1 – Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Semra Çelebî – Ez semra Çelebî, di sala 1986’an de li gundekî Mêrdin, ku bi navê Tixûbê tê zanîn hatime dinê. Ez zaroka yek’em a malbata xwe me, mezina xwişkek û pênc biraya me.
2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?
Semra Çelebî – Du sal zêde derbasbûye ku min xwe hinî zimanê xwe ya dayikê kiriye. Zimanê kurdî ji bo min pir giring e, ji ber ku zimanê min e. Ez bi zimanê xwe bûm xwedî nîrxeke gelek mezin… Wê demê tu fikra min î ku ez hîn bibim tunebû, min nû hevalek naskiribû; rojekî wî hevalî ji min re got: ” tu çima xwe hinî zimanê kurdî nakî?” min jî got: ” ez kurdim” lê wî bi min da fêmkirin ku mirov kurd be jî gelek kes ji ziman û kurditiya xwe dûr in. Ez rabûm û li nava pirtûkan li pirtûkên kurdî geriyam; min çend pirtûk dîtin; min vekir û xwendin, lê ji bilî çend peyv û hevokên nas min qet tiştek jê fêm nekir… Şanseke mezin; min di nava pirtûkan de hejmarek Kovara Hînker û pirtûka Samî Tan ya Waneyên Rêzimana Kurmancî dît. Ez ketim xebatê… piştî mehekê min dest bi wergera kurdî kir. Min ji malperan pêkenok û çîrok ên zarokan dadixist û werdigerand. ciyên ku şaş bûm jî min ji hevalên ku bi kurdî dizanîbûn dipirsî û min rast dikir… Destavêtina min ê nivîsê wiha bû, ji wê û şûnde min dest bi nivisîna helbestan kir. Min helbest ên xwe yên ceribandinê ji Çalakiya wêjeyê ya Huseyîn çelebî re şand… Piştî wê min ji ber hin pirsgirêkan dev ji nivîsandinê berda. Demekê û şûnde ez hîn bûm ku helbest ên min hatine ecibandin û hêjayî xelata sêyemîn hatine dîtin, ev ji bo min rê ya vegerê bû…
3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?
Semra Çelebî – Herdu ne jî. Bi koka xwe kurd in lê bi tirkî dinivîsin. Ji ber tercîha ziman em nikarin wan bidarizînin, em nikarin bêjin: ” wan bi tirkî nivîsiye, ne nivîskarên me ne.” Bi çi zimanî be bila bibe ya girin ji bo min wekheviya mirovan û li hevkirina wan e. Helbet zimanê dayikê ji bo kurdan pir giring e, ziman nasnameya me ye û pêwist e em lê xwedî derkevin.
4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Semra Çelebî – Her ziman ji bo gelê xwe bi qîmet e. Wek ku min got: ”em nikarin ji ber tercîha ziman wan bidarizînin.” Lê li gor min; divê bala xwe bidin ser zimanê xwe, xebat ên xwe li ser kurdî pêk bînin, wêje û hunera me xurt bikin…
5 – Tu digel nivîsîna helbestan, kurteçîrok jî dinivîsî yan na? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?
Semra Çelebî – Belê. çîrok ên min hene, ez dinivîsim. Li ser romanê jî difikirim; gelek fikr û mijarên min ên balkêş hene, lê dem lazim e, ji ber ku roman karekî zehmet e û hewceye mirov pir li ser bisekine.
6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Semra Çelebî – Pêş dikeve. Her ku diçe nivîskar ên me yên hêja bi berhemên xwe yên delal wêje ya kurdî dewlemend dikin. Ev ji bo pêşeroja wêjeya kurd pir giring e.
7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Semra Çelebî – Fikra min; helbest û çîrok li pêş in. Ji ber ku hêsan e, roman û şano karên zehmet in, hemû nivîskar xwe nadin ber.
8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?
Semra Çelebî – Helbet bi helwesta nivîskaran, bi piştgiriya weşanxaneyan û bi xwendin û rexneyê wê dewlemend bibe.
9 – Pirtûka te ya yekem pirtûka helbestane. Li gorê te helbest çiye?
Semra Çelebî – Helbest hêst e. Ku mirov hês neke nikare helbestan binivîse.
10 – Dibêjin helbestvan diltenik in, nazik in, narîn in, gelek baş û qenc in. Tu bi xwe jî wehayî. Gelo ev ji çi tê?
Semra Çelebî – Nizanim. yê ku dizanim min heta anaha tu kes bi zaneyî neêşandiye. Hin kes dibêjin tu dil hişkî, hin kes jî çepa wê difikirin. Ev girêdayî dîtina mirovan e.
11 – Mijarên helbestên te çin in? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?
Semra Çelebî – Mijarên helbestan herî zêde evîn in. Mixabin min jî ew jahr vexwar, min malik li xwe xerakir… Helbet ji ber ku ciwan û azib im hin kes dixwazin bi min re têkiliyê deynin ango bizewicin. Yên ku helbest ên min dixwînin bi pirayî ji ber meraqa xwe nêzî min dibin, dixwazin min kişf bikin, meraq dikin bê çawa hezdikim û dixwazin bibin ew kesê ku min di helbestan de xîtabî wî kiriye.
12 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Semra Çelebî – Hewce ye. Divê nivîskar werin hişyarkirin. Berhem bi çavekî tenê naxuye, gerek werin şîrovekirin û rê li pêşiya nivîskar were vekirin. Ne bi rexneyê be hin aliyên berhemê dernakevin holê.
13 – Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?
Semra Çelebî – Hin nivîskarên me yên pêşketî hene, gerek vê bare bigirin ser milên xwe. Çimkî nivîskarên nû wan ji xwe re mînak digirin. Hewce ye ku ew jî bi rexnegeriya xwe rê li pêşiya wan vekin, da ku berhemên bê hempa werin afirandin.
14 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?
Semra Çelebî – Helbet pêwîst e. Ji ber ku wêje pir giring e, divê bi giringî jî li ser were sekinîn. Di bernameya televîzyonan, kovar û quncikên rojnameyan divê berhem û nivîskar were şîrovekirin.
15 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî?
Semra Çelebî – Min di nava nivîskarên cîhanê de Tolstoy, Dostoyevskî Gorkî û hwd… xwendine, ya herî bandor li min kiribû; berhema Gorkî ya bi navê ANA bû.
16 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Semra Çelebî – Helbet ji ekolên wêjeyê; ji Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Kamiran Alî Bedir-Xan, Celadet Alî Bedir-Xan, Mahmût Baksî û yên ku nayên hişê min… min berhemên wan xwendibû. yê ku min pir jê hezkir; MEM Û ZÎN’a Ehmedê Xanî bû…
17 – Niha li ser çi dixebitî? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Semra Çelebî – Belkî ez çîrokan biweşînim, lê ne diyar e dibe ku cardin helbest bin, dibe jî romanek be.
18 – Gotina te ya dawî…
Divê bawerî û helwest her dem hebe. Ji ber ku bê bawerî û helwest mirov nagihêje tu deverî…
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.
Spas xweş…
PÊŞKÊŞÎ
Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.
Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.
Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.
Ez ê du hefteyan carê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.
Bi hêviya xwendinek baş û xweş.
Lokman Polat