Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî baş diyar bike.

Xerabên heqiqî, qenciyê nişana ehmeqiyê dibinîn.

Ê ku olê xwedî dike; mirin e. Hetta ku mirin nemire, wê ol bijîn.

Serhişkî, ehmeqiya viyanê ye.

Li gor nêrîna bawerhişkan, her nûjenî, nîşaneke xerab bûyûnê ye.

Hetta ku gel hêvidar be, civak namire. Rêvebirîya herî xirab, gelê xwe dixe nav bêhêvîtiyê.

Gel / civak, ê ku bi derewa kêfxweş dike, ji ê ku bi rastiyê xemgîn dike, zêdetir hez dike.

Mirovên ku bêxt bilind kirine, ji mirovên ku xebatê bilind kiriye, zêdetir bilind xwiya dikin.

Derewê li ser kaxezê fermî dinivîsin, qey dibêjin me ew guherand rastiyê.

Kincê xweş li xwe ke. Lê bila kincê te, ji te ne hêjatir bin.

Hinek mirov hene ku, hetta ku azadiya kesî asteng nekin, xwe azad nahesibînin…

Xizaniya giran jî, wek dewlemendiya mezin hestê mirov pûç dike.

Evîna bêqusûr, evîna pêşî ye.

Xwarinê kufikî tenduristiya madê, fikrê kufikî tenduristiya mêji xera dike.

Herkes dîroka xwe, bi şopê lingê xwe dinivîsîne.

Ji bo hovan, mirovatî barekî giran e.

Nebêje; ‘‘Min kêmasî dît, mihebbeta min qediya.’’ Bibêje; ‘‘Mihebbeta min qediya, min kêmasî dît.’’

Mirov diqede, helbest naqede. Helbestên wek stêrkên li asîmana hene ku, Hin ronahiya wana negihîştiye mirovan.

Qencî bêencam namîne. Spasiyê an jî nankoriyê digihîne destê qencîkara.

Dilovanî ji çavê xizanan, ji destê dewlemendan, tê hêvîkirin.

Zikê hesûdan têr nabe, Berîkê hesûdan tiji nabe, Êşê hesûdan bidawî nabe.

Tiştên ku em li dibistanê dixwûnin, em di jiyanê de hîn dibin.

Masî dibejin; ‘bêguman gerdûn av e.’ Zanîna mirova ji, li ser gerdûnê enceq hewqas e.

Du hincetên zexelan hene; ‘pere tune’, ‘wext tune’.

Mamosteyên ku, dixwazin şewqa ronahiyê bidin dora xwe, divê wek findê hilandinê qaîl bin.

Ku tu fîkren nebî serdest, tê bibî bindest. Bêyî va herdu rêya, tu rê tunin.

Ji birîneke ku evîn vedike re, evîneke nû, wekî melhemekî dibe derman.

Aqlê gundîya ji ê bajariya ne kêmtir e, Lêbelê, aqilê gundîya zengarî dibe.

Mirov, dikare dîrokê her tiştî gotin bide; ji ber ku mirî îtiraz nakin.

Spasîya heqiqî, hin ku ji levan derneketiye, berê di çavan de tê xwendin.

Jiyan birastî komedî ye, lêbelê tê de em digrîn.

Lê welatê koran, tu jî çawêkî xwe qurç bike.

Zanistî, mirov ji dest nezaniyê azad dike.

Yên ku kesî naecibînin, kes naecibîne.

Ê ku fedî nizanibe, poşmaniyêjî nizane.

Way pezo belengazo… Şivên jî xwedî dike, Kûçkê şivên jî xwedî dike, Gur jî xwedî dike…

Derewek rê dide deh derewa.

Tu zimanê xwe bigre! Xwedê wê ûzwên tê din biparêze.

Ê ku li siyê dijîn, rojê nabînin.

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply