Webala Tajdo – Çîrok

Gundê Hêlînê çar aliyê wî bi çiya ve dorpêçkiriye. Gûndeki pir mezin nîne. Ji çend taxan pêk te. Taxa nava gund navenda dîtina gundiya ye.

Gundiyên Helînê di nav xwe de jiyanekî bi kêf û coş avakirine. Dema ku dive zivistan li wir jiyan jî reng di guherîne. Hemu gundî her carê li dîwanxaneyekî kom dibin û bi henek û tevz û lakirdiyan weqta xwe derbas dikin. Qutiyên tutunê derdixin, çixara dipêçînin û qutî dest bi dest diğerin. Çeqînê hesta gurpe gurpê çixaran hindirê dîwane ji dumanê dike wek ewrê bi mij, kêran ji dûyê çixaran reş û tarî dibin. Gundî bi ser hev ve diçin tevz û tinazên xwe bi hev dikin, qala nêçîra kewan, kêvruşkan û hvd. dikin.
Di civakê de yê ku bêtir behsa mêraniya xwe dikir û peznê xwe dida Tajdo bu.

Ku axaftin dihat ser Tajdo her tim behsa serpêhatiya xwe ya geliyê sêvîtê dikir ku sê roj û sê şevan li wir bi tena sere xwe tî û birçî mabû lê dîsa ji netirsiyabû.
Yek ji henekvanê civakê jî Hesenê Qasim bû. Hesen ji aliye dê ve xizmê Tajdo bû. Civata ku Hesen tê de bûya û bi ser kê ve biçuya di dawiyê de ew kes di xeyidî û tirka civatê dikir. Roj û weqtên gund heya biharê bi vî awayî derbas dibûn.

Kar û xebatên gundiyan zivistanê li gund avêtina berfê ya li ser xaniya bû. Yê ku berfa xwe davêt ji mal derdiket û ber bi cihê civatê ve diçû. Bi gelemperî civat li mala Baqîyê Meyremê kom dibû. Mala Baqî her tim ji bo civatê amade bû.. Dîwan bi minder, doşek û balgîva raxistî bû, li aliyekî dîwar postê rovî, li aliyekî çifteyên neçîrê, bêhna biyokê daleqandî her tim diwanê xweş dikir. Mala Baqî li ser newala şîpê bû. Newala şîpê ji ber kû kur û asê ye ji kevir û zinaran pêk tê keysa ku avê derbas bikin tûneye bi şîpa aş avê derbas dikin ji wê bonê jê re dibêjin newala şîpe.

Aliyekî kevir û tetên mezin aliyekî darên guzan yê gir newala şîpê çar alî girtiye. Lewma ne bi tenê bi şev bi roj jî mirov bi tirs ji newalê derbas dibû. Dîsa rojekî civat li mala Baqîyê Meyremê gihîştibû hevdu. Hundir ji gundiya tije bûbû Tajdo di serê civatê de runiştibû û behsa serpêhatiyê xwe yê karwaniyê dikir. Di şevên havînê de li ber tava hîvê çewa gund bi gund digeriya. Di newal û dirban de derbas dibû li der ve bê tirs radiket bi şanazî qal dikir û peznê xwe dida.

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply