Salinger û hesreta jiyana jidestçûyî

Romana Pêwanek di Zeviyê de “The Catcher in the Rye” ji aliyê nivîskarê amerîkî Jerome David Salinger ve hatiye nivîsandin û nivîsandina wê vedigere destpêka salên 50yan. Di wê demê de şêwazeke taybet a jiyanê ku îro wek şêwaza jiyana amerîkî tê naskirin, peyda bû. Berhema Salinger bi awayekî ji awayan rexne û dijatiya rengekî jiyanê dike ku em niha di kumbeta wê de dijîn.

Çîroka romanê behsa jiyana nûciwanekî 16 salî bi navê Holden Caulfield (Kalfîld tê xwendin) dike ku ji ber serkêşî û reftara xirab li xwendingehê, piştî çend agehdariyan, tê derxistin û divê xwendingehê biterikîne. Holden zarokê malbateke dewlemend û xwendewar e, ku serserîtiya kurê wan, wan pir birîndar dike. Dema bera wî ji xwendingehê didin, yekser ji tirsa dê û bavê xwe venagere malê û dipê nameya derxistina wî bigihe destê wan û hinekî aram bibin, paşê vegere.

Roman wan sê rojên sergerdaniya jiyana Holden ku niha li nexweşxaneyeke derûnî ye, bi zarê wî vedibêje. Sê roj ku tê de sergerdan li cade û kolanan geriyaye û dîtin û têbîniyên xwe li ser dinyaya hawîrdor û mezinan vedibêje. Niha jî Holden mînaka kesekî ye ku nikare xwe biguncîne û divê bê kedîkirin da jiyaneke normal bijî. Yanî kesayetiyeke wî ya perîşan di warê derûnî de heye. Lewra di dawî de ji bo nexweşxaneya derûnî tê birin.

Lê civakê bi xwe bi danasîna normal û nenormal mirovên xwe dabeşî ser du beşên dîn û sax kiriye. Lewra di vê berhema Salinger de beriya hertiştî binyatên civakê û dûre jî malbatê dikevin ber rexneya nivîskar. Herwiha Salinger sîstema perwerdeyê jî rexne dike çimkî tenê wan îdealan bilind dinirxîne ku ew bi xwe wan diyar dike. Dinyaya ku Salinger di berhemên xwe de û nexasim di vê pirtûka xwe de behs dike du cure ye: Dinyayeke qeşeng ku dinyaya wate û nirxan e û divê hebe lê nîne. Dinyayeke kirêt û şêwazeke jiyanê ku piştî şerê cîhanî peyda bû û halê hazir di geşbûneke mezin de ye.

Dinyaya Caulfield dinyayeke mişt durûtî û sextekarî ye. Caulfield piraniya kesên hawîrdora xwe wek karakterên rast û ji durûtiyê vala nabîne. Bi baweriya Salinger ev herdu dinya hertim di şer û berberiyê de ne, lewra piraniya karakterên wî, karakterên serserî û serkêş in û hertim di navbera herdu dinyayan de li devereke berzexî dijîn. Ji ber vê yekê jî ew karakterên xwe mîna Caulfield tûşî nakokiyeke derûnî dike û em wan normal nabînin.

Bi rêya afirandina karakterê Caulfield, Salinger nostaljiya xwe ber bi wê dinyaya qeşeng û mişt nirx û vala ji derew û durûtiyê ku ji aliyê jiyan û dinyaya îro ve hatiye kuştin nîşan dide. Caulfield wek Salinger bi hêrs e. Roman berê xwe dide kêşe û pirsgirêkekê ku kêşeya vê çaxa me ye jî. Ev yek bûye sedemê zindîragirtin û bilind nirxandina vê berhemê. Çimkî jiyana modern civakê tije durûtî û minafiqiyê dike, xwendingehan tije ciwanên bênaverok û qurre dike, medya dibe cihê derketina qehremanên derewîn. Lewra heta niha û di hemû civakan de, hêzeke zêde ya vê romanê heye û bi taybetî bandoreke berçav li ser ciwan û gencan dike. Piştî derketina romanê, hin kesên tengbîn, Salinger tawanbar kirin ku pirtûkeke neexlaqî nivîsandiye û qehremanê wî rêza tutiştî nagire.

Lê wek fîlosofê mezin Karl Popper dibêje, ne ji ber şerxwaziya exlaqî yan îxanetê ye, lê berovajî, ji ber tîbûna me ya exlaqî li ser dirustkirina dinyayeke mişt biha û bedewî ku destê me nagihiyê, em dibin rexnegir û hîcîwker, nemaze exlaqên ku di dema niha de hatine têkdan û ji aliyê morala modern û sermaydar ve hatiye têkbirin. Sîstemek ku Salinger li ser zimanê Holden dibêje: Hemû hewldana wî ji bo wê yekê ye ku kargeheke pereyan ji mirovan dirust bike. Holden bi dû dinyaya pak û masûm a xwîşka xwe digere ku navê wê “Phoebe – Fîb tê xwendin”, ew xweşiyeke mezin ji axaftina bi xwîşka xwe re dibîne.

Holden nikare bibe hevrêyê tukesî, qerf û kenê wî bi hemû hevpol û hevrêyên wî tê, kenê wî bi mamoste û rêveberên wî tê. Piraniya keçên ku wan nas dike wek gêjik li wan dinere, kenê wî bi stêrkên sînemayê tê û tenê hinek pirtûkên taybet bi dilê wî ne. Carekê xwîşka wî jê re dibêje tu ji kesî hez nake û dilê te bi kesî xweş nabe. Holden di bersivê de dibêje: Lê dema ez niha bi te re diaxivim bi dilê min e û ez ji Allie jî hez dikim.

Allie birayekî Caulfield e ku miriye. Caulfield rêza miriyan bêhtir ji ya zindiyan digire. Ciwanekî bêzar e ji dinyaya mezinan û ji mezinbûnê. Gelek kesên ku ev roman rexne kirine dibêjin, pirtûka Salinger wek manîfestoyekê li dijî mezinbûnê ye.

Caulfield li cihekî jiyanê rawestiyaye ku ne dikare bibe zarokê berê û dinyaya pak a xwîşka xwe Phoebe bijî, ne jî dikare mezin bibe. Ew bêzar e ji hemû tiştên ku rastiyê nîşan didin û ne rast in. Taqeta wî ya axaftina bi tu kesî re nîne û hinek caran xwe dike kerr û lal da bersivê nede. Tena tiştekî xweşiyê jê dibîne gotin û dinyaya zarokane ya xwîşka wî Phoebe ye. Ew di dinyaya mezinan de jî li dû wê dinyaya pak û dûr ji derewan digere, lê pê nagihe û destê wî nagihiyê.

Tiştê ku di vê romanê de min bêhêvî dike ew e ku dema Holden di dawî de tê û dixwaze xwîşka xwe ya biçûk Phoebe bibîne beriya ku here û bibe pêwanê zeviyeke dûr, dema xwîşka wî jê re dibêje ezê jî bi te re birevim, ev yek dibe sedem ku Holden ji biryara xwe poşman bibe.

Lewra di dawî de Holden di dinyaya pîs û modern a piştî şerê cîhanê de bi awayekî sergerdan û aloz e ku çareyekê nabîne ji bilî ku vegere û wek yên din bijî. Da xwîşka wî jî wek wî tûşî wê alozî û nakokiyê nebe. Dimîne û diçe nexweşxaneyeke derûnî.

Bi vî rengî Salinger her hêviyekê ji me distîne ji rizgarbûna ji vê dinyaya ku em niha tê de dijîn. Roman ji aliyê rexnegiran ve ji gelek aliyan ve hatiye xwendin. Wek berberiya navbera nifşan, wek berberiya morala kevin û morala nû, wek romaneke psîkolojîk ku aloziyên mezinbûnê di civaka klasîk de nîşan dide, wek romanekê ku destpêka derketina nifşekî nû yê bihêrs e li Amerîkayê. Lê bi baweriya min, ev roman beriya hertiştî, romana berberiyê ye di navbera cîhanekê ku tu rastî û rastbêjiyek tê de nemaye, ligel cîhaneke ku hertişt tê de bûye nimayiş û sexte. Bi baweriya Salinger civak kirasekî li mirovan dike ku ew bi xwe naxwazin li xwe bikin û ew vê rastiyê di vê romana xwe de nîşan dide.

RUDAW

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply