Peyva Goşeyê di Kurdî û farsî de heman peyv û mantiq e ku tê wateya “kunc, qunc, quncik & pergeh”ê ku bi erebî dibe “zawiye & rûkin”. Ka em bizanin koka wê ji kû tê û avasaziya wê çawa ye.
Peyva Goşeyê ji du pajan pêk tê ango ji “goş+e”yê avasaz bûye peyva “goş”ê di rewşên Kurdî de weha ye.
Avêsta: Geoş
Kurdî-kevin: Goş
Zazayî: goş, gûş
Hewramî: goş
Kurmancî: Goh, Guh
Kurdî-Soranî: giwê
farsî: Goş, Gûş
Di zimanê Kurdî de gelek pêşgir û navgir û paşgir hene di warê wate û peyvsaziyê de, yek ji wan jî “E”yê ye, bo zêdetir ronkarî, çend mînakan weku:
sevz – sevze, sebze
mêw – mêwe
dest – deste (heyet)
ber – bere (cebhe)
ser – sere (qapax)
geş – geşe
nexş – nexşe
dî – dîye
al – ale
zar – zare
gar – gare
Û goş – goşe
hwd…
“Goş+e: Goşe” ango aliyekî, guhekî, kuncik û quncikekê.
Her ev peyva Goşeyê ya Kurdî ye ku tirk jî wê kêz dikin, lê weku her caran bi xerakirin û şaş kêzkirinê ku bi awayê “Koşe”yê bilêv dikin ku heman “Goşe”ya Kurdî ya kevnar e.
Şayend bala gelek hêjayan nekişandibe lewma bi tu awayî peyva “goşe”yê kêz nakin û nanivîsin, lê peyv neku her Kurdiyeke, belku Kurdiyeke avasaz û kevnar e jî.
..
Qendîl Şeyxbizînî
21.1.2020-2021