Meriv çawa ji bo kampa konê amadehiyê bike?

Hewcedariyên me hemiyan ên piştî mehên ku em malê hatin girtin: Guhertina jîngehê. Hebûna li derve, ne li hundur, li qadek berfireh, ne sînordar, ji bo nûvekirinê. Di bin siya darekê de razayî, erd di binê lingên we de û ezmana li jor serê we hîs dikir. Pêşîn, em ê li ser betlaneya konê li wargehê biaxivin. Em qonaxa amadekariyê di bin 6 sernavan de navnîş dikin. Dûv re, em ê şîretên li ser rûniştinê/wergirtina konaxê bikin.

Cûreyek rûniştinê heye ku dihêle hûn van hemî hewcedariyên xwe bi budceyek hûrgulî bicîh bînin: Betlaneyên kon ê. Çend rojên ku li wargehek an di xwezayê de derbas bibin ji bo belavkirina stresa kombûyî, rihet kirin, arambûn û sivikbûnê hilbijartineke bêkêmasî ye.

Türkiye'de çadırlı kamp yapabileceğiniz eşsiz yerler| HT Gastro

1- Meriv çawa cihê kampê hilbijêre?

Hilbijartina xwe ya ku hûn ê kampên li kêleka golê, behrê an daristanê/parka xwezayê bikin.

Beriya her tiştî, biryar bidin ka hûn dixwazin cîhek çawa û di dema kampê de hûn kîjan çalakiyan bikin. Zelal bikin ka mebesta we ev e ku hûn bi roj meş, masî, avjenî an tenê li kampê bimînin.

Cihê xwe tomar bikin/veqetînin.Çadır kampı bile lüks oldu, fiyatlar yüzde 90 arttı - Ekonomi haberleri

2- Amûrên kon û razanê


Biryara konê xwe yê ku a çend kes bimînin maqûl e.

Doşeka hewa ji bo jimara kesên ku li ser razên maqûl e.

Pompeya doşikê ya bihurîn.

Lihêfê bi mezinahiya maqûl ku li ser doşeka bi rehetî were danîn.

Çenteyek razanê ya ku ji bo demsalê û germahiya şevê li herêma ku qada kampê lê ye, guncan e.

Eşorfman, tayt.

Tîşortê pî dirêj.

Goreyê stûr.

Heke hûn diçin li deverek ku bi şev pir germ e, mînakî li ber deryayê, kon û çarşef bes in.

Sokağa Çıkma Yasağında Kamp Yapmak - Tek Başına da Olur

3- Xwarin û vexwarin

Xwarinên pakêtkirî.

Konsêrve.

Vexwarinên di kutuyê de.

Ava şûşê.

Kîsikên çayê, qehwa amade.

Şekir.

Îskan/qedehên plastîk, tebax.

Kelûpelên ji metal sivik hatine çêkirin.

Çend ji biharatên weyên bijare.

Termos.

Ger derfeta we heye ku hûn li kampê elektrîkê bikar bînin, ger hûn dixwazin li şûna ku li xwaringehek nêz bigerin li cîhê xwe xwarineke hêsan amade bikin, malzemeyên jêrîn bi xwe re bibin:

Makîneya av germkirinê.

Ocaxekî biçûk.

Qabeke alumînyûm.

Kamp Malzemeleri Alırken Nelere Dikkat Etmeli? | Koçtaş Blog

4- Cilûberg

Şewqe (ji bo parastina ji rojê).

Krema tavê.

Berçavka tavê.

Çenteyê piştê.

Qazax.

Polar.

Solên werzişê.

Sandalet.

Goreyê stûr.

Goreyê tenik.

Kincên hûndûr.

Şort.

Pantor.

Tîşort.

Banda por û toqayê têl.

Türkiye'nin En İyi 10 Çadır Kamp Alanı | Kolayyolculuk.com

5- Madeyên paqijkirinê

Deterjan/paqijkerê qilêwê.

Sungera qilêwê.

Paçê ziwakirinê.

Gêla/Jela serşokê (bikaranîna wê ji sabûnê hêsantir e)

Şampuan.

Xewlî.

Otellere alternatif serinleten tatil: Çadır kampı

6- Materyalên din ên hewce

Çenteyê arîkariya yekem (band-alîkarî, derman ji bo kêzikan, êşbir).

Kursiyên portatîf (ji ber ku bi saetan li erdê rûniştin mirov  diwestîne).

Tûrikên mezin, piçûk, navîn (dema ku hûn diçin gerê ji bo xwarinê têxin hundurê tûrik, berhevkirina materyalên qirêj, hwd.)

Qendîl, mûm (li derveyî konê ronî dike).

Çira û baterî/pîl.

Heste, kibrît.

Mat an jî xalikê hinek stûr  ( ji bo li cihê sert li ser rûnin).

 

Werger: Çandname

Çavkanî: hthayat – Nevîn Şîrîn

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply