Li Ser Çend Taybetiyên Edebiyata Kurdî Ya Modern

Me ji bo mijara sohbeta xwe ya vê êvarê gotiye, “Li Ser Çend Taybetiyên Edebiyata Kurdî ya Modern”. Bi rastî ev nav, bi zaniyarî hate hilbijartin, ji bo ku îmkan hebe mirov hem axaftineke serbest bike û hem jî ji peywendekê ewçend dûr nekeve. Belê, sernav şimûleke berfireh işaret dike, lê li ser navê edebiyata kurdî ya modern jî sînorek datîne. Belkî di nav vî sînorê de min dil heye ku sohbeta me bersiva hin pirsan jî bide. Wek; kêm-nivîsîn, li ser metnê û helwesta nivîskar tesîreke çawa çêdike? Nivîskarê kurd çima li ser zemînekî rewşenbîrî bi me re diaxife?..

Belê, madem peywenda me edebiyata kurdî ya modern e em ji vir dest pê bikin… Dema em dibêjin edebiyata kurdî ya modern, bêtir roman, kurteçîrok, helbesta serbest, şanoyên ku van salên dawîn hatine nivîsîn, tên bîra mirov. Lê wekî her tiştî, edebiyata kurdî ya modern jî xwediyê rabirdûyeke kevn e. Ez dikarim bibêjim ku emrê vê kevinbûnê bi awayekî gilover 100 sal heye, lê ku mirov bi nezereke hûr lê binere dê bibe 133 sal. Çima ev tarîx, ku teqabûlî 1881ê dike? (Ez dibînim ku hûn hûrik hûrik dikenin, lê bawer bikin ev cilweyeke qederê ye ku zayîna Ataturk û destpêka edebiyata kurdî ya modern, rastî heman salê tên!) Çima wisan dibêjim, ez ê kêliyeke din îzeh bikim. Jixwe îşev dixwazim bi riya helbesteke Koyî pêşiya axaftina xwe vekim, piştre bêm ser şanoya me ya yekem, Memê Alana ya E. Rehmî Hekarî, dûre bi Cîm û Gulperiya Cegerxwîn dewam bikim, ji manîfestoya Hawarê û hin berhemên wan û dawî jî ji çend romanên van salan mînakan bidim û şerha axaftina xwe bi wan vekim. Û hinek jî nişan bidim ka edebiyata kurdî, çima edebiyateke balkêş e, rengîn e û rengvedaneke rewşa kurdan e.

Koyî / Xakî Cizîr û Botan

Ew helbesta Koyî ya ku dibêjim, “Xakî Cizîr û Botan” e. Koyî di vê helbestê de wek elametekî dewra modern, civata xwe rexne dike, qala bêkêriya gewremalan, berjewendperestiya şêx û melayan, cahiliya xas û aman dike û hemû kurdan dawetî xîret û xebatê dike, dibêje ger ev xîret tunebe dê welatê me jî ji dest here û em ê ji xewa xefletê şiyar nebin û dê nîmetên serxwebûnê (musteqîlî) jî tu car nebin nesîb… Guftûgoya siyasî ya vê helbesta dirêj, ermenîkirina xaka kurdan e. Wisan texmîn dikim Koyî dixwest xetereya Hevpeymana Berlînê (1878) a ku li ser navê Wilayetên Sitte hin destkeftiyan dida ermeniyan destnîşan bike. Koyî ji bo balkişandin û hişyariyê jî hêza teyakkûz û rexneyê bi kar dianî. Digot wellahî ev bela ye, hindek pê nizanin lê dê îqlîma me bike tofan, ev tofana avê nîne ku çû heya serê çiyayê Cûdî, dê di behra vê tofanê de top û tifeng û insan bin guhê hev bikevin.

Lewma ter û hişk, hemû aliyên kurdan ên ku Koyî pê ne razî diketin ber rexneya wî ya tund. Rexne, rexnekirina sazî û hişmendiya berê girîng e, ji ber ku rexne, zaroka modernîteyê ye û bi xwe re nûbûnek tîne. Lê di vê helbestê de ne tenê rexneyeke civakî heye, tê de rexneyeke edebî jî heye: Koyî dibêje em di esreke wisan de ne kes êdî bi pûlek be jî qesîdeyek nakire, ji ber ku rojname û cerîde ketine şûna wê. Ev yek, dîtina têkçûna edebiyata kevin û geşbûna stêrka pexşanê ye. Lê wekî ku hûn jî dizanin ji aliyê hişmendiya polîtîk ve lazim e nûjeniyeke din a Koyî hebe. Ger Şoreşa Frensiz ne tenê îdealên wek azadî, wekhevî û biratiyê derxistibe pêş, her wiha fikra netewetiyê, mafê welatî û mirovan, avakirina netewe-dewletekê jî teşwîq kiribe, lazim e ev reng di Koyî de hebe. Em lê dinerin ew jî heye. Ji ber ku di ciyekî vê helbestê de Koyî bi dengekî hêrsbûyî dibêje ku bulxar û sirb û yonan hem ermen û qeretax, ev her pênc miletê ku bi qasî Baban nînin, îro tev serbixwe ne û sahibê ceyş û rayet û her tiştî ne. Em çima niha ne wisan in? Ka ew demên ku kurd azad û serbixwe bûn? De rabin pê û ji vê tembeliyê xwe xelas bikin… Belê, hişmendiya wî ya polîtîk jî modern e.

Piştre teferûateke ku em dikarin bikin destpêka edebiyata kurdî ya modern, dirêjî me dikir: Tu nabînî digot hê duh bû ku ehlê Sûdan weku şêr rabibû pê ku îro xwediyê hemû îmkanên musteqiliyê ye. (Elbet qesta wî li hember rêvebiriya mêtinkarî ya îngilîz, serîrakirina artêşa mehdî Muhammed Ahmed bû.) Ger dîroka hatina Koyî ji bo Stenbolê ne sabît be, ev e ev dîroka serhildana ehlê Sûdanê sabît e: Ew, teqabûlî 1881ê dike. Ev helbesta Koyî ger ji aliyê disîplîna dîrokê edebiyatê ya kurdî ve baş bê binecîkirin, dê destpêka edebiyata kurdî ya modern 17 sal beriya rojnameya Kurdistanê here.(Ku ev du sal e di dersên xwe de edebiyata me ya modern, ji vê helbestê didim destpêkirin û ji bo gotareke dirêj jî li ser dixebitim.)

Me niha ji bo çi behsa Koyî û vê helbestê kir:

1. Dîroka edebiyata kurdî ya modern beriya derketina rojnameya Kurdistanê ye û ji sed salî zêdetir e.

2. Koyî bi vê helbestê dikare bibe pêşengê helbesta kurdî ya nû, ji ber ku naveroka wê ji helbestên berê gelek cihê ye.

3. Edebiyata kurdî ya modern ne li bajarekî Kurdistanê, li payîtextekî kozmopolît (Stenbolê) derketiye meydanê.

4. Ev helbest wek keşkûlekê ye, tê de her tişt heye. Bi gotineke din, tê de wisan fikr bin guhê hev dikevin, yekparebûna mijara helbestê dikeve xeterê.

Jixwe ez dixwazim hinek li ser vê taybetiyê bisekinim. Belê di vê helbestê de ji qîmeta nûsîna bi zimanê kurdî bigre heya xelasiya ji cehaletê, ji xweşbûna serxwebûna dewrên qedîm bigre heya perîşaniya îroyîn, ji bêferasetiya malmezinan bigre heya fêmkoriya şêx û melayan, ji xîreta ji bo musteqîliyê bigre heya pêdiviya îradeya şexsî, ji bêqîmetbûna edebiyata kevin bigre heya geşbûna stêrka rojnameyan, ji xetereya avabûna Ermenistaneke mezin bigre, heya serobinbûna demografiya welatê kurdan, ji bo azadiyê hêza mişterek a şûr û qelem bigre heya avakirina artêşeke modern, di zept û reptkirina milet de ji rola fen û ilm bigre heya îtîfaqeke ku tê de her kes wekhev e…

Belê tê de gelek tişt hene ku min hê nivî wan neqil kir. Mirov dibêje qey Koyî dê careke din fersendek nebîne binivîse, lewma hemû derdên xwe aniye ziman. Elbet tê de telaşa derengmayînê jî heye: Hin milet li wê trêna musteqîliyê, medeniyetê û teraqiyê siwar bûn, ka em ê çi bikin!.. Dîtina vê derengmayînê, telaşek çêdike û ew telaş derbasî metnê jî dibe: Ka tê de hemû pêdiviyan bibêjim, belkî careke din nivîsandin nebe nesîb!..

Ebdurrehîm Rehmî Hekarî/Memê Alan

Miştbûna metnê ji gelek fikr û ramanan, di şanoya yekem a kurdî Memê Alan (1918) de jî heye. Mijara vê piyesa du perdeyî ev e: Ji bo parastina Qudsê Siltan Selaheddîn senceq vekiriye, dê mîrê Hekarî jî tevlî vê xezayê bibe, lewma cab şandiye ji derdorê re. Memoyê kurê Çavreşê, biryar daye ku here vî şerê pîroz. Perda yekem vê biryarê qiset dike, ya duyem jî vegera Memo ji şer û trajediya ku ji şaşfêmkirinê diqewime. Di perdeya yekem de dema Memo destûr ji diya xwe dixwaze, diya wî, şûna ku bibêje kurê min neçe, ez bi serê te me û tu hê zavayê heftêyekê yî, me tene nehêle, wiha dibêje: “Kurê min, di riya dînê xwe û di riya welatê xwe de eger ez te helal nekim, Xwedê jî min helal naket. Eger tu îro neçî, sibê dijmin dê bêtin. Min tu ji bo rojekê weha xwedan kirî. Ku tu wî ciyî ji bo dîn û welatê xwe bigirî, navê kurdîtiyê, kurmancîtiyê îla bikî, min şîrê xwe helal kir.” (r.26)

Ji aliyê dayikeke adetî ve ev gotinên ha elbet zêde zorakî ne, jixwe di vê metnê de ji xeynî Xezala jina Memo, leheng ewçend realîst nehatine xêzkirin, ew di bin gotin û niyetên nivîskar de pariyek xûz in. Lê fereza em bibêjin Çavreş diyeke niştimanperwer e an diyeke dilkevir e, lewma destûr dide. Lê belê nivîskar ji bîr dike ku di salên parastina Qudsê de (1189) fikra kurdayetiyê, peyva “welat” hê îcad nebûbû. Bi ser de ev metna piçûçik (ku mirov dikare 19-20 deqîqeyan de bixwîne) bi van temayên mezin tije bûye: Olperwerî, kurdperwerî, namûs û mêvanperwerî. Birastî nefesa metnê, di ber van temayan de teng dibe, qefesa singê wê têrê nake ku ji devê lehengan fikrên nivîskar bigihîne me. Lê carekê nivîskar biqerar e, dê van mijaran bi me re parve bike û peyama xwe bigihîne me. Lewma di hem diyalog û hem jî monologên wan de binê van temayên dilpak tê xêzkirin. Jixwe mirov destpêka piyesê binêre, di binê nivîsa Memê Alan de, di nav kevanê de dê ev hevok bê dîtin: “Tiyatroya kurdan fezîletê kurdan noşî didit.”

Cegerxwîn/Cîm û Gulperî

Ger we Cîm û Gulperî ya Seydayê Cegerxwîn xwendibe, we vêga ferq kiriye metneke gelek zar-şêrîn e. Di kêliya xwendinê de li ser navê xwe dibêjim, min gelek kêf jê girt. Lê Seydayê Cegerxwîn jî ew kiriye keşkûlek û her tiştî tê de bi cî kiriye: Bêtifaqiya kurdan, belengazî, koçberî, talankirina eserên dîrokî, adetên paşverû, evîndariya dotmam û pismaman, parodiyên ku digihîjin çîrokên gelêrî (wek Siyabend û Xecê), li hember zordariyê, şer û xîret hwd. Cegerxwîn van yekan bi riya evîna Cîm û Gulperiyê qiset dike, ji zaroktiyê heya azibiyê! Bi ger û geştên van her du cîranên dildar dixwaze ji civata kurdan panaromayek li ber me dayne. Datîne jî. Bi gera wan a Lubnanê destnîşan dike ka kurd çiqas belavî her derê dinyayê bûne; bi gera çiya hem xweşikbûna sirûşta Kurdistanê û hem kavilbûna avahiyên wê yên dîrokî û hem jî şahidbûna bêtalihiya evîndarên vê serdemê ku di rewş û tentêla Siyabend û Xecê de ne; bi çûna sînemayê li hember zilmê desthilanîneke şoreşger; bi gera Amedê, pêşbaziya hespan û mêrxasiya ciwanên kurd hwd. nîşan dide. Dide, lê bi awayekî gelek grotesk û ecêb, ku mirov nafesirîne ev metin çi ye û ji bo çi hatiye nivîsîn! Lê ji metnê diyar dibe ku ji bo gelek mebestan hatiye nivîsîn. Seyda ji bo peyamên civakî wisan dilxwaz e, di dawiya metnê de ji bîr dike ku ji ber sedemên adetî malbata Gulperiyê naxwaze bi Cîm re wek berê bigere, ji ber ku her du jî mezin bûne, serbestiya masûmiyeta zaroktiyê li dû maye û malbata qîzikê ji gotegotên gundiyan ditirse. Lê Seyda çîrokê ji vê çarçovê derdixe, dike nav çarçoveyeke din. Tu lê dinêrî qodên çîrokê tev ber bi wateyên temsîlî ve şemitîne. Ji ber ku Gulperî, di dawiya çîrokê de êdî ne qîza cîran e, welatê dîlketî ye û yên ku dîtina Cîm lê qedexe kirine û jiyanê lê kirine dojeh jî ne malbata wê ye, “dijmin” in. Jixwe di dawiya çîrokê de ji devê Gulperî bixwe ev peyv derdikeve, dibêje “bêkuştin û yekîtî tu min ji nav lepên dijminan dernaxî”.

Çîrok, çima hat vê qonaxa ku bi sembolên kolektif êdî tê xwendin û vegotin? Tu sedem nînin. Cegerxwîn wisan dixwaze, herhal bi wê qaneetê ye ku çîroka wî rengekî kolektîf bigre, dê manîdartir bibe!

Ji Nifşê Hawarê

Yên ku çîrokên nifşê Hawarê xwendibin dê bibîrbînim ku di gelekan de hesreta welat, kesera ku ji têkçûna serhildanên netewî der dibe mijareke berbiçav e. Û her wiha li hember îmaj û nasnameya tirk vebêjeke de-kolonyal û avakirina nasnameyeke kurd jî serî radike. “Dildiziya Gulekê”, “Li Ber Tevna Mehfûrê”, “Gulê”, “Hevîna Perîxanê”, “Li Goristaneke Amedê”… Heta di çîroka herî ji vê peywendê dûr de jî, ev yek heye. Mesela “Eyloyê Pîr”, ku çîrokeke dewrên qedîm e û bi mijara xwe ve ji çîrokên din ên Kamuran Bedirxan vediqete. Heta rê li ber mirov vedike ku mirov xwendineke psîkanalîtîk li ser bike. (Lê ka bila ev niha nekeve navbera gotinên me.) Di ciyekî vê çîrokê de, dema Gurgînê kurê Mîr Tacîn çûye talanekî giran rakiriye aniye û ev qehremaniya wî bûye sedem ku li hember giregirên dîwana mîr bê perrûkirin (taltîfkirin), nivîskar dibêje: “Gurgîn di şerekî mezin de zora tirko biribû, xelkê Kurdistanê pê şa bûbûn”.

An di helbesta me ya yekem a serbest de, yanê di “Bilûra Min” de pêşî nediyar e ku rengekî civakî hebe. Helbest di nav tema û teswîrên pastoral û hestên lîrîk de diherike diçe. Lê du caran helbest rengekî giştî digre: “dema ko dinya hişyar dibe / ji xew radibe ji me re / strana azadî û serbestiya / Kurdistanê binehwirîne…” Ciyê duyem jî ev e: “Û bêdengiya şevê de / pêjna lingên mêrxasan tê.” Sal, 1941 e. Ku di vê salê de hema bibêje li hemû parçeyên Kurdistanê tevgerên netewî zeîf bûne, kurd li ber dijminên xwe mixabin têk çûne. Lê dîsa jî nivîskarê kurd dixwaze bêdengiya şevê bi pêjna lingên mêrxasan bişkê!..

Piştî Hawarê û Îro

Ez wisan bawer im bi vî çavî mirov li metnên kurdên Qafqasyayê û diyasporayê binêre, dê di wan de jî ev mudaxeleya rewşenbîrî bê dîtin. Ji ber ku di nav jiyana kurdan de zemînek heye ku nivîskar xwe mecbûr bibine da ku ji bo gelê xwe kêşeya sereke destnîşan bike, metna xwe ji mebesteke kolektîf mehrûm neke. Îro ev guheriye? Ne zêde! Dema min di xebata xwe ya dawîn de cih da 16 romanên ku pala xwe dane folklorê, min cardin dît ku di gelekan de ji ber endîşeyên giştî, nivîskarê kurd, çalakiya rewşenbîrî daniye pêşiya çalakiya edebî. Yanê hê jî nivîskarî wek beşeke rewşenbîriyê tê dîtin. Ne wisan bûya dê metnên wek Şewêş (Fuad Temo), Le Xewma (Cemîl Saîb), Meseley Wijdan (Ahmed Muxtar Caf) an Awatî Dil (Pîremêrd) bihata temamkirin û li kêleka van dê hin metnên din hebûna!

Lê çi ye ku wek miletê xwe nivîskarê kurd jî di nav atmosfereke neasayî de dijî û dinivîse, rastî mêtinkariyeke despotîk hatiye, ji ber tirsê metnên xwe veşartiye, ji ber wan ketiye hepsê, îşkenceyan tam kiriye hwd. problema wî ya yekem ne edebî ye, polîtîk e. Jixwe modernbûna kurdî jî di destpêkê de modernîzasyoneke siyasî ye ku hemû enerjiya xwe bi şiyarkirin û serwextkirina kurdan xerc kiriye. Lewma nimûneyên edebî, bala xwe bidinê di destpêkê de kêm in (di Êwra Stenbolê de çîrokek e, şanoyek e, ji tirkî çend helbest in ku hatine wergerandin û bi piranî jî helbesteke şiklen klasîk, bi naverokî jî qismên modern heye) û wekî ku min aniha anî ziman hinek jê jî netemamkirî ne. Jixwe ne xerîb e ku di gelên bindest de erka edebiyatê, heya radeyekê di bin xizmeta mebestên kolektîf de be. Piştî vê saetê tiştê xerîb ew e ku hêza edebiyatê evçend bê zeîfkirin û wek enstrûmaneke xeyrî-xweser bê dîtin. Çimkî dibe ku ev yek bi xwe re qelsbûn û belawelayek bîne. Nexwe polîtîkbûna edebiyata kurdî, waqieyek e. Kurd çi ye ku miletekî bindest e, nûsîna bi kurdî, bi serê xwe helwesteke de-kolonyal e. Ger neyê jibîrkirin ku sîstemên kolonyal çand û zimanên herêmî bêqîmet dikin û ew li ber çavên xwediyê wan reş dikin, wê deme kurdînûsîn, li hember vê bêqîmetkirinê, li hember asîmîlasyona çavsor bersiveke polîtîk e.

Di pratîkê de ha ji we re îsbata wê: Hawar! Ev polîtîkbûna bivênevê, di manîfestoya Hawarê de eşkere ye! Di jimara pêşîn de nivîsek heye bi navê “Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê”. Di ciyekî de dibêje, “Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin.” Lê piştre 7 xalên ku tên jimartin (belavkirina alfabeya kurdî, berhevkirina zarên kurdî, berhevkirina çîrok û çîrçîrokên kurdî, stranên kurdî, senifandina dîwanên kurdî û jînenîgariya şair û mirovên bijarte, tesbîtkirina reqs û qeydeyên kurdî, senifandina hatinên Kurdistanê û dîrok û erdnîgarî) hemû jî ji hev polîtîktir in.

Digel vê yekê, miştbûna metneke kurdî ji peyamên kolektîf, hê jî berdar e. Ji ber ku di vê qonaxa dawîn de mirov dikare çend işaretên vê tetbîqê li ser hin metnan bibîne. Ez dibêjim rexneyeke Folklor û Romanê li ser vê bû: Çima hin metin, wek eraseya fikrên nivîskar hatine bikaranîn? Çawa netîrbûna teferûatan, ew ber bi epîromanê ve ajotine? Di bin endîşeyên îroyîn de çima evçend xisarên edebî diqewimin?..

Nav ne lazim e, di çend romanan de derbas dibe ku gundiyên jirêzê tu lê dinêrî ji Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî beytan jiberkirî dixwînin, ji pirsgirêkên netewî hayedar in, bi girîngiya yekîtiyê hesiyane… Mesela di romana Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan de nivîskar qîma xwe bi vegotina evînekê nayne. Tê de sahneyên ku ji îhtiyacên îroyîn der bûne, cih girtine û ev sahne jî ne yek û ne jî dudu ne: Di îxanetê de rola bindestiyê, di çewtiyên şexsî de rola jeng û qirêja Osmaniyan; ji ber neyekîtiyê ka çawa welatê kurdan bûye meydana cenga tirk û eceman; ji ber nezanî û sîqaldayîna Ebasî, Emewî Sefewî û Osmaniyan ka me êzîdî, ev kurdên resen ên sadiqî ziman û çanda xwe çawa qetil kirine; pertbûna xezel û beytên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî li ser zimanê hemû lehengan… Romaneke xweş û sirûştî ye, lê dema ev temayên ha lê zêde dibin, ji wê sirûştiyê pariyek dûr dikeve û peyamên nivîskar sere xwe radikin.

Di van hemû metnên navborî de, peyam ketiye pêşiya otonomiya metnê. Vê têgehê, yanê otonomiya/xweseriya estetîk, wisan ne di wateya disîplînên Formalîstên Rûsî, Rexneya Nû ya Anglo-Amerîkan an Binyatgeriyê de bi kar tînin, nexêr! Ew li ser navê metnê, wan peywendên ku metnê ava dikin red dikin. Bi min her metin xwediyê peywendeke dîrokî, siyasî ango cinsiyeta civakî ye. Bêyî van metin dikare wek sîstemeke navxweyî bê îzehkirin, lê kêm dimîne. Li vir xweserî ji bo min, destpêka sînorê diyardeyekê ye. Hûn bi çi mijûl bibin, nasîna wî warî ji bo we hem îmkan û hem jî sînor e. Yanê hûn dikarin ji “kaxez” gelek tiştî çêbikin, lê hûn nikarin pantorekî teng an balgîvek çêbikin. Ev yek îmkan û sînorên xweseriya kaxezê tayîn dikin. Di vê meseleyê de mirov dibêje qey nivîskarê kurd, îmkan û sînorên cureya li ber destê xwe bizanibe, dê li ser navê edebiyatê çêtir heqê wê xweseriyê biparêze.

Encam

Di vê tabloyê de para kêmnivîsandinê heye? An dibe ku kêmnivîsandin xîmekî vê keşkûleyê (kırk ambar) be? Bi min, erê! Ji ber ku Koyî xwediyê yek dîwanê ye, yanê yekî kêm-nûs e, dîwana wî piştî wefata wî gelek sal şûnde (1925) çap bûye. Em lê dinêrin Ebdurrehîm Rehmî Hekarî yê ku di kovara Jînê de helbestên kurdî û gotarên kurdî jî nivîsiye (çîrokeke wî ya bi tirkî jî heye: “Bir Kurd Mahbubesinin Sabah Meşguliyeti”) careke din vegeriyaye şanoyê? Na! Jê tenê ev nimûne heye. Tîrên xwe ji bo carekê li armanca xwe vala kiriye. Em Reşoyê Darê (1956) lê nekin, mînakên pexşaneke edebî zêde nînin bal Cegerxwîn. Heta Cîm û Gulperî (1948) ji sê payan payek bi beşên helbestê (Cegerxwîn “xweşxan” dibêje) tije ne. Yanê Cegerxwîn jî vê cureyê nedomandiye. Û ev e niha ferq dikim ku -Îhsan Colemêrgî jî tê de- romannûsên ku ketine xebata Folklor û Romanê jî kêm-zêde di eynî rewşê de ne. Yek-du kes ne tê de praksîsa van nivîskaran ji nimûneyekê wêdetir nîne!

Elbet ev bêîstîqrariya şexsî, ji ya siyasî xafil nîne. Ji ber ku nivîskarê kurd di heman demê de ew kes e ku hatiye girtin, kuştin, berhemên wî hatine windakirin, şewitandin, qedexekirin… Di nav evçend giyankujî û zimankujiyê de berdewamiya jiyanê bi xwe zor û zehmet e. Lê belê her tişt diguhere. Duh nivîsandina bi kurdî têra gelek tiştî dikir, ev çalakî bi serê xwe helwesteke qedirbilind bû. Lê texmîn nakim ku sibê, têrê bike ku mirov xwe bi wî mertalî biparêze. Her kemiyet, li pey wesfekî ye. Hebûna wî wesfî zor dide nivîskarê kurd ku tiştên baş û kûr jî binivîse. Erê, ew peyrewên Mele Perîşan, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Koyî, Celadet Elî Bedirxan, Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Bextiyar Elî ne û bi vê tercîhê jixwe kohî û kenarîbûnê pejirandine, rûmeteke a prîorî heq dikin… Lê, têrê nake! Wesfekî ku zewqa me ya edebî, meraqa me ya insanî tetmîn dike jî lazim e. Ez dibêjim dema nivîskarê kurd, bawerî pê anî ku ji vî karî re sebr û karkeriyek divê, û di ber de nimûneyên çalakiya xwe zêde kir û di her berhemê de bi awayekî bêhnfereh û neqişkar ji me re çîroka xwe vegot, wê demê wesf jî dê keremî hundir bibe û tu sedem namîne ku li gor dile me xwendevanên vê edebiyatê tunebin.

Ji bo sebra we spas dikim…

Remezan Alan / 01.02.2014

zimanuwejeyakurdi.wordpress.com

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply