Meriv çawa çaydankê şewitî paqij bike?

Çend awayên cuda yên şuştina çaydankên şewitî an jî reş bûn hene.

Paqijkirina çaydanka şewitî bi rastî ne dijwar e. Hûn dikarin bi hêsanî bi materyalên malê paqij bikin. Li vir ji bo we reçeteyên zêrîn hene…

Meriv çawa çaydankek şewitî paqij bike?

Sîrke – Rêbaza xwê

Materyalên bikaranîn

  • Qedehek sîrke
  • Kevçîyek xwê
  • Singerî pak an paçekî paqij

Bikaranîn

Xwê têxin ser sîrkê û bi temamî tê de bihelanîn. Dûre bi alîkariya paçekî an jî bi singerekî paqij, bi vê têkelê beşa şewitî ya çaydanê pê paqijbikin. Pêdivî ye ku şuştin bi paç an singerê ku ya deforme nekê û ji hêla derve re kirin. Wekî din, dibe ku li derve deforme çêbibin û xuyangê çaydankê xera bikin.

Sîrke – Rêbaza Karbonat

Materyalên bikaranîn

  • Kevçiyek sîrke
  • Kevçiyek soda 
  • Tawe

Bikaranîn

Sîrke û soda di satilekê de tê rijandin. Ava sar bi ser de tê zêdekirin û çaydanka şewitî têxin nav avê. Binê sobê vekin û avê bihêlin ku bikele. Bi vî awayî, piştî ku demekê tê kelandin, sobe tê vemirandin û çaydank jê tê derxistin û bihêlin ku ew bixwe sar bibe. Paşê bi alîkariya avekê baş paqijbikin.

 

Werger: Firat Bawerî

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply