Helîm Yûsif: Sobarto encama şewata dîroka gelekê ye

Du berhemên din ên romanivîsê kurd Helîm Yûsif ji bo zaraveya soranî wergerandin.

Derbarê van herdu berhemên xwe de nivîskar Helîm Yûsif ji Rûdawê re ragihand, Sobarto yekemîn romana wî bûye, ku di sala 1999ê de li Stenbolê ji aliyê Çapxaneya Avesta ve bi kurmancî hatiye çapkirin û di heman sale de jî li Beyrûtê bi zimanê erebî çapa wî derketiye.

Helîm Yûsif herwiha got: “Di pirtûkekê de, ku li ser dîroka kurdan hatibû nivîsandin, navê Sobarto derbas dibû û di yekemîn dîtina xwe de aşiqê keçekê bibû. Lewma ev nav kete dilê min û min biryar da navê yekemîn romana xwe bikim Sobarto.”

Bandora çîroka Sobarto di wê yekê de ye, kû çîroka nivîskar û romanê li hev digre û Yûsif dibêje: “Hestên min wesa digot, ku dîroka gelê me û yê şexsê min ji xelekên şewitandineke dûr û dirêj pêk dihat. Wê demê ez bi xwe jî bi jana çîrokekê evîndarî dişewitiyam. Lewma dikarim bi ristekê balê bikişim ser Sobarto, ku encama şewata nav dilê min e û di heman demê de encama jana dîroka gelekê ye, weke sîmorg ji xweliyê xwe vedijî.

Duyemîn romana Helîm Yûsif ku bi soranî hatiye wergerandin, pirtûka bi navê “Jinên Qatên Bilind” e ku ji rêzeçîrokan pêk tê.

Derbarê vê yekê de nivîskar dibêje; “Ev yekemîn rêzeçîrokên min e, ıku yekemîn car di sala 1995ê li Beyrûtê bi zimanê erebî hatiye çapkirin, paşî di sala 1998ê li Stenbolê derketiye. Ji çîrokên cihereng pêk tê, temaya çîrokan jî li ser taybetmendiyên jiyana asayî ya rojane ya xelkên li kolanan, nakokiyên wan, zêdetir xiroş û pevçûnên nav dilê mirovan û herwiha kelkela felsefî û mijarên gerdûnî ye.”

Helîm Yûsif diyar dike, ji ber pirtûkên wî bi kurmanciya jêrîn tên xwendin dilxweş e û wiha dibêje: “Cudabûna zaraveyan û elifbê yê di nav dilê nivîskarên kurd de birîneke kûr çêkiriye. Ji ber wê ye, ku nikarî dengê xwe bigihînî tevahiya gelê xwe. Belvabûna roman û çîrokên min bi zimanê soranî, wê birîna dilê min kêmek jî be srêj dike. Her çend hinek derneg e lê dîsa jî ji ber vê hewlê pir dilxweş im.”

Helîm Yûsif rola wergerên soranî bilind dinirxîne û dide xuyakirin; “Ew di nav zaraveyên kurdî de pirekî bi nirx ava dikin. Eger ji rewangeha siyasî ve lê binerin, siyasî nikarin vî karî bikin lê em dikarin bi rêya wêje ve vê pirê çêbikin. Lewma divê em bi çavekî bi nirx li vî karî binerin.”

Sala derbasbûyî wergerê kurd Selahadîn Bayazedî romana bi navê “Dema Masî Tî Dibin” a Helîm Yûsif wergerande soranî, ev bû yekemîn derî ji bo xwendevanên Başûrê Kurdistanê ku bi awayekî berfireh cîhana Helîm Yûsif nas bikin.

Niha jî romana Sobarto û çîrokên Jinên Qatên Bilind, ku ji aliyê Wirya Xefûrî û Ferhad Çomanî ve hatine wergerandin, ji bo çapkirinê amade ne û Weşanxaneya Endêşe erkê çapkirina wan li xwe girtiye.

Navenda Çandî ya Endêşeyê mafê çapkirina hemû berhemên Helîm Yûsif wergirtiye.

Helîm Yûsif di sala 1967ê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji daiyk bûye û ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply