Silav. Poşmanî bi tena serê xwe felaketek e xwînerên ezîz, lê hin poşmaniyên me berra jî xedar in. Belkî ji ber kibr û quretiya me belkî jî ji ber meyla xweveşartinê, tiştên ku em bi pişta destê xwe tehm didin, red dikin hene, helbet ne hewce ye her tiştî bi tena serê xwe çareser bikin. Bila destên dirêjkirî bi yekdestî vengerînin, nemaze di vê sedsala dilşikên de. Hûn her hebin.
Pirtûkzade
Ez nediaxifîm; dema min guh dida Aleksîs Zorba, yekcar pê dihesiyam terr û ciwaniya dinyayê nûtir dibû. Hemî tiştên rojane vedigeriyan ew ronahiya berê ku cara ewilî bi destê Xwedê hatibûn afirandin. Av, jin, stêrk, nan; vedigeriyan çavkaniya xwe ya nepenî, û ew bahoza îlahî ji nû ve çerx dibû.
Stêrk cihê hev didizîn, zeman dibû yek lahze. Gava ez rabûm, bêyî ku çawaniya wê bizanim, min ew peywira dualî ku diviyabû li vê peravê bi cih bînim, di hişê xwe de xêz kiribû:
Diviya xwe ji hemû gumanên metafizîkî dûr bigirim, xwe ji Buddha azad bikim û hişê xwe ji tengezariya bêwate paqij bikim.
Ji niha û pê de, diviyabû digel mirovan rasterast û nêzîk têkiliya xwe ava bikim.
Min di ber xwe de digot, “Belkî jî ne dereng e hîn.”
Fikirîm, “Ev mêrik neçûye mektebê, ji ber vê ye helbet, mêjiyê wî neçeliqiye. Bi gelek tiştan rabûye, dîtiye û bi gelek jan û kulan êşiyaye; dilê wî vekirî û fireh bûye bêyî ku cesareta xwe ya hovane winda bike. Hemî pirsgirêkên ku ji bo me tevlihev û bêçare xuya ne, ew mîna hevniştîmanê xwe Îskenderê Makedonî, bi derbekê de safî kiriye; heta girêkên Gordionî jî. Nemimkûn e badilhewa karekî bike. Ji ling heta serî xwe bi axê ve girtiye. Mar ji bo hovên Afrîkî pîroz in, çima ku bi hemî laş û gewdeyê xwe ji erdê ve dixuşin, heq e divê hemî razên axê jî zanibin. Ew bi zik, dûvik û serê xwe gihîştine van razan. Lê em mirovên xwende, wek çivîkên bêaqil serî bi serî li hewayê ne.”
Dereng raketim. Ji ber ku lê diwerqilîm, “Jiyana min pûç bûye; heger ji min bihata, bi sungêr û potikan her tiştê ku min xwendî, her tiştê ku min dîtî û her tiştê ku min bihîstî paqij bikira û biçûma ew mekteba Aleksîs Zorba, dest bi wê alfabeya gir û esas bikira! Çi rê û dirbeke seyr! Minê pênc hestên xwe û temamê laşî perwerde bikira da bêhtir bi hezkirin û fêhmê bigihîştama. Minê xwe fêrî bazdan, gulaş girtin, avjenî, siwarbûn, bêrkişandin, ajotin û gule avêtinê bikira. Minê ruhê xwe bi goşt û goştê xwe jî bi ruh têr û tije bikira; kurt û kin, minê van her du dijminên kevnare di nava xwe de li hev bianiya.”
“Tu ciwan î, patron,” got. Ji dengê wî meqamên dijwar û bêcir belav dibûn. “Tu ciwan î, saxlem î, baş dixwî û vedixwî, cîgerên xwe bi hewaya paqij tije dikî, hêz û qaweta te li cî ye, lê bes tev ji bo çi ne? Tu bi tena serê xwe radikevî. Ma ne heyfa vê hêzê ye? Hema vê êvarê rabe, wextê neborîne; li vê dinyakê her tişt besît e, patron, de hîn çend caran ji te re bibêjim? Lê neçe û tiştan tevlihev neke ha!”
Min tiştek negot, lê kêfa min pir hatibû. Axêver û helbestvanên mezin jî bi heman awayî, û her carê wek halê ewilî dibînin her tiştî. Her sibe dinyayeke nû tê pêş çavên wan; na, ne ku tê, ew diafiranîn. Dinya ji bo Zorba jî, weke mirovên pêşîn ên li ser rûyê erdê, dîtineke tîr û gur bû; stêrk di ser re dixuricîn, behr xwe li dêm û rûçika wî dixistin. Wî erd, av, heywan û Xwedê bêyî mudaxeleya hişî, didît û bi wan dihesiya.
Víos kai Politeía tou Aléxē Zorbá (Βίος και Πολιτεία του Αλέξη Ζορμπά), Weşanên Kazantzakis, r. 73-74, Wergera Ji Yûnanî: Helwest Şîno
Ji rûpela pirtukzade yê hat girtin