Romana Jiyan û Têkoşîna Osman Sebrî

Ez ji xwendina romanên biyografîk hez dikim. Bi saya romanên biyografîk de mirov jiyan, têkoşîn û şexsîyeta/kesayetiya wî şexsê ku romana wî a biyografîk de tê rave kirin baş nas dike. Hinek şexsîyetên ku bûne malê dîrokê, hinek navdar ku ketine nav rûpelên dîroka neteweyan di pirtûkên dîrokê de ne ewqas baş têne nasîn. Lêbelê ew di romanên biyografîk de hîn baştir têne nasîn. Wek mînak; mirov di romanên biyografîk ên romannivîserê rahmetî Mehmed Uzun de Celadet Bedirxan û Memduh Selîm begê hîn baştir dinase.

Mirov di romana Mehmet Oncu de jî Osman Sebrî baş nas dike. Di nav kurdan de tradîsyoneke nivîsîna pirtûkên bîranînê û romanên biyografîk û otobiyografîk tune. Nivîsîna romanên biyografîk ên bi kurdî bi Mehmed Uzun dest pê kir û bi Jan Dost berdewam kir. Gelek başe ku waye birêz Mehmet Oncu jî dest avêtiye vî karî û berhemeke hêja afirandiye.

Belê, romana Mehmet Oncu ”Şirîna Hespên Azad” romaneke biyografîke. Di romanê de jiyan, xebat û têkoşîna Osman Sebrî û rewşa dema ku ew tê de jiyaye tê pêşkêş kirin. Roman di nav weşanên ”Sîtav” de li bajarê Wanê hatiye weşandin. Romaneke qalind e, 399 rûpel e.

Nivîskarê kurd Mehmet Oncu ji bajarê Semsurê ye. Nivîskarên kurd bi piranî ji herêma Serhedê, Amedê, Botanê, Çolemergê û Mêrdînê ne. Ji bajarê Urfa, Anteb, Malatya, Maraş û Semsurê neewqas nivîskarên kurd derdikevin. Ji wan bajaran nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin pir hindik in. Ev nivîskarê yekeme ku ez dibihîsim ji Semsurê ye û romaneke kurdî nivîsiye. (Osman Sebrî,  û Şêxo Filik ji Semsurêne, wan kurteçîrok nivîsîne. Heta niha ji Semsurê ji xeynê Mehmet Oncu nivîskarekî kurd ê din roman bi kurdî nenivîsîye. Heger yekê nivîsîbe jî, haya min jê tune.)

Nivîskarê kurd ê ji Semsurê Mehmet Oncu nivîskarekî berhemkar e, berhemdar e. Wî heta niha 14 pirtûkên kurdî nivîsiye û weşandiye. Herweha xebat û lêkolînên wî ên derbarê folklora kurdî de hene. Wî di gelek kovarên kurdî de jî gelek gotar/nivîs nivîsiye. Ew helbestvane jî. Wî çar pirtûkên helbestan /çarîn/ nivîsiye û weşandiye. ”Şihîna Hespên Azad” romana wî a yekem e. Niha ez ê bi kurtahî behsa naveroka romana wî ”Şihîna Hespên Azad” bikim.

”Şihîna Hespan” li cem me ango li navçeya Licê, dibêjin ”Hîrîna Hespan” , ”Zirîna Keran/ Ker dizire.” Dibêjin ”bu hîrehîra hespan.” Diyare li hinek deverên Kurdistanê dibîni ”Şihîna Hespan.”

Di romanê de 28 sernavên navber hene. Sernavê yekem ”Keçel”e.

Di bin vê sernavê de axaftina Osman sebrî û Mîr Celadet Bedirxan bi hevre heye. Paşê jî axaftina wî û Rewşen Bedirxan Xanim bi hevre didome. Paşê jî mirina wî tê rave kirin.

Di beşa bi sernavê ”Keçel û yek” de welidandina Osman Sebrî tê qal kirin. Osman Sebrî ji eşîra Mirdêsê kurê Sebrî Axa ye. Di vê beşê de biçûkiya wî tê rave kirin. Di beşa duyem de bi giranî li ser serhildana Mele Selîm tê seknandin. Serhildan têk diçe, di encama serhildanê de 20 kurd li bajarê Bedlîsê têne darve kirin, ango wan îdam dikin. Mele Selîm û du hevalên wî xwe diavêjin bextê balyozxana rusan, lêbelê rus bi kurdan re bêbextî dikin û Mele Selîm û herdu hevalên wî teslîmê leşkerên dewleta dagirker a Osmanî/tirk dikin, ew jî hersêyan îdam dikin.

Di romanê de bi kurtahî behsa serhildana Şêx Seîd Efendî tê kirin û sedemê têkçûnê ji devê Osman Sebrî tê rave kirin. Lêbelê tiştên ku Osman Sebrî dibêje nerastin. Li gor wî Xwedêgiravî leşkerên Şêx Seîd Efendî di nav bajaran de dest bi talanê kirine. Leşkerên Şêx Seîd Efendî li Amedê û li Xarpûtê dest bi talana bajêr nekirine. Ev derewên Kemalîstanin ku hinek kurd jî dubare dikin û heman tiştê nerast dibêjin. Di derbarê serîhildana Şêx Seîd Efendî de di bîranînên Cegerxwîn de jî gelek tiştên nerast, tiştên şaş tê gotin.

Di romanê de, di derbarê kurdên Semsurê, aşîrên wir, mîr û axayên wir agahdariyên berfereh hene. Ji bo jiyan, têkoşîn û xebata kurdparêziya Osman Sebrî were zanîn, divê bîranên Osman Sebrî û romana Mehmet Oncu ku li ser Osman Sebrî weke romaneke biyografîk nivîsiye, were xwendin.

Di dema serhildana Şêx Seîd Efendî de apên Osman Sebrî bi darve kirine, wan eliqandine, îdam kirine û wî jî şiyandine hepisxaneyên bajarên tirkan. Osman Sebrî mehek li zîndana Amedê, 73 rojan li zîndana Edenê, 90 roj li zîndana Konyayê, sal û nîv li hepisxaneya Denizlîyê razaye. Û paşê ji ber efûya giştî hatiye berdan. Dema tê berdan, ew vedigere warê bav û kalên xwe.

Osman Sebrî rewşenbîr û welatparêzê kurd Qedrî Cemîl Paşa nas dike û bi wî re dibe dost û heval. Piştê demeke ji Semsûrê diçe binxetê, ango diçe rojavayê Kurdistanê.

Dewleta komara kemalîst /ku ew dem Îsmetê Kerr/Înunî li ser hikume, reîsê cumhure, desthilatdare, wî ji dewleta Fransa dixwaze. Ew dem Suriye û rojavayê Kurdistanê di destê Fransa de bû.

Osman Sebrî û Celadet Alî Bedirxan di mala Şahîn begê de cara yekem hevdu dibînin û bi hevre sohbet dikin. Osman Sebrî dibe endamê partîya Xoybûnê. Partî wezîfe dide pê û wî dişîne Dêrsimê cem Seyid Rîza.

Osman Sebrî li ser biryara Xoybûnê dikeve rê û diçe ku here Dêrsimê. Di rê de hinek bûyer têne serî û ew nagîşe Dêrsimê û vedigere binxetê. Rêwîtiya wî di romanê de bi teferuat, berferehî tê rave kirin. Di romanê de çîroka xayintîya Cemîlê Çeto ji kerê keto jî pir xweş tê qal kirin.

Ji bo mirov rewşa dema ku Osman Sebrî, Mala Cemîl Paşa û braderên Bedirxanîyan jîyane fêm bike, divê romana ”Şihîna Hespên Azad” bixwîne. Bîranînên ku Osman Sebrî bi xwe nivîsiye hindike û behsa demê nake, rewşa wê demê bi berferehî qal nake.

Mirov bûyerên dîrokî, têkoşîna şexsîyetan ji pirtûkên dîrokê baştir ji romanan fêr dibe. Romanên biyografîk û realîst zanîna mirov zêde dikin, asoyên mirov fereh dikin. Dema min romana Mehmed Oncu ”Şihîna Hespên Azad” xwend, li cem min pirtûka bîranînên Osmam Sebrî hebû. Pirtûk ji alî weşanên ”Aram” ve hatiye weşandin. Min pirtûka bîranînê û romanê pareler bi hevre xwend. Roman hîn pirtir li xweşa min çû. Rave kirina bûyeran di romanê de bi teferuat hatibû qal kirin. Mirov dema çûyî û rewşa wê demê hîn baştir ji romanê fêr dibe. Romana Mehmed Oncu a li ser jîyan û têkoşîna Osman Sebrî ”Şihîna Hespên Azad” romaneke baş e, serketî ye.

Heger romannivîser Mehmed Oncu bi vê şêweyê, bi vê stîlê û bi teknîka ku romana jîyana Osman Sebrî nivîsiye romanên Şêx Seîd Efendî, Îhsan Nurî Paşa, Yadîn Paşa, mala Cemîl Paşa, mala Bedirxanîyan, Mewlanzade Rîfat, Evdila Cewdet û hwd, binivîse, dê karekî hêja bike.

Ev romana Mehmed Oncu ”Şihîna Hespên Azad” dîmeneke ji dîroka kurdên rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedar û rewşa demeke ku tê de derbas bûne, têkoşiyane û herweha xebata li ser ziman, çand û edebîyata/wêjeya kurdî a wê demê pêşkêşê xwendevanên kurd dike. Romaneke hêjaye û divê kurd wê bixwînin.

Romannivîser Mehmed Oncu bi vê şêweyê romannivîseriya xwe bidomîne, dê hêj gelek romanên biyografîk ên serketî biafirîne..

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply