Sultan Sehak (1272-1388)

Ew kurê şêx Îsayî kurê Baba Eliyê Hemedanî û Dayrakê keça Husên Begê Caf e. Ew di 1272yê de li gundê Berzinceyê ji dayik bûye, di sala 1388ê de li gundê Pirdîwerê li Hewramanê mir û gorê wî niha li gundê Şêxanê, nêzîkî ava Sîrwanê, li devera Hewramanê ye. Gora wî yek ji mezarên bi qîmet yên yarsaniyan e.

Sultan Sehak (Sultan Îshaq / Sultan Saq / San Sehak) di nav yarsaniyan de, di qonaxa piştî hatina îslamê de bo Hewramanê rêberê yarsaniyan yê herî navdar e. Li ser bûna wî jî efsaneyek heye; qaşo ew wek Îsa pêxemberî ji dayika xwe Dayrakê bê raketineka wê ya seksî li gel zilamekî çê bûye. Hinek jêder dinivîsin ku babê wî, ji bilî wî, duwazde kur ji jina xwe ya dî ya bi navê Fatmaya şêx Xalidê Kajawî hebûne.  Li gor yarsaniyan Sultan Sehak yek ji pênc peyamnêrên Kirdgarî (Xudê) ye li ser erdî û gelek behsa kerametên wî di nav yarsaniyan de heye. Ew her pênc peyamnêrên xudê yên yarsaniyan jî ev in:

Behlûlê Mahî (-835)
Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)
Şa Xoşên (1015-1074)
Baba Nawûsê Caf (1084-1161)
Sultan Sehak (1272-1388)

Wî edebiyat, zanist û felsefe di xortaniya xwe de xwendin. Dibêjin; piştî babê wî, ku şêxekê navdar û xudan mirîd bû mir, hevrikî ket di nava birayên wî de û ew ji ber wê çendê ji Berzinceyê çû Hewramanê û li wê derê binecih bû. Wî li Hewramanê dest bi belavkirina Yarsaniyê kir û xwest wê di nav xelkî de sax bike ve û ew wek olekê cihê xwe bigire. Wî ji bo belavkirina yarsaniyê di nav xelkî de desteyeka heft-yarî, ku ji heft kesan pêk têt çê kir û gelek pûte da xaniyên ola yarsaniyan »Cemxaneyan«.

Helbestên wî di pirtûkên olî yên yarsaniyan yên wek Serencamê de hatine parastin. Helbestên wî li ser bîr û bawerên yarsaniyê, bweriya bi Donaûdonê yan wek êzdî bi »Kirasgihorînê« bi nav dikin e. Ew di warê Donaûdonê di helbesteka xwe de dibêje ku rûha Eliyî (Elî Ibn Ebû Talibî) derbasî laşê wî bûye û têt manaya ku wî di rêberiyê de cihê Elî girtibû.

Çavkanî:
– Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
– Felsefe û ramanî yarsanî le ferheng û komelgey kurdewarî da, Cemal Nebez, semîner, Göteborg, Swêd, 26/4 2008
yarsan-dm.com/in/images//raman%20yarsanin.doc
– Seqafet Ehil Elheq we muiteqedatihim, Mitesim Saleyî, bi erebî:

http://www.bahzani.net/services/forum/archive/index.php/t-23317.html

– Mêjû û felsefey yarsan, nivîsîna T. Tahirî, wergera ji farisî Bêhzad Xoşhalî

http://www.yarsan.web.surftown.se/…/a2066mijoo_v_falsafay_yarsan6.doc

– Fezahay qudsî der istanê Kirmanşah, qismetê suwem, Behmenê Behramî, bi farisî
http://zheiwar.blogfa.com/post-54.aspx

Amadekar: Sidqî Hirorî

Têbînî: Wêne ji http://yaresan.wordpress.com hatiye wergirtin.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply