Di berhemên Kurdî yên Klasîkên Kurmancî de zêdetir peyva SERPOŞê hatiye bikaranîn.
Ew sergirtin jî bi çend navên cuda hatine binavkirin.
Ji bo sergirtina mêran: ŞAŞ, TILM, KUM, KOLOS, EGAL, KESK û ŞEWQE têne gotin.
Ji bo sergirtina jinan: ŞAR, ÇARIK, LAÇIK, TERHÎ, TEMEZÎ, KUM û KOFÎ têne gotin.
Ji bo sergirtina mêran:
ŞAŞ: Tenê mele û şêx didin serê xwe. Bi piranî rengê şaşê sipî ye û taybetmendiyeke wê di girêdanê de jî heye.
TILM: Kesên ku bûne hecî, didin serê xwe. Rengê wê, zer û spî têkil e.
KUM: Her mêr dide serê xwe. Ji hirî, liba û pembû çêdibe. Reng jê re nayê hilbijartin.
KOLOS: Kesên mîr, axa, maqûl didin serê xwe. Li gor herêmên Kurdistanê navê kolosan tê guhertin, weke kolosê Xerzanî, Kolosê Botanî, Kolosê Serhedî…
EGAL: Şaşika sofiyan e û rengê wê reş û qehweyî ye.
KESK: Şaşika seyidan e, rengê wê kesk e.
ŞEWQE: Di Sedsala Bîstî de bi navê ”medeniyet”ê derketiye.
Serpoşek jî heye ku ji kulav çêdibe û lê bîçimeke taybet heye, ew wergirtineke mêjûyî ya kurdî ye.
Ji bo sergirtina jinan:
ŞAR: Weke çarikê ye, zêdetir bûk didin serê xwe. Hin stranên folklorî jî bi navê ŞARÊ… hene.
ÇARIK: Ji pembû hatiye çêkirin, rengê wê sipî ye û pir tenik e, hin caran bi çivîtê reng dikin. Çivît/mê deneke şîn e ku pîrek çarika xwe pê şîn dikin.
LAÇIK: Bi piranî bi keviyên wê ve morîk, pelik û tentene hene. Jinên ciwan didin serê xwe.
TERHÎ: Çarik e, lê zêdetir li Herêma Xerzanê tê bikaranîn.
TEMEZÎ: Bi taybetî keça ku hêj mêr nekiriye dide serê xwe. Gelek rengên temeziyê yên cuda hene.
KUM: Weke elbikan ji textikê pir tenik çêbûye û bi temeziyên rengîn tê dorpêçkirin. Tenê bûk û jinên ciwan didin serê xwe.
KOFÎ: Her mînaye KUMê jinên ciwan e, tenê jinên navsere û pîr didin serê xwe. Li hawîrdorê wê rengên zêde ên temeziyan nînin. Kofî ji KUMê ciwanan dirêjtir e. Rûmeta jinên bi kofî zêde heye.
SERQOT: Kesê ku tiştek nade serê xwe, jê re tê gotin.
Ji van navên ku li jorê hatine nivîsandin, ger zêdetir hebin, bi kerema xwe binivîsin û bikin malê Ferhenga Kurdî.
Her şad û bextewer bin.
Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner
Riataza