pîrbûnê kar …
Read More »Qewaxêre û Kuye
Serê wisarî, qewaxêri ver de yew kuye zîl dona. Û germ û varan çiqas ke zêydîno kuye zî hende pêşîyena qama qewaxêri ro û bena derg. Yew zeman ra pey vecîna tîtikê qewaxêri. Û agêrena qewaxêri ra vona: – Ti çend aşmon de ameya ino sewîye? Qewaxêri vona: – Ez …
Read More »Kurmê Çavbirçî
Berî demeke dûr û dirêj kurmekî sêvan li baxçeyekî jiyana xwe dikir. Ew pir biçûk û jar bû. Loma navê wî kiribûn Ziravo. Rojekê Ziravo ji xwe re ponijî û di dilê xwe de got: “Heke ez tiştên xweş pir bixwim, bêguman ezê zûtir mezin û hêzdar bibim.” Bû roja …
Read More »Merdimê Wayîrê Herî
Xido Qop dewa Xarpêtî Huseynîk de roşeno. Wextê Usmanîyan ra esnafê Xarpêtî kel-mel teber ra ardêne Huseynîk û uca ra pey heron a kiriştêne çarşûya corî. Xido Qop zî yew qifleyê heron xebetneno û pê dabara xwu keno. Rojêk linga serherê ey şikîna, geyreno yew herê cinsî. Dost û ehbabon …
Read More »Xwedïyê Hespê û Golikê- Feyzî Mîrhesen
Zilamek suwarê hespê xwe bi rêya xwe de diçe. Zilamek derê biharê ye golika xwe li der ve girê dide. Dema zilamê siwar derbas dibe, golik ji bendê xwe difilite û bi peyê hespê zilam dikeve. Xwediyê golikê li xwediyê hespê dike hewar û gazî : “Siwaro ! ji bona Xwedê bi sekine, golika me li peyê hespa te hat, bisekine.” Camêrê Siwar, dibîne ku golik li peyê hespê ye lê belê her wekî ku qet deng nayê guhê wî. Xwediyê golikê bi rev û bezê xwe di gihîne siwar. Dibêje : -Birayê min, tu ji Xwedê natirsî sibê de ez li peyê te direvim. Siwarê Hespê ji xwediyê Golikê dipirse : tu kî yî, ji min çi dixwazî ? Xwediyê Golikê : – Birayê min Golika me li peyê hespê reviya hat, ez li peyê golika xwe hatim. Siwarê Hespê ji xwediyê golikê re dibêje: -Birayê min, min golika te nedîtiye. Xwediyê golikê dibêje: -Ev golika min e, li bal hespê te sekiniye. Siwarê Hespê dibêje : -Bira, te serê xwe xwariye, ev ne golik e, kûrika hespa min e. Ma tu golik û caniya hespê ji hev nas nakî ? Xwediyê golikê dibê : -Gelo henekê xwe bi min dikî. Bira, golika min bide, ez herim, xanima min li benda min e, çêlek hatine mal, li benda golikê ne. Siwar carek din dubare dike û dibêje : – Kekê min min ji te re got ku caniya hespa min …
Read More »Pepûk-Ahmet Aslan
Carek ji caran rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Hebû tunebû pepûkek hebû rojekî dirîka kerengekî dikeve lingê pepûkê û pepûk pir jê aciz dibe dixwaze ku yek wê diriyê ji lingê wê derxe dibîne ku jinek li ber tenûrê nan dipêje tendûra wê pênakeve pepûk diçe cem …
Read More »Keçel
Careke ji caran rehmet li dê û bavê hazirê guhdaran. Du mirov hebûne. Her du di yek rengê de ne lê yek şeytan e ku şiklê insan aniye xwe. Yê din jî însan, însanekî belengaz bûye. Rabûye çûye mala xwe lê şeytan jî pê ketiye. Li derî daye jina wî …
Read More »Serhildana Kela Dimdimê-Kakşar Oremar
Berxwedana Kela Dimdimê ne çîrokek çêkirî ye, belkî rûdaneke rastîn a dîroka me ya azadîxwaziyê ye. Rûpelekî dîroka siyasî ya Kurdistanê ye ku serwer û bindest rastî hev hatine û kurdan serî netewandine Dem û çax: Sedsala 17’an, sala 1609 zayînî (1018 Hicrî Qemerî). Cih: Herêma Ûrmiyê, rojhilatê Kurdistanê. Sedem: …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…