Muqayeseya Edebiyata Kurdî û Ya Cîhanê

Hinek kes edebiyata kurdî û edebiyata cîhanê, – bi taybetî jî edebiyata ewropiyan – muqayeseyê hevûdu dikin û dibêjin edebiyata kurdî qels e. Romana kurdî li gor yên cîhanê pirûpir qels e. Heta yek –di kovareke kurdî de – ji encama vê muqayeseyê dîtina romana kurdî tune derdixe. Yekî din – di malpereke kurdî de – dibêje ”romana kurdan heye, romana kurdî tune, romana zimanê kurdî tune.” dîtinên weha ecêb û tewş têne pêşkêşkirin. Ez naxwazim bi wan kesan re bikevim polemîkê û ez qet naxwazim minaqeşeya romana kurdî heye, tune? Bikim. Ji bo min bê minaqeşe romana kurdî heye. Lê di kîjan astê de ye, sewiya wê çiqas bilind e, kemiliye nekemiliye, gihaştiye kîjan radeyê û bûye navnetewî nebûye ev tişt dikarin werin minaqeşekirin û şîrovekirin.

 

Yên ku romana kurdî bi romanên cîhanê re muqayese dikin, bi piranî bi romanên klasîk yên rusî û frensî re muqayese dikin. Ew li romanên Dostoyevskî, Tolstoy, Hugo, Zola û hrwd, dinêrin û di nav nivîskarên kurd de di radeya van nivîskaran de nivîskar nabînin û di nav romanên kurdî de romanên wek ”Şer û Aşîtî” , ”Ana Karenîna” , Braderên Karamazov” , ”Nîna” , ”Yên Reben” û hwd, roman nabînin û dibêjin romana kurdî tune yan jî romana kurdî qels e.

 

Bi min şaş e ku romanên kurdî yên nûjen bi romanên klasîk yên cîhanê re were muqayesekirin. Romanên kurdî yên nûjen bila bi romanên nûjen yên cîhanê re bê muqayesekirin. Muqayeseyeke weha de, dê bê dîtin ku romanên kurdî kêmê romanên nûjen yên cîhanê nînin. Gelek romanên kurdî yên serketî hene ku ji gelek romanên tirkî, arebî, farisî û ji yên amerîkî û ewropiyan kêmtir nînin, heta ji wan serketîtirin.

 

Zilam heyranê edebiyata fransî ye, romanên wergerê yên edebiyata fransî dixwîne û muqayese dike. Yekê din heyranê edebiyata klasîk a rusî ye romanên kurdî bi yên klasîkên rusan re muqayese dike. Beriya salên heştêyî yekî parêzger ê pro-sovyet tim pirtûkên Soslov û Zagladîn dixwend û digot çima pirtûk û nivîsên îdeolojîk, teorîk yên di weşanên kurdan de têne weşandin bi qasê yên Sovyetê îdeolojîk û teorîk nînin. Ev jî îroniya kurdane ku doh di hêla îdeolojîk, teorîk de muqayese dikirin, niha jî di hêla edebiyat û romanê de muqayese dikin û hêjayiyên kurdan/kurdî qels dibînin.

 

Edebiyata kurdî ya klasîk jî heye û ew kêmê edebiyata klasîk a cîhanê nîn e. Berhema nemir Mem û Zîna mîrê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî û Dîwana pêxemberê helbestvaniyê Mellayê Cizîrî serketîne û muqeyeseyê edebiyata klasîk a cîhanê ne. Kurd bi edebiyata klasîk a kurdî serbilind in. Herweha divê kurd bi edebiyata kurdî a nûjen jî serbilind bin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply