Seyda Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî û Nîkula Nîkulavîç

Di nav gelê Kurd de gelek kesayetîyên hêja û navdar derketine ku navên wan li dinyayê gerîyane. Di warê zanyarîyê de, di warê leşkerîyê de, di warê olî de, di warê pîşeyî de…

Yek ji wan kesayetîyên pir û pir û hêja jî Seyda Bedîuzeman Mela Seîdê Kurdî ye. Seyda temeneke dirêj a nêzî sedsalekê bi têkoşîna li hember Kemalîya (Kemalîzm) Tirkîyeyê de derbas kir. Bi sed û sîh û kusir berhemên xwe ve ku jê re Rîsaleyên Nûrê tê gotin, gotin di cî de be xewik li kemalîstan herimandîye. Piştî raperîna Şêx Seîdê Pîranî ew jî hat girtin û li alê Rojavayê Anatolîyayê ve hat mişext kirin. Heta wefata wî ya sala 1960î temamê temenê wî di zîndanê de û di mişextîyan de derbas bû.

Gelek taybetmendîyên vî kesayetîyê Kurd hene ku her yek ji wan hêjayê ku kitêbek li ser de çêbibe. Ez ê li vir, tenê qala mêrxasîya wî bikim. Ev bûyera ku bûye mijara vê nivîsarê di wê dema ku Seyda li Rûsyayê dîl (êxsîr/êsîr) bû de rûdaye. Ev serpêhatîya pir sosret di kovara Ehlê Sûnetê de, ji alîyê Ebdurrahîm Zapsu ve, di nusxeya 15ê Cotmeha 1948an de hatîye weşandin. Ebdurehîm Zapsu dibêje:

“Ez di Cenga Yekemîn a Cîhanê de li Bedlîsê bi birîndarê dîl bûm (ketim destê Rûsan), Bedîuzzeman jî wê rojê dîl ketibû. Wî şandibûn Sîbîryayê, di kampa herî mezin a dîlan de bû. Ez jî li girava Nangûn a Bakûyê bûm.

Rojekê Nîkula Nîkulavîç ji bo yê pişkinanê (teftîşê) tê kampê. Dema  Nîkula Nîkulavîç di ber Bedîuzzeman re derbas dibe, Bedîuzzeman ti giringîyê nade Nîkulavîç û di ber de jî ranabe. Ranebûna Bedîuzzeman bala Nîkula Nîkulavîç dikişîne. Hêcetekê çêdike û dîsa di ber de derbas dibe, Seyda dîsa xwe naleqîne. Cara sisêyê Nîkula Nîkulavîç li ber Seyda radiweste. Bi wasiteya wergêrî di nav bera wan de ev axaftina han derbas dibe:

-Gelo ez nasnekirim?

-Belê, Nîkula Nîkulavîç e, xalê Çar e. Serfermandarê Enîya Qefqas e.

-Naxwe çima heqaret li min kir?

-Na, bila li min biborin, min heqaret lê nekirîye. Tişta ku muqadesatên min ferman kirîye, min ew kirîye.

-Muqedesatê wî çi ferman dike?

-Ez zanyarekî musilman im. Di dilê min de îman heye. Ew kesê ku di dilê wî de îman hebe ji wî kesê ku îman nîne efdeltir e. Eger ez di ber wî de rabûma ser pîyan (min qîyam bikira) wê demê min di hember muqadesatê xwe de bêrêzî dikir. Ji ber wê çendê ez ranebûm ser pîyan.

-Ev e ji min re got bêîman. Nexwe, li gorî vê rewşê wî hem li şexsê min heqaret kir, hem li artêşa min, hem li gelê min û hem jî li Çar heqaret kir. Tavilê bila di lijneya dîwana herb de bêt dadgehkirin

Li ser vê fermanê dîwana herb tê sazkirin. Fermandarên Tirk û Eleman û Avusturyayê yeko yeko tên cem Seyda û bi israr jê tika dikin ku ew here lêborîna xwe ji Nîkula Nîkulavîç bixwaze. Seyda vê bersivê dide:

-Ez dixwazim herim dîyarê axretê û huzûra Resûlulah. Pasaportek bo min pêwist e. Ez nikarim dijberî îmana xwe tevbigerim.

Li ser vê çendê ti kes dengê xwe dernaxe, her kes li benda encamê dimîne. Dadgehkirin diqede. Ji xala (qanûna Rûsyayê) heqaretkirina bi Çarê Rûs û artêşa Rûs biryara dardekirinê didin. Ji bo yê înfazê mangayek leşker tê. Seyda bi awayekî kêfxweş ji fermandarê wê mangayê re dibêje: ‘Pazdeh xulekan destûrê bidin min, da ez erka xwe ya olî bi cî bînim.’ Dema destnimêj digre û du rek’et nimêj dike, Nîkula Nîkulavîç tê cem û jê re holê dibêje:

-Li min biborin! Min digot qey hûn ji bo yê heqareta min tevgerîyane. Bes, niho min zanî ku hûn vê tevgera xwe ji îmana xwe distînin û hûn fermana muqedesatê xwe bi cî tînin. Hukmê we (yê dardekirinê) hat betalkirin. Ji ber vê salihbûna we ya olî hûn layiqî pesindanê ne. Min hûn aciz kirîn. Dubare dubare ez tika dikim ku hûn li min biborin…” (Tarîhçe-i Heyat, rûpel-114, 115)

 

Seyda piştî ku ev bûyer di kovarê de hat weşandin, li ser pirsekê holê dibêje:

-Eslê wê bûyera esaretê rast e. Bes ji ber ku şahidê min nebû, min bi awayekî kitekit beyan nekiribû. Lê belê min nedizanî ku ji bo yê dardekirina min mangayek hatibû, min paşê zanî. Û fermandarê Rûs ji bo yê lêborînê bi Rûsî tiştin digotin, min nedizanî. Nexwe wî serpelê musilman ê li wir ê ew bûyer dayî rojnameyê, fêmkiribû ku fermandar çend caran got: “Li min bibore.” (Şualar – 523)

Belê ev bûyer çiqas sosret e û mînaka mêrxasîyeke bê hempa ye ku yek di destê dijminê xwe de dîl be û paşê jî rabe mirina xwe dayne pêşîya xwe û li hember fermandarê artêşa dijminê xwe derbikeve. Piştî fermana dardekirina wî hatî dayîn jî tenezulî lêborînekê neke û canê xwe rizgar neke. Îca li cem min ya ji wê jî hê sosretir ew e ku ev camêr qet ev mesele ji ti kesî re negotîye heta ku yekî şahidê bûyerê ragihandîye. Sedema negotinê jî nebûna şahidan e. Seyda hîcap kirîye ku behsa serhatîyeke xwe ya ku şahidê wê nebûn.

Ez bixwe di wê qenaetê de me ku eger ne Seyda, yekî dî bûya, wê ne carekê bi tenê, wê çendîn caran di sohbetan de ev bûyera sosret vegota û li şahidan jî nedinêrî..

Gelê Kurd bi kesayetîyên xwe yên holê çiqas pesnê xwe bide mafî wî ye.

 

Abdulkadîr Bîngol

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply