GOTAREK LI SER PIRTÛKÊN MEHDÎ ZANA -2-

 

ÇARŞÎYA SILÎVA

 

Nivîskar Mehdî Zana di vê pirtûka xwe de dîmenek ji jiyana gelêrî ya navçeyeke Kurdistanê —Silîva— radixe ber çavên xwendevanan. Ew behsa biçûkahiya xwe dike, behsa runiştvanên navçeyê dike û qala destpêka pêvajoya kar û xebata welatparziyê û çepîtiyê dike.

Xortên kurd yên Amedê û navçeyên Amedê yên ku piştî salên heftêyî dest bi xebata şoreşgerî û welatparêziyê kirin, miheqeq Terzî Nîyazî hoste nas dikin yan jî navî bihîstine. Nîyazî hoste hevalê Xalê Mehdî bû, welatparêzekî hêja bû.

Şoreşger û rewşenbîrên wê demê, tim diçûn dikanê Xalê Mehdî û Nîyazî hoste û bi wan re sohbet dikirin. Ez bi xwe jî gelek caran çûbûm dikanê wan. Min rewşenbîrê hêja Edîp Karahan cara pêşîn di dikanê wan de dît û me hevûdu nas kir. Bi rastî jî, mirov ji sohbetên Xalê Mehdî û Nîyazî hoste têr nedibû. Di pirtûka “Çarşîya Silîva” de Xalê Mehdî behsa Nîyazî hoste û sohbetên wî yên xweş dike.

BEKLE DIYARBEKIR

Pirtûka Mehdî Zana “Bekle Diyarbekir – Diyarbekir Raweste –” li ser îşkence û zîndana Amedê ye. Pirtûk bi tirkî ye û di nav weşanên “Doz”ê de derketiye. Xalê Mehdî di vê pirtûka xwe de li ser biçûkahiya xwe, li ser xebatên xwe yên di nav komela DDKOyê û paşê jî TÎPê de sekiniye.

 

Di beşên pirtûkê ên paşîn de jî, Xalê Mehdî behsa girtina xwe û îşkenceyên ku dîtiye kiriye. Wî di vê pirtûkê de qala dema serokatiya Belediya Amedê û helbijartinê jî kiriye.

Xalê Mehdî xweş gotiye. Raweste Diyarbekir, li benda me sirgûnên siyasî bisekine. Em ê miheqeq -çi mirî çi zindî- rojekê bên û xwe têxin hemêza te. Diyarbekir, tu dilê Kurdistanê yî, axa bav û kalan î. Bêyî te nabe. Heta ku zincîrên koletiyê bêtin şikandin û tu azad bibî, em ê têbikoşin.

ZELAL

 

Pirtûka Mehdî Zana ya bi navê “Zelal” panoramaya siyasî û civakî ya demên salên nodî ye. Ew dem dema ku di hêlekê de têkoşîna neteweyî bilind bûbû û di hêla din de jî zilm û zordariya dewletê zêde bûbû ye. Di wê demê de bi destê dewletê gelek welatparêz bi metoda “qesasên nediyar” hatin kuştin. Yek ji wan welatparêzên ku bi vî metodî hat kuştin jî Musa Anter bû.

Mehdî Zana di vê pirtûka xwe de behsa kuştina Musa Anter dike. Ji salên nodî heta sala 1994-an bûyerên ku di Kurdistanê de pêk hatin, kuştina rojnamevanên kurd, girtina mebûsên kurd û herweha gelek tiştên din di vê pirtûkê de hatine qalkirin.

Hepisxaneya Ankarayê, rewşa Hadepê, sonda bi kurdî ku Xanim Leyla Zana di meclisê de pêk anî û deng da, di vê pirtûkê de hatine qalkirin. Mehdî Zana di vê pirtûkê de jî li gor xet û pîvanên realîstiyê bûyeran rave kiriye.

EVÎNA DILÊ MIN

Ev jî pirtûka helbestan e. Bi kurdiyeke zelal hatiye nivîsîn. Helbestên evînî yên li ser Kurdistanê ne. Mehdî Zana van helbestan di heps û zindanên dagirkerên tirk de nivîsiye. Ew dibêje “Ji bo ku ez û tirk bi hev bikevin, loma min bi kurdî nivîsî.” Hestên Mehdî Zana yên welatparêziyê wisa xurt e ku, wî li hepsê çar sal û nîv bi tirkî neaxifiye.

SEVGÎLÎ LEYLA

Mijara vê pirtûkê, greva birçîbûnê ye. Di vê pirtûkê de rojiya birçîbûnê (açlik grevî) hatiye behskirin. Mehdî Zana vê pirtûkê (ku ji navê pirtûkê jî diyar e) ji bo Xanim Leyla Zana nivîsiye. Xanim Leyla Zana jineka siyasetmedar a kurd e. Xebat û têkoşîna wê serbilindiya jinên kurd e. Wê di dema helbijartinê de bi xebat û têkoşîna xwe zincîrê dagirkeriyê qetand.

Xanim Leyla Zana di têkoşîna jiyana xwe de tim bi cesaret tevgeriya. Ew, di tu demî de netirsiya, xwe bi paş ve neda, bedelên giran girt ber çavan û niha di heps û zindanan de vê bedelê dide.

Di meclisa tirkan de bi kurdî peyivîn, cesaretekê giranbiha bû. Ew bi cesaret tevgeriya, serê xwe xwar nekir, xwe netewand. Di meclisa tirkan de, awazên wê yên bi kurdî, kezîyên kesk û sor û zer yên porên wê, derd, kul û elem xist dilê şovenîstên tirk.

Li ser jiyan û têkoşîna Xanim Leyla Zana ne pirtûkek, divê bi dehan pirtûk bêtin nivîsîn. Pirtûka Mehdî Zana -Sevgîlî Leyla – Leylaya Xoşevîst- destpêk e. Dê hêj gelek pirtûkên din jî li ser jiyan û têkoşîna Leyla Zana bên nivîsîn.

 

BERHEMÊN WÎ YÊN DIN

Mehdî Zana xebata xwe ya nivîsînê didomîne. Ew gelek dixebite û berhemên hêja ji bo weşanê amade dike. Pirtûkên ku ew niha li ser dixebite ku di pêşerojê de derbixe ev in:

 

ROMANA LI SER QETLÎAMA ERMENIYAN

Xebata li ser bûyera qetlîama ermenîyan mijareke girîng e. Mehdî Zana niha li ser qetlîamê, rewşa ermenîyan ya wê demê, têkiliyên ermenîyan û kurdan bi şêweya romanê dinivîse. Ew dê di romanê de serpêhatiya malbatên ermenîyan binivîse. Dê behsa ermenîyên ku bi xêra kurdan ji qetlîamê xilas bûne, bike.

Dewleta dagirker a tirk bi şêweya fermî qetlîama ermenîyan qebûl nake. Hinek kurd beyan didin, nivîs dinivîsin û kurdan jî dikin şirîkê qetlîama ermenîyan. Lê, rastî çi ye? Divê ev rastî bê vekolandin. Yê ku fermana qetlîama ermenîyan derxistin, Osmanî anku îktîdara jontirkên a wê demê bûn yan kurd bûn?

 

Mijara qetlîama ermenîyan bûyerekê girîng a dîrokî ye. Divê ev bûyer di edebiyata kurdî de jî -digel rastiya wê- bête afirandin. Mehdî Zana gelek baş kiriye ku dest avêtiye vê mijara dîrokî. Xwendevanên kurd, dê bi dil û can vê berhema giranbiha bixwînin.

 

EVÎNÊ TE LI MIN ÇIKIR?

Berhemeke ku niha hêja Mehdî Zana li ser dixebite, mijara evînê ye. Li cîhanê tu hêzek bi qasî hêza evînê nîn e. Hêza evînê di ser hertîştî de ye, ji her tiştî xurtir e û bi hêztir e.

Evîna dilê mirov dikare hertişt bîne serê mirov. Heger mirov -wekî Mehdî Zana- evîndarê gel û welat be, ji bo azadîya gel û rizgarîya welat mirov têbikoşe, di vê têkoşînê de heps û zindan, tade û lêdan, zilm û zordarîyên nedîtî, îşkenceyên giran, sirgûn, ji axa bav û kalan dûrketin dibe qedera mirov.

Di vê berhemê de ev hemû tişt hene û di gel wê jî ken û henek hene, girîn heye. Bi kurtahî mijara pirtûkê mîzah û îronî ye.

XWEPARASTINA SIYASÎ

Mehdî Zana xweparastina xwe ya siyasî bi kurdî û tirkî ji bo çapê amade dike. Di mahkemeyên dagirkeran de xweparastina siyasî, parastina doza gel û welat gelek girîng e. Dema mirov ji bo doza neteweyî kar bike û ji bo têkoşîna vê dozê bê girtin, divê di mahkemeyan de armanca kar û xebata xwe, bîr û bawerîyên xwe û doza gelê xwe biparêze.

Di têkoşîna neteweyî û demokratîk de xweparastinên welatparêzên kurd ciheke girîng digrin. Ev xweparastinên siyasî -yên ku doza neteweyê kurd parastine- bi herfên zêrîn ketine nav rûpelên dîroka kurd û Kurdistanê.

Mehdî zana yek ji wan welatparêzan e ku di mahkemeyên tirkan de parastina doza netewî kiriye, kurdîtiyê parastiye. Ev pirtûk di nav weşanên ”Sara” de li Stockholmê hate weşandin. Pirûk li Stenbolê jî bi navê ”Diyarbakir 5 nolu” di nav weşanên ”Avesta” de derket.

ÇEND GOTINÊN DAWÎ

Min di vê nivîsa xwe de bi kurtahî behsa berhemên Mehdî Zana yên ku hatine weşandin kir û di beşa dawîn a vê nivîsê de jî xebatên wî yên edebî ku niha li ser dixebite anî zimên.

Weke ku min di destpêka vê nivîsê de jî got; Mehdî Zana welatparezekî rasteqîn e, pêşevayekî gelêrî ye, mirovekî piralî û rengîn e. Kar û xebata ku kiriye û niha jî pêk tîne û didomîne, pir alî ye. Ez wî pîroz dikim ku ne di hêlekê de, di gelek hêlan de kar û xebateke bêhempa pêk tîne û di her warî de têkoşîna xwe didomîne.

Ez vê mizgînîyê jî bidim xwendevanên kurd yên li welêt; pirtûkên Mehdî Zana yên ku li Swêdê hatin weşandin, di nêzîk de, dê li Stenbolê jî bête weşandin û bikevin destê xwendevanên kurd yên li welêt.

Ez hêvîdar im ku dê li ser berhemên wî hê gelek nivîsên din yên danasîn, analîz û nirxandinê amade bibin, bêne nivîsîn û weşandin.

 

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply