Hukim hatiye dayîn!
Ji mirinan re bîranîn
Ji dayîkan re hêsir
Ji zarokan re lîstik
Û
Ji evîndaran re xem.
Li darbesta çûyînê bîranîn hatine xêzkiri
Ji pevçûnan re edil divê êd
Bila mirin jî li cihê xwe bimîne.
Ji zargotina miletekî bindest têm nava gengeşiya civakên hazir
Ji meyxaneya aşiqan hatime qewitandin rojeke înê ,dema nimêja esirê
Ji kulîmekên jinekê hatime qetandin li dorhêla mezelên keyayên berê
Ji destekî terikî re hatime diyarkirin li bazara pevşabûnê
Hukum xelas!
Bîranên bi birînan tije ne li gundikên xirbevala
Hêsir bi xwîn in êdî li ser rûyê ewrên wêran
Lêstik bi dawî bûn li ser dikên şanoyên sedsale
Û
Xem li ser hukmê hukum nakin êdî
Dilbirîn Dilo
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…