Hesenê Çerkê – Ronî Aram

Digo li Nisêbînê yekî bi navê Hesenê Çerkê hebû. Hesenê Çerkê zilamekî temenê wî dirêj û axêvtina wî xweş bû. Hingî bi meseleyan û çîrok û çîvanok dizanîbû. Mirovan tim û dayîm xwe lê digirtin û mala wî bûbû cihê civatê.

Rojekê bêhna yekî teng bûbû, qey deyn û meynê wî hebûn, di mal de pir aciz bûbû. Rabû ji xanima xwe re got; ez ê herim ba Hesenê Çerkê em ê hinekî ji xwer biaxivin belkî hema bêhna min hinekî fireh bibe. Rabû rê girt û çû mala Hesenê Çerkê.

Piştî bi xêrhatin û filan û bêvan. Camêr rûnişt û aciziya nava xwe jê re got. Hesenê Çerkê jî bi nêtek qenc xwest ku tiştê bi serê xelkê hatine jê re bibêje da ku ji xwe re tefekûr bike û li halê xwe şikir bike. Kete nav de got û hey got..

Axir, mêrik keserek kûr kişand û rabû ser xwe û bi xemgîniyek hîn mezintir ji mala Hesenê Çerkê derket.

Hate mal û bêmad qûn danî ser doşekê û pişta xwe da balgeh û tizbiya xwe kişand.. Jina wî lê nerî got; çima wilo tu bêmadî.?

Berê xwe da hermeta xwe û got; Ez îro çûme mala Hesenê Çerkê, min got belkî kûla dilê min bi derkê. Min nizanî bû ew ê bîst heb kûlên din jî bi serkê…

Ronî Aram

Derbar Mêvan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply