Ji aliyê bakteriya daner ve bi navbeynkariya pîlusan, guhaztina kopiyek plazmîdê bo bakteriya wergir, wekî konjugasyon (bi înglîzî: conjugation) tê navkirin.[1] Bakterî bi pirbûna nezayendî zêde dibin, loma di rewşa asayî de xaneyên keç, kopiyên makexaneyê ne, ango bi dabeşbûna nîvekî, di bomaweya bakteriyan de guherîn rû nade. Lê dîsa jî hemû bakterî ne kopiyên hev in, …
Read More »Endospor
Ji ber rû bi rû mayina bi hawirdorek neguncav, di nav xaneya bakteriyê de, bi bergê stûr, bi bergiriya qayim û di qonaxa bêdengî de xaneyek tê çêkirin ji vê pêkhateyê re tê gotin endospor an jî spora navekî (bi înglîzî: endospore).[1] Gava di hawirdorê de xurek pir hindik be, an jî hawirdor bi awayekî neasayî …
Read More Ȃerxa Krebs
Çerxa Krebs (bi îngilîzî: Krebs cycle ) rêze karlêkên kîmyaya zîndeyî ye ko bi oksandina asetîl CoA ya ji karbohîdratan, asîdên çewrî an jî ji asîdên amînî çêbûyî, enerjiya nav xurekan de embarkirî tê berdan. Çerxa Krebs beşek ji karlêkên bahenaseya xaneyî ye. Ji ber ko berhema karlêka yekem sîtrat e, ev çerx wekî çerxa asîda sîtrî (bi îngilîzî: citric acid …
Read More »Glîkolîz
Di sîtoplazmaya xaneyê de bi navbeynkariya enzîman, hilweşandina glukozê bo pîruvatê wekî glîkolîz (bi înglîzî: glycolysis) tê navkirin. Peyva glîkolîz ji du peyvên grekî; glykos û lysis pêk tê. Di zimanê grekan de peyva “glykos” ji bo şekir, şîrînî tê bikaranîn. Wateya peyva “lysis” jî dabeşkirin, helandin, parçekirin e. Ango wateya “glîkolîz” parçekirina …
Read More »Tewere
Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê. Anatomiya tewereyê Bi gelemperî xaneyên demar …
Read More »Gehînke
Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke. Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin. Pêkhate …
Read More »Geh/Cumge
Geh an jî cumge (bi îngilîzî: joint) Peykerekoendam ji boy girêdana masûlke, endam û çerm rûyek req ava dike. Herwisa yek ji karê sereke ya peykerekoendamê jî parastina endam û pêkhateyên laş e. Lê li gel destekkirin û parastinê, peykerekoendama mirov bi navbeynkariya gehan, çemînbarî û livîna laş jî rêk …
Read More »Mekanîzmaya henasedanê
Henasedan, ango henasewergirtin û henasedayîn (bi îngilîzî: breathing). Peyva henasedan, ji boy karê alûgora gazan a navbera xaneyên laş û hawîrdorê tê bi karanîn. Henasedan ji du gavên sereke pêk tê. Gava yekem girtina hewayê boy pişikan an jî dûrxistina hewayê ji pişikan e. Gava duyem jî, alûgorkirina gazan e. …
Read More »Rijenê Hîpofîz (Toşpiya Hîpofîz)
Hîpofîz rijenek biçûk e, bi qasî habika nok e. Lê hîpofîz rijênêk gelek bi bandor e, hormonên vî rijênê gelek rijên û şaneyên laş ji xwe re dike armanc. Çalakiya rijênê hîpofîz bi hîpotalamusê ve girêdayî ye. Hîpofîz li gor hormonên hîpotalamusê, hin hormonan berhem dike û der dide nav …
Read More »Fotosentez
Giyandarên ku xwediyê klorofîl in, bi bikaranîna enerjiya roniyê, pêkhatiyên lebatî (organîk) tînin holê. Ji vê bûyerê re jî fotosentez tê gotin. Giyandarên ku bi vê bûyerê adan pêktînin, ji wan re organîzmayên fotosentetîk tên gotin û piraniya vê komê jî ji plankton û riwekan pêk tên. Organîzmayên fotosentetîk, bi …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…