Piştî vekolinek demdirêj ya li ser Şkefta Şaneder ya Devera Barzan li Başurê Kurdistanê, babeta Nifşê Neandertalan jî kete rojeva cîhanê. Proje ji aliyê Grupek Brîtaniyan ve li Şkefta Şaneder tê bi rêvebirin. Xebatên vekolîna Şkefa Şander, bi şêwazeke fermî di salên 1950 an de ji aliyê Arkologê Emrîkî Dr. Sîlekî û koma Arkologan ve hatiye destpê kirin. Lê ji ber rewşa sîyasî û hêrişên dagirkerên Kurdistanê ev projeya xebatê, nav ber nav ber radiwestiya. Evê koma xebatê ji sala 1950î heta 1960 ê li gelek deveran vekolin li ser Neandertalan encam dan û Neh fosilên Neandertalan peydakiri bûn. Yanî di xebata xwe de gelek şaraza bûn. Piştî herêma Kurdistanê ji dîkdatorîya Beisîyan Rizgar bû û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezirandin, xebatên arkolojî li herêma Kurdistana Başûr dîsa hate destpêkirin. Dema em dibêjin Kurdistan dergoşa mirovahiyê ye, rastiyeke ku evro pitir cîhan piştrast dibe. Ji çîrokên mitolojîk bigre, hemû pertukên ayînî, li Kurdistanê afirîne. Ji Adem û Hewayê bigre, Îbrahîm Peyxamber, Nûh Pêxamber, hemû qesên wan li Kurdistanê derbaz dibin. Yanî Kurdistan yêk ji bingeha Jîyana zindeyên li ser zevîyê ye.
Neandertal Çiye: Nifşek şikil (Anatomîk) mirove û heta berîya 40 Hezar Sal jî li ser zeviyê jîyane. Beriya 40 Hezar salan ev nifşe li ser zevîyê mîrate bûye. Yanî nemaye. Wek komên biçûk û gerok di nav suruştê de geryane û jîane.
Bejna Zilaman: 1m 64 cm – 1m 68 cm
Bejna Jinan : 1 m 52 cm – 1m 58 cm
Li Kurdistanê, Ewrupa, Bakurê Asya: Fosil, Şop û Amirên wan hatine peydakirin. Li gorî vekolinan li ser amirên wan yên destketine, yên beriya 160 Hezar Salan e. Neandertal nifşek e ku wek pîvan ji Homo Sapîens paşketî ye.
Neandertal wek anatomî herî nêzî Mirovane û li gorî vekolînan Mirovên Modern û Neandertal xizmên hevin. Lê nifşê wan mîrate bû lê Homo Sapiens ku em mirov berdewamiya wanîn, li ser zevîyê man. Neandertal li Ewrupa û Asya beriya 400 Hezar Sal û Heta Beriya 40 Hezar salan jîya bûne. Paşê ji ber sedemên ku nayê zanîn nifşê wan birya.
Neandertal, li gorî vekolînên zanistî li gel Homo Sapînsan heman demê de jîyane û di navbera wan de pêwendi hebûye. Jiber ku di Genên Mirovan de, rastî genên Neandertalan hatine.
Yêkem car Mirovan 1829 ê li Belçîka Şkeftekê de Fosilek Zarokî peydakirin. Di sala 1856 li Almanya Bajarê Dusseldorfê li Newala Neandertalê li kargehek Kislê de, karkeran hin Hestik peyda kirin û paşê nave Neandertal ê li vî cure anatomî-mirov kirin. Dema vekolînan de wek anatomî nêzî mirovan bû. Li Dussendorf Newala Neandertal ê ev fosilene peydakirin û wek nav kirin Neandertal (Homo neanderthalensis)
Neandertal Çawa dijîyan?
Beriya Nandertalan 14 grupên Mirov-hovan hebûne. Neandertal di nav rastiya jîyanê de herî gelek nêzî Mirovan bûne. Beriya 200 Hezar salan li Ewrpa û Asya, di serdema Sarcemê de di nav zor û zehmetiyên suruşta pir Cemed de jîyane. Bi gîyanên xwe yên bi hêz, bi hizirkirinê amîrên nêçir, komkirina gîya jîyana xwe heta beriya 40 Hezar salana domandine. Xwediyê difinek mezin, mejîyek zêde, hestikên giran bûne. Pîyên wan kin gîyanê wan qelew bûne.
Neandertal wek anatomî herî nêzî Homosapîensa ne û demek dirêj di heman cografyê de jîyane. Belkî pêwendiyek jî di navbera wan de çê bûye. Li gorî vekolînan di nav DNA ya mirovên modern de, şûnên Neandertalan di mirovan de wek Gen hatine peyda kirin. Di navbera van her du nifşan de, têkelbûnek (Melezbûnek) durist bûye.
Jîyana Neandertalan ya Civakî:
Di jîyana neandertalan de gelek xalên balkêş hatine peyda kirin ku wek fosîl li navenda Frense û Başurê vî welatî peyda kirine. Li gorî vekolînan bi karanîna agir, veşartina mirîyan li gel gulan, amîrên nêçîrê balkêşana ser jîyana xwe. Ev hizr û bîrên vê koma hovan, jîyana wan hevkarî û bi hev re tevgerîn û nêçîrê, dest nişan dike. Ev jî di dema xwe de têgeheştinek pêşketi bû ye. Her wiha tê texmîn kirin rêzê ji mirîyên xwe digrin û li gel deste gulan vedişêrin. Ev jî rastiyekê bo me destnişan dike ku baweriya olî ya ji nû ve zinde bûne mirovan destnişan dike. Ne qebûl kirina mirinê hêşta di serdema Neandertalan de destpê dike. Hizra jibilî mirinê ji nû ve sax bûn, têgeheştina hebûna xweda destnişan dike. Tê texmîn kirin, Neandertalan rolek giring li ser zevîyê encam daye. Wek amirên nêçirê, bi karanîna hin teknikên hizrî, bi karanîna kevir, cunî hêran ûhw. Wek şoreşekê bûye di dema xwe de.
Li gorî hin vekolînan û şopên Neandertalan, wan ne tenê kevir traşkirine û amirên nêçirê û xwerinê dursit kirine, her wiha ji hestiyan jî gelek amîrên xwerinê, birînê û xwe parastinê çêkirine. Her wiha di ware xwe guncandina bi suruştê jî balkêş bûne. Bi van afirandêriyan ve, dîyare li ser zeviyê rolek mezin ya pêşketina hizrê dursit kirine. Mesela bi karanîna çermê lawiran-heywanan, yêk ji afirandêriyên sereke bûye. Bi van amîran de dîyare ku ne tenê gîyanê wan quwet bûye her wiha zekî û aqil jî dane şûlî. Ev rastiya Neandertalan, pêwendiya Mirovan bi binyatê wan re jî ronî dike.
Neandertal Çima Biryan (Mîrate bûn) ?
Di derbarê jiyanan Neandertalan de gelek gotûbêj hene, gelo çima neman?
1-Gelek bîr û çûn diyar dikin: Li ser hebûn û zêdebûna Homosapiensan tesîr li ser mîrat bûna Neandertalan kir.
2- Hin bîr çûn jî dîyar dikin: Neandertalan ne dikarîn li gel Nifşê Homo Sapiensan bi kevin nav rikeberiyê û nifûsa wan kêmbû û paşê nav çûn.
3-Li Gorî hin vekolineran jî, di nav Gen a mirovan de Gen a Neandertalan heye. Demek dirêj bi hev re jîyane. Lê Neandertal di nav zede şêniyên Homo Sapiens de, heliyane.
Lê Mixabin hêşta sedema nemana Neandertalan bi şêwazeke zanistî nehatiye eşkere kirin. Tiştê tê gotîn hemû li gorî texmîn û şiroveyên zanistanin.
Eger em vegerin ve destpêka nivîsa xwe Şkefta Şaneder ya Başurê Kurdistan devera Barzan, proja vekolînê temam nebûne. Fosîla Neandertala jin a ku hatiye dîtin hêşta nîvî ye. Ji navtengê û wê de hestîk hatine peyda kirin. Vekolîna li şkeftê jî berdewam dike.
Li gorî baweriya min hejmarek şkeft li Kurdistanê hene hêjayî vekolînanin. Belkî şûnwarên 2 Milyon sal ya 14 Nifşên
Anatomî-Mirov wek “Homo antecessor, Homo cepranensis, Homo ergaster, Homo erectus, Homo floresiensis, Homo gautengensis, Homo georgicus, Homo habilis, Homo heidelbergensis, Homo longi, Homo luzonensis, Homo naledi, Homo neanderthalensis, Homo rhodesiensis, Homo rudolfensis, Homo sapiens” li Kurdistanê peyda bibe.
Em Kurd taybet Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwiste giringî bi nav cure xebat û projeyên zanistî bidîn ku serkeftiyane werin encam dan. Di rastiya Şkefta Şaneder de, me kurdan wek dihate xwestin giringî pê neda. Heyvekê Şaneder di rojeva Cîhanê de bû û hêşta berdewame, lê jibilî hin nivîsên ji zanistiyê dûr, me çi xebatek ber bi çav encam neda. Biyaniyan ji me kurdan bêhtir, nivîsîn, program û filmên document ser encam dan. Belkî me hêşta giringîya van cure projeyane ya Dîrokî, Civakî û Dîplomasi fêm nekirî ye. Mixabîn.
Nivîs: Dennîs Dargul-Basnews.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…