Trawmayên civakî, rûdanên dîrokî yên ku bandoreke kûr û zûr û demdirêj li ser civakê dikin, dibin sedema birînên hevpar/kolektîf ên ku dikarin ji nifşan derbasî nifşan bibin. Ev trawma dikarin ji ber şer, koçberiya bi zorê, jenosîd, zordariya dewletê an jî felaketên xwezayî çêbibin. Di dîroka mirovahiyê de, gelek mînak hene ku destnîşan didin ka çawa trawmayên wiha dikarin bandorê li nasnameya civakî, çanda civakê û pêwendiyên di navbera kom û takekesan de bikin.
Di vê nivîsê de, em ê li ser pêvajoya tedawiya trawmayên civakî bisekinin û lê binêrin ka çawa civak dikarin bi van serpêhatiyên dijwar re serî derxin. Em ê bi taybetî li ser giringiya bîra kolektîf/hevpar, rola şahidiyê û pêvajoya şînê rawestin. Her wiha, em ê binêrin ka çawa saziyên civakî, polîtîkayên dewletê û çalakiyên civaka sivîl dikarin di vê pêvajoyê de alîkariyê bikin.
Nivîsa me dê bi taybetî li ser teorî û pratîkên ku ji serpêhatî û tecrubeyên welatên weke Kurdistan, Afrîkaya Başûr, Şîlî û Almanyayê derketine holê bisekine. Em ê hewl bidin ku van serpêhatî û ezmûnên han bi rewşa her çar parçeyên kurdên Kurdistanê re bidin ber hev û binêrin ka çi ders jê dikarin bên derxistin.
Armanca me ew e ku em balkişandinekê bikin li ser giringiya tedawiya trawmayên civakî ji bo avakirina civakeke demokratîk û aştiyane. Em bawer dikin ku tenê bi rûbirûbûna bi dîroka xwe ya trawmatîk re û bi afirandina mekanîzmayên ji bo lihevhatina civakî, civak dikarin ji çerxa tundî û tolhildanê derkevin û ber bi siberojeke hevpar ve gavên xurt biavêjin.
Şîna Trawmatîk
Kurd bi sedema qedexeyên şînê (mourning bans) yên tirk, ereb û farisan ku li ser wan kiriye weke ferza mêjê yên ku tu carî naqedin, loma kurd û Kurdistan welatekî şîndar e ku şînên ku ji nifşan derbasî nifşên din dibin, her dem tê de tên jiyîn. Li welatê ku tirk, ereb û faris serdest in û kurd bindest in, di her demê de, “yên din ên dijmin” (enemy others) kurd in, ên ku dewletê her tiştê ku bi hebûna wan ve girêdayî qedexe kiriye ku di qada giştî de şîna wan were girtin û şîna wan ku hebûna wan bê bîranin/girtin. Beşên berfireh ên ku di nav tirs, dehşet û bêçaretiyê de man ji ber trawmayên civakî (social traumas) yên ku dewletên ereb, tirk û faris faîlê wan bû, ji ber ku weke dijmin hatin îlankirin, windahiyên xwe, êşên xwe ne di qada giştî de lê bi veşartî, bêdeng jiyîn/dijîn. Ji civakên ku ji ber nasnameya xwe ya civakî bi giştî rastî trawmayê hatin, her tim xwestin ku ew “êşên xwe di qûl û qûrçên dil û kezeba xwe de bikişînin”. Hin kes hebûn ku dixwestin bê veşartin, eşkere şîna yên ku wan winda kirine bigirin, lê tu carî “şahidên baş ên têrker” (good enough witnesses) ên ku rastiya trawmatîk a kurdan qebûl bikin tunebûn, ew bi xwe hatin hiştin û “karê şînê” (mourning work) neqediyayî her û her ma.
Şîna civakî (social mourning) ne tenê vegotina êşên xwe ji yên din re û ne jî qebûlkirin û fêmkirina êşên yên din e. “Karê şînê” hewce dike ku yên din ên ku fêm dikin tiştekî bikin. Dagirkerên kurd û Kurdistanê bi qedexeyên şînê asteng kir ku bîranînên bobelat û dehşetê yên gelek trawmayên civakî yên ku ji “qetilkirin/koçkirina kurdan” heta “şewitandin û valakirina gund û bajaran” hatin jiyîn di bîra hevpar a civakî (collective or social memory) de bên qeydkirin. Di dirêjahiya dîroka Komarên dagirkeran de, “aqilê dagirkeran” (occupant mind) her tim biryar da ka divê çi ticarî neyên jibîrkirin û çi ticarî neyên bîranîn.
Niha li civakê beşek giring heye ku xwedî “bîrên sexte” (fake memories) ne ku ji aliyê vî “aqilî” û medyaya di bin kontrola wî de ve hatine şekildayîn. Her wiha kurdên ku ji ber nasnameya xwe ya civakî bi giştî rastî trawmayê hatine, “bîrên civakî” yên îzolekirî, nasnameyên ku li dora rûdanên trawmatîk ên ku nikarîbûn di bîra hevpar de bên qeydkirin şikil girtine, ava kirin. Van nasnameyên komî yên girtî û îzolekirî yên ku li ser bîranînên trawmatîk hatine avakirin, ji nasnameyên din ên ku li ser trawma û hesasiyetên cuda hatine honandin dûr ketin û ‘xwe’ dan nav xwe.
Nekarîna nivîsandina çîroka ‘xwe’, hevpariya civakê bi rêya bîra hevpar, şiyana me ya ku em bikaranin hevdiliyekê/empatiyekê bikin ji bo çîrok û bibîranînên cuda wêran dibin. Weke civakên ku di nav bîranîn, çîrok û hestên ku hev dijminên hev dikin de noqbûyî ne, pir zehmet e ku em bi hev re bijîn. Di civakekê de ku em yê din weke faîlê êşa me ava dikin, bi taybetî di civakekê de ku dîroka wê hê jî tijî birînên ku xwîn jê tê ye, divê gavên pêşîn ên bi hev re jiyanê ew be ku em yê din weke “şahidê baş ê têrker” ê êşa me ava bikin. Ev şahidî ye ku “yê din ê di me de”, “em ê di yê din de” bi gotineke din li şûna nasnameyên safî û mutleq, nasnameyên “tevlihev” (hybrid identities) ên ku di xwe de yê din, di yê din de xwe dibînin mumkin dike. Ev jî li rojhilata navîn ne pêkan e.
Bi taybetî derbasbûna ji dabeşbûna “em û yên din” a ku neteweperestiyê tûj kiriye, ber bi nasnameyên “tevlihev” ên ku derbasbûnê destnîşan didin, tenê bi wê yekê mumkin e ku civakên cuda yên ku tevna me ya civakî pêk tînin di qada giştî de bi yên din re şîna yên ku di rûdanên trawmatîk ên di derbasbûyê de winda kirine bigirin. Lê karê şîna civakî tenê di hawirdoreke ewle û demokratîk de dikare dest pê bike û biqede. Ji ber ku şîn, derxistina holê ya rastiya trawmatîk, rûbirûbûna civakî bi rastiyê re, hesabpirsîn û belkî jî efûkirinê dihewîne.
Bîranînên trawmatîk, bêhemdî mirov tên û xwe li mirov dipêçin.
Rûdanên trawmatîk (traumatic events) ên ku hestên tûj ên weke tirs, dehşet, bêçaretî, hêrs bi wan re ne, li hemberî sembolîzekirina wan û çîrokkirina wan ji aliyê yên ku rasterast jiyane an jî bûne şahid ber’xwe’ didin. Şopên bîrê yên rûdanên trawmatîk, sînorên gotinê ya sembolîk derbas dikin. Serhildana hisî û hestî ya ku rê li trawmayê vedike, di goşt de, bi gotineke din, di bîra laş (bodily memory) de tê qeydkirin. “Bîra trawmatîk” (traumatic memory) cihê îmajên hisî û hestên tûj e weke dîmenên ku nayên ragirtin, deng, destlêdan, bîhn…
Hişmendî (consciousness) nikare têkiliya xwe ya “bang-bersivdan” a normal a bi bîrê re bi “bîra trawmatîk” re bidomîne. Şopên bîra trawmatîk bêyî ku bên bankkirin dikevin hişmendiyê. “Peywendiyên şikestî” (fragile contacts) yên ku ji dûr ve wan bi bîr tînin jî bes in ku ew hişmendiyê dagir bikin. Lê hişmendî, weke “aqilê dagirkeran” dixwaze bi destxistina yekdestiya jibîrkirin û bibîranînê, efendiyê bîrê, bi vî awayî jî xwebûnê be. Xwebûn (self) bi rêya çîrokkirina qeydên bîra hişmend an otobiyografîk û rêxistina wan tê avakirin. Çîrokkirin an rêxistin, bi rêya di hişmendiyê de ragirtin yanî bibîranîn û jibîrkirinê pêk tê.
Şopên bîra trawmatîk li hemberî vê mekanîzmaya bingehîn a ku çîroka me ya xwebûnê ava dike berxwe didin. Azadiya me ya ku em wan jibîr bikin an dema ku em bixwazin bi bîr bînin tuneye. Ji ber vê yekê, li gorî Freud, di kokê êşên giyan û derûnê de ne yên ku tên bibîranîn lê “yên ku hatine jibîrkirin” hene. Ew weke şopên bîrê yên çalak bêyî ku bên gazîkirin tên, herçiqasî neyên bibîranîn jî bi bandorên xwe yên nerasterast di navenda çîrokên me yên xwebûnê, jiyana me de bi cih dibin. Şopên bîra trawmatîk bi rêya bibîranîneke bêkontrol û zêde, hişmendiyê her dem tacîz dikin.
Ya ku tê bibîranîn ne çîrokeke rêxistî ye ku bersivê dide pirsên “Çi bû? Çima bû? Çawa bû? Min çi hîs û hest kir? Ger dîsa bibe ezê çi bikim?”. Berevajî wê, îmajên beşdar, bêdeng, bêgotin, tirsnak in. Belkî jî zêhn, bi rêya bibîranînên zordar ên ku dubare dibin yan jî jiyînên nû (flash back) hewl dide ku bersivên pirsên jorîn bibîne an jî bi sembolîzekirina serpêhatiya trawmatîk wê watedayî bike. Di vê çarçoveyê de em dikarin dubarekirina kompulsîf a trawmayê weke lêgerîneke wate, yan jî lêgerîneke “rastî û lihevhatinê” (truth and reconciliation) ya ku zêhn bi xwe dest pê kiriye binirxînin. Ji ber ku rastiya ruh û giyanê, tenê di nava pergala sembolîk de dikare bê avakirin. Rêya ku diçe “lihevhatina” ruh û giyanê jî ji pêvajoya sembolîzasyonê derbas dibe.
Her bibîranîna ku nikare di pergala sembolîk de, di çîrokê de bê qeydkirin, dê dîsa trawmatîze bike. Sembolîzasyon, çîrokkirin, weke çêkirina fîlmekê ji îmajên tirsnak ên bêkontrol ên bîranînên trawmatîk û lêzêdekirina mûzîkê ye. Sembolîzekirin, tenê di hebûna yê din ê ku guhdariya mexdûrê trawmayê dike, fêm dike de gengaz û mimkin e.
Ji bo ku mirov ji bîranînên ku her dem dîsa trawmatîze dikin rizgar bibe, hişmendiya çîroka xwe ya ku bîranînên trawmatîk xirab kirine qebûl nake û rûpeleke nû vedike. Bi kurtî, parçekirina hişmendiyê, xwe yek ji manewreyên serederîkirinê yên ku pir tên bikaranîn e. Heta ku bîranînên trawmatîk dernekevin holê, hişmendiya parçebûyî dikare aliyê xwe yê birîndar “jibîr bike”. Jibîrkirin di nav nîşanan de ye, ji ber ku bi xwe parçebûyîna hişmendiyê, weke cihgira an semptoma ya ku hewl dide jibîr bike li holê ye.
Hişmendî, bi ti awayî nikare rûdanên trawmatîk jibîr bike, binpê bike, lê tenê dikare bi wan re lîstika “nedîtinê” bilîze, lê bîranîna trawmatîk her dem li wir e û heta ku bi rastiya xwe re lihev neyê û neyê sembolîzekirin, dê her tim vegere heman cihî. Qeydkirina bêçaretiya me, birîndarbûna me, bêhêzbûna me, riswabûna me di çîrokên me yên xwebûnê de pir zehmet e. Li şûna vê, fikir û ramana “ev rûdan ne bi serê min/me de hat”, “ev xewnek e, dema ku ez hişyar bibim dê biqede” an jî qeresîna hestî, zihnî, weke hewldana xwebûnê, hişmendiyê ya serederîkirina bi trawmayê dikare derkeve holê.
Xwebûneke ku rastî êrîşên nişkave yên hîs û hestên ku rabûne ser piyan, bîranînên trawmatîk tê, bi vegirtina nav xwe û pasîfbûnê an jî bi “xewîna giyanê” (psychic numbing) jî dikare bertekê nîşan bide. Ji ber ku avakirina çîroka me ya xwebûnê li ser baweriya ku jiyan xwedî pergal û berdewamiyekê ye disekine. Xwebûn, ji bo ku xwe weke mijareke serdest ku dikare bi jibîrkirin û bibîranînan çîroka xwe binivîse ava bike, bi tundî hewcedarî vê pergal û berdewamiyê ye.
Yek ji xalên dawî yên ku hewcedariya serdestî û di destê xwe de girtina kontrolê ya navborî xwebûnê dikişîne, zîqbûna tolhildanê (revenge fixation) ye ku di wê de êrîşkar qurbaneke pasîf, ew bi xwe jî mijareke êrîşkar e. Mexdur nasnameya xwe li ser fanteziyên tolhildanê yên ku wêneyê neynikê yê trawmaya ku jiyaye ava dike. Lê di vê rewşê de jî îmaja êrîşkar di navenda jiyana wî de rûniştiye. Yanî, hê jî xulamê trawmayê ye.
Xala dawî ya din jî penabirina bi hêza ku trawmaya ku bûye mexdurê wê afirandiye, yanî xweşibandina bi êrîşkar re ye ku jê re “sendroma Stockholm” (Stockholm syndrome) tê gotin. Bi vê xweşibandinê mexdûr, dikeve xapînoka ku wê bi hêza ku ji êrîşkar deyn kiriye çîroka xwebûna xwe ya birîndar bide hev. Lê belê, bi bikaranîna zimanê êrîşkar destdanîna Rastiya ‘xwe’ ya trawmatîk ne gengaz/mumkin e. Berevajî wê, peyvan winda dike ku bikaribe pê çîroka xwebûna xwe ya birîndar vebêje.
Civakên ku trawmayên wan ji bîra hevpar hatine derxistin xwe digirin nav ‘xwe’bûnê.
Di avakirina çîrokên civakên ku rastî trawmayên girseyî hatine û di pratîkên wan ên bibîranîn-jibîrkirinê de taybetmendiyên pir nêzî van tên dîtin. Endamên civaka mexdûr, herçiqasî wisa xuya bikin jî ku trawmayên xwe yên girseyî di derbasbûyê de veşartine, jibîrkirine, bi hişkbûn an zêdegaviyên di awayê pêwendîdanîna wan a bi jîngeh û derdora xwe re, bi bandorên ku dikevin nav kevneşop û edetên wan, şopên veşartî yên trawmayê digihînin nifşên ciwan. Bi taybetî di trawmayên civakî yên ku di derbasbûyê de nejiyane û hê jî didomin de, derbasbûna bandora trawmayê ya navnifşî (intergenerational transmission) ne mumkin e ku nebe.
Bîra trawmatîk a civaka mexdûr, ji nifşekî derbasî nifşê din dibe û bi serpêhatiyên nû yên trawmatîk xurt dibe. Nasnameya civakî ya îzolekirî ya ku li dora trawmaya hevpar a civakê hatiye avakirin, di rûyê xwe yê ber bi hundir de, bi zindîhiştina berdewam a trawmaya hevpar a ku hêmanên bingehîn ê nasnameya wê ye, xwe xurt dike. Yên li derveyî civakê êdî “yên din” in ku ne mumkin e ku êşên wan fêm bikin û naxwazin fêm bikin.
Di vê helwestê ya ku li hemberî yên ne ji civakê pêş dikeve de, dibe ku bandora beşdarbûna yên din a bi zanebûn (hişmendî) an bê zanebûn (derhişî) di pêvajoya trawmatîzasyonê de hebe. Lê belê, ev girtina ber bi yên din ve, bi qasî ku bi nebûna şahidên baş ve tê ravekirin, bi berteka qutkirina pêwendiyê (disconnection response) ya ku yek ji bandorên sereke yên trawmayê ye jî dikare bê ravekirin. Hêmanê herî giring ê ku hêzê dide mexdûrên trawmayê ji bo ku karibin bi trawmayê re serî derxin, zanîna wan a ku di pêvajoya serpêhatiya trawmatîk de ne bi tena serê xwe ne bi êrîşkar re ne.
Mexdûr dixwaze bizane, hîs bike ku êrîşkar hebûna razber a şahidan li ber çavan digire, yanî bi bandorên xwe yên nerasterast, şahid jî weke yê sêyem di nav pêvajoyê de ne. Şahid ji kesayetên berbiçav ên weke endamên malbatê, cîranan, heta hêmanên razber ên weke baweriyên siyasî, olî/mîstîk dirêj dibin. Hebûna yê sêyem, di serîderxistina mexdûr a bi hestên tenêtî, bêxwedîtî, bêçaretiyê re alîkar e.
Lê belê bi gelemperî di trawmayên dijwar de, dema ku mexdûr êşên ku nakevin nava şemayên wan ên zihnî, êşên ku nayên tasewûrkirin dijîn, hestên ku hemû şahidên razber an berbiçav ew terk kirine, yanî tenêtiyeke kûr dijîn.
Trawma, bi vê taybetmendiya xwe, dibe sedemê erdhejeke hebûnî (existential earthquake) û ji ber vê yekê hewcedarî rêberekî/veoryantasyona li jiyanê, bi kurtî li xwe, li cihanê û li siberojê çêdike. Bertekên xwegirtin û qutkirina pêwendiyê bi derdorê re, encama baweriya kesên ku êşên ku gotin nikare wan bigire bi tenê û bêçare dijîn a ku tikes nikare êşên wan fêm bike ne.
Di welatên ku trawmayên girseyî lê hatine jiyîn de “lihevhatina” civakî ya ku tê lêgerîn nabe ku weke lihevhatina êrîşkar û mexdûr bê fêmkirin. Lihevhatina li vir, pêşkêşkirina şahidiyên baş ên kesên ku ji ber ku nebûne şahidên baş bûne hevparên sûcê hevpar bi naskirina êşa mexdûr e. Mexdûr, bi ser van şahidiyên baş/qenckirin re pêşî bi xwe re lihev tê û ji xwegirtina ku trawmayê rê lê vekiriye bi lihevhatina bi yên din re rizgar dibe.
Ji bo ku mirov ji bandorên trawmaya civakî an takekesane rizgar bibe, pêvajoyeke sê qonaxî pêwîst e. Qonaxa yekem, afirandina hawirdoreke ewlehiyê ye ku mexdûr careke din rastî trawmayê neyên. Di hawirdoreke ku îhtîmala dubarebûna trawmayê hebe de nikare behsa qencbûn an rizgarbûnê bê kirin. Ji bo ku qonaxa duyem a bibîranîn û karê şînê (grief work) an xebata bîrê (memory work) bê kirin, pêwîst e ku mexdûr ji gêjoka rûdanên trawmatîk rizgar bibin.
Di gelek welatên ku trawmayên girseyî lê hatine jiyîn de (Kurdistan, Spanya, Şîlî, Îran, Tirkî û hwd.), di dirêjbûna pêvajoya şîna civakî de, parastina desthilatdariya faîlan û neqedîna tirsa ku trawmayên nû yên wekhev dikarin li civakê bên jiyîn bandordar bûne. Li welatê me jî di destpêkirina nîqaşkirina trawmayên dîrokî, civakî yên derbasbûyî yên nêzîk de, dest bi windakirina hêzên xwe yên di bloka desthilatiyê de ya zihniyet û saziyên ku faîlên van trawmayan rola diyarker lîstiye. Di vê çarçoveyê de, divê were diyarkirin ku xebata bîra civakî an şîn pêvajoyeke siyasî ye û tenê bi rêya siyasetê dikare rêya wê bê vekirin û bê bilez kirin. Şahidiya baş qenc dike.
Pêvajoya şîngirtinê, hemû çalakiyên zihnî ne ku takekes/civak ji bo bibîranîna temsîla zihnî ya tiştê ku winda kiriye, ji nû ve lê nerîn û wateyakirina vê têkiliyê serî lê dide. Şîna ku piştî windahiyên trawmatîk tê girtin, ji nû ve nivîsandina çîroka mexdûr a ku bi tacîzên bêdawî yên rûdana trawmatîk xirab bûye ye, bi gotin û sembolîzekirina serpêhatiya trawmatîk a ku li pêş gotinê hatiye kilîtkirin. Bibîranîn ne xebata bîrê ya ku takekes an civak bi xwe, di nav xwe de dike ye. Bibîranîn tenê di hebûna yê din de, bi yê din re, yanî bi şahidan re dema ku tê kirin watedar dibe.
Bi awayekî din, çîrokên me yên xwebûn an civakî yên ku ji destpêkê ve tenê di nav têkiliya bi yê din re dikarin bên nivîsandin, dîsa di şahidiya yê din de dikarin birînên xwe yên trawmatîk derman bikin. Takekes an civaka mexdûrê trawmayê, tenê bi şikandina berxwedana şopên bîra trawmatîk a li hemberî sembolîzekirin û wateyakirinê dikare çîroka xwe ya nû binivîse. Çîrokên ku vê yekê bi ser naxin, yanî nagihîjin Rastiya Rûdana Trawmatîk, rastiya wê nabêjin, nikarin bîra mexdûr a ku rabûye ser piyan, bêaram bê hêmin bikin.
Terapîstên ku di dema dîktatoriya leşkerî li Şîliyê bi mexdûrên trawmayê re xebitîne, “derûnterapiya şahidiyê” (testimony psychotherapy) pêş xistine û çarçoveya sereke ya vê terapiyê û rêbazên ku Komîsyona Rastî û Lihevhatinê (Truth and Reconciliation Commission) ya ku di pêvajoya tasfiyekirina rejîma nijadperest li Afrîkaya Başûr de hatiye avakirin bi kar anîne, nîşanên giring ên wekheviyê destnîşan didin. Derûnterapîstên ku di bin zexta giran a dîktatoriya leşkerî li Şîliyê dixebitin, dema ku bi mexdûrên binpêkirinên mafên mirovan re dixebitin, rêbazeke tedawiyê ya ku li ser şahidiya baş ava bûye pêş xistin. Mexdûr û hevpeyvkar bi hevkarî vegotina çîroka trawmatîk a mexdûr û tomarkirina vê çîrokê pêk dianîn. Piştre, lêkolîn û nirxandinên berfireh li ser çîrok û hîs û pêjnên ku bi çîrokê re dihatin kirin.
Di dawiya vê xebata ku di navbera 12-20 civînan de didomiya de, çîroka ku bi hev re li ser hatibû xebitin û gelek caran hatibû nivîsandin û sererastkirin, bi halê xwe yê dawî dîsa dihat nivîsandin û dîsa li ser banda dengî dihat tomarkirin. Ev di sê nusxeyan de dihatin amadekirin û nusxeyek dihat dayîn bo mexdûr, nusxeyên din jî ji bo ku yên din bixwînin, guhdarî bikin dihatin şandin bo arşîvê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan ên li derveyî welêt. Ferqa herî giring a vê tedawiyê ji derûnterapiyên din ew bû ku terapîst rastiya tiştên ku mexdûr jiyabû erê dikir, yanî êşa giyanî/ruhî ya mexdûr xwedî lê derdiket û şahidî dikir.
Tedawiyê du qonaxên giring hebûn; pêşî rûdana trawmatîk bi hemû aliyan ve dihat nirxandin (rastî), piştre bi gotin û wateyakirinê re bi çîroka mexdûr re dihat lihevhatin. Li ber Komîsyona Rastî û Lihevhatinê ya ku li Afrîkaya Başûr hatibû avakirin jî mexdûr û faîl çîrokên xwe yên takekesane gotin. Ev çîrok bi rêya medyayê li seranserê welêt hatin temaşekirin, guhdarîkirin. Êşên mexdûran ji aliyê endamên komîsyonê, civakê ve hatin naskirin û qebûlkirin. Faîlan jî şerma xwe ji ber tiştên ku kiribûn anîn zimên û lêborîn xwestin. Çarçoveya Komîsyona Rastî û Lihevhatinê ya li Afrîkaya Başûr bi awayekî giştî dişibe çarçoveya derûnterapiya şahidiyê. Lê ji aliyê bandorên civakî ve xwedî aliyên ku nayên berawirdkirin e. Di vê têkiliyê de jî kesên ku çîroka xwe dibêjin û yên ku bê daraz/hikim guhdarî dikin, hewl didin fêm bikin hebûn, lê li vir hemû welat weke odeyeke tedawiyê bû û mexdûr çîroka xwe bi civakê re parve dikir. Bi gotineke din, dema ku çîroka mexdûr di bîra hevpar de dihat tomarkirin, bi mexdûr re civak jî derfeta qencbûnê/başbûnê didît.
Judith Herman di pirtûka xwe ya bi navê “Trawma û Başbûn” (Trauma and Recovery) de dibêje ku di tedawiya mexdûrên trawmayê de sê qonax hene. Qonaxa yekem avakirina ewlehiyê ye. Qonaxa duyem bibîranîn û şîngirtin e. Qonaxa sêyem jî pêwendîdanîna ji nû ve ye ango nûşiyan (resilience) e.
Qonaxa yekem, avakirina ewlehiyê, di asta ferdî de kontrola laş, di asta civakî de jî avakirina hawirdoreke ewle vedihewîne. Mexdûr, heta ku hîs neke ku ew êdî ewle ye, nikare dest bi karê şînê bike. Mexdûr hewce dike ku ji nû ve hîs bike ku dikare bi awayekî çalak bandorê li jiyana xwe bike. Di asta civakî de jî divê rê li ber dubarebûna trawmayê bê girtin.
Qonaxa duyem, bibîranîn û şîngirtin, vegotina rûdana trawmatîk û lêgerîna wateya wê vedihewîne. Ev qonax dikare demeke dirêj vebigire û gelek caran dijwar e. Mexdûr di vê qonaxê de çîroka xwe ya trawmatîk dibêje û hewl dide ku wê fêm bike û di nav çîroka jiyana xwe de bi cih bike.
Qonaxa sêyem, pêwendîdanîna ji nû ve, li ser bingeha nasnameya nû ya ku piştî trawmayê hatiye avakirin, avakirina têkiliyên nû û ji nû ve beşdarbûna jiyanê vedihewîne. Mexdûr êdî ne tenê bi trawmaya xwe re mijûl dibe, lê dixwaze bi awayekî çalak beşdarî jiyanê bibe.
Herman diyar dike ku ev qonax ne qetî/xetî ne û dikarin li hev bikevin. Her wiha, dibe ku pêwîst be mirov vegere ser qonaxên berê. Bo nimûne, dema ku mexdûr di qonaxa duyem de çîroka xwe dibêje, dibe ku hewcedariya wî/wê bi ewlehiyê zêde bibe û vegere qonaxa yekem.
Di asta civakî de jî em dikarin behsa qonaxên wekhev bikin. Civakên ku rastî trawmayên girseyî hatine, hewcedarî pêvajoyeke dirêj a başbûn/qencbûnê ne:
Qonaxa yekem avakirina ewlehiya civakî ye. Ev tê wê wateyê ku divê rê li ber dubarebûna trawmayê bê girtin û saziyên demokratîk bên avakirin.
Qonaxa duyem vegotina çîroka trawmatîk a civakê ye. Ev dikare bi rêya komîsyonên rastiyê, muzeyên bîranînê, bernameyên perwerdehiyê û hwd pêk bê. Armanca vê qonaxê ew e ku civak bi rastiya xwe ya trawmatîk re rû bi rû bibe û wê di nav çîroka xwe ya neteweyî de bi cih bike.
Qonaxa sêyem ji nû ve avakirina civakê ye. Ev qonax dihewîne ku civak li ser bingeha nasnameya xwe ya nû ya piştî trawmayê têkiliyên xwe yên navxweyî û navneteweyî ji nû ve ava bike.
Her sê qonax jî hewcedariya wan bi demeke dirêj heye û dikarin bi hev re pêş bikevin. Lê belê, bêyî qonaxa yekem, yanî bêyî ewlehî, qonaxên din nikarin bi awayekî bandorker pêş bikevin.
Di vê çarçoveyê de, em dikarin bibêjin ku Kurdistan hê di qonaxa yekem de ye. Rê li ber dubarebûna gelek trawmayan nehatiye girtin û saziyên demokratîk hê bi tevahî nehatine avakirin. Lê belê, hewldanên ji bo vegotina çîrokên trawmatîk ên civakê jî hene. Ev hewldan dikarin bên dîtin weke gavên pêşîn ên ber bi qonaxa duyem ve.
Lê divê were diyarkirin ku pêvajoya qencbûna civakî pêvajoyeke dirêj û zehmet e. Ev pêvajo hewcedarî hewldanên berdewam ên hemû beşên civakê ye. Her wiha, ev pêvajo hewcedarî siyaseteke demokratîk a ku rê li ber vegotina hemû çîrokan vedike ye.
Di dawiyê de, divê were gotin ku qencbûna civakî ne tenê ji bo civakên ku rastî trawmayan hatine, lê ji bo hemû civakan pêwîst e. Ji ber ku her civak di dîroka xwe de bi awayekî rastî trawmayan tê û ev trawma bandorê li siberoja wê dikin. Qencbûna civakî dikare bibe gaveke giring ber bi civakeke wekhevtir, dadperwertir û aştîxwaztir ve.
Di pêvajoya tedawiya trawmayên civakî de, rola medyayê jî giring e. Medya dikare bibe platformek ji bo belavkirina çîrokên mexdûran û afirandina hişmendiya civakî ya derbarê trawmayên dîrokî de. Lê belê, divê medya bi baldarî tevbigere û nehêle ku çîrokên trawmatîk bibin amrazên propagandayê an jî bibin sedemê trawmatîzasyona duyemane.
Perwerdehî jî dikare roleke giring di tedawiya trawmayên civakî de bilîze. Bi rêya perwerdehiyê, nifşên nû dikarin fêrî dîroka xwe ya trawmatîk bibin û fêr bibin ka çawa bi vê dîrokê re serî derxin. Her wiha, perwerdehî dikare alîkar be di avakirina hevdiliyê (empathy) di navbera beşên cuda yên civakê de.
Saziyên civaka medenî/sivîl jî dikarin roleke giring di pêvajoya tedawiya trawmayên civakî de bilîzin. Ev sazî dikarin bibin dengê mexdûran, alîkariyê pêşkêşî wan bikin û bibin navbeynkar di navbera mexdûr û faîl/dagirkeran de. Her wiha, ev sazî dikarin bibin çavkaniyên giring ên agahdariyê derbarê trawmayên dîrokî de.
Di warê polîtîkayên dewletên faîl/dagirker de jî hin gav dikarin bên avêtin ji bo alîkariya pêvajoya tedawiya trawmayên civakî:
- Eşkerekirina rastiyê: Dewletên dagirker dikare belgeyên dîrokî yên têkildarî trawmayan eşkere bike û lêkolînên serbixwe pêk bîne.
- Lêborînxwestin: Dewletên dagirker dikare bi awayekî fermî ji mexdûran lêborînê bixwaze.
- Bîranîn: Dewlet dikare rojên bîranînê, muzeyên dîrokî û bîranîngehan ava bike ji bo ku trawma di bîra civakî de bê parastin.
- Reformên qanûnî: Dewlet dikare qanûnên nû derxe ji bo ku pêşî li dubarebûna trawmayan bigire.
Lê belê, divê were zanîn ku ev gav bi tenê ne bes in. Tedawiya trawmayên civakî hewcedarî veguherînên kûr ên di çanda civakî û siyasî de ye.
Her wiha, divê were diyarkirin ku di pêvajoya tedawiya trawmayên civakî de, dibe ku hin beşên civakê li hember vê pêvajoyê derkevin. Ev dikare ji ber tirsa windakirina statûkoyê, hestên sûcdariyê, an jî nebûna têgihîştina giringiya pêvajoyê be. Ji ber vê yekê, divê pêvajoya tedawiyê bi baldarî bê birêvebirin û hewl bê dayîn ku hemû beşên civakê bên têgihiştin û beşdar kirin.
Di dawiyê de, divê were gotin ku tedawiya trawmayên civakî ne tenê ji bo başkirina birînên derbasbûyê ye, lê her wiha ji bo avakirina siberojeke baştir e. Bi rêya vê pêvajoyê, civak dikare hîn bibe ku çawa bi cudahiyên xwe re bijî, çawa li hev bibihure û çawa pêwendiyên xurttir ava bike. Ev dikare bibe bingehek ji bo aştî û demokrasiyeke berfirehtir.
Lê belê, ev pêvajo ne hêsan e û dikare gelek salan, belkî jî çend nifşan bikişîne. Hewcedarî bi sebir, berdewamî û soza hemû beşên civakê heye. Di vê pêvajoyê de, rola rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan jî giring e. Ew dikarin bibin pira di navbera derbasbûyî û niha de, û alîkar bin di afirandina zimanekî nû ji bo vegotina çîroka civakê.
ENCAM
Di encamê de, tedawiya trawmayên civakî pêvajoyeke aloz û berdewam e ku hewcedarî beşdariya hemû beşên civakê ye. Armanca sereke ew e ku civak bikaribe bi dîroka xwe re lihev were û siberojeke hevpar ava bike ku tê de cih ji bo hemû dengên cuda hebe. Ev ne tenê ji bo başkirina birînên derbasbûyê, lê her wiha ji bo avakirina civakeke saxlemtir û demokratîktir jî giring e.
Di çarçoveya tedawiya trawmayên civakî de, giringiya vegotina çîrokan (storytelling) jî divê were diyarkirin. Vegotina çîrokan dikare bibe amrazeke giring ji bo derbirîna serpêhatiyên trawmatîk û ji nû ve avakirina nasnameya civakî. Bi rêya vegotina çîrokan, mexdûr dikarin dengê xwe bidin bihîstin û serpêhatiyên xwe bikin beşek ji bîra kolektîf. Her wiha, guhdarîkirina van çîrokan dikare alîkar be di avakirina hevdiliyê di nav civakê de.
Lê belê, di vê pêvajoyê de divê baldar bin ku çîrok nebin amrazên propagandayê an jî nebin sedemê şidandina nakokiyan. Armanca sereke divê ew be ku em fêm bikin ka çawa rûdanên trawmatîk bandor li civakê kirine û em çawa dikarin ji van serpêhatiyan ders derxin ji bo siberojê.
Rola dîrokzanan jî di vê pêvajoyê de giring e. Dîrokzan dikarin alîkar bin di vekolîna rûdanên dîrokî de û di derxistina holê ya rastiyên ku hatine veşartin de. Lê belê, divê dîroknivîsî ne bi armanca sûcdarkirinê, lê bi armanca fêmkirinê be. Armanca sereke divê ew be ku em fêm bikin ka çima û çawa ev rûdan qewimîne û em çawa dikarin pêşî li dubarebûna wan bigirin.
Di warê polîtîkayên dewletê de, avakirina komîsyonên rastî û lihevhatinê (truth and reconciliation commissions) dikare gaveke giring be. Ev komîsyon dikarin bibin platformek ji bo ku mexdûr çîrokên xwe bibêjin û faîl sûcên xwe qebûl bikin. Lê belê, divê ev komîsyon bi baldarî bên avakirin û birêvebirin da ku nebin sedemê trawmatîzasyona duyemane an jî nebin amrazên tolhildanê.
Herî dawî, divê were gotin ku tedawiya trawmayên civakî ne tenê karê derûnnas û civaknas an jî siyasetmedaran e. Ev pêvajoyeke civakî ye ku hewcedarî beşdariya hemû endamên civakê ye. Her kes dikare di vê pêvajoyê de rolekê bilîze, çi bi guhdarîkirina çîrokên mexdûran be, çi bi lêborînxwestinê be, an jî bi hewldana fêmkirina dîroka xwe be.
Di encamê de, tedawiya trawmayên civakî pêvajoyeke dirêj û zehmet e, lê pêwîst e ji bo avakirina civakeke saxlem û demokratîk. Ev pêvajo dikare bibe derfetek ji bo nûkirina pêwendiyên civakî, avakirina hevdiliyê di nav beşên cuda yên civakê de û afirandina çîrokeke hevpar a ku hemû deng tê de cih digirin. Lê belê, serkeftina vê pêvajoyê girêdayî dilsozî û beşdariya hemû endamên civakê ye.
Di dawiyê de, divê were gotin ku tedawiya trawmayên civakî ne tenê ji bo civakên ku rastî şer an jî zordariyê hatine ye. Her civak dikare xwedî trawmayên xwe yên dîrokî be û hewcedariya tedawiyê hebe. Ji ber vê yekê, ev mijar divê bibe beşek ji nîqaşên me yên li ser demokrasî, mafên mirovan û pêşketina civakî. Tenê bi vî awayî em dikarin civakên xwe ber bi siberojeke baştir ve bibin.
Not: Ev nivîs di sala 2019an de hatibû nivîsîn; tenê ji nû ve hat xwedin û sererastkirin.
Brahîmê Alûcî-brahimaluci.blogspot.com
ÇAVKANÎ:
- Herman, Judith Lewis. (1997). Trauma and Recovery: The Aftermath of Violence–From Domestic Abuse to Political Terror. Basic Books.
- Alexander, Jeffrey C. (2012). Trauma: A Social Theory. Polity Press.
- LaCapra, Dominick. (2001). Writing History, Writing Trauma. Johns Hopkins University Press.
- Volkan, Vamik D. (2001). Transgenerational Transmissions and Chosen Traumas: An Aspect of Large-Group Identity. Group Analysis, 34(1), 79-97.
- Gobodo-Madikizela, Pumla. (2016). Psychological Repair: The Intersubjective Dialogue of Remorse and Forgiveness in the Aftermath of Gross Human Rights Violations. Journal of the American Psychoanalytic Association, 64(4), 651-678.
- Göral, Özgür Sevgi. (2017). Enforced Disappearance and Forced Migration in the Context of Kurdish Conflict in Turkey. Journal of Balkan and Near Eastern Studies, 19(5), 497-514.
- Connerton, Paul. (1989). How Societies Remember. Cambridge University Press.
- Halbwachs, Maurice. (1992). On Collective Memory. University of Chicago Press.
- Assmann, Jan. (2011). Cultural Memory and Early Civilization: Writing, Remembrance, and Political Imagination. Cambridge University Press.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…