Tu evîn î, bext û xemrewîn î…
Rengîn, rihê hez kirinê ye
Rengîn, dengê bêdengan, çavê bê çavan e.
Rengîn, sembola safitiyê, bedewtiyê, bawer û aramiyê ye….
Ev çend salin ne rih, ne dil, ne jî hişê min li ser hemdê xwe ye. Lewra êşa mazluman, feqîran, bêkesan, mehruman û hemû merivên/mirovên derdest ji min re bûye derdekî wek “Çiyayê Agirî” mezin, mîna “Behra Wanê” kur û wek evîndarek ji bo evîndariya xwe ketiye derdeke bê çare…
Mixabin di dîroka mirovahiyê de ewqas bê edeletî, zilm û zordestê nehatibû dîtin.
Ev cîhana wek bihuşt, kirin dojeh
Ev cîhana wek baxçeyên cennetê, kirin zewiyek hişk û mehteş
Ey Rêngîn!
Bi navê xwedayê dilovan û ew afiranderê “tu bi alûsî ji xwe çêkiriye”.. Heyhat!
Tu dahatûya hemû mirovahiyê yî
Tu ayendeya mazluman, bêkesan û feqîran î
Tu rihê hezkirinê û çavê “yê ji bo însanên bêkes nehatî dîtin” yî
Tu zimanê bêdengan î
Tu ji bona dervêşên li çola avek sar û darek bi siye/sîhî
Tu ji bo bêbawera nimûneyek îlahî, ji bo bawermendan jî “Kaînata biçuk” î
Çavên te yên zelal, lêvên te yên narîn, rûdeyna te yên wek pembû ye û kena te wek kena firişteyan e
Rengîn, tu hêvî ye
Tu evîn î, bext û xemrewîn î…
Mîr Milanî