Hejmara Veguhastina Nimareyê Ji Aboneyê Bêtir e

Di 6 mehên ewilîn ên vê salê de nêzî 5 milyon nimare hatin veguhastin.

Sepandina veguhastina nimareyê, di sala 2008an de destpêkiribû û li bal bikarîneran eleqeyek mezin dîtibû.

Ji aliyê din ve her operatorek telefonê ji bikarîneran re terîfeyên ji hev baştir pêşkêş kirin, ev jî bû sedema zêdebûna veguhastina nimareyê.

Li gor daneyan di sala 2008an de 653 hezar, di sala 2009an de ji milyonekê bêtir, di sala 2010an de 15 milyon, di sala 2011an de 14 milyon, di sala 2012an de 11 milyon û nîv nimare hatin veguhastin. Sala borî jî ev reqem wekî 15 milyon û hezaran hat qeydkirin.

Li Tirkiyeyê bi tevahî 70 milyon aboneyên telefonê hene û hejmara veguhastina nimareyan digîhije 70 milyon û 800 hezaran.

trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply