Weşangerîya Kurdî

Digel ku karê çapkirinê dîroka mirovahîyê pê ve bi şêweyên curecur hatiye kirin jî, Johannes Gutenberg ê Alman kesê pêşîn e ku di sala 1440’î de çapxaneya nûjen îcad kirîye. Îcada vê çapxaneyê ji hêla feylesofê Îngilîz Francis Bacon ve wekî yek ji wan girîngtirîn geşedanên destpêka serdema nûjen hatîye helsengandin. Heke em di vê perspektîvê re berê xwe bidine mijarê, Kurdan karîye di sedsala 19. de xwe bigihînin serdema nûjen. Her wekî li hemû deverên welatê Osmanîyan, çapxane li Kurdistanê jî gelekî dereng ji hêla Kurdan ve hatîye bikaranîn.

Çapxaneyên li Kurdistanê ji hêla cema’etên dînî ve, bi pirranî jî bi destê Xiristiyanan ve hatine avakirin. Dîroka avabûna wan jî sedsala 19’an e. Nivîskarê lêkolîner û akademîsyen Malmîsanij di vî barî de dibêje ku heta Şerê Cîhanê yê Yekem jî Kurd ne xwedî çapxane bûn. Çapxaneyên ku hebûn yan ên dewletê, yan jî yên mîsyonerên rojavayî bûn. Ji ber vê yekê, pirtûkên pêşîn ên bi Kurdî li derveyê Kurdistanê, li cîyên wekî Qahîre û Stembolê hatine çapkirin. Mesûd Serfiraz jî di pirtûka xwe ya bi navê Kurd, Kitêb, Çapxaneyê de behsa hin çapxaneyên bi vî awayî dike.

Li dû lêkolînan hatîye eşkerekirin ku li Tirkîyeyê yekemîn pirtûka Kurdî di sala 1844’an de li Stembolê hatîye çapkirin. Ev pirtûk Dîwana Mewlana Xalid ê Şêxê Neqşebendîyan e. Dîwan li Stembolê hatîye çapkirin, lê bi temamî ne bi Kurdî ye, li gel Erebî û Farisî, çend hebek helbestên bi Kurdîya Hewramî di pirtûkê de hene. Di navbera mêjûya çapbûna vê pirtûkê û mêjûya îcadbûna çapxaneya Gutenberg de 404 sal wext heye. Bi maweya 404 salan, li cîhanê bi zimanên din bi hezaran pirtûk, kovar, rojname û berhemên nivîskî hatine çapkirin, Kurdan neşîyane bigihîjine ser vê gorankarîya gewre ya serdemeke zêrîn.

Piştî pirtûka Mewlana Xalid, di sala 1856’ê de, dîsa li Stembolê, Incîl ji hêla American Bible Society (Civata Incîlê ya Emerîkan) ve bi Kurdîya Kurmancî û bi tîpên Ermenkî hate weşandin. Di salên 1857, 1872, 1891 û 1911’an de hin wergerên din bi armanca mîsyonerîyê bi heman şêweyî hatin çapkirin. Zanyarîya çapbûna van pirtûkan ji hêla Malmîsanij jî ve tê piştrastkirin.

Di serdema Osmanîyan de Ermenîyan û mîsyonerên rojavayî jî bi Kurdî çend wergerên Incîlê weşandin. Di nava salên 1856 û 1911’an de bi kêmanî pênc Incîlên bi Kurdî bi tîpên Ermenkî hatine weşandin. Her wiha, Mesûd Serfiraz behsa pirtûka bi navê Dîwan-i Et’ime dike ku di navbera salên 1884 û 1885’an de hatîye çapkirin. Türkçeden Kürd Lisanina Mütercam İlmihaldir (1891) û El-Hediyyetu’l-Hemîdîyye fî’l-Luxeti’l-Kurdîyye (1892) du pirtûkên din in ku navên wan hatine. Akademîsyen Emîr Hesenpûr li qelemê dide ku di salên 1922 û 1923’yan de ji Erebî bo Kurdî hin werger hatine kirin. Di sala 1892’yan de li Stembolê ferhengeke Kurdî-Erebî hatîye çapkirin. Lê nivîskar der barê wê de zanyarîyên berfirehtir nedane. Her wekî Malmîsanij destnîşan kirî, ji sala 1844’an heta bi sala 1923’yan bi tîpên Erebî 20 pirtûkên bi Kurdî derçûne. 18 heb ji wan li Stembolê, yek li Qahîreyê, yek jî li Amedê hatîye weşandin.

Berîya rûxana xwe devîdevî bi heftê salan, Împaratorîya Osmanî berê xwe da wê yekê wekî mîrektîyên Kurdan bi Bâb-ı Âliyê ve girê de û bi belavkirina desthilata dawî ya Kurdan a ku navenda wê Cizîra Botan bû û li jêr destê binemala Bedirxanîyan bû di vê yekê de serê lodê girt, di pey re, rewşa weşangerîya Kurdan bi damezirana Komara Tirkîyeyê re hê xerabtir bû. Emîr Hesenpûr ji Vîlçeskî, Rondot û Narîman werdigire ku di navbera salên 1918 û 1924’an de pirtûkine din jî hatine weşandin. Yek ji wan Muqeddimet ul-‘irfan e, ya din jî Eqîda Kurdan e, ku her du jî pirtûkên dînî ne. Ya herî seyr jî çapbûna Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Pirtûk di sala 1919’an de hatîye çapkirin, lê ji hêla rayedarên Osmanî ve hatîye qedexekirin. Bi raya Hesenpûr, bi maweya van salan 14 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin. Jixwe piştî wê qonaxa ku ev pirtûk tê de hatin weşandin, komara ku hate damezirandin qedexe anî ser Kurdî. Di navbera salên 1923 û 1965’an de bi tenê 2 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin. Ew jî bi elfabeya Erebî hatibûn nivîsîn û pirtûkên dînî bûn.

Piştî sala 1965’an, li gorî ku Malmîsanij li qelemê dide, piştî çil salên bêdengîyê, cara pêşîn pirtûkeke pîyesê û yeke rêzimanê bi Kurdî hatin çapkirin. Nivîskarê pîyesa bi navê Birîna Reş Mûsa Anter e û wî ev pirtûk di bendîxaneyê de nivîsîye, tevî ku ne di mêjûyeke dûrî îro de hatîye çapkirin, îro pirr kêm nusxe ji wê peyda dibin.  Di navbera salên 1966-1970’yî de 3 pirtûk hatin çapkirin. Lê ji ber ku di sala 1971’ê de derbeya eskerî li Tirkîyeyê qewimî, weşangerîya Kurdî careke din û vê carê kete nava rewşeke xerabtir. Heta bi sala 1975’an bi tenê pirtûkek derket. Di nava salên bihurî de hejmara pirtûkên çapbûyî 9 bû.

Li gorî zanyarîyên ku Malmîsanij dide, di nava 56 salan de bi tenê 20 pirtûkên bi Kurdî li Tirkîyeyê hatine weşandin. Piştî sala 1980’yî, ji ber ku careke mayîn derbeya eskerî çêbû, ne bi tenê weşangerîya Kurdî, lê bi giştî weşangerî li Tirkîyeyê nehate kirin. Salên 1990’î, nisbet bi salên derbasbûyî, li ber weşangerîya Kurdî rêyên hindek derfetan xweş kirin, ku ev jî rasterê girê dayî raperîna sîyasî ya Kurdan qewimî. Xala qanûnê ya qedexeya li ser Kurdî hate rakirin û, hindik be jî, lebt û livek bi weşangerîya Kurdî ket.

Heta bi sala 1999’an, hejmara pirtûkên bi Kurdî yên bi maweya sedsalekê hatî weşandin gihişte 212’an. Malmîsanij di pirtûka xwe ya bi navê Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayımcılığının Dünü ve Bugünüyê (Duh û Îroya Weşangerîya Pirtûkên Bi Kurdî Li Tirkîye û Sûrîyê) de dide zanîn ku li Tirkîyeyê, heta bi sala 2006’an, 654 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin. 74 hebên wan bi zaravaya Kirmanckî (Zazakî/Dimilkî) ya Kurdî, 580 heb jî bi zaravaya Kurmancî ne. Du weşanxane hene ku bi temamî pirtûkên bi zaravaya Kirmanckî ya Kurdî çap dikin. Yek ji wan Vate ye, ya din Roşna ye. Salên dawî, Weşanxaneya Aryayê jî pirtûkine bi Kirmanckî weşandine.

Digel vê tabloyê, bi maweya deh salên dawî, rewşa weşangerîya Kurdî ji berêkê ve baştir dibe, tenavê, ji ber zêdebûna hejmara pirtûkên ku bi her çeşnî salane têne çapkirin, serdemeke zêrîn çêbûye.  Rojnamevan Cemil Oğuz ji sala 2005’an û vir ve her sal lîsta pirtûkên bi Kurdî li ser malpera Diyarnameyê belav dike. Ev lîst didine xuyakirin wekî her sala ku derbas bûye, hejmara pirtûkên ku hatine çapkirin zêdetir bûye. Sala 2005’an, 54 pirtûkên bi Kurdî gihiştine ber destên xwîneran. Sala 2006’an, 84 e ev hejmar, sala 2007’an hejmar derketîye 109’an. Ji 2007’an û pê ve, hejmar qet kêmî 100’î nebûye. Herî dawî di sala 2015’an de ev hejmar bûye 250. Dema ku em hejmara van pirtûkan didine ser hev, em dibînin ku di nava deh salên dawî de zêdetirî 1000 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin. Li gorî vê encamê, di nava deh salên dawî de hejmara pirtûkên bi Kurdî yên ku hatine çapkirin zêdetir in ji yên ku di nava sed salên dawî de hatine çapkirin.

Zêdebûna hejmara pirtûkan bêtir bi zêdebûna hejmara weşanxaneyan ve girê dayî ye.  Malmîsanij behsa 40 weşanxaneyên Kurdan dike ku piştî sala 2000’î hatine damezirandin. Pirtûka Malmîsanij a navê wê li jorê hatî di sala 2006’an de hatîye çapkirin, ji ber wê yekê jî, em dikarin bibêjin ku di nava deh salên dawî de hin ji van 40 weşanxaneyan hatine girtin, di ber re jî hin weşanxaneyên nû hatine vekirin.

Weşanxaneyên Kurdan ên destpêkê bêtir ji hêla rêxistinên Kurdan ên sîyasî ve hatine vekirin. Bi maweya salên dawî, ji bilî rêxistinan, hin kesên ku xwe nêzîkî ti civatên sîyasî nabînin jî weşanxane vekirine. Navendên hin weşanxaneyan li Amedê ne, yên hinekan jî li Stembolê ne, çend ji wan jî li Enqereyê ne. Di nava nava wan de, weşanxaneyên Komal (1974), Deng (1989), Doz (1990), Weşanên Enstîtuya Kurdî (1992), Nûbihar (1992), Avesta (1995), Pêrî (1997) û Aram (1997) berîya sala 2000’î hatine damezirandin.

Weşanxaneyên Kurdan di ber pirtûkên bi Kurdî re pirtûkên bi Tirkî jî çap dikin. An ku reng e em bibêjin ku beşeke zore ji wan duzimanî ne. Di salên dawî de hin weşanxane giranîyê didine ser pirtûkên bi Kurdî. Weşanxaneya Komalê ta îro bi dehan pirtûk çap kirine. Di nava jêderkên hin lêkolînan de heta sala 2010’an jî behsa berhemên Komalê çap kirî tê kirin. Lê piştî wê salê nayê zanîn bê ka wê pirtûk çap kirine yan na. Her wiha Deng jî di heman rewşê de ye.  Her du weşanxaneyan jî der barê dîrok û mîtolojîya Kurdan de pirtûk çap kirine, her wisa hin berhemên wêjeyî jî.  Yek ji weşanxaneyên kevin jî Weşanxaneya Doz e. Dozê ji sala 1990’î û pê ve bi dehan pirtûkên bi Kurdî û Tirkî çap kirine. Li gorî zanyarîyên di înternetê de belav bûyî, Weşanxaneya Dozê herî dawî di sala 2013’an de pirtûk weşandîye, zanyarî der barê salên piştî wê salê de nînin. Weşanxaneyên Enstîtuya Kurdî, Nûbihar, Avesta, Pêrî û Aramê ew weşanxane ne ku bîst sal e di bazara weşangerîya bi Kurdî de çalak in.

Di salên dawî de hin weşanxane giranîyê didine ser hin beşên dîyar. Avesta, Aram, Lîs, Nûbihar û Vate di nava van weşanxaneyan de ne ku di warê weşandina berhemên telîf, werger û klasîkên Kurdî de pêşîkêş in, ku di her warî de pêşîkêşên hemû weşanxaneyên Kurdan jî Avesta û Lîs in. Wekî din jî, hindek jê êdî ne çalak, weşanxaneyên Alan, Apec, Amara, Ar, Arya, Ava, Azad, Banga Heq, Bajar, Belkî, Berbang, Berçem, Berfîn, Beroj, Beybûn, Bîr, Çetin, Çira, Dilop, Dîlan, Dîwan, Do, Elma, Fam, Fırat, Hêlîn, Hêvî, Hîva, Hîvda, J&J, Koral, Lorya, Melsa, Mem, Mîr, Müjde, Nûdem, Nûjen, Öz-Ge, Pelêsor, Peywend, Şîmal, Ronahî, Roşna, Rûpel, Sî, Sîpan, Tevn, Veng, War, Welat, Weşanên Dîsa, Weşanên Evrensel, Zehra û Zîbeq di qada weşangerîya bi Kurdî de gelek berhem çap kirine.

Her wiha, vê pêlê hin weşanxaneyên Tirkan jî dest pê kirine di nav re pirtûkên bi Kurdî diweşînin. Ayrıntı, Metis, Doğan Kitap, BGST, Timaş, Belge, Agora, İletişim, Altın Kitaplar, Yordam û İthakiyê û çend weşanxaneyên din, her yekê, yek du lib bin jî, pirtûkên bi Kurdî çap kirine. Hin ji van weşanxaneyan pirtûkên wêjeya Kurdan bi Kurdî yan jî bi Tirkî çap dikin. Her wekî Ayrıntı û İthakiyê. Hin ji wan pirtûkên dînî çap dikin. Hin jê jî yan çend berhemên nivîskarên xwe bo Kurdî (Kurmancî) dane wergerandin û bi xwe çap kirine, yan jî bi tenê çend pirtûkên zarokan ên bi Kurdî weşandine.

Di nava cureyên pirtûkan de herî zêde berhemên wêjeyî, di nava wan de jî herî zêde pirtûkên helbestê hatine weşandin. Çi werger çi jî telîf, pirtûkên li ser teorîyê û warine dîtir gelekî kêm in, berhemên wergerê jî, nemaze bi hewildana Weşanxaneya Lîsê, van salan zêde dibin. Li gorî hejmara Malmîsanij dayî, ji 654 pirtûkên çapkirî 174 heb helbest in. 69 heb jê roman, 65 jê jî kurteçîrok in. Lê em dikarin bi rihetî bibêjin ku di nava deh salên dawî de ev hejmar, weku ji vê seqaya weşangerîyê tê texmînkirin, ji hejmara hatî gelekî zêdetir e. Bi cî neyê zanîn jî bê ka hejmara wan çend e, lêbelê, gelekên wan piştî sala 2000’î û bêtirî ji % 90’î wan bi zaravaya Kurmancî ya Kurdî û bi tenê çendek ji wan bi zaravaya Kirmanckî (Zazakî) ya Kurdî, di nava sedsalekê de devîdevî 200 romanên bi Kurdî li Stembol û Amedê hatine çapkirin, ku hem der barê hejmara eseh a cureyên cîyawaz ên berhemên weşandî de, hem jî der barê rewşa weşangerîya bi Kurdî de pêwîst e hê gelek lêkolînên bihûrgilî bêne kirin.

Ferid Demirel
kurdilit.net

Jêderk:

  • Celîl, Celîlê, Kürt Aydınlanması (Ronîbûna Kurdan), Weşanxaneya Avesta, Stembol, 2013
  • Hassanpour, Amir, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985 (Neteweperestî û Ziman Li Kurdistanê 1918-1985), Weşanxaneya Avesta, Stembol, 2005
  • Malmîsanij, Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayımcılığının Dünü ve Bugünü (Duh û Îroya Weşangerîya Pirtûkên Bi Kurdî Li Tirkîye û Sûrîyê), Weşanxaneya Vate, Stembol, 2006
  • Postman, Neil, Televizyon Öldüren Eğlence (Televizyon Kêfa Ku Dikuje), Weşanxaneya Ayrıntı, Stembol, 1994
  • Serfiraz, Mesûd, Kurd, Kitêb, Çapxane Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923), Weşanxaneya Peywend, Stembol, 2015
  • Topuz, Hıfzı, Türk Basın Tarihi (Dîroka Çapemenîya Tirkan), Weşanxaneya Remzi, Stembol
  • www.diyarname.com
  • http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=43&aid=31
  • www.pirtukakurdi.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply