Zilamek suwarê hespê xwe bi rêya xwe de diçe. Zilamek derê biharê ye golika xwe li der ve girê dide. Dema zilamê siwar derbas dibe, golik ji bendê xwe difilite û bi peyê hespê zilam dikeve. Xwediyê golikê li xwediyê hespê dike hewar û gazî : “Siwaro ! ji bona Xwedê bi sekine, golika me li peyê hespa te hat, bisekine.” Camêrê Siwar, dibîne ku golik li peyê hespê ye lê belê her wekî ku qet deng nayê guhê wî. Xwediyê golikê bi rev û bezê xwe di gihîne siwar. Dibêje :
-Birayê min, tu ji Xwedê natirsî sibê de ez li peyê te direvim. Siwarê Hespê ji xwediyê Golikê dipirse : tu kî yî, ji min çi dixwazî ?
Xwediyê Golikê :
– Birayê min Golika me li peyê hespê reviya hat, ez li peyê golika xwe hatim.
Siwarê Hespê ji xwediyê golikê re dibêje:
-Birayê min, min golika te nedîtiye.
Xwediyê golikê dibêje:
-Ev golika min e, li bal hespê te sekiniye.
Siwarê Hespê dibêje :
-Bira, te serê xwe xwariye, ev ne golik e, kûrika hespa min e. Ma tu golik û caniya hespê ji hev nas nakî ?
Xwediyê golikê dibê :
-Gelo henekê xwe bi min dikî. Bira, golika min bide, ez herim, xanima min li benda min e, çêlek hatine mal, li benda golikê ne. Siwar carek din dubare dike û dibêje :
– Kekê min min ji te re got ku caniya hespa min e, vegere here li golika xwe bigere, ma tu bûyî bela ?
Golik ji hespê naqete, her wekî ku canî ye, xwediyê golikê da neda, siwarê hespê golikê nedayê. Ji neçarî ew jî bi xwediyê hespê re kete rê û meşiya. Bi hev re çûn gundek li malbatek bûne mêvan. Hespê û golikê girê dan û li mala camêr rûniştin. Hîn kes hatin bal wan ketin gale gal û gotinan. Xwediyê golikê nerehete û diponije. Dixwaze vê mesela xwe û siwarê hespê ji xwediyê malê û wê civatê re bibêje. Xwediyê Golikê dibêje :
Gelî camêran pirsgirikek min û vî camêrê heye, ez dixwazim hûn alîkariya min bikin. Camêr jê dipirsin ka ji me re bibêje, ku em bi karibin pirsgirika we çareser bikin. Xwediyê golikê dibêje : Gelî camêran, golika min li peyê hespê vî camêrî ket, ez li peyê hatim. Lê camêr dibêje ‘golika te nîne caniya hespa min e.’
Dema vê gotin û serpêhatiya xwe û siwarê hespê dibêje. Van camêran matmayî dimînin. Xwediyê malê ji siwarê hespê dipirse :
-Birayê hêja gotinên vî camêrî ku dibêje, rest e.
Siwarê hespê dibêje :
-Belê, rast e. Golika wî nîne, caniya hespa min e.
Xwdiyê malê dipirse :
Gelî camêran, hûn jî guhdarî dikin û dibînin, vî camêrî çi dibêje. We qet dîtiye û bihistiye hesp zabe golikanî be, hûn çi dibêjin ?
Ew kesên li wir bûn bi hev re dibêjin :
-Me bûyerek wiha nediye.
Xwediyê Golikê dibêje :
“Gelî camêran ka me ji hev du biqetînin, çareyek bibînin.”
Lê belê didin nadin siwarê hespê naye rê. Ew şev derbas dibe serê sibê radibin ku herin, dema hespê ji axûr dertînin, golik ji hespê naqete. Xwediyê Golikê dibîne ku siwarî golika wî nade. Xwediyê golikê dibêje :
-Bira tu dibêjî caniya hespa min e, ka were em herin bal qazî û mele şerîetê.
Li ser vê gotina wî ew kesên li wir bûn hemûyan gotin :
-Camêr rast dibêje. Siwarê Hespê ji vê biryarê qebûl dike. Hespê bi tevê golikê ve berê xwe didin mala qazî û mele. Qazî derdikeve derve, bixêr hatina wan dike û dipirse :
“We xêr e gelî camêran, ka pirsgirika xwe ji min re bêjin?”
Xwediyê golikê ji qazî re bûyera xwe û xwediyê Hespê dibêje. Qazî ji siwarê hespê dipirse : “Birayê delal te gotinê vî camêrî bihist, gelo raste ?”
Siwar dibêje :
-Belê rast e, Seydayê hêja, Hespa min zaye golik aniye.
Seyda Dibêje : Rast e Xweda dibêje ‘tişta ku em bixwazin ku be wê bibe.’ Em bi emr û fermana Xweda bawerin. Lêbelê cara yekî ye ku ez rastê şerîetek wiha tême ».
Seyda dema baş li hespa camêr dinhêre dibîne ku hespa wî nêr e ?
Seyda ji xwediyê Hespê re dibêje : « Bira ez niha nikarim, li Qur’anê û pirtûkan binhêrim herin hevtekî şûnde werin ».
Siwar dibêje :
-Seyda çima nikarî here destmêj bigre û binhêre .
Seyda dibêje :
-Bira ez zilamim lê ? vêga ez ketime cilê (serê heyva Jinan) pîrekan.
Xwediyê Hespê :
- Seyda tu zilamî çewan dikevî darê Jin û Pîrekan , xwedê ji te razî.
Seyda:
-Çima bawer nakî, tu ji hespê xwe yê nêr bawer dikî ku zaye, golikek aniye, tu çima ji min bawer naki ku ez ketime darê jinan.
Liser vî biryar û zanebûna qazî golika camêr danê. Siwarê hespê ji qazî re dibêje :
Her bijî ji zanebûn û vê biryara te re Min çewan xwest ku ez golika vî camerî jê bistînim lê, li ber zanebûn û van mînakên te ez matmayî mam. Destê qazî maç dike û soz dide ku li serê tu kesî van fetllu hîleyan neke. Bi vî awayî ev bûyer bi dawî dibe.
Feyzî Mîrhesen-Çandname