Dîsa dilê min fûriya, serê min gêj bû
Bêhna min çikiya
Mêlaka min der bû
Hestên min bûn babilîsk
Li hev geriyan
Mîna evînên berovajî
Û gera bêgavî ez westiyam.
* * * *
Guliyên kezîzera min
Ji ber çavê min wendayî
Û çavên wê yê şîn
Weke şervanekî birîndar
tîrek kevana di laşê min de çikyayî
* * * *
Dem û dewran hatin ber çavê min
Kul û derdê min herikîn
Jan û jariya ez hûnandim
Li qesr û eyana
Lehengên li ser eniyên fireh bi temberî
Kezîzerên bêhna guliyên wan emberî
Hatin bîra min
* * * *
Hinava min bi kul û derdan bû birîn
Min xwest helbestekê binivîsim
Ku bilbil ji gulê ra bike evîn
Li deşt û çiya belav bike
Ku ev helbest bikeve dilê evîndara
Bibe bendên hezkirinê û hêlîna evînê
* * * *
Baran di demsala xwe de bibare
Ser kanî di xweza ya xwe de biherikin, bibin sulav
Evîndar destê hev bigrin bimeş in gav bi gav
Berf bi gulgulîniya xwe, pêrgîniyê bike
Berf bi gulgulîna xwe, pêrgîniyê bike
Di zivistanên welatê min da….
* * * *
Û di biharên erdnigariya agir û rojê da
Sosin û beybûn geliya bixemilînin.
Nergiz û kulîlk bi rengê azadiyê bibişkuvin
Aramî û aşitî bibe bandorek bê dawî
Payîz bibin şahiya keç û ciwanan leheng
Tirinca rojê û ezmanên sayî
Li çarhawêrên welat bibin, bibin xemlên xwezayî
Û agirê azadiyê hetawhetayî vêxistî bimîne
Di civakan de bibin mijar, bi xêrxwazî û rêzdarî
Xort û keç mîrazên xwe, bê tirs pêk bînin
Suwariyên zîrek, pêşbirkê bikin
Dê û bav, zarok û zêc di deryaya de nefetisin
Dengbêj û stranbêj;
Bi kilamên şer û cengên azadiyê, rewşa civaka bixemilînin
Bê xemgînî û nalînî
Dar û daristan bibin bax û gulîstan
Balinde bi asayî li ezmana bifirin
Neçirwanên bê rehm li zinaran xwuyanî nekin
Ajelên kovî, li çiyan bi asayî biçêrin
Çav xezal bi azadi di govenda de dîlanê bikin
Bi taqî û kirasên xwe herin şahiyê newroza
Çolistan bi gulên azadiyê reng bidin.
Bihar bi bêhna azadiyê bifûrin
Cangorî bi van dîmenan şad bibin
Şivan bi dengê bilurên xwe, dilên lehenga bisotînin
Koçer li zozan û germiyana bi azadî pezên xwe biçêrînin
Tevahiya gerdûn ji xwe şerm bike,
Mafê mirovahiyê biparêze
Vê dîmenê ji vî milletê aşîtîxwaz re zêde nebîne…nebîne…nebine!
Mamoste Baqî