Kulîlka pîroz a du dînan: Hilberînerên guldexwînan li benda piştgiriyê ne

Guldexwîna ku binyatê wê Bakurê Kurdistan e, yek ji cûreyên kêmditî ye. Niha ew li ber gefa hewlên nelegal a bazirganên biyolojîk e, ji bo ku guldexwîn di bazara xwemalî de were firotin hilberîner li benda alîkariyê ne. Li Bakurê Kurdistanê guldexwîn wek “Zengila Zoma” jî tê zanîn û bi hatina meha Nîsanê re kulîlkên rengîn vedikin. Lê ji ber ku nikare bazarekê bibîne di destê hilberîneran de maye.

Ji bo guldexwînên ku li Sêwereg û Qerejdaxa Rihayê digihêjin hilberîner ji şaredariyan û wezareta xurek û çandiniyê piştgiriyê hêvî dikin.

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Kulîlk a Siruştî ya Sêweregê Sedat Kiran diyar dike guldexwîn dibe li peyzajên bajêr were bikaranîn û bi vî awayî karekî bazar û istîhdamê peyda bibe. Kiran dibêje “Guldexwînan bi riyên qeçax dişînin derveyê welêt. Ger pêşiya vê bazirganiyê neyê girtin dê guldexwîn rastî tûnebûnê werin.”

Gelo hilberîner li benda çi piştgiriyê ne?

Kiran dide zanîn cûreyên laleyên li herêmê yek ji dewlemendiyên herêmê ne û ew dikarin riya pîşeyan jî vekin. Kiran wiha pê de diçe; “Hollandayê heta deh salan lale werdigirtin. Lêbelê du salên dawî ne êdî qut kiriye û nagire. Ew jî hilberîneran dixe tengasiyê. Hilberîner nikarin bazareke din bibînin, ji ber ku bazar nîne di bazara Tirkiyeyê de bar dikeve ser milê şaredariyan, di serî de jî Stenbol. Divê şaredariyên wek Riha, Amed jî ji bo piştgiriyê dest bi kirîna laleyan bikin.”

Hilberînerên ‘zengila zoma’ an jî guldexwînê her ku diçe kêmtir dibe. Hilberînên heyî jî ji ber sedema ku nikarin bazareke firotinê bibînin û bê piştgirî ne, dibêjin dê ew dev ji hilberîna guldexwînê berdin.

“Em nikarin berhemên xwe bifiroşin”

Yek ji hilberînerên guldexwînan Mukail Bilen wiha dibêje “Bila piştgiriyê bidin me, em êdî nikarin berhemên xwe bifiroşin. Em wek hilberîner mexdûr dibin. Şaredarî li şûna ku berhemên xwe ji yek cihê bistînin, bila hinek ji me jî bikirin. Em ji bo ku nebatên herêma Qerejdaxê tune nebin hewl didin. Daxwazeke me tenê heye ew jî bila rayedar di vê mijarê de alîkariya me bikin.”

Guldexwîn herî zêde li Kurdistanê şîn dibe

167 cûreyên guldexwînan hene û tevî ku navenda genetîka wê Bakurê Kurdistanê ye jî bi riyên nelegal ji welatên Ewropayê re tên firotin. Guldexwîn di endûstriya derman û kozmetîkê de tê bikaranîn, ligel vê yekê wek nebateke xemlê jî tê zanîn. Di cîhanê de tu mînakeke wê ya din nîne, kulîlka wê sernivîşî radiweste û rêçal jê diherike. Guldexwîn tenê hin deverên Riha, Colemêrg, Wan, Bêdlîs, Erzirom û Batmanê bi awayekî xwezayî şîn dibe. Li Kurdistanê 43 cûreyên wê hene, ji wan 20 heb cûreyên kêmditî ne. Bejna wê ji 30’yî heta 100 santîmîtroyî diçe. Rengê wan jî wek sor, narincî û zer diguhere. Her wiha guldexwîn zêdetir li herêma Şemzînan û Colemêrgê şîn dibe, ber hindê di nav gel de jê re wek laleya Şemzînanê an jî laleya Colemêrgê jî tê gotin.

Li aliyekî pirsgirêka bazarê, li aliyê din jî bazara nerewa

Serokê Yekîtiya Kulîlkên Siruştî Sedat Kiran dibêje: Hin şîrketên ku di warê navneteweyî de dixebitin ligel hin fîrmayên li Tirkiyeyê bi awayekî korsanî jîngeha herêmê dirûxînin. Ev şîrket guldexwînên li Colemêrg, Çewlîg, Qerejdax û gelek deverên din berhev dikin û li ser Stenbolê difiroşin derveyê welêt. Ew şîrket vê yekê bi bihayekî biçûk bi gelê herêmê re didin kirin. Haya rayedaran jî ji vê rêbaza nerewa heye lê nikarin pêşiya wê bigirin.

Kulîlka pîroz a du dînan

Xiristiyan wisa bawer dikin ku kulîlk gava Îsa pêxember rastî çarmixê hatiye serê xwe tewandiye û ji ber vê yekê pîroz dibînin. Misilman jî vê wek sembola xembariyê dibînin û li goristanan datînin.

Cesim İlhan-HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply