Li Gor Dînê İslamê Ji Derewan Re Cih Tuneye

Derew tê me’na rastnegotin, xapandin, di ser rêya rast de xistin, îfsad û fesadî derxistine. Û dijî rastî û heqîqetê ye. Dînê îslamê; ne dînê xapandin û derewan e. Dînê îslame Dînê; heqqê, rastiyê û edaletê ye.

Qur’ana pîroz û Resûlê Xweda, pir li ser vê meseleyê disekine û nehî /qedexe dike. Û dibêje; “Dawiya derewkaran agirê cehennemê ye.”

Di sûreya Alî îmran Ayeta 78an de; “Ji wan civatek, dema kitabê dixwînin zimanê xwe lê xwar dikin da ku hûn wê ji kitabê bizanibin. Hal ew e ku ew ne ji kitabê ye. Dibêjin ew, ji cem Xwedê ye, hal ewe ku ew ne li cem Xwedê ye. Ew li ser navê Xwedê derewan dikin, û dizanin ku ew derewin jî.” Wusa xuya dike ku derewên tewrê xerab, ên ku li ser navê Xwedê tên kirin.

Dîsa di sureya Zûmer, Ayeta 32an de dibêje; “Ma ji wî kesê ku li ser navê Xweda derewan bike û, dema ku Qur’an jê ra hat bawerî pê neyine zalimtir kî heye? Erê ma qey di cehennemê de ji bo kafiran cih tuneye?”

Di vê ayete de jî xûya dike ku derew karê kafiran e, û netîca wê jî agirê cehennemê ye

Dîsa di Sureya Hecc Ayeta 30yî de; “ Rewş ew e, kî ku rêz li fermana Xwedê bigre, ew li cem Xwedê ye. Û ew jê re çêtir e. ( Di dîn de, ew ên ku herambûna wan) ji we re hatiye beyan kirin ew ne tê da ye. Heywanên din ji we re hatine helalkirin, naxwe xwe ji pûtê necîs biparêzin û xwe ji şadezoriyê/derewan jî biparêzin.”

Dîsa di sureya Furqan Ayeta 72an de ; “Ewên ku şadezoriyê nadin û (derewan nakin) û dema di ber kirêtî û kelewajiyan re derbas dibin bi cîwanmêrî  têkil nabin ( ê bi cennetê, bên mukafatkirin).

Dîsa di sureya Duhan, Ayeta; 8,9,10an de ; “Û kîjan çikosî bike û xwe ji Yezdan re ne hewce bibine, û qencegotinan bide derewdêrandin ê, êdî emê ji bona wî ra çuyîna li bal rênê zehmet ra hêsanî bikin.”

Dînê îslamê dînê; rastî yê ye, dînê heqî yê ye. Ne dînê xapandin û derewan e.

Pêxember (s) dibêje; “Ê ku me bixapîne ne ji me ye.” Dîsa di hedîsa şerif de dibêje; “Kî ku bi derewan li ser navê min bêje; bila li cehenneme cîhê xwe amade bike.”

Di gunehê kebaîr de/mezinde yek, bi derewan sond xwarin e. (Buharî.)

Xwedê lê razî be Saîd ê Nursî di Lemaatê de dibêje; “Derew lafze ka kafir e, hebek sidq û rastî bi mîlyonan derewan dişewitîn e.” Di Xutbeya şamê de; “Di vî zeman û zemînî de, ên ku ciwata Îslamê şûnda xistiye, şeş nexweşî ne, ji van, nexweşiya duduyan, sidq û rastiya ku di nava ciwatên Îslamî de miriye û nema ye, raber dike.”

Disa dibêje; “Bila her peyîvên te rast bin, her hûkmê te bila heq be. Ji derewan re tewr cîh tuneye, qet ku hinek fayde û berjewendî têda hebin jî, ji derewan re, rê tuneye.

Dîsa Di îşarat ûl îcaz ê de dibêje; “Derew esasê kufrê ne, derew; elameta nîfaqê ya yekemîn e.  Derew li qudreta Xweda îftere kirin e, Derew exlaqê alî texrîb dike, û hildiweşîn e. Sebeba fesadiya civaka alem e, derew in. Ê ku însaniyet li kemalat û pêşda ççyînê,  şûnda hiştiye kizb û derew in.”  

Dîsa dibêje; “ Tiştê ku zerara xwe li fayde yên wan zêdebin ew tişta menxûse û ne muhteber e. Ji bo wê, vî zemanî ji derewan re fetwa tuneye. Lewra Esasê îslamê; sidq e, rastî ye, derewnekirin e. Mihwera peşveçûyînê, sidq û rastî ye.”

Dîsa dibêje; “Xasseya îslamê rastî ye, nizama Îslamê rastî û sidq e. Ê ku Muhammed (s) derxistiye dereceya tewra bilind, sidq e. Ê ku sehabeyê kiram bilind kirine rastiya wan e. (Lê belê  çaxa tiştê ku xeyrî sarih bên gotin ew jî, wê çaxê ji derewan nayên hesibandin.)”

Di Mektuba 20an de dibêje; “Madem hemu kirdar û karên Wî, Heq, rastek û rastîn in û li gor ciddiyetên e. Hem madem bi şahidbûna berhemên Wî , hemu kemalat delîlên kemala Wî ya bê dawîne, û şahîd bûna Wî dikin û li tu aliyan ve kêmasî û qusûr têda tune, hê madem bi cih nanîna sozê, derew û xapandin xisleteke sik e, û kêmasî û qusûr e, helbet û helbet; wê Ew Qadir ê Zulcelal soza xwe bi cîh bîne, deriyê bextewar ya sermedî weke, qet derew tê da tuneye.”

Derew di nava civata Îslamê de ku çiqas tiştekî nerind e, ehlaqe kî çiqas xerab be, bi ayet bi hedîs û di Risale î Nûrda me hanî ber çavan. Pêwîst e ku misilman û alema Îslamê, li sidqê û rastiyê şaş nebe, û ji derewan ra qet’iyen fetwayê nebîne.

 

Adem Murteza-Çandname

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply