Zimanê kurdî di nivîsîn û wergerê de mijara hevpeyvîna bi nivîskar Ibrahîm Xelîl re bû, ku ji serbora xwe di warê nivîsandinê, wergerê û xebatên zimanzanistiyê de bal kişand ser girîngiya ziman di hiz û ramana kurdî de û çawa pêwistî bi wergerê heye bo geşkirina zimanê Kurdî.
Ibrahîm Xelîl di sala 1972an de li bajarê Hesekê li Sûriye jidayik bû.
ji zaroktiya xwe hogirî xwendina çîrok û romanan bû, ku di wê demê de bi zimanê Erebî dihatin belavkirin.
Mîna piraniya gênc û sêpên kurd, Ibrahîm bi xwe fêrî zimanê Kurdî bû ji ber ku ew qedexe bû li Sûriye ji aliyê rêjîma al- Bass ve.
Ibrahîm li zanîngeha Helebê, beşê wêjeya zimanê Ferensî qedand.
Ji bilî zimanê Kurdî, Ibrahîm bi zmanê Ferensî, Erebî baş dizane, û bi hersê zimanan dinivîsîne û wergerê dike li tenişta karê mamostayê.
Ibrahîm dibîje: “Giyanê ziman tişetkî pirr girîng e û ji nivîskarên kurd tê xwestin ku ew, wî giyanê zimanê kurdî diyar bidin û geş bikin di berhemên xwe de.”
https://www.dengeamerika.com/a/ziman-kurdi-heseke-ibrahim-niviskar/3827817.html”