Helwest, nivîskarî û gotinek me jî heye

Nivîsîn, karekî xwezayî, dildarî û dilxwazî ye. Ango, belkî jî li ser rûyê erdê karê ‘herî bêminet’ nivîskarî ye. Nivîskar, bi haveynê dil û rihê xwe dimeye û bi aqil û hişê xwe ‘gotina xwe’ bo jiyanê dibêje.

Nivîskar jî wekî her ferdê civakê, ji pêşveçûn, kawdan û rûdanên wê civakê yên siyasî, civakî, aborî, jiyanî diesire. Bi vî aliyê xwe, nivîskar jî, wekî her ferdê civakê ‘deyndarê kawdan û zemanê xwe ye’ lê ferqa nivîskaran ew ‘bêminet e’çênabe, nivîskar mecbûr bêne hiştin ku xwe wekî pale û barhilgirê hizir û îdeyekê bipejirînin û bi vê pest û kotekiya derûnî, hiş û afirendetiya xwe dawisînin. Ev yek ‘xesandina hişê nivîskaran’ e û afirandina wan bi qisûr dike. Ev yek wan dihêle nav derûniyeke wisa ku mecbûr bibe ‘oto sansûrê’ li ser xwe pêk bîne; gava radihêje deqa xwe, wê ji ber ‘fikar û tirsa reaksiyonan’ basko bike û bide ber meqesê.

Ev nêzîktêdayîn, nivîsê difetisîne. Nivîskaran jî dike pale û barhilgir.

Îja di vê çarçoveyê de min divê hin tiştan bibêjim. Ev gotinên min, di serî de min eleqedar dikin û ez tu carê, bi çi awayî mecbûr û stûxwarê ‘hinan’ û ‘kesan’ nebûme û nabim jî. Di vî warî de, helwesta min wekî ronîka çavê rojê zil û zelal e.

Ez, bi mejiyê xwe hatime dinyayê. Erê, di avabûna kesayeta min de, di avabûna jêrhişa min a çandî de, kodên civakî, serpêhatiyên malbatî yên dûvedirêj hene, bêguman, nexş, deq û rewşa ax û warê min, ji bo kemilîna hiş û hişmendiya min xwedî kartêkeriyekê ne, lê ez dîsa jî, bi tevayî yekûniya xwe, ne ew im, ne ji wan im, ez ‘ez’ im û hiş û aqilekî min bi xwe heye. Ez dinyayê di aşê wî aqilî de dihêrim; îdolê min yê afirandinê, serekê min ê jiyanê jî  tenê û tenê ev kaniya min e. Ev ji serekaniya dil û aqilê xwe dizêm û ji wê derê diherikim ber co û cobara jiyanê.

Îjar ez dixwazim li vê derê vî tiştî pir eşkere bibêjim, min ji bo xatriê tu kesî dest bi kurdî nekiriye da ku bo xatirê heman kesî/kesan teşe bidim nivîsa xwe, an jî dûmahîk lê bînim. Berî her tiştî min ji ber hezkirina nivîsê, dest avêtiye vî karî. Ez li dû hezkirina xwe çûme. Çîroka min a nivîsandinê ev e.

Ev zêdetirê 15 salan e ez bi kurdî dinivîsim. Heta niha çend pirtûkên min gihîştine ber destê xwendeyan. Baş- xirab hezkirî û dildarên zimanê min jî peyda bûne. Ev li aliyekî.

Aliyê dîtir, di van 15 salên nivîseriyê de, ez rastî gelek tiştên ecêb hatime. Di vê piyaseya nivîsînê de, celeb celeb mirov min nas kirine. Wekî me hemûyan, nexweşiyên vê civakê, nexweşiyên vî zemanî bi van kesan re jî hebûn, hene, pir normal e ku hebin jî.

Gava ez di şehê hişê xwe dixim û vê kawdanê dijenim, dibînim ku di alema me ya nivîsê de, grûb, komik û nexweşiyên civaka me di asteke gelekî jor de peyda ne. Li dora weşanxaneyan, komikên ‘edebiyatê’ ku tenê ‘xwe dibînim û bîst çar û saetan hevdu miz didin, çêbûne. Ev tiştekî baş e, nebaş e, ez bi dû vê pirsê nîn im, bêguman, wekî her miletî miletê kurdî jî, her cure kawdanan di nava xwe de dihewîne.

Derdê min, ya ez dibînim, her alî dixwaze te ‘petromeyî’ xwe bike. Di vê cenaha nivîsê de, ref û sef gelekî şidiyayî ne û bir bi serê hevdu sond dixwin. Zikreşî heta ber erşê Xwedê heye û tu kes dilê xwe li yê dîtir venake. Her kes bar û piştî ye li ser pişta hev û ecêbeke nedîtî, her ku daxilî rewşa van komikan dibim, nivîs li ber çavên min reş dibe. Heke min xwe li komikekê bigirta niha ji mêj ve min qelema xwe bişkanda.

Ez xwe nêzikî tu alî û komikan nabînim. Her wiha pirsgirêka min bi tu komikan re nîn e. Devjenî û şerên wan ên navxweyî, ne derdê min e. Ez naxwazim di vî warî de berê tîran bidine ser min.

Gotina min ev e: Nirxandin û berewirdkirina kitêban karê rexnegiran e, ez di vî warî de, ji bo hemû nivîskaran notr im. Herçî berhema berkeftî û serkeftî bi ser herdu çavên min e, ez tu carî li etîketa li serê, weşanxane an jî navê gewre nanêrim, ez û kitêb bi hev re dipeyivin. Ew çi ji min re bibêje ez bi wê re me.

Ez dostê tu kesî nîn im, her wiha ez neyarê tu kesî jî nîn im; dostê min edebiyata baş e, neyarê min jî edebiyata têkçûyî.. hew!

Omer Dilsoz-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply