Qaziyê biçûk (Çîrok)

Bişev Şehrezadê, ji Şah re dest bi çîrokê kir:

“Dibêjin di dema Harûnê Reşît de, li Bexdayê mirovek hebû. Navê wî, Xalê Elî bûye. Jin û zarokên wî tunebûne. Dikaneke wî e biçûcik a şekirê zarokan û pêlîstokan hebûye. Wî gelekî ji zarokan hez dikir. Ne dewlemend û ne jî pir xizan bû. Lê bextiyar bû. Bi qasî têra wî bike pereyên wî hebûn. Ji bona di dema ku kal bibe û nikaribe kar bike, têra wî bike, hezar zêr ji xwe re hilanîbû. „

Xalê Elî, şevekê di xew de xewnekê dibîne. Dengek jê re dibeje ku:

“Elî, tu muslimanekî baş î. Tu çima naçî Hecê. Muslimanê rewşa wî hinekî baş be, divê bila here mala Xwedê ziyaret bike. „

Gava ku Xalê Elî ji xew şiyar dibe, ji xwe re dibêje:

“Pêwîst e, ez biçim Hecê.”

Lê wî ne dixwest mala xwe û hevalên xwe terk bike. Diviyabû hê gelek karên baş û alîkariya kesên xizan bikira.

Xalê Elî, tiştên di Dikana xwe de difiroşe û hevalekî xwe dixe xaniyê xwe. Dawiyê ji bona rêwîtiyê tidareka xwe dike û ji xwe re ji bo siwarbûnê hêştirekê dikire. Dûre difikire ku ew ê wî hezar zêrên xwe li ku û çawa veşêre. Xwe bi xwe difikire ku zêran bixe binê cerê zeytûnan û li ser cêr jî bi zeytûnan dagire û cer teslîmî ciranê xwe yê Dikandar Husên bike.

Cerê xwe, wek fikirî bû, amade dike û dibe cem cîranê xwe. Ji bona ku hetanî vegerê jê re veşêre, emanetî Husên dike.

Elî piştî vê tevî çend kesên din bi rê dikevin û diçin. Li hin derên din digihên hin komên din û rêwîtiya xwe berdewam dikin. Berê diherin Misirê, ji wir diçin Şamê, Heleb û dûre jî Mûsilê. Li wir digihêjin hin Îraniyan. Tevî wan diçin Îran û ji wir diçin Hindistanê.

Piştî Hecê heft salan Xalê Elî li wan welatan dimîne û karê kirîn û firotinê dike.

Rojekê jina Husên ji mêrê xwe re dibêje:

“Dilê min dihere zeytûnan, ez dixwazim hinek zeytûn bixwim.”

Husên:

“Elî, cerek zeytûn li Dikana me emanet danîbû. Ev bû heft sal, ez bawer dikim ev nuha çûyê rehmetê. Ji bo wê em dikarin êdî wan zeytûnan bixwin.”

Jina Husên:

“Na, na! Dibe ku ew vegere. Eger ew bê û bibîne ku cerê wî hatiye vekirin, wê şerm be.”

Lê Husên diçe Dikana xwe û cer vedike. Dibîne ku zeytûn xirab bûne. Gava zeytûnê xirabûyî vala dike, zêr jî pê re dirijin erdê.

Husên difikire ku belkî rojekê Elî vegere. Ji bo vê diçe hin zeytûnên nû dikire û tîne. Zeytûnan dixe cer û dîsa datîne cihê berê. Zêran jî di dereke din de vedişêre.

Mehekê di dû vê re Xalê Elî vedigere Bexdayê û diçe cem Husên. Cerê xwe dixwaze. Husên tîne cerê wî didiyê.

Xalê Hecî Elî, diçe mal û cerê xwe vedike. Lê zêr tunin. Tê cem Husên, bi qîrîn dibêje:

“Birakê Husên, di wî cerî de hezar zêrên min hebûn. Lê min ew nedîtin. Dibe ku hewcedariya te pê hebe û te ew xerc kiribin.

Husên:

“Na, Hecî, dema te dabû min, te gotibû ku ev zeytûn in. Te qet qala zêran nekiribû. Wek ku te jî dît, cihê te cer lê danîbû, te dîsa ji wir girt.”

Hecî Elî:

“Di cer de, zêrin hebûn û ka wan bîne.“

Husên:

“Te cerek zeytûn danîn Dikana min, piştî heft salan tu hatiyî li şûna zeytûnan zêran ji min dixwazî. Ma kesî ev dîtiye û kiriye qey.“

Hecî Elî:

“Wê gavê dîve em biçin ba Qazî. Ew ê bizane kî bi heq û kî jî neheq e.“

Hecî û Husên radibin diçin cem Qadî.

Qadî ji Hecî Elî dipirse:

“Ma ti kesekî an kesekê dîtbû ku te zêr xistiye cer.“

Hecî:

“Na, weleh, ez bi tenê bûm. Ti kesan nedît.“

Qadî:

“Êê te ev ji jina xwe re gotibû an na?“

Hecî:

“Na, jina min tune.“

Qadî:

“Baş e, te ji kesin din re gotibû ku min zêrên xwe xistine cer û daye wî camerî.“

Hecî:

“Na! “

Qadî, îcarê ji Husên pirs kir:

“Te zanîbû ku zêr di cer de hene ? “

Husên:

“Min, nizanîbû û ji min re got, ev zeytûn in. Min jî jê bawer kir.”

Qadî:

“Te qet devê cer vekir?”

Husên got:

„Na!“

Li ser vê Qadî got ku:

“Xuyaye ku, ti îspatek tune û tiştekî em bikin jî nîne.

Hecî Elî bi vê biryara Qazî pir aciz dibe. Ji xwe re dibêje:

“Divê ez, vê pirsgirêka xwe ji Xelîfe Harûnê Reşît re ragihînim. Ez ê nameyekê binivîsim û bidim Xelîfe.“

Roja din, Hecî Elî nameya xwe bir û da xulamê Harûnê Reşît. Xelifê Harûnê Reşît got:

“Gelo ev, Hecî derewîn e, an jî kesekî pir bêhiş e ku bi wî hevalê xwe bawer bûye.“

Roja dîtir, ji bona ku bînin ba wî, Xelifê, şand pey Hecî û Husên.

Heman êvarê Xelifê û serwezîrê xwe cardin bi kincên xizanan derketin nava bajêr ku bigerin. Li kuçeyekê dengê hengameyekê dibihîzin. Ber bi wê derê diçin. Bala xwe didinê ku di odeyeke paceya wê hinekî vekirî de duwanzdeh zarok ji xwe re dilîzin. Xelifê û Wêzîr bi dizî li wan temaşe û guhdarî dikin.

Ji wan zarokana yek waha dibê:

“Xalê Elî, mirovekî qenc e. Wî şekir û lîstok didan me. Car caran jî belaş dida me. Ew qet derewan nake. Lê Qazî xapiya. “

Zarokekî din jî:

“Lê belê, ev heft sal in, Xalê Hecî Elî li dûr bû. Belkî jî hatibe guherîn. Dibe ku nuha rast nabêje.“

Ji zarokan ê navê wî Faris:

“Ka bi destûra we, ez bibim Qazî. Bila Kerîm jî bibe Xalê Elî û Ziyad jî bibe Husên. “

Faris li cihê xwe rûdine û dibêje:

“Ka, Hecî Elî bînin! “

Faris:

“Xalê Hecî, ka ji kerema xwe re ji min re rastiyê bibêje.“

Kerîm, meseleya xwe gişt jê re dibêje.

Faris:

“Ka îcar, Apê Husên bînin! “

Faris:

“Apo, ji kerema xwe ka bêje. Bersîva te ji Xalo re çi ye?“

Ziyad (Husên) ji Qazî (Faris) re çîroka xwe û cer dibê.

Faris ji Kerîm (Hecî Elî) pirsî:

“Te cerê zeytûnan anî ba xwe.“

Kerîm:

“Na!“

Faris:

“Ka biçe û cer bîne.“

Kerîm qaşo çû cer anî ba Qazî.

Faris:

“Husên, ma ev cer bû.“

Ziyad:

“Belê, ev e.”

Qazî (Faris):

“Devê cer veke!”

Kerîm cer vekir.

Faris li hundiê cer nêrî û got:

“Ev zeytûn çi baş in. Ka ez libekê bixwim.”

Dûre wek bixwe destê xwe bir devê xwe û waha got:

“Ev, zeytûn gelekî xweş in, lê qet naşibin wek yên heft salan. Ka ji min re gazî du kesên zeytûnfiroş bikin. Em binêrin, ka zeytûn heta çend salan karin wek xwe bimînin.”

Ji zarokan Cemîl û Semîr bûn zeytûnfiroş.Qaziyê Biçûk ango Faris, ji wan deyaxa zeytûnan pirs kir.

Cemîl got:

“Zeytûn karin herî zêde sê salan li ber xwe bidin. Jê û pêve xirab dibin. ”

Semîr:

“Heta, piştî du salan, rengê wan tên guhertin û bên dikeve wan.”

Faris:

“Baş e, gelo, zeytûn ji kengî ve di wî cerî da ne?

Cemîl û Semîr gotin:

“Vana zeytûnên taze ne. Ên îsal in.”

Qazî Faris got:

“Husên bibin, bila zêrê Hecî Elî bidê û li wî bidin. Ji ber ku ew diz e.”

Harûnê Reşît bi vê lîstika zarokan ecêbmayî ma û got:

“Ev zarok pir biaqil in. Ew ji Qazî biaqiltir in. Sibê Qazî ji min re bînin, bila ji zarokan kirina karê xwe fêr bibe. Bila Faris, Hecî Elî, Husên û du zeytûnfiroş jî bên.”

Roja dîtir, Faris anîn cem Xelîfe Harûnê Reşît.

Xelîfe:

“Min do êvarê li te gudarî kir.Tu yê îro Hecî Elî û Husênê rastîn bibînî. Ka li ba min rûne. Bila wan bînin pêşberî me.”

Harûnê Reşît zîwirî ser Qazî û jê re got:

“Ev zaroka wê li çîroka wan gudar bike û tu yê jî ji wî hînî ji hev gerandina rastî û derewan bibî. Tu yê nas bikî ku kî diz e, kî jî mirovê baş e. Tu wek Qaziyekî, qazîtiyê ji vî zarokî fer bibî.”

Xelîfe dûre sed zêr da Faris û jê re got:

“Gava ku tu mezin bibî, bibî zilam, were cem min. Ez ê te bikim qaziyekî rastî.”

Piştî Şehrezad va çiroka bi dawî kir Şah Şahrîyar:

“Ev çirok gelekî xweş bû. Carnan zarok karin ji me mezinan biaqiltir bin.”

Şehrezad:

“Ya Mîrê mîran! Çîrokek dinê, ya dema Harûnê Reşît heye, ez bi wê jî dizanim.”

Şah Şahrîyar:

“Divê tu wê jî, şeva bê ji min re bibêjî.”

Şehrezadê got:

“Ser ser û çavan!”

 

Abdulkadir MALKASAN-ÇÎROKÊN HEZAR Û YEK ŞEVAN

Enstituya kurdi

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply