Sibehekê dawiya payîzê de mêrikek diçe ser karê xwe. Merê dixe ser milê xwe û çend qederek rêkê diçe û dibîne ku marek tê ber riya wî. Mar ji serma lê ketibû, bêhal û belengaz bû, dilê mêrikî ji mari ve ma û mêrik rabû mar ji dana ser devê mera xwe û rabû rêya xwe girt.
Mêrik çend qederekê çû, mar jî ji mirinê xilas bû û hate ser hişê xwe, dema ku mar hate ser hişê xwe bi awayeke zû xwe li deskê merê da û xwe merê aland, serê xwe bir binê guhê mêrikî. Dema ku marî serê xwe bir binê guhê mêrikî û gote mêrikî:
– Ez dê bi te vedem, Mêrikî gotê :
– Tu dê bo çi min vedey, ma qey min ezap ji te re bir, min heqaret ji te re nekiriye, min zilm ji te re nekiriye dê bo çi min vedey
Mar jî got:
– Belê, îllah ez dê te vedem
Mêrikî gotê:
– Ka raweste, em dêçîne şîr’etê(Şerîet) ka dê şîr’et destê kîjan me ve dê çit
Rabûn mêrik û mar bi hev re qederekê çûn û dîtin kû gayek rê de diçe û digihîjin ga.
Mar, dibêje ga:
– Ez dê vî mirovî vedem?
Ga jî dibêje :
– Pê vede, ev beyn adem e(merîv) zor zalim bû, ev beyn adem e, hin li me dixist, hin li me dixist, hin îş me da kir û diçû bizmar li serê darê dixist û pê wê darê li teniştên me dida
Mêrikî got:
– Na, ez jî vê şîr’etê qebulnakim em ê rabin biçin şîr’eteke din
Merik û mar dîsan bi hev re kevtin rê û qederekê çûn çûn, dibînin kû bizinek rê de ye.
Mêrik û mar gihiştine bizinê
Marî gote bizinê:
– Ez dê vî mirovî vedem?
Bizinê, gote marî:
– Pê vede, pê vede gîrû neke, ev beynadem e zor zor zalim e, Xwedê ev mirove li pê darê hin li me dixe
Mêrikî, xwe aciz kir got:
– Xwedê ez li vir jî şîr’etê qebulnakim , em dê rabin biçin cîhekê din.
Ew û mar dîsan bi hev re ketin rê û çûn çûn, qederekê çûn, dibînin ku rovî rê de ye, mêrik û mar çûn gihîştin rovî.
Mari, gote rovî :
– Ez dê li vi mirovî vedem?
Rovî, gotê:
– Tu dê pê vedey?
Marî, got:
– Erê, ez dê pê vedem
Rovî ji gotê:
– Were, mêr û mêraniya xwe ji deskê merê berde, xwe bêxe erdî, êdî her ji te her ji wî kî li kî lêxe,
Marî xwe li deskê merê berda û xwe êxist erdî dema ku mar xwe êxist erdî mêrikî destê xwe avêt deskê merê û kete ser marî û marî perçe perçe dike.
Rovî dibêje:
– Hûn dibînin ku ez çi qas aqil û fêlebaz im.
Amadekar: ADEM ÇORUH-Çandname
Nîşe: Ev çîroke li bajarê Colemêrg di navçeya Şemzînan de ji devê Xaltiya Xecê de hatiye gotin