Serhildana Qoçgirî

Serhildana Qoçgirî, eynika heqîqeta kurd û Kurdistanê ye. Qoçgirî di Kurdistanê de herêmeke biçûk a deriyê Serhedê ye; lê dilê wê, nirxên wê û bandora ku li hawirdorê kiriye pir mezin e. Asta rewşenbîr û siyasetmedarên wê, gelekî bilind e. Qoçgirî bi vîzyona xwe mînakeke xwemal e ku 100 sal berê xetereya ku di kod û şîfreyên dagirkeriya Tirko-osmanî de veşartî bûn; dîtiye, deşîfre kiriye û ji bo azadiya Kurdistanê li dijî ev talûkeya jandar bi lehengî têkoşiyaye. Pir kêm hatiye analîzkirin, lê mînakeke bingehîn e.

Qoçgirî, serkaniya gelê kurd û pêşengên serhildanê, bi awayekî vekirî û berdêlên trajîk nîşan dide. Qoçgiriyan fahm kirine ku çete û cemiyetên Îtihatî, bi Padişah û Sadrazaman, bi hikûmet û rayadaran ve girêdayî ne; hişmendiya wan yek e û hewl didin ku li gorî şerd û mercên serdemê ‘padişahiyeke nû’ ava bikin. Her wiha gelê Qoçgirî ewle bûbû ku Îtihatî xwedî bîrdoziyeke pişaftker û qirker in; bi armanca tirkkirina gelên herêmê û dagirkirina Kurdistanê tevdigerin.

Qoçgirî navendeke sînorên Kurdistan a bi ser Anatolyayê ve bû, refleksên dagirkeran ji nêz ve şopandibû; xetereya giran, çawaniya Îtihatiyan a xedar dîtibû û naskiribû. Êdî guman nemabû, gelê Qoçgirî têgihîştibû bi cinawirekî ucûbe re rûbirû ye. Lewma bêzar bû, tengezar bû, bibertek bû; bi lezgînî seferber bûbû; di nav lez û xiroşeke mezin de, bi ser rêya mîsogerkirina mafên neteweyî ketibû…

Qoçgirî vîna xwe bi nirx û normên neteweyî dagirtibû. Bedel çiqasî giran bûya jî, bişaftin û tunehesibandina gelê kurd, bi awayekî tund red kiribû. Dijrabûn û serhildana li hemberî dagirkeriya Tirko-osmanî; teqez bû. Lê Qoçgirî plansaziya serhildanê, rêxistinbûna civakê, destpêkirina berxwedanê û rêbazên tevgerê zelal nekiribûn. Her tişt, her gav û her pêngav, adetî bi awayekî rasthatinî dihat kirin.

Qoçgiriyê dizanibû ku roj ‘rewşa şoreşê’ nîşan dide; demjimêran li zengilên şoreşê dixist; eşîr, civak û welatiyên herêmê pêkanîna şoreşekê dixwest; raya giştî ya Kurdistanê ‘rediyeya dagirkeriyê’ dixwest; dagirkeriya ucûbe statuya gelê kurd nediferikand; dewleta kevn û nû tevlî hev bûbûn, di nav kaosekê de teqlomeqlo dibûn; dewletên ewropî li ser dikên navneteweyî soza alîkariyê didan, pîvan û rêgezên Serokdewletê Amerîkayê Woodrow Wilson ku ji bo gel û civakên bindest rêya ‘tayînkirina çaranûsê’ vedikir, wek şûrekî dudev li ser serê dagirkerên Rojhilata Navîn sekinî bû; Îtihatiyên ku wekî avakerên dewleta ‘nû’ derdiketin pêş, devkî soza wekheviya tirk û kurdan didan, encax li pêş çavên der û dinyayê jî ji bo ku kurdistaniyan rijko û baskko bikin, bi lez û bez yekîneyên operasyonî vediguhestin Qoçgirî û Kurdistanê…

Dîrokê, heta îro serdemeke din a bi vî rengî nenivîsîbû; hertişt hem nêzî hev bûn, di nav hev de bûn; hem jî dijberî hev bûn, li hev diqewimîn, pev diketin; adetî jiyan, civak û xweza wekî giloka girêkan li hev geriyabûn. Rasteqînî û xapînerî, azadî û bindestî, mêtingerî û mêtingehî, serkeftin û binketin, hebûn û nebûn; li Qoçgiriyê di tu serdeman de ewqasî nêzî hev nebûbûn.

Jiyan, dîrok, çarenûs, te digot qey her nirx di bin xetereyê de ye û li ser devê kêrê ye; yan jî bidestxistina ewqasî mafên rewa ku bi qeysa bihostekê nêz in, di devê hovegurên êrîşkar de ye. Li ser ev dik û dîwana tevliheviyê, gelo Qoçgirî çi dikir û diviyabû çi bikira?..

Erdnîgariya Qoçgirî

Qoçgirî; gelo çi welat e, li ku ye, navenda wê ku ye, civak û erdnîgariya wê ji kîjan hêmanan pêk tê û hawira war û welatiyên wê heta kêderê ye?

Dema navê Qoçgiriyê tê hildan divê bê zanîn ku di hundirê vê herêmê de 4 bajar bi dehan naçe û gundên bi ser wan ve girêdayî hene. Çend ji van şûnwaran ev in: Sêwaz navend û navçeyên wekî Zara (Qoçgirî), Dîvrîxî (Divrigi), Hafîk, Sûşehrî (Suşehri), Kangal, Kamîlava (Îmranli) Îlîç, Koyûlhîsar û Gurun; Erzîncan navend û navçeyên bi navê Gêrcaniş (Refahiye), Kemah, Egîn (Kemaliye); navçeyên Meletiyê Erebgir (Arapkir), Axên (Agin), Hekîmxan (Hekîmhan), Erxevan (Arguvan), Arende (Darende); navçeyên bi ser Dêrsimê ve Pulur (Ovacik), Xozat (Hozat), Çemîşgezek û gelek bajarok û gundên hawirdora vê herêmê (Kûrûçay, Qoçhîsar û hwd)… Bilindahiya herêma Qoçgiriyê di navbera 900 û 1300 metreyî de ye.

Rûpîvana qada Qoçgirî û şûnwarê eşîrên têkildarî qoçgiriyan, li derdora (texmînî) 40.000km2 ye ku ji erdnîgariya gelek dewletên ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de ne, berfirehtir e. Çiya û zozanên asê, av û kaniyên zêde, devî û daristanên biheybet jiyana vê herêmê hem rengîn û hem jî dijwar dikin. Qoçgiriyî, lewma ewqasî çak û berxwedêr in…

 

Nufûsa herêmê

            Di qeydên fermî de, hejmara şêniyên herêmê wekî 5-6 hezar malbat hatiye nîşandan ku ev angaşt işaretê bi derdora 50-60 hezar kesî dike. Hinek çavkaniyên cuda nufûsa Qoçgirî wekî 100 hezarî xuya kirine. Lê di rastiya xwe de nufûsa Qoçgiriyê 3-4 qatan zêdeyî vê hejmarê ye. Lewra Qoçgirî tenê ne Zara ye; ne tenê eşîrek e; Qoçgirî li deriyê Serhedê Kurdistaneke biçûk e. Bajarê Sêwaz û Erzîncan navend û gelek navçeyên ev herdu bajaran û gundên bi ser wan ve girêdayî; herwiha gelek navçeyên Meletî û Dêrsimê û gundên ku bi ser wan ve ne, heta bigir hinek deverên bi ser Xarpêt, Gurgum û Semsûrê di nav herêma civakên Qoçgiriyî de ne. Çawa ku herêmeke mezin û fireh e, ewqasî xwedî bandoreke civakî ya berfireh e jî. Heta roja ku qir û qetlîama Qoçgiriyê bidawî bûye jî, gelê vê herêmê bi kevneşopiya xwe, bi nirxên civaka xwe û bi zimanê dayika xwe ve girêdayî bûne.

Li Qoçgiriyê bi dehan eşîrên kurd hene. Çend ji van eşîran  ên herî navdar, ev in: Eşîra Kurmeşan, Giniyan, Çarekan, Şadiyan, Canbegan… Beriya serhildanê li Qoçgiriyê rêjeya kurdan nêzî %80 ye. Hem tevahiya kurdên herêmê û hem jî hinek eşîrên tirk ên elewî bi kurdî dipeyîvîn. Wateya vê rastiyê jî ew e ku di şerd û mercên serê sedsala 20’an de li Qoçgiriyê bi sedhezaran mirov zimanê kurdî bi kar tînîn.

Kurdên Qoçgirî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dipeyîvin; xwedî jiyaneke rengîn in. Huner û folklora xwe bi tevahiya civakên herêmê dane heskirin. Bandoreke wisa nerm û xwezayî afirandine ku rayedarên Komara Tirkiyeyê li ser ev taybetmendiya Qoçgiriyan raporên nixumî amade kirine û wekî stratejiya dewletê sepandine, ceribandine. Qoçgiriyan zimanê kurdî bi israr û bi înyad bi kar anîne, hem jî bi stranên otantîk ên kurdî bandor li gelek eşîr û civakên cîran ên tirk û civakên din (ermenî, tirkmen, rûm, elewî, xiristiyan, sunî) kirine.

Di belgeyeke ji van raporên nixumî ku ji aliyê dewleta kûr ve piştî avabûna Komara Tirkiyeyê hatiye amadekirin de, işaretê bi girîngiya herêma Qoçgiriyê dike û dibêje ku “Ger li Erzîncanê dewleta me ev bandora çand, ziman û civakên kurd neşikîne û bajêr ji destê kurdan xelas neke, nikare li Serhedê serweriyê ava bike.” Ew roj, ev roj e ku dewlet bi feraseta bibinxistin, têkbirin, pişaftin û qirkirina gelê Qoçgiriyê û gelên Kurdistanê plansaziyan dike, êrîşan diceribîne û qetlîaman dike.

Dr. Nûrî Dêrsimî, di pirtûka xwe (Bi tirkî nivîsiye: Kurdistan Tarihinde Dersim- kurdiya wê ‘Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsim’ e) de dibêje; “Li herêma Qoçgirî eşîrên tirk ên elewî, di bin bandora kurdî û eşîrên kurd de ne; kevneşopiyên kurdan wergirtine û hinek eşîrên tirk jî bi kurdî dipeyîvin… Di bin bandora kurdan de ne…” (Çapa 3’yemîn, rûpel 52)

Welatekî taybet û xweser

Sedsal berê wek îro, pêvajoya şerê cîhanê gur bûbû. Ewropî di bin 2 eniyên dijber de civiyabûn; ji aliyekî ve pev diketin, ji aliyê din ve jî li ser parvekirina gelek welat û deverên cîhanê bazar û berhevdanên dijwar dikirin. Bi gelemperî Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistanê herêmeke berbiçav a gengeşî, berhevdan û şerên dijwar bû. Ji Qoçgirî û heta Amedê rewşenbîr, siyasetmedar û eşîrên kurd dizanibûn ku di neqebeke dîrokî, di xaçerêyeke çarenûsî re derbas dibin. Li Qoçgirî, Amedê, Erzîncan, Agirî, li gelek bajarên Serhedê û Stenbol jî di nav de li gelek navendên ku kurd rêxistinkirî bûn, diciviyan û rewşa neteweyî dinirxandin, hewl didan ku hevgirtineke pêwîst biafirînin.

Destpêk û daxwaziyên serhildanê

                        Qoçgirî çi dixwest, çima dixwest, rêbazên bi çi rengî diceriband û ji aliyê kîjan hoveguran ve şikest? Gelo çima bi ser neket, di xizmeta serkeftinê de diviyabû çi bikira, di têkçûna Qoçgirî de sedemên hundirîn çibûn û yên derveyî çi bûn, her wiha pêvajoya serhildanê çiqasî dişibe pêvajoya sedsala 21’emîn?..

Pêşêngên civaka Qoçgiriyê, rewşenbîrên herêmê û siyasetmedarên xwedî vîzyon şêwra xwe gerandibûn; dewleta Osmanî û dînamîkên Îtihatî ku hewl didin bi feraseta kevn dewleteke qaşo ‘nû’ ava bikin, li dû qir û qiyama civakên Kurdistan û Anatolyayê digerin. Ger civaka Qoçgirî û gelê kurd statuyekê mîsoger neke, ger di rêvebirina dewletê û avakirina komaraê de roleke fermî bi dest nexe, wê hebûna kurd û tevahiya dînamîkên welat bi tunebûnê re rûbirû bimîne. Mustafa Kemal, Îsmet Înonu û hinek qasidên wan dixwest ku eşîrên Qoçgiriyê bêdeng bimînin, tevli Kuvayî Miliyye bibin û li bende bin ku piştî avakirina komarê, mafê wan û çarenûsa wan ji aliyê avakerên komarê ve bê diyarkirin.

Di serî de Înonu digot ku; “Kurd gelekî esîlzade ye. Otonomî têra kurdan nake, divê kurd xwediyê mafên ‘wekhev’ bin…” Kesî ku heqîqetê nizanibe û Îtihatiyên sed sal berê nasnekiribe, dikarin bibêjin ku, “Binêrin, vayê mafê gelê kurd ê wekheviyê qebûl dikin.” Lê heqîqet gelekî cuda ye. Di bikaranîna gotarên manîpulatîf de, tu hêz, partî û rêxistin nagihîjin Îtihatiyan. Gotara wan, her ji bo nixumandina êrîşkariya wan a xeternak e. Gotareke xapîner, taktîkî û bêbingeh e. Lewra ji aliyekî ve soz û qewlên bext dide ku wê mafê kurdan di çarçoveya wekheviyê de nasbike, lê ji aliyê din ve jî hem mafê cuhên xwerêvebirina kurdan dixetimîne û hem jî hewldanên xwerêxistinkirina kurdan asteng dike. Mirovê Îtihatî, her cure liv û libatê, bi feraseta tirkperest û nijadperest dike. Bîrdozî û refleksên Îtihatî, hêj di tu pirtûkan de bi têrkerî nehatiye xêzkirin. Kesayeta Îtihatî bi destê rastê silava şerhê li te dike, bi destê çepê jî xencerê di noqa te de cit dike!..

Qoçgirî, warekî wisa ye ku nirx û pîvanên dîrokî, civakî û siyasî di asta herî bilind de dihebîne. Refleksên Îtihatiyan ji nêz ve dişopîne, talûkeya nêz bêyî şik û guman dibîne, dinirxîne û helwesta pêwîst nîşanî xelk û alemê dide. Di sala 1921’ê de êdî pêdiviyê bi dazanîna daxwazên Qoçgirî û Kurdistanê dibîne. Têdigihîje ku helwesta gelê kurd, ji aliyê Îtihatiyan ve bê zanîn. Qoçgirî, êdî îradeya gel û civakên Kurdistanê sembolîze dike. Xwedî bingeheke gelekî kûr û fireh e. Jixwe ew jî dizane û wekî mejiyê Serhedê û nûnerê gelê kurd tevdigere. Êdî di zar û zimanê siyasetê de, dengê Qoçgiriyê û giraniya wê heye…

Di encama gelek nîqaşên eşîr û dînamîkên herêmê de navê pêşengên wekî Elîşêr, Heyder Beg, Nûrî Dêrsimî û Elîşan derdikeve pêş.

Pêşengên Serhildana Qoçgiriyê êdî li keysê digerin ku daxwazên xwe ji avakerên komarê re ragihînin. Li Sêwazê bi Mustafa Kemal re hevdîtinekê pêk tînin û di wê hevdîtinê de danezaneke nivîskî, wekî biryara gelê Qoçgiriyê didin Mustafa Kemal. Kurtasiya daxwazên pêşengan ev e:

Divê;

1-  Mustafa Kemal û hevalên xwe otonomiya (xweserî) kurdan nasbikin.

2- Tevahiya kurdên girtî bên berdan.

3- Memûrên ku ne kurd in, ji Kurdistanê bên vekişandin.

4- Hêzên artêşê ku hatine Qoçgirî- Dêrsimê bên vekişandin.

5- Daxwazên Dêrsimiyan tavilê bên bersivandin.

Mustafa Kemal li heyeta kurdan guhdarî kiriye. Di destpêkê de daxwazên ku hatine kirin, bi şêwazeke nerm pêşwazî dike. Wekî ku ew bi xwe jî daxwazên gelê Qoçgiriyê erênî dibîne, peyamên lihevkirinê dide.

Dem diçe, encax avakerên komarê ne leşkeran ji Kurdistanê vedikişînin, ne otonomiyê nasdikin, ne kurdên dîlgirtî berdidin, ne memûrên tirk ji Kurdistanê derdixin û ne jî bersiveke erênî didin. Lê ji bo ku îradeya gelê Qoçgiriyê bipelixînin, fermana êrîşên xedar didin; ji bo têkbirina îradeya gelê Qoçgiriyê, amadekariya operasyoneke berfireh dikin, tavilê dest bi veguhestina yekîneyên leşkerî dikin. Di encama operasyona xwînî û xedar de, 180 gund û şûnwarên Qoçgiriyê wêran û talan dibin. Îtihatî li Qoçgiriyê mal bi mal, gund bi gund, bajar bi bajar li ser kurdan qir û qetlîamê pêk tînin, xesp û talanê dikin. Malbat û eşîrên ku ji qetlîamê difilitin jî, sirgûn dikin û li şûna kurdên serhildêr eşîrên tirk, tirkmen û malbatên alîgir ên dewletê bicih dikin.

Qoçgirî, ne serhildaneke çekdarî ye; ne xwedî çekên taybet e, ne xwedî yekîneyeke leşkerî ye, ne serhildaneke rêxistinkirî ye… Qoçgirî li dijî dagirkeriya tehekumker, dijrabûneke civakî ye; rediyeya rûxandina civaka xwezayî, jiyana xwezayî û rediyeya reşkirina heqîqeta kurdistanî ye. Qoçgirî, netewperweriyeke eşîrî ye.

Çawaniya serhildanê

Piştî ku pêşengên Qoçgiriyê bi Mustafa Kemal re hevdîtin kirin û danezaneke nivîskî danê. Tevgera leşkerî ya dewletê derketibû lûtkeyê. Li herêma Qoçgiriyê, ji Dêrsimê û heta Sêwazê gelek qereqolên eskerî hatin avakirin (Çiqasî dişibe Pêvajoya çareseriyê ya li Bakur ku bi navê Mûtabaqata Dolmabahçeyê di 15’ê sibata 2015’an de gihîştibû lûtkeyê). Li Qoçgiriyê veguhestina leşkeran, avakirina qereqolên nû û zextên li ser kurdan, derketibû asta herî jor. Di dawiya sala 1920’an de, dewletê plansazî û amadekariyên rûxandina îradeya gel, qedandibûn. Hewl dida ku beriya bihar bê, hevgirtina gelê Qoçgiriyê ji hev de bixe, daxwazên kurdan di bin berf û seqema zivistanê de, biqerisîne.

Serhildana Qoçgiriyê di binyada xwe de ne serhildaneke çekdarî ye. Însiyatîfeke sivîl û siyasî ye. Lê ji ber ku eşîr û civakên Qoçgiriyê ji berê de xwedî çekên sivik in û serhildan jî di bin venêrîna van dînamîkên herêmê de pêk hatiye, li dijî operasyonên dewletê yên çekdarî jî, di gelek navendan de bi ser ketiye.

Dewletê geh provokasyonên siyasî, civakî û îdarî diceribandin, geh jî yek bi yek qasid dişandin cem pêşengên gel û serokên eşîran; bi pêşniyarên wekî meqam, mewkî û pereyan, hewl dida ku wan dudilo bike, ji nav hevgirtinê bikişîne, dubendî û bêbaweriyê têxe navbera aktor û dînamîkên serhildanê. Hinek wekî midûr, hinek wekî qeymeqam, hinek wekî fermandar tayîn dikirin; hinek jî wekî wekîlê herêmê vedixwendin Enqereyê (Diyap Axa, Elîşan, Heyder Beg û hwd). Nûrî Dêrsimî jî, jixwe beriya serhildanê wekî beytarê yekîneyên leşkerî yê Sêwazê hatibû tayînkirin. Dewlet bi destê gelek alîgir û elemanên xwe yên li herêmê têdikoşiya ku rojek berî rojekê serhildana qoçgirîyan dest pê bike.

Dewletê di mehên çile û sibatê yên 1921’ê de gelek leşkerên din veguhestin herêmê, kurdên têkildarî serhildanê digirtin; ji bo ku serhildan dest pê bike her rêbaz diceribandin. Xwediyên ew daxwazên ku bêyî çek û dijberî, lê di çarçoveya hiqûqa hemwelatîbûnê de ji dewletê re hatibûn ragihandin; ji ber provokasyonên dagirkeriyê, krîmînalîze bûbûn, li viyalî û li wiyalî li çekan digeriyan. Dewlet her di êrîşê de bû. Lê her carê şervanên Qoçgiriyê bi taktîkên nûjen, bi pêngavên dijber êrîş dişikandin. Hinek qereqolên ku qoçgiriyî digirtin û veguhestina leşkerî pêk dianîn, bûbûn hedefa mîlîsên Qoçgiriyê; şervanan li hinek deveran leşker dîl girtin, dest danîn ser çek, amûrên şer û hespên leşkeran.

Li aliyê din pêşengên serhildanê jî, bênavber dixebitîn, hewl didan ku hevgirtina Qoçgiriyan xurttir bikin. Nûrî Dêrsimî, li Dêrsimê bi Seyît Riza re rewşa serhildanê nirxandibû û soza her cure alîkariyê wergirtibû. Di vê çarçoveyê de li Dêrsimê 40- 50 hezar mîlîsên eşîran birêxistin kiribûn. Li gorî pêşengên raperînê, ger dewletê êrîşî ser Qoçgiriyê bikira, wê serhildan li Dêrsim, Erzîncan, Sêwaz, Meletiyê belav biba ku dewletê nikaribû bi şervanên Qoçgirî û hawirên wê re derketa serî. Lê pirsgirêkek hebû: Dijwariya zivistanê, veguhestina şervanên gel û amûrên şer, asteng dikir.

Dewletê jî hêmanên serhildanê ji nêz ve dişopand. Saloxên qulpên qels ên civakê û pêşengên serhildanê werdigirt. Lewma bênavber di nav tevgereke operasyonî de bû.

Têkçûn û trajediya 100 salî

Di serê meha adarê de, leşkeran dest bi girtinên komî kiribûn. Dewletê li hinek navçeyan operasyon li dar dixist, hewl dida ku tavilê şerekî berfireh rû bide, lê her carê li hêzên kurd diqewimî û li dijî qoçgiriyan têk diçû. Kurdan dixwest ku piştî hatina biharê, bi awayekî fermî serî hildin. Lê hefteya yekemîn a adara 1921’ê, hêzên kurd yekîneyên operasyonê têkbirin, li Dîvrîxî û gelek navçeyên din desthilatî bi dest xistin. Kurdan di 11’ê adarê de bi îmzeya pêşengên serhildanê ji Meclisa Enqere ya Mezin re têlek kişand û xwestin ku Qoçgirî wekî bajarekî nû bê pejirandin û kurdekî ji herêmê jî, wekî Walî bê tayînkirin.

Encax hikûmeta Enqereyê, biryara pelixandina îradeya gel zûde wergirtibû, niyeteke wê ya ku daxwazên gelê Qoçgiriyê qebûl bike, tune bû. Di hundirê 3-4 rojan de bi dehan yekîne û alayiyên nû veguhestibûn Qoçgiriyê. Enqereyê, di 14’ê adara 1921’ê de li dijî Dêrsimê seferberî îlan kir. Di 15’ê adarê de jî li bajarên Sêwaz, Erzîncan û Xarpêtê rêveberiya awarte (orfî îdare) îlan kir.

Hikûmetê hawirdorê Qoçgiriyê bi yekîneyên leşkerî dagirtibû. Erzîncan, Sêwaz, Dêrsim, Xarpêt, Semsûr, Gurgum û tevahiya navçeyên hawirdorên Qoçgiriyê dorpêç kiribûn. Heta pireyên li ser çemê Mûrad û Feratê jî girtibûn, tevahiya neqeb û newalên Qoçgiriyê dagir kiribûn…

Çi bextekî xerab! Daxwazên ku bi rêbazên sivîl û siyasî ji Îtihatiyan re hatibûn ragihandin, ji aliyê hovegurên kevn û nû ve, ji aliyê pergala dagirker ve li qir û qiyameke xwînî,  şewatî û jenosîdî hatibûn asêkirin. Serhildana Qoçgiriyê di sibata sala 1920’an de dest pê kir, piştî 6 salan bi wêraniyeke jandar û xedar di 1926’an de bidawî bû. Lê cih bi cih heta 1937’an jî domiya. Kurd li herêmê hatin qirkirin, li şûna eşîr û dînamîkên Qoçgiriyê yên serhildêr jî alîgirên îtihatiyan û eşîrên tirk ên nijadperest hatin bicihkirin.

Ew roj, ev roj e ku qir û qiyam nesekiniye. Ziman, çand û hunera Qoçgiriyan ku li ser gelek civakan bandoreke efsûnî dikir; ji herêmê hat xeritandin. Êdî Qoçgirî (Sêwaz, Erzîncan, Dêrsim û Meletî) di bin potînên dagirkeriyeke dijwartir û xedartir de, hêstrên xwînî dibarandin. Serhedê, êdî warekî wêran bû; şêniyên xwe yên dehhezaran salan wenda kiribû; zar û zimanê xwe, folklor û kevneşopiya xwe, mejî û mohra xwe ji dest dabû. Li Qoçgiriyê êdî dizî, destdirêjî û talankeriyeke ucûbe li ser kar bû.

Talana çand û folklora kurdî

Leşker û mîlîsên dewletê bi sedan gund û bajarok wêran kirin, bi hezaran serhildêr bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi rûmeta malbatan lîstin; pere, zêr û amûrên Qoçgiriyan xesp û talan kirin. Bi hezaran kilam, reqs û nirxên çandî, hunerî û folklorî hatin xespkirin. Di bin banê komarê de daîreyên taybet hatibûn avakirin, komên taybet kilam, zêmar, newayên kurdan û tevahiya mîrateya kurd didan hev, bi wergera tirkî dipêçan û çerxa xespê digerandin. Ziman, çand û hunera kurd bi awayekî sîstematîk dihat talankirin. Bi vî awayî bi hezaran zêmar û stranên Îmranli, Zara, Erxevan (Arguvan) û tevahiya Qoçgiriyê xesp kirin, wergerandin tirkî û nirxên gelê kurd li xwe kirin mal. Kurdistan di bin potînên bextreşiyeke dîrokî de dinaliya. Êdi hinek rayedarên dewletê jî gazinên xwe dianîn ziman…

Xwînxwariya leşkerên Nûreddîn Paşa û serçeteyê dewletê yê bi navê Osê Qop (topal Osman); di rapora ku ji meclisa Enqereyê re şandibû de, Waliyê Sêwazê Ebûbekir Hazim wiha dihat îfadekirin: “…132 gund bi hestên dijminane hatine şewitandin û xerakirin. Bi sedan mirov hatine kuştin. Tevahiya mal, eşya, zexîre  û heywanên van gundan hatine talankirin. Bi hezaran mirov li çiya u deştan ji birçîna terkî mirinê kirine.”

Raperîna gel meha adarê ya 1921’ê şikest, lê eşîrên Qoçgiriyê her carê ji nû ve û li gelek cihên nû têdikoşiya. Di 17’ê hezîrana 1921’ê de, Elîşan û Heyder Beg ku milê leşkerî yê berxwedanê bi rê ve dibirin, çarmedor hatin dorpêçkirin. Elîşêr û Dr. Nûrî Dersimî ji dorpêçê xelas bûn, Nûrî Desimî derket derveyî Tirkiyeyê. Elîşêr û hevsera xwe Zerîfe jî di bin baskên Seyît Riza de xwe li Dêrsimê, li Çiyayê Tûjik vedişartin. Di tîrmeha 1937’an de biraziyê Seyît Riza yê bi navê Rayber û merivê wî Zeynel, bi xayîntî Elîşêr û Zerîfe qetil kirin, serê wan jêkirin û diyarî nûnerê dewletê Alpdogan Paşa kirin.

Sedemên têkçûnê

Nûrî Dêrsimî ku ew jî rêveberekî serhildanê ye, sedemên têkçûnê wisa vedibêje; “Di destpêka tevgerê de ‘Cemiyeta Bilindkirina Kurd’ belav bûbû, hinek endamên cemiyetê xemsarî û îhmalkarî kirin; hinek jî ji Stenbolê reviyan. Ji ber vê yekê, plansaziya serhildanê, sazûmankirin û navendîkirina rêvebirina serhildanê pêk nehat. Eniya madî, di bin mercên pir xerab de vebûbû…” (Pirtûka navborî, rûpel 178). Dersimî sedema têkçûnê ya ji aliyê madî ve wisa dinirxîne û dû re jî balê dikişîne ser sedemên din.

Dersimî, sedemên ‘têkçûna manewî’ bi çend xalan tîne ziman. Peyamên ku ji vegotina wî derdikevin ev in:

1- Dewletên Îtilafê (eniyeke ewropiyan a 1. Şerê Cîhanê ye) ligel ku soz û biryara Sevrê dan, mafe diyarkirina çarenûsê ya gelê kurd naskirin jî, li pişt soza xwe neman, gelê kurd di çarçoveya vê dîplomasiyê de serî hilda, lê qada navneteweyî ne durist û dilsoz bû.

2- Civaka feodal û êşîrtiyeke ji hedê xwe wê de, di mijara şerê azadiyê û yekitiya kurdan de dibû astengî. Dewlet hinek serokên eşîran bi hêsanî qanih dike û wan tevli nav hêzên xwe dike.

3- Pirengî, pirolî û pirbaweriya kurdan, di navbera dînamîkan de şik, guman û bêbaweriyan diafirîne. rewşenbîrên kurd negihîştine wê astê bo vakûmên ku di navbera dînamîkên kurd de vebûne, dagirin. Lewma helwesteke neteweyî pêk nayê.

Ji xeynî van rastiyan Dr. Nûrî Dêrsimî, zêdebûna hejmar û hêza dewleta tirk jî wekî sedemên din ên têkçûnê nîşan dide.

Çend peyamên serhildanê

            Serhildana Qoçgiriyê, divê bi dorfirehî bê nirxandin û analîzkirin. Divê bi geşedanên piştî sed salî yên ku îro li Kurdistanê pêk tên re bê hevberîkirin (muqayese) û divê wekî eynikeke raperînê bê mînakgirtin. Çend xalên ku em ji serhildana Qoçgiriyê bibîr bînin ev in:

1- Raperîn ji serî û heta binî, bi feraseteke sivîl û civakî rû daye, bi heman ferasetê jî hatiye birêvebirin. Di encamê de jî, bi karesateke ‘tunebûn û qirbûna sivîl û civakî’ bidawî bûye.

2- Plansazî, artêşeke leşkerî, rêvebirineke profesyonelî û feraseteke veqetîna ji dewleta Osmanî û komara Îtihatî ya serhildana Qoçgiriyê, nîn e. Qoçgiriyê ligel ku dewleta Îtihatî bi dahûranî nirxandiye û pir objektîf analîz kiriye jî, hêviya xwe bi tu awayî ji dewleta Tirko-osmanî, nebirriye. Piraniya rêveberên raperînê yan karmendê dewletê ne, yan jî serok û serkêşên eşîran in, ango diyar in, li pêş çavan in, belû ne; legal û eşkere tevdigerin.

3- Serhildanê, girîngiya meşandina karên dîplomasiyê fahm nekiriye. Dewletê ji çar baskan de bi ewropiyan re û bi welatê cîran re bi armanca ku qoçgiriyan têk bibe karên dîplomasiyê meşandiye, lê Qoçgiriyê tenê temaşe kiriye û dîplomasî, wekî rewşeke îxaneta bi dewletê re nirxandiye.

4- Qoçgirî raperîneke otantîk, xwerû û sedansed amator e. Sedema ku di navbera herêmê û dagirkeriyê de dîwarên qasidî daneanîne, wekî ‘pirsgirêkeke navxweyî û navmalbatî’ maye. Pêşengên serhildanê jî, heta roja dawîn hinekan dev ji karmendiya dewletê û hinekan jî dev ji têkiliyên rojane yên eşîretê bernedane.

5- Li hemberî hewldanên dewletê ku dudilî, dubendî, gumanbarî û bêbawerî dixist nav dînamîkên raperînê, tedbîrên berbiçav wernegirtine. Paşpê, dema rayedarên dewletê bi paye û meqamên wekî midûr, qeymeqam û fermandariyê pêşengên civakê peywirdar kirine; bêyî ku encamên erêkirina tayîn û talîmatên dewletê bihesibînin û bibêjin ‘gelo wê li ser derûniya civakî (kurmanc, kirmanc, sunî, elewî, gundî, bajarî û hwd) bandoreke çawa bike’, bi hestên amatorî qebûl kirine.

6- Raperîna Qoçgiriyê, li gorî fêhm û feraseta xwe, li gorî parametreyên ku di serî de destnîşan kirine tevnegeriyaye, yekitiya neteweyî ne afirandiye; feraseta xwe li Qoçgiriyê bisînor kiriye; ango raperîn di nav sînorên Erzîncan, Sêwaz, Dêrsim û Meletiyê de hatiye asêkirin…

7- Dewleta Îtihatî ji serî heta binî şovenîst, nijadperest, dagirker û qirker e; di di warê rêvebirin, beralîkirin û xapandina gel û civakan de xwedî tecrubeyeke domdirêj e. Raperînê li dijî ev rewişta Îtihatiyan, tedbîr wernegirtiye; dika ragihandinê qels hiştiye.

Bi rastî karesata ku bi serê Qoçgiriyê ve hatiye, mirov gelekî hestewar dike. Bi vê derûniyê, min kurtehelbestek jî li nîşeyên xwe zêde kir:

QOÇGIRÎ

Welatê deng û newayên wenda

Birîna sedsale û necebirî

Evîna jidestçûyî

Serheda qêrînên bêdeng

Qoçgirî

Tu kul û keserek çiqas giran î

Hêstrên xwînî li hinavê dil

Çend sedsal di ser re bibuhurin

Derbas nabin

Şopa postalên Osê devbixwîn

Qoçgirî

Birîndara devê bozeguran

Horiya bihuşta wêran, kavilbûyî

Çima, tu çawa naqîrî

Ewqas êşên jandar

Di kîjan dilî de dinijinî

Tu di bin kîjan aşûtî de qerisî

Ji sêwaza bihuşta xwe

Tu yê kîjan deriyî li min vekî

Tu li kîjan agirî asê mayî

Di serada xemsariya min re

Diçî, dibişivî, dihelî

Li çar qoziyên Serhedê

Zêmarên şîna te olan vedide

Qoçgirî şikest

Reşdesmalek ma li diyarî

Hewar li min!

Hewar

Li min xwelîserî

 

Mervan Serhildan -Merwanserhildan.com

Adar- 2018

 

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply