-Analîza pişaftinê wekî cureyekî harbûnê û
“teoriya vegera genetîka pişaftî”-
Naverok
Pêşek
1. Pênasekirina “pişaftin” û “harbûn”ê
2. Pêwendiyên di navbera “pişaftin” û “harbûn”ê de
a. Pişaftina biyolojîk
b. Pişaftina civakî
c. Pişaftina derûnî
d. Pişaftina zimanî
e. Pişaftina çandî
3. Teşqeleyên pişaftinê
4. Teoriya “vegera genetîka pişaftî”
5. Vegera genetîka aryayiyan a sirgûnkirî
6. Teşqeleyên “tolhildana kurdên daxkirî”
7. Teşqeleyên “vegera genetîka kurdan a pişaftî”
Encam
Çavkanî
Pêşek
Em ê di vê gotarê te balê bikêşin ser qewareya pişaftinê ya ku vegeriyaye “harbûn”ekê û bi nimûneyan cureyên wê şîrove bikin; bi kurtasî naveroka vê nivîsê bi agehiyên li ser “pişaftin” û “teşqeleyên pişaftinê” hatiye dagirtin. Di destpêkê de çarçoveya zanistî ya pişaftinê û pêwendiya wê ya bi “harbûn”ê re hatiye ravekirin û piştre mijar bi nimûneyan hatiye xurtkirin. Di çarçoveya vê kurtexebatê de em ê çend dermanên wê yên destpêkî jî destnîşan bikin ku ji rewşenbîr-pizîşkên dijpişaftinê yên kurd re bibe bingehekî xebata neteweyî-navneteweyî.
Peyvên lêgerînê: pişaftin, analîza pişaftinê, bişaftin, asîmîlasyon, oto-asîmîlasyon, harbûn, teorî, teoriya vegera genetîka pişaftî…
1. Pênasekirina “pişaftin” û “harbûn”ê
Her wekî ku tê zanîn pişaftin, ango asîmîlasyon ji aliyê hêzeke desthilatdar a sitemkar ve li ser mirovên lawaz tê sepandin ku çanda wan a cuda bişibihîne çanda xwe ya serdest û piştre bi tevahî bike wekî xwe û hebûna wan pişaftiyan li ser navê xwe tapû bike. Ji xwe di tarîfa pişaftinê de tê gotin ku “asîmîlasyon: guherandina kes, kom û civakên cuda yên hindikjimar e ku di encama pest û fişara civakê û polîtîkaya dewletê de kesên cuda, cudakar û cudaxwaz neçar dimînin ku xwe biguherînin û bişibihin serdestên xwe.” Hêjayî gotinê ye ku ev pênasekirina hera teng a peyvê ye; ji ber ku gelek cureyên pişaftinê hene: pişaftina biyolojîk, pişaftina civakî, pişaftina derûnî, pişaftina zimanî, pişaftina çandî, pişaftina zanyarî (înformatîk), pişaftina dînî, pişaftina ayînî, pişaftina mezhebî, pişaftina dijxwezayî, pişaftina dijmirovî, pişaftina dijxwedayî…; lê em ê tenê qala pênc cureyên wê bikin. Her çawan hebe, pişaftin pişaftin e û encamên wê yên gelek xeternak hene ku kurd hema hema rastî hemû cureyên wê yên lehnetî tên.
Dibe ku hinek bipirsin bê ka çi eleqeya pişaftinê bi harbûnê re heye? Bêguman heye û em ê piştî pênesakirina “harbûn”ê hûrgiliyên pêwendiyê şîrove bikin.
Di rîşenasiya kurdî ya peyva “harbûn”ê de “hêrs, êrişkarî, tundî û tevgereke derqanûnî/der-edetî” heye; ji aliyê pizîşkî-dermansaziyê ve jî “bandor û encamên vîrûsa harbûnê” wekî nav lê hatiye danîn. Her wekî ku tê zanîn harbûn nexweşiyeke ajelnijad e, ango di nava heywanên kedîkirî û kovî de tê dîtin û bi hinek riyan derbasî mirovan jî dibe; gava derbas bû, bandorê li pergala navendî ya kezî-masûlkeyên hemî ruhberên şîrdar dike ku mirov jî ruhberên şîrdar û şîrxur in. Gava nîşaneyên vê nexweşiyê xuya dibin û tedbîrên pizîşkî yên pêwist neyên girtin, hema hema her gav wan candarên harbûyî bi awayekî kepaze dikuje. Dema ku nîşaneyên nexweşiyê eşkere bibin, nexweşî hem ji bo heywanan û hem jî ji bo mirovan hema hema kujer e û jêrizgarbûn dijwar e; ji aliyekî ve, teşxîskirina harbûnê li ser bingehê çavdêriyên klînîkî jî ne hêsan e û ev cureyên teşxîsan bi gelemperî ne pêbawer in. Mixabin teşxîsa herî rast û pêbawer piştî mirina nexweşê har derdikeve holê ku bi riya lêkolînên zanistî yên klînîkî tê zelalkirin.
Di nava ajelan de nîşaneyên herî pêbawer ên harbûnê guherîna tevgerên wan û şehtbûna pêşketî ye ku sedemên wan nayên zanîn, diyarkirin û şîrovekirin. Ajelên har êrişkar, bêhal û şil-şeht dibin.
Îcar di nava mirovan de jî nîşaneyên destpêkê yên harbûnê yên sereke serêşî, tagirtin, tirs û telaşên nenas, tevizîn in; her wiha endamê gestkirî yê kesê harbûyî cihê herî tenik e ku jê diêşe, ditirse û ta digire. Kesê harbûyî bi awayekî neasayî ji deng û ronahiyê aciz dibe, zû ditengije, germahiya laşê wî her gav du gav diguhere, saw û sehm pê digirin û dikeve nobetan, qerepereyên wisan dibîne ku tiştine nebaş tên serê wî (hallucination), bi dîtin û destwerdana avê cendekê wî radikişe (hydrophobia) û ji ber daxwaza êrişkariyên tund şil û şeht dibe.
Çend tedbîrên vê nexweşiyê hene ku hinek dikevin ser milê kesê pêhesiyayî (asta lezgîn a xwebixwe) û hinek jî bi destî beytar û pizîşkan tên pêkanîn (asta pizîşkî ya li tîmaristanê / nexweşxaneyê).
Di asta lezgîn de divê cihê birîndar, gezkirî yan jî herişî-birîndar bi aveke zêde bê şûştin, di paqijkirinê de sabûn û deterjan bên bikaranîn, her wiha alkol an jî etanola tîr (% 70) lê bê reşandin, bi tentur an jî iyotê çareseriya dijvîrûsî bê sepandin, dirûtina devê birînê -heta ku mumkin be- bê paşxistin. Di asta pizîşkî ya li tîmaristanan (nexweşxaneyan) de pizîşk û beytar çareseriyên pêşîn disepînin, piştre li gorî analîzan dest bi dermankirinê dikin.
2. Pêwendiyên di navbera “pişaftin” û “harbûn”ê de
Piştî pênasekirina her du têgihînên “pişaftin” û “harbûn”ê, em ê ji aliyekî ve pênc cureyên pişaftinê şîrove bikin û li aliyê din em ê pêwendiya wê ya bi harbûnê re zelal û berbiçav bikin.
a. Pişaftina biyolojîk (a ku jê re “anabolîzma” jî tê gotin): Gava molekuleke sade daynin nava molekulên têkel û tevlihev, guhertineke kîmyayî tê de çêdibe; êdî reseniya molekula sade di navbera yên têkel de winda dibe, sade vedigere pêkhateyeke têkel û têkel jî têkeltir û tîrtir dibe. Di hemû sirgûnên kurdan de hewldana dagirkeran guhastina kîmyaya kurdan bûye; wan xwestiye ku serhişkî, resenî, dozdarî, kîn, hezkirin, enerjiya berxwedanê ya xwezayî û xeyalên wan biguherînin, piştî guhertinê wan heyberên pişaftî li dijî nijada wan a resen bi kar bînin. Ev sûc û tawanê dijmirovahî di ocaxên devşirme û yeniçeriyan de jî hatiye bikaranîn. Armanceke êrişên li ser Dêrsim, Zîlan, Agirî û Şengalê jî ev e ku jîngeha kurdan a resen ango kîmyaya wan bê guhertin; ew reseniya wan li nava pişaftiyên kevn û teze bê belavkirin, kîmyayên feramûşbûyî dîsan wekî çekeke dijkurd bên bikaranîn. Kesê ji aliyê biyolojîk ve guhartî êdî mîna mirovekî har e; serhişkî, dozdarî, kîn, hezkirin, enerjiya berxwedanê ya xwezayî û xeyalên wî li dijî kurdan in, çeka kurdan a di destê dijminî de ye. Divê saziyên kurdan hebin ku doza kesên windabûyî û bêserûşûnçûyî bişopînin; gava ev kes zindî hatin dîtin, divê bi perwerdehiyeke mirovane ya kurdî re bên derbaskirin. Gava ev kes mirî bên dîtin, divê bi dozên navneteweyî daxwaza mafên wan bên kirin; heke na, divê heta hetayê li wan bê gerîn, doza wan neyê xistin.
Divê bê zanîn ku hemû dam-dezgeh, hêma-nîşane û rêxistinên fermî-sivîlên dagirkeran ji bo armancekê tenê dixebitin; zarokên sêwî, jinên rastî tundiyan hatî, diz-keleş, dîndar-derwêş, serxweş-tozkêş, gundî-cotkar, torin-bajarî û hwd qada xebatê ne, lê armanc yek e û neguharbar e. Bidûrxistina van kesên pişaftî ji hêlîna kurdan destkeftiyeke dagirkeran e; her wiha çikilandina biyaniyan li nava kurdan jî heman xizmetê dike. Di encamê de reseniya kîmyaya kurdî tê şêlîkirin, guhartin û li dijî kurdan tê bikaranîn. Gotî wekî guhartina demografiya cendekê kurdan bê hesibandin.
b. Pişaftina civakî: Pirî caran pênasekirina pişaftinê ji aliyê wê yî civakî ve tê şîrovekirin; her wekî berê jî hate gotin “asîmîlasyon: guherandina kes, kom û civakên cuda yên hindikjimar e ku di encama pest û fişara civakê û polîtîkaya dewletê de kesên cuda, cudakar û cudaxwaz neçar dimînin ku xwe biguherînin û bişibihin serdestên xwe.” Heke bi mînakeke berbiçav were şîrovekirin: dagirker gava dikevin welatekî, pêşiyê kesên dijber bêteref dikin an jî berteref dikin; piştre vedigerin ser kesên bêterefkirî û wan li ser çend beşên wekî hişk, nerm, xeternak pareve dikin. Êdî hêdî hêdî dam-dezgeh, hêma-nîşane û rêxistinên fermî-sivîl ên dagirkeran dest bi karê guhastina “xamê nû” dikin. Welat vedigere bazareke mezin; melayên wan li feqîhan, karsazên wan li karkeran, perwerdekarên wan li xwendekaran, dezgehên ramanî-hunerî û çandî li rewşenbîran, rêxistinên wan li nûneran, kerxaneyên wan li matoşqeyan, meyxaneyên wan li serxweşan, bazara narkotîkê li mişteriyan, mafyayên wan li qabadayiyan, mizgeftên wan li nimêjkaran, dezgehên wan ên fermî li karmendan digerin. Bêguman bicihbûna li nava dagirkeran ne hêsan e, li pêşberî bindestan gelek tele-dafik, perwerdehî-ezmûn, xap-lîstik, bertîl-kepazetî hene ku divê jê bibihurin û ji mirinê bifilitin. Hemû navendên dagirkeriyê di heman demê de navendên belavkirina vîrûsa harkirinê ne; kesên ku tûşî eleqeyeke van navendan hatibe, demeke dirêj bi wan re derbas kiribe û bi wan re lihevhatinek kiribe “mirovê har” e, gava di nava dagirkerên har de bisekine hêzê dide wan û gava vegere civaka xwe, ziyanê digihêjîne hêlîna xwe. Heke em vegerin pêwendiya kurdan bi pişaftina civakî: bi avakirina dewletên neteweyî re, zimanê kurdî hate qedexekirin; hemû navendên fermî û sivîlên van dewletan ji bo windakirina nasnameya kurdan xebitîn. Dema navê zarokê kurd li deftereke dagirkeran tê tomarkirin, êdî berpirsiyariya nekurdbûnê jî lê tê barkirin; ji pêşdibistanê heta asta dawîn a perwerdehiyê hertim propagandaya dagirkeran tê kirin, şopên nasnameya kurdî tên şûştin, gava kurdê pişaftî derdikeve meqamekê jixwe êdî ji kurdbûna xwe rût e. Kurdên bakurî bi riya perwerdehî û reklamên civakî mîna keriyan ber bi bajarên rojavayî yên Tirkiyayê tên ajotin û li cîhanê tên belavkirin; kurdên rojhilatî ber bi kûrahiya welatê farsîaxêv tên ajotin û ji wir li cîhanê tên belavkirin. Di serdema Sovyeta berê de kurdên Kurdistana Sor ber bi Asyaya Navîn û deverine nenas hatin sirgûnkirin û li wan deran hatin pişaftin. Niha kurdan ev rewş li başûr û rojavayê Kurdistanê hinekî asteng kiriye; lê berî çend salan ew jî ber bi kûrahî û dewleta kûr a Şam û Bexdayê ve dihatin ajotin.
Wekî ku hate gotin hemû dam-dezgeh, hêma-nîşane û rêxistinên fermî-sivîl ên dagirkeran ji bo armancekê tenê dixebitin; lewre û bi taybetî divê kurd li sêwiyên xwe xwedî derkevin, ewlehiya jinan dabîn ku rastî tundiyan neyên, bi exlaqê duristiyê zarokên xwe ji dizî û keleşiyê dûr bixînin, dîndar û derwêşên xwe şermezar nekin ku li ber sêla xelqê rûnenin, pêşiya madeyên hişbir û serxweşker bibirin ku serxweş û tozkêşên wan nekevin dafika biyaniyên dagirker-bazirgan, bi hişmendiya mezaxtina neteweyî li kevneşopiya xwe ya gundî û cotkariyê xwedî derkevin, bi feraseta kurdewariyê koçberiya torin û bajariyên xwe rawestînin, koçberiya pîşekar û rewşenbîran bi derfetên baştir an jî hêsantir bidin sekinandin. Bidûrxistina çînên civaka kurd, vereşandina tevna civakî û şehitandina wan ji hêlîna kurdan destkeftiyeke dagirkeran e; her wiha dorpêçkirin û fişara li ser biyaniyên li nava kurdan çikliandî jî xizmetê ji tevgera kurdan a giştî re dike. Di encamê de reseniya kîmyaya kurdî dê bê parastin, pêşî li koçberiyê bê girtin û destkeftiyên kurdan li dijî kurdan neyên bikaranîn. Gotî beriya her tiştî feraseteke wiha ji kurdan re çêbe: ji bo ku demografiyaya civaka kurd neyê guhartin divê di destpêkê de riya guhartinê bê girtin. Lewre pişaftiyên harbûyî bi her awayî ziyanê digihêjînin civaka kurd; hemû destkeftiyên gelê xwe bi erzanî difroşin biyaniyan û ji bo berjewendiyên demkurt vîrûsa wan a mirovkuj dikirrin, bi kar tînin, bazar dikin, belav dikin û difroşin.
c. Pişaftina derûnî: Ev cureyê pişaftinê wekî otoasîmîlasyon jî tê binavkirin; dam-dezgeh, hêma-nîşane û rêxistinên fermî-sivîl ên dagirkeran-desthilatdarên biyanî carinan wekî qumaşê sor ê li pêş çavê gayekî îspanî ne û carinan jî wekî defşeyek gihayê xapandina pêz in. Kesê ku ne ji çîna desthilatdar û dagirker be, hertim di bin pest û fişara pejirandin û êrişkirinê de ye. Jixwe dagirker jî vê yekê dixwazin: “yan ji min î, yan li dijî min î”. Bêguman dermanê dagirkeran ê ji bo her du rewşan jî amade ye: “yan yar î, yan jî yê/ya xaka sar î”. Welatiyên deverên dagirkirî hertim di nava du bijardeyan de tên hiştin û riya sêyem tenê berxwedaneke xwezindîkirinê ya piralî û domdar e. Mixabin ev çendî çend sal in ku kurd ji dewletbûnê bêpar in û haya wan ji dagirkirin û cureyên wê tuneye; lê dewletên dagirker wekî keriyekî li deverên dagirkirî dinêrin û hertim wan di bin kontrolê de digirin. Wekî mînak: heke komeke kurdperwer a dîndar hebe, pêşiyê şêx-melayên xwe dişînin ba wan û bi riya serdanên domdar wan ji hev belawela dikin; heke nebû, îcar komeke dijber an jî êrişkar dikin qesasê serê wan. Heke komeke kurdperwer a demokrat li devereke kurdan hebe, dagirker komên xwe yên qaşo demokrat dişînin ba wan û pêwendiyê bi wan re ava dikin; heke ev koma kurd nehate vereşandin û tarûmarkirin, îcar bijardeyên tundtir ast bi ast tên ceribandin. Heke li deverekê hêmayeke kurdan hebe, pest-fişar, tundî, reklamên dagirkeriyê li wir tên tîrkirin; wekî mînak: rapirsîna nasnameyan a li serê riyan, nivîsên faşîstî yên li zik û qefên çiyayan, li her derê daliqandina alayan, qedexekirina dengên kurdî li ser asta kasêtên dengbêjiyê, ferzkirina pergala perwerdehî û leşkeriyê gişt hêmanên tepisandina îdeolojiya serdestan û tepeserkirina ramanên berxwedêr e. Kurd di bin ewqas pest û fişaran de demeke dirêj nikarin xwe ragirin; lewre berê xwe didin tevgerên radestbûyî yan jî serhildêr, lê dagirkeran ew der jî dagir kirine, radestbûyî tên guhartin û serhildêr tên bêserûşûnkirin.
Wekî ku berê hate gotin û divê bê çendbarekirin jî: hemû dam-dezgeh, hêma-nîşane û rêxistinên fermî-sivîl ên dagirkeran ji bo armancekê tenê dixebitin; divê kurdên rewşenbîr xwedî li civakê derkevin, derûniya jinan xurt bikin ku nêzikî biyanî û biyanîaxêvan nebin, her wiha kesên ku propagandaya biyaniyan dikin ji xwe dûr bigirin, exlaqê duristiyê û keda helal-rewa hînî zarokên xwe bikin ku tûşî dizî û keleşiyê nebin, ji bo dîndar û derwêşên xwe jîngehên kurdewar dabîn bikin ku li ber defa xelqê nekevin cizbeyan, pêşiya madeyên hişbir û serxweşker bibirin û wan wekî ziyankarên tenduristiya giyanî ya neteweyî pênase bikin, hişmendiya mezaxtina neteweyî û bazirganiya bi gundî û cotkarên kurd re bi pêş bixînin, bi feraseta kurdewariyê giyanê xwemalî yê torin û bajariyên xwe veguhêzin hêzeke neteweyî, sedemên derûnî yên koçberiya pîşekar û rewşenbîran ji holê rakin. Jihevxistina kesayeta kurd, vereşandina hûnaka kurdan a hundirîn û şiqitandina wan ji hêlîna wan a suriştî têkçûna bêveger a kurdan e; her wiha dorpêçkirina biyaniyên li nava kurdan çiklinadî û alozkirina derûniya wan jî xizmetê ji tevgera kurdan a giştî re dike. Di encamê de reseniya derûniya kurdan dê bê parastin, pêşî li havîbûn û koçberiya dayîmî bê girtin û destkeftiyên kurdan dê li dijî kurdan neyên bikaranîn. Gotî beriya her tiştî feraseteke wiha ji kurdan re çêbe: ji bo ku kesayeta kurdî bê parastin, divê di destpêkê de ewlehiya aramiya wî ya derûnî bê dabînkirin. Lewre pişaftiyên harbûyî bi her awayî ziyanê digihêjînin kesayeta kurd; mîna mêwe û sewzeyên xerabûyî hemû kaseyan kurmî dikin, vîrûsa harbûnê bi xwe re digerînin.
d. Pişaftina zimanî: Pişaftina zimanî asteke piştî pişaftina biyolojîk/demografîk, pişaftina civakî û derûnî ye; her wiha encameke qedexekirin, reşkirin û krîmînalîzekirina zimanê bindest e. Di vê serdemê de xwediyê zimanê bindest hêvîşkestî, birçî û neçar e; lewre piçik piçik hînî çend peyvên zimanê serdest dibe ku bikaribe pêwistiyên xwe dabîn bike. Gava hînî dabînkirin û berfirehkirina fanteziyên xwe bû, cureyekî harbûna zimanî tê de peyda dibe û hêdî hêdî ber bi deverên serdestan ve diçe; bêguman bi çûyîna xwe re gelek kesan jî li paş xwe kaş dike û nifşa duyem a li pey xwe bi zimanê serdest dide perwerdekirin ku mîna wî rastî tengasiyên jiyanî neyê. Kurdên ku di destpêka damezrandina komarên hevçerx de rastî komkujiyan hatin, di destpêkê de bi ezmûna pişaftina biyolojîk/demografîk hatin ezmûnkirin; dema ku wêrek, serhildêr û xîretkêşên kurd ji holê hatin rakirin, an jî hatin nermijandin û dûrxistin asta pişaftina civakî dest pê kir. Civaka kurd mîna gerewên bi kefalet serbestkirî hertim rastî lêpirsîn, jihevxistin û berterefkirinê man; di vê pêvajoya dirêj û renckêş de derûniya wan xera bû, bêhêvîtiyê ew kaşî nava tevgerên teslîmbûyî û êrişkar/tedhîşkar kirin. Kurdên ku xwe radestî serdestan kirin, bi qasî destûra wan nêzikî hêlîna xwe bûn û her roj gavekê jê dûr ketin; her wiha ew kurdên ku êrişî bingehê dagirkeran kir jî ber bi çiya û biyanistanan ve vekişiyan, lê tiştek ji bîr kiribûn: “dewlet bi erebeya gayan kîvroşkan digire”. Bi gotineke kurt, dewletên dagirker bi derfetên xwe yên piralî û hêzdar hertim li pêş wan bûn, li her aliyî tele-dafikên xwe nehêvişandibûn û gelek planên wan ên berterefkirinê hebûn. Ji bo kurdê li welatê xwe rûniştî û koçberbûyî dek û dolabên dagirkeran hebûn; yên li welêt mayî bi pergala perwerdehiyê ya giştî dihatin hêrandin, lê yên koçberbûyî carinan bi destî rêxistinên sivîl û îlegal carinan jî bi destî dewletên biyanî û hêzên navneteweyî dihatin pişaftin. Sedemeke biyanîaxêviya kurdên koçber jî ew e ku kurdên li hundir êdî hînî rehetiya bêxîretiyê bûne û kirasê bêxîretan jî gelekî fireh e.
Wekî ku hate gotin û divê dîsan jî bê çendbarekirin: hemû dam-dezgeh, hêma-nîşane û rêxistinên fermî-sivîl ên dagirkeran ji bo armancekê tenê dixebitin; divê kurd di destpêkê de li xwe û piştre li zarokên xwe xwedî derkevin, li nava malê bi kurdî biaxivin, piştî hînbûna alfabeyên dagirkeran bi heman alfabeyê zarokên xwe hînî kurdî bikin, yên li rojhilatê welêt bi alfabeya Herêma Kurdistanê û yên bakurî jî bi alfabeya Celadet Bedirxanî zarokên xwe hînî xwendin-nivîsandina kurdî bikin, di betlaneyan de pirtûkên kurdî bidin xwendin. Divê çîna rewşenbîr û rêkxistî ya kurd jî demildest bingehê pergala perwerdehiya kurdî amade bike; li vir barê giran û girîng dikeve ser milê diyasporaya kurd ku li ber pergalên pêşketî yên cîhanê pirtûkên dersê yên perwerdehiya giştî bide nivîsandin û bi awayekî dîjîtal bide çapkirin.
e. Pişaftina çandî: Nizanim we fîlma fransî ya bi navê “Bûyer li rex mala te qewimiye” (“C’est arrivé près de chez vous”) temaşe kiriye yan na? Ez qala wê fîlma belçîkî dikim ku bi sernavê “Mêrik kûçikî gez dike” (“Man Bites Dog”) jî hatiye dûblajkirin. Mijara fîlmê ew e ku komeke sînemager mêrkujekî dişopîne û hewl dide ku sûcên wî yên hovane tomar bike û ji bûyerên pêkhatî belgefîlmekê çêke ku ji cîhanê re bibe ibreta hovîtiyê; her çiqas di destpêkê de sînemager çavdêrên dilpak bin jî, her ku diçe di nava tundiya aloz û hîçperest de gut dibin, ji rexnegiriya tundiyê noqî nava nirxandina wê dibin, ji kesayeta xîretkêş a mirovdost derbasî asta hîçperestiyê dibin û di dawiyê de dibin hevkarên kujerî. Ev fîlm a ku gelek xelatên neteweyî-navneteweyî wergirtine hînî mirovan dike ku carinan şopandin û temaşevanî mirovî kaşî şirîkatî û hevpariyê jî dike.
Ji aliyekî din ve sernava “Mêrikî kûçik gez kir!” di rojnamevaniyê de sloganeke “nûçeya balkêş” e; ango gava kûçikek mirovî gez bike, gelek caran nabe nûçeyeke layiqî xwendinê; lê gava berevajî vê yekê mirov kûçikekî gez bike xwendevan mereq dike bê ka kul û derdê wî çi bûye ku kûçik gez kiriye.
Ji ber kambaxiya bêdewletiyê çanda kurdî ya kevneşopî her gav di bin pest, fişar û êrişê de ye; ji tabelayên reklaman heta rênimayên gelemperî her tişt, her bûyer û her nivîs-deng-wêneyê dagirkeriyê li pişt xwe çanda serdestan vedişêre. Lewre gelekî asayî ye ku çanda êrişkar a dagirkeran li ber çavan, li kolanên xewle, li dadgeh û zindanan bi hemû derfet û destkeftiyên xwe li dijî çanda kurdan bikeve liv û tevgerê.
Wekî ku hate gotin û divê dîsan jî bê çendbarekirin: hemû dam-dezgeh, hêma-nîşane û rêxistinên fermî-sivîl ên dagirkeran ji bo armancekê tenê dixebitin; divê kurd li çanda xwe ya xwezayî û kevneşopî xwedî derkevin, çanda xwe ya resen nas bikin û bidin naskirin/tescîlkirin, taybetmendî û reseniya çanda biparêzin, li her devereke kurdistanî yan jî kurdnişîn taybetmendî, kevneşopî û reseniya nimûneyên çanda kurdî berhev bikin û bi gelek cureyên parastinê yên kevn-teze wan biparêzin. Divê çîna rewşenbîr û rêkxistî ya kurd jî demildest çanda kurdî ya resen û kevneşopî pergala perwerdehiya kurdî de bide naskirin û li ser bingehê wê rêbazên perwerdehiyê amade bike; li vir barê giran û girîng dikeve ser milê diyasporaya kurd ku bi rêbazên pêşketî yên hevçerx çanda kurdî bide nasandin û tescîlkirin, her wiha bi her awayê rewa parastina wan bi pêş bixîne.
3. Teşqeleyên pişaftinê
Li gorî zanistên mirovnasî û civaknasiyê, “pişaftin” (assimilation) pêvajoyeke bihujîna (helîna) kes an jî komeke nijadî ye; di encamê de kes an jî komên ji mîrateyên nijadî yên cihêreng di nava çanda serdest a civakekê de diherikin, bi domana demê re bertekê nîşanî serdestan nadin, li wan germ dibin û ji bo pejirandina çanda wan nerm dibin û gava li çand û zimanê serdest xwedî derketin jî êdî dibihujin (dihelin û diçin). Her çiqas komên pişaftî heta radeyekê hinek xisletên çanda serdest bigirin jî, ji endamên din ên civakê cuda dibin; lewre pişaftina herî tund pejirandina çanda serdest, veguherîna bêberxwedan û hemrewşbûna digel serdestan e. Her çiqas pişaftin bi kotekî û darê zorê bê sepandin an jî bi dilxwazî were bidestxistin jî, kes û komên pişaftî nikarin hanzûka rê û resmên xwe yên çandî yên berê bihêlin û dev ji wan berdin; bi gotineke kurt, pişaftina di ayîn, tercîhên xwarinê, şekl û şemalên fîzîkî (proxemics) û estetîkê de herî zêde li hemberî veguherînê berxwedêr in. Pişaftin nayê wateya têkelbûna “nijadî” yan jî “biyolojîkî”; lê belê dibe ku di dawiya dawîn de bigihêje vê radeyê û nijadeke durehî (melez) jî derkeve holê. Pişaftina bi kotekî û darê zorê kêm caran serkeftî bûye; lê bi gelemperî li ser çanda wergiran (recipient culture) encamên neyînî yên mayînde çêdike. Pişaftina bi dilxwazî -her çend bi gelemperî di bin zext û zoriya çanda serdest de pêk were jî- di tomareyên dîrokî de jî serdest bûye.1 Gava mirov li cure, rêbaz û encamên pişaftinê binihêre, divê mirov têgihînên wekî “pişaftina çandî”, “guherîna zimanî” (language shift) û “pişaftina ayînî” jî şîrove bike. Divê bê gotin ku “pişaftina çandî” pêvajoyeke guherînê ye ku komeke mirovan an jî çanda neteweyeke kêmjimar hêdî hêdî dişibihe koma serdest a civakê; êdî ev koma mirovan an jî çanda neteweyekê bi domana demê re ast bi ast xwedî li nirx, tevger û baweriyên komeke din derdikeve, di encamê de bi tevahî yan jî bi qismî xwe wekî parçeyekî çanda serdest dihesibîne.2 Her çi ku “guherîna zimanî” ye, (an jî “şûnguhertina zimên” û “pişaftina zimanî”) ew jî pêvajoyeke veguhastina zimanekî ber bi zimanekî din ve ye ku civatek bi gelemperî di demeke dirêj de pergala xwe ya axaftinê diguhezîne ser zimanekî din. Pir caran, zimanê ku statûya wî bilindtir tê dîtin, berbelav û xurttir dibe; li ser hesabê zimanên din bervepêş diçe, hêdî hêdî statuya zimanên din nizm û sernişîv dike, di dawiyê de ji bo hemû zimanên daxistî (an jî jihêzxistî) dibe nimûne, pîvan û nûner.3 Îcar “pişaftina ayînî” jî tê wateya “pejirandina ayîna piraniyê yan jî serdestkirina baweriyên desthilatdaran û xurtkirina çand, rê û resmên wan ên rojane” ku komên kêmjimar bi dilxwazî yan jî bi neçarî hewl didin ku bi pejirandina çand, rê û resmên serdestan pest û fişara li ser xwe sivik bikin.4
Divê bê zanîn ku pêvajoya pişaftinê li ser du cureyên sereke dabeş dibe: “pişaftina xwezayî” (ya têkçûyiyan ku bêhemd diqewime) û “pişaftina hilberandî” (ya dagirkeran ku li gorî planeke armanckirî û rojevekê tê rêvebirin); lê belê çar encamên hevpar ên her du cureyan hene: “pişaftina biyolojîk”, “pişaftina dengsaziyê”, “pişaftina zanyariyan” û “pişaftina derûnî”. Di “pişaftina biyolojîk” de ji du nijadên cihêreng nijadeke durehî (melez) tê bidestxistin ku hêstir (qantir) nimûneya herî berbiçav a vî cureyî ye; bêguman dagirkeran kariye ji nijadên çewisandî pêkhateyên nû yên etnîkî jî biafirînin. Di “pişaftina dengsaziyê” de dengên zimanekî û pergala jest-mîmîkan hêdî hêdî dişibihin deng û rengên cîran an jî hinek dengên cîran di nava dengsaziya zimanê çewisandî de cih digirin, hinek rengên tevgerên desthilatdaran di kesayeta civaka jêrdest de şax vedidin. Di “pişaftina zanyariyan” de modeleke serdest a agehiyên rojane rengê xwe dide rojeva medyaya komên çewisandî; bi domana demê re agehiyên serdest zanyariyên jêrdestan kêmnirx dikin û ji rêzê derdixin. Her çi ku “pişaftina derûnî” ye, pêvajoya herî xeternak a pişaftinê ye û helwesteke ramanî û çandî ye. Di vê astê de serkeftina bilind a desthilatdaran û têkçûna dijberan vedigere çarçoveyeke ramanî-jiyanî ya têkçûyiyan; êdî têkçûyî hêza xwe ya berxwedanê winda dikin, têkçûnê dipejirînin, pêşeroj û paşeroja xwe li ser vê pejirandina neçarî-dilxwazî ava dikin û dîroka xwe berevajî dikin an jî destûrê didin talankirina siberoj û dîroka xwe.
4. Teoriya “vegera genetîka pişaftî”
Yek ji damezrînerên zanista civaknasiyê Ibn Xeldûn rasterast qala “vegera genetîka pişaftî” nake; lê belê mirov dikare li ser bingehê hinek ramanên wî xîmê teoriyeke nû biavêje. Li gorî Ibn Xeldûnî “zordestî hevsengiya exlaqî serobino dike, pîvanên hevpar ên rast vajî û vala dike, qenciyê wekî nebaşî û nebaşiyê jî wekî qencî nîşan dide; her wiha zilm û sitemkarî ji desthilatdar û giregirekan dest pê dike û hişyariyê dide ku şaristaniya sitemkar dê ji holê rabe.” Di bin siya vê ramanê de mirov dikare bigihêje wê encamê ku “gava exlaqê civakê têk diçe, beşeke welatiyên deverekê li aramiyê digere û ber bi biyanistanan ve diçe; di vê rewşê de terkewelatên acizbûyî nifşên li pey xwe ji çanda bêexlaqiyê dûr digirin û wan di qalibekî din de ro dikin. Îcar heke nifşên terkewelat bêyî çand û zimanê xwe yên resen hatibin perwerdekirin, ew ê rojek ji rojan bi înk û hêrs vegerin ser welatê bav û kalên xwe yên terikandî.” Dîsan Ibn Xeldûn dibêje ku “kesê têkçûyî hertim miriyê teqlîdkirina serkeftiyan e û kuştiyê di ber doza dagirkeran de ye” û balê dikêşe ser tevgera têkçûyiyan û teşqeleyên pişaftinê; her wisan xetereya cihêrengiya ramanên komeke civakî dispêre cihêrengiya jiyanên li gorî bîrdoziyên curecureyî.5
Wisan e, divê kurd jî bi rijdî li ser mijarên wekî “hevsengiya exlaqî ya civaka kurd”, “sedemên têkçûna kurdan”, “sedem û encamên koçberiya kurdan”, “berjewendî û ziyanênterkewelatiyê”bihizirin û teoriyekê biafirinîn. Di vê çarçoveyê de em teoriya “vegera genetîka pişaftî” pêşniyar dikin; bi riya vê pêşniyarê em dixwazin balê bikêşin ser çend babetan û bersivê bidin van pirsan:“gelo kurdên ku Kurdistanê naterikînin hertim baş û qenc in, kurdên terkewelat jî hertim nebaş û xayîn in?”, “gelo kurdên xeyidî-silbûyî û li biyanistanan bicihbûyî bêyî sedemên beraqil terkewelat bûne?”, “gelo kurdên ku ketine xizmeta biyaniyan dikarin çi karesatan bînin serê welat û hevnijadên xwe?”, “gelo kurdên ku di dezgehên biyaniyan de bûne rêvebir dikarin çi sûd an jî ziyanê bigihêjînin civaka hevnijadên xwe?”…Bêguman mirov dikare hejmara van pirsan zêde bike û çarçoveya wan berfirehtir bike; lê belê hemû pirs û bersiv dê heman kul û derdan destnîşan bikin. Piraniya kurdên bakurî ji fîlmên “Betal Gazî”yî dizanin ku çawa bîzansiyan zarokên Mîrgeha Meletiyê revandine, ew wekî şûrkêş perwerde kirine û wekî dijmin berdane ser hevnijadên wan; her wiha dizanin ku osmaniyan jî bi heman şêwazê zarokên balkaniyan (piştre yên kurd, qefqazî û ereban jî) wekî “yenîçerî”yên şervan perwerde kirine û ev çîna yenîçerî berdaye ser gelên wan ên dagirkirî. Madem ku Ibn Xeldûn dibêje “dîrok wekî salixekê xuya bike jî, di rastiyê de rêbazeke hizirîn û lêkolînê ye”, ji bo zelalkirina naveroka teoriya “vegera genetîka pişaftî” em ê jî berê xwe bidin dîroka kurd û aryayiyan û bi nimûneyên dîrokî hizir û lêkolîna xwe piştrast bikin.
5. Vegera genetîka aryayiyan a sirgûnkirî
Di efsanenasiya (mîtolojiya) kurd û farsan de bûyera herî berbiçav a “vegera genetîka aryayiyan a sirgûnkirî” çîroka Ristemê Zal e. Li gorî hinek salixan, palewan Zal kurê xwe yê bi navê Ristem bi bihaneya reng û rûçikê wî yê kêmnas diavêje serê çiyayê Qafê, lê zarok piştre wekî lehengekî derdikeve pêşberî bavê xwe û pê re şer dike; gava şerê bav û lawî bêencam dimîne, Zal ji Ristemî dipirse bê ka kurê kê ye û gava hîn dibe ku Ristem kurê wî ye, dibêje: “tenê kesekî ji nifşa min dikare ewqasî li ber xwe bide, ji ber ku heta niha tu palewanek li hemberî min bi ser neketiye.”6 Ev çîrok nîşan dide ku genetîka aryayiyan a sirgûnkirî dikare teşqeleyên mezin bîne serê nijada xwe.
Gava mirov li dîroka kurd û aryayiya a dirêj dinihêre, hinek bûyerên dubarebûyî yan jî çendbarebûyî balê dikêşin; ji wan bûyeran çend heb hene ku bingehê teoriyekê ava dikin. Wekî mînak, pêxember Brahîm eleyhiselamê aryayî yê ku welatê xwe diterikîne, nifşa xwe li welatên samiyan diçikîne û neviçirçirkên wî dîsan vedigerin welatê bav û kalên xwe. Lê belê ev vegera wan a piştî sedsalan ne ji bo xurtkirina pergala kevneşopî ya aryayiyan e; berevajî avakirinê, armanca wan a sereke xerakirina wê pergala kevn e ku kalikê wan ê pêşîn nikaribû wekî aryayiyekî sererast bike, îcar ew nevîçirçirk li ser navê heman bîrdoziyê û bi alîkariya gelên din wê pergalê serobino dikin.
Dîroknasên kurd û lêkolînerên biyanî diyar dikin ku navê kurdan cara yekem di “Anabasîs”a Ksenefonî de derbas dibe ku bi şêwazê “kardoxî” (bi latînî: “kardoûxoyi”) hatiye tomarkirin. Fermandar, fîlozof û nivîskarê yûnanî “Ksenofonê Atînayî” (sedsala 5an BZ) şagirtê fîlozofê navdar Sokratesî bûye û bîranînên xwe yên leşkerî di berhema xwe ya navbihurî de berhev kirine; bûyerên “Anabasîs”ê yên li ser xaka Kurdistana îroyîn qewimî rastî serdema Artaxerxesê şahê Xanedaniya Hexamendişan tê. Dema ku şah Darayê Duyem dimire, kurê wî yê bi navê Artaxerxes derdikeve ser text û tacê aryayiyan; lê belê birayê wî yê bi navê Kûroşê Ciwan vê yekê napejirîne, dizîka derbasî Asyaya Biçûk dibe û artêşekê ji yûnanî û berberiyan berhev dike ku bi zorê textê xanedaniyê ji destê kekê xwe derxe.7 Li gorî hinek çavkaniyan, her çiqas kardoxî di serdema Kûroşê Mezin de (desthilatdarî: 558-29 BZ) girêdayî Aryayê bin jî, piştre wan gelek caran li dijî Hexamendişan serî hildane û di dawiya sedsala 5an BZ de bi tevahî ji kontrola Artaxerxesê Duyem (desthilatdarî: 405-359 BZ) derketine. Lê belê gava artêşa deh hezar şervanî ya Kûroşê Ciwan (401 BZ) ji Kurdistanê re derbas dibe, kardoxî “xiyaneta artêşeke kirêgirtî ya li dijî aryayiyan” qebûl nakin û berxwedaneke bêhevta nîşan didin; piştî ku wê artêşa kirêgirtî têk dibin, kardoxî bi desthilatdariya hexamendişî re peymaneke demkî girêdidin.8 Divê bê gotin ku kurdên wê çaxê bi têkbirina vê artêşê û kuştina Kûroşê Ciwan (ê hevalbendê yûnaniyan) hem hebûna xwe li ser yûnaniyan ferz dikin hem jî wekî muxatabekî xîretkêş bi aryayînijadan re peymanê girêdidin û bi yekîtiyeke neteweyî welatê xwe ji aliyên şerxwaz rizgar dikin.
Mînakeke din a “vegera genetîka aryayiyan a sirgûnkirî” jî vegera Skenderê makedonî ye ku li gorî çavkaniyên kurdan (Dînewerî û Şahnameya osmanî) lawê Darayê Yekem e; lê belê di nava xalanên xwe yên yûnanî de li ser çanda helenî-latînî mezin dibe, wekî yûnaniyekî dibe mîratgirê bavê xwe yê aryayî-mîtrayî û pergala bavê xwe bi pergala yûnanî ya pûtperest re diguhere. Bêguman serkeftina Skenderê makedonî yê yûnanîziman qelş û şkestekeke mezin di çand û zimanê aryayiyan de pêk tîne; her wisan ji ber qelbûna zimanê xwe gelên aryayî bi qasî çend sedsalan nikarin berhemên hêja biafirînin.
6. Teşqeleyên “tolhildana kurdên daxkirî”
Li gorî Herodotê yûnanî, qralê dawîn ê Împaratoriya Medyayê Key Ejdehayî/Astyagesî di xewna xwe de dîtiye ku zarokek ji keça wî ya bi navê Mandane tê dinyayê, piştre ev neviyê wî dibe padîşah û desthilatdariya hildiweşîne; lewre fermanê dide serleşkerekî xwe yê bi navê Harpagusî/Erbekoyî ku wî zarokî di dergûşê de bikuje yan jî bide kuştin; lê Erbeko naxwaze ku xwîna padîşahnijadekî birijîne, lewre zarokê ku dê piştre bibe Kûrûş radestî şivanekî bi navê Mîtradates dike ku wî bi dizîka xwedî bike.
Gava zindîbûna Kûrûşî piştî deh salan eşkere dibe, Key Ejdeha cezayekî hovane dide Erbeko; kurê wî yê yekta dide kuştin û goştê wî yê biraştî di dema ziyafetekê de dide ber bavê wî. Erbeko tu bertekeke diyar nîşan nade; tenê perçeyên kurê xwe berhev bike û ji bo çalkirinê wan ji ser destexana xwarinê radike. Paşê Key Ejdehayê medî bi magî/zanayên dînî dişêwire bê ka çarenivîsa Kûrûşê dê bigihêje çi encam û radeyê. Şêwirmend tevgera Kûrûşî dişopînin û dibînin ku zarok bi hevalên xwe re lîstika padîşahiyê dilîze; lewre biryar didin ku xewna qralê medan rast e, Kûrûş di lîstika zarokane de bûye qral û ji bo desthilatdariya mediyan ne xetere û cihê tirsê ye. Li ser vê şîretê Key Ejdeha neviyê xwe Kûrûşî dişîne cem dê û bavên wî Kambîz û Mandaneyê yên ku li Anşana nêzîkî Şîrazê dijiyan. Erbeko pêwendiya xwe ji Kûrûşî nabire û diyariyan jê re dişîne; di vê navberê de planekê dike ku bi destî wî kubar û torinên medî li dijî Key Ejdehayî rake û desthilatdariyê radestî Kûrûşî bike. Roj û sal derbas dibin, Kûrûş digihêje asteke ku serhildanekê bi rê ve bibe; di wê kêliyê de Erbeko peyama pêkanîna derbeyeke leşkerî di kalanê kêrekê de vedişêre û ji Kûrûşî re dişîne. Di peyama xwe bi kurtî dibêje ku heke Kûrûş li dijî kalikê rabe, ew dê bi hevalbendên xwe yên li nava artêşa medî derkeve meydanan û piştgiriyê bidê. Di encamê de cûntaya Kûrûşê hexamendişî bi ser dikeve, Key Ejdeha bi dîlî dikeve destê neviyê xwe Kûrûşî û desthilatdarî ji destê kurdên medî derdikeve. Di hevdîtineke di navbera Key Ejdeha û Erbekoyî de qralê dîlketî dipirse: “Madem ku te dixwest ku tola xwe ji min hilînî, îcar çima tu bi xwe yan nehatî ser desthilatdariyê yan jî kesekî medî dernexiste ser textê Medyayê?”; qralê têkçûyî dibêje ku piştî vê xiyanetê êdî bindestên medan dê bibin serdest û fermandarên medan.9
Gava mirov li vê bûyerê dinihêre û li serê dihizire, bi awayekî baş dibîne ku tolhildanên qralekî û bavekî çi aniye ser kurdan; her wiha her mirov dikare biryarê bide ku dawiya sitemkariyê hertim serencamên nexweş û nexwestî derxistine holê, lewre divê mirov jê ibret û dersê wergire.
7. Teşqeleyên “vegera genetîka kurdan a pişaftî”
Di vê babetê de em ê balê bikêşin ser mînakeke kêmnas a serdema xwe û bi vê çîroka rastîn teoriya “vegera genetîka pişaftî” nîqaş bikin. Lêkolînerê kurd Nihadê Salihê Girberanî (Nihat Gultekin) di nivîseke xwe ya bi zimanê tirkî de bûyereke salên 30î yên sedsala 20î ji zarê şahidan vedibêje; di çîroka malbateke parçekirî ya dilsoj de lehengê kurd ê resen Ûsiv Teyare ye û lehengê pişaftî yê vegeriyayî jî birayê wî Eliyê Hesen e. Kurtebêja çîrokê nimûneyeke “vegera genetîka kurdan a pişaftî” ye:
“Di berxwedana Çiyayê Araratê ya salên 1930î de bi dehan zarokên bazîdî ji aliyê serbazên tirk ve hatin desteserkirin û jinên kurd bi wan re hatin zewicandin. Lêkolîner û nivîskar Sedat Ulugana di pirtûka xwe ya bi navê <Berxwedana Kurdan a li Agiriyê û Komkujiya Zîlanê> de dinivîse ku zarokên devera Zîlanê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine desteserkirin. Ji vê zanyariyê jî tê fêmkirin ku ev rêbazên ku li Dêrsim û Zîlanê hatine sepandin, berê li Agiriyê hatibûne bikaranîn. Ji van bûyeran çîrokeke zindî jî serpêhatiya Ûsiv Teyare ye. Ûsiv Teyareyê ku navê wî yê di qeydê de Yusuf Çağlav e, 21ê Îlona 1899an li gundê Zoravayê (bi tirkî: Yayginyurt/welatê rûxandî) hatiye dinyayê; di belgeyên fermî yên Komara Tirkiyayê de navên dê û bavên wî <Hesen û Rihan> nehatine tomarkirin. Bavê wî Hesen di berxwedana Çiyayê Araratê de şehîd dikeve; diya wî Rihan û birayê wî yê bi navê Elî jî dîl dikevin destê serbazekî tirk. Camêrî bi zar û zimanê xwe jînenîgariya xwe wiha vegotiye:

<Mala me li qûntara Çiyayê Araratê bû. Navê gundê me bi kurdî Zorava, bi tirkî jî Demîrkapî bû. Em hertim li gundê xwe dijiyan; lê ji destpêka salên 1920î û pê ve malbata me gelek derdeserî û zehmetî dikişandin. Dema ku lixwekirina cil û bergên kurdî hate qedexekirin, vê aloziyê berdewam kir. Ji ber ku me jî wekî her kesî kincên kurdî li xwe dikirin û ji ber vê yekê me jî wekî her kesî gelek êş û azar kişandin. Wê çaxê em li gund dijiyan, bajar li Bazîda Jorîn bû û dewsa Bazîda îroyîn erdekî vikvala bû. Pireya Belek ji mêj ve avakirî bû û hin kes bi ser wê re diçûne bajêr; lê hinek di bintara gundê Zoravayê re ji ava tenîsk a çemê Qersiyê derbas dibûn û bi ser Rêça Şeytên re diçûne bajêr, ango bi şiverêya ku Tewekên Kotîzê dibire, derbasî Bazîda Jorîn dibûn. Gava cendirmeyên tirkan bixwesta ji çemê Qersiyê derbas bibin, wan nedixwest ku pêlavên wan şil bibin; lewre -bêyî ku ferqekê bikin navbera jin û mêran- li piştên gundiyan siwar dibûn û bi siwarbûna mirovan ji çêm dibihurîn. Ji ber vê neheqiyê û gelek sitemkariyên rûmetşikên ên din, hêdî hêdî gel berê xwe da qûntarên çiyayan; di vê pêvajoyê de hinekan xwe sparte çiyayê Tendûrekê û hinek jî li doraliya çiyayên Araratê êwirîn. Yên ku li doraliya çiyayê Araratê dijiyan, di navbera her du çiyayên Araratê re derbasî Ermenistanê dibûn û dîsan vedigeriyan; ji ber ku li aliyê Ermenistanê her tişt erzantir bû, gundiyan piraniya pêdiviyên xwe ji wê derê dabîn dikir.
Navê diya min Rihan e û navê bavê min Hesen e; dê û bavên min digel zarokên xwe yên bi navên Ûsiv, Eyşê, Elî û Ehmed li gundê Zoravayê yê li qûntara Çiyayê Araratê dijiyan. Dema ku Komara Çiyayê Araratê hate avakirin û ji bo parastina wê berxwedanê dest pê kir, -bi awayekî xwezayî û wekî gelek niştecihên deverê- me jî bi malbatî xwe di nava berxwedanê de dît. Gund, malbat û hoza me jî berê xwe dabû sînorên berxwedanê; Hesenê bavê min ji destpêka berxwedanê ve di nava şer de bû û di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû; bavê min ê ku di 40 saliya xwe de miribû, li qûntara çiyayê Araratê ji aliyê şervanan ve hatibû çalkirin. Êdî em çar zarok û diya me Rihan li rûkalê dinyayê tenê mabûn. Birayê min Ehmed sê salî bû û li ser pişta xwişka min Eyşê bû; kinceke kinc li ser tunebû, pêxas û bêsol bû û ji ber sermayê mir. Me jê re gorek li gundê Beyro-Silekosê yê li bintara Ararata Biçûk kola û termê wî li wir veşart. Piştre xwişka min Eyşê şandin cem xizmên min ên li Îranê; ew jî li Îranê li cem mamê min ma, mezin bû û çendî çend salan bi hesreta malbata xwe jiya. Bi rastî êdî malbateke ku Eyşê vegerê tunebû; piştî demekê wê jî li gundê Dambadê şû kir û bû diya çendek zarokan.
Êdî ez, diya min Rihan û birayê min Elî li mehderê mabûn; piştî mirina bavê min, şer û qetliyam zêde bûbûn û diya min neçar mabû ku her tiştî li pey xwe bihêle. Xem û tatêla wê tenê her du kurên wê û 40 zêrên reşadî yên di paşila wê de bû. Gava diya min pê dihese ku di nava vî şerî de nikare min biparêze, min jî radestî mamên min dike û ji ber ku Elî pir biçûk bûye, tenê wî bi xwe re digerîne. Ji wê demê û pê ve, em ji hev radiqetin û careke din hev nabînin.
Li devera Zemiyanê piraniya malbatan reviyabûn aliyekî; hin malbat hatin qirkirin û kuştin, hinek jî seqet bûn. Hemû jin, zarok, mêr, keç û kurên ciwan an hatin kuştin an jî bi awayekî seqet bûn. Gava berxwedan hat şikandin û tepisandin, hin malbat hatin sirgûnkirin; her wiha beşeke wan jî ji aliyê serbazên tirkan ve dîl hatin girtin. Serbazan jinên kurd li xwe kebîn kirin û zarokên kurd jî li ser navên xwe tomar kirin. Piştî tepisandina berxwedanê, li gelek deveran komkujî pêk hatin; diya min û birayê min Elî jî li wan deverên komkujiyê bûn, bi tenê bûn. Ji ber ku piştî berxwedanê piraniya jin û zarokên mayî li qûntara çiyayê Araratê hatibûn qirkirin, diya min gelek hewlan dide ku Elî nemire û zindî bimîne.
Di heyama wê komkujiyê de serbazekî tirk diya min desteser dike û dixwaze ku wê bike jina xwe; lê diya min li ber xwe dide û naxwaze ku bibe jina wî. Serbaz jê dixwaze ku zarokê xwe, ango Eliyê birayê min bihêle; lê diya min qebûl nake. Di encamê de nîqaş û xirecirek derdikeve û diya min rastî îşkenceyan tê; lê di dawiyê de berxwedana dayika min serbazî sist dike, lewre serbaz diya min dike hevsera xwe û birayê min Eliyî jî wekî kur li ser navê xwe qeyd dike. Bi vî awayî diya min dibe jina serbazekî ku ne wî nas dike ne jî zimanê wî dizane; her wiha Elî jî dibe kurê wî û ji bo dê û birayê min jiyaneke nû dest pê dike. Serbaz pêşiya her tiştî navên diya min û birayê min Elî diguherîne; bi vî awayî navê Eliyî yê nû dibe Ihsan Bozkurt, yê diya min jî dibe Lutfiye Bozkurt. Serbazê tirk Ihsanî dide xwendinê û wî dişîne dibistanên leşkerî; her wiha piştî salan du zarokên diya min ji wî jî serbazî çêdibin: keçek û kurek. Diya min navê xwişka min a Eyşê li keça xwe ya nû datîne û navê min ê Ûsiv jî li kurê xwe yê nû dike. Her du keç û kurên wê dixwînin û dibin karmendên dewletê; lê Ihsan di ezmûnên dibistana leşkerî de bi ser dikeve, dixwîne, li gelek deveran kar dike û di dawiyê de stêrka zabitiyê dide ser milên xwe.
Rojekê gava bi diya min re dipeyive, hema hema mehtel dimîne; tiştên ku diya min jê re vedibêje, pergala wî ya ramanê serobino dikin û bandoreke wisan li tevahiya jiyana wî dike ku êdî ji wê bawer nake. Diya min piştî çend sohbetan behsa mêrê xwe yê pêşîn, ango bavê wî yê rastîn dike; jînenîgariya mêrê xwe, bajar, hoz û xizmên xwe bi hûrgilî vedibêje. Serbazê ciwan Ihsan Bozkurt hîn dibe ku bavê wî yê rastîn miriye, lê birayê wî sax e; her wiha difikire ku bi dîtina xizmên xwe yên sax dikare rastiyê derxe holê. Dema ku bi diya min re van nîqaşan dike, cihê peywira wî li Enqereyê bûye; lê piştî ku rastiyê hîn dibe, cihê peywira xwe bi hevalekî xwe re diguherîne û tayîna xwe radike Bazîdê. Dema cihê peywira wî wekî Bazîda Agiriyê tê destnîşankirin, bi diya min re çend gotebêjên berfirehtir dike û hûrgiliyan li ba xwe tomar dike; êdî dizane ku bavê wî di şer de şehîd ketiye, navê gundê wan Zorava ye, birayekî wî yê bi navê Ûsiv heye û xizmên wî li welatê bav û kalên wî dijîn. Diya min qala navdarên hoza wî dike; li gorî vegotina wê Şêx Evdilqadirê pêşengê hoza sakî li gundê Ortiliyê, Biroyê Hesikê Telî li gundê Payîzavayê û Reşîd Axayê Brahîmê Silo jî li Makoyê dijîn. Bi texmîna min diya min wê hingê nizanibûye ku Biroyê Hesikê Telî di şer de şehîd ketiye.
Di heyama şer de ez jî bi alîkariya xizmên xwe çûm aliyê Makoyê, li wir zewicîm û bûm bavê zar û zêçan; pişt re dewleta tirkan efûyeke giştî derxist û ez jî di çarçoveya wê qanûnê de vegeriyam gundê xwe.
Gava serheng Îhsan Bozkurt di fermandariya artêşa tirkan a li Bazîdê de kar dike, li ser van mijaran bi Şêx Hesenê kurê Şêx Evdilqadir re diaxive; her wiha derbarê hoza Sakayan de pirsan dike, di dawiyê de pê dihese ku çîrok li hev dikevin û rastiya jiyana xwe jê re vedibêje. Şêx Hesen jî bûyerê ji malbata xwe re vedibêje; li ser vê nûçeyê endamên malbatê kom dibin û wekî girseyeke mezin diçin fermandariya artêşa tirkan. Bihara sala 1976an bû ku Ihsan Bozkurt, -ango birayê min Eliyê ku bûbû serhengekî artêşa tirkan-, bi min û xizmên min re hevdîtin û sohbet pêk anîn. Gava ez bi Ihsên re tenê mam, wî gotinên diya min dubare kirin û piştî guhdarîkirina çîrokê me hev hembêz kir.
Birayê min Elî bi diya min re çûbû; haya min ji rastiyên serpêhatiyê çêbûbû û min bi awayekî matmayî li çîroka rastîn guhdarî dikir. Ji aliyekî ve ez î kêfxweş bûm; ji ber ku diya min hê sax bû. Tiştên ku diya min ji min re gotibûn, yek bi yek dihatin bîra min û min jî digote birayê xwe. Birayê min dixwest ku Qesra Behlûl Paşayî, gora Ehmedê Xaniyî û şûnwarên ku diya min jê re behs kiribûn bibîne. Gava wî gote min ku dixwaze gundê Zoravayê bibîne û Reşîd Axayê li Makoyê mereq dike, min bersiv da pirsiyarên wî; lewre min ew bir ger û geşta gund, her wisan di navbera wî û Reşîd Axayî de hevdîtinek li dar xist.
Birayê min bi qasî 3-4 salan li Bazîdê xebitî; di wê pêvajoyê de diya min jî hate welêt, hate dîtina min û xizmên xwe. Gava dît ku ez zewicîme û zarokên min çêbûne, pir xemgîn bûbû; hertim tercîh dikir ku bêdeng bimîne û qet nedixwest qala rabirdûyê bike. Me jî nexwest ku wê bidin axaftin û pê re têkevin nîqaşan. Me agehî dayê ku xwişka min Eyşê li aliyê Makoyê mêr kiriye; gava wê pir xwest ku keça xwe bibîne, me Eyşê digel zarokên wê ji Makoyê anîn Bazîdê. Li Bazîdê em wekî hemû endamên malbatê hatin cem hev; li aliyekî êş û xemgînî hebû li aliyê din şahî, kon hatin vedan, pez hatin serjêkirin, xurekê xêrê hate belavkirin. Dayika min Rihan vegeriya Îskenderûnê, piştî demekê jiyana xwe ji dest da û li navçeya Arsûzê ya Îskenderûnê hate çalkirin. Li aliyê din, birayê min Elî, ango Ihsan Bozkurt jî piştî karnişîniyê koçî Îskenderûnê kir; dema ku li Îskenderûnê bi cih bû, ez çend caran çûm serdana wî.”10
Li gorî vegotina lêkolîner Girberaniyî, bavê wî yê rehmetî Salih Gultekîn di navbera salên 1992-93an de li Îskenderûnê mamostetî kiriye; dema birayê wî yê Ûsivê Salih di sohbetên malbatê de vê yekê dibihîze, riyekê dibîne, xwe digihîne Eliyê Hesenê Zoravayî (serheng Ihsan Bozkurt) û pê re diaxive. Ihsan Bozkurtê ku bîranînên xwe yên kevn ji Ûsivê Salihî re jî vegotine, piştî demekê dimire û li Îskenderûnê tê çalkirin. Ûsiv Teyare jî sîmayeke hezkirî ya Bazîdê bû; piştî ku ev serpêhatî hate bihîstin, xelq zêdetir pê re eleqedar bû. Mirovekî dilovan, devbiken û xîretkêş bû; bi bejna xwe ya 1.90 mêtroyî ji meşê hez dikir, bi peyatî diçû gund û bilindahiyên Araratê, lewre gelê deverê ji ber vê lez û beza wî nasnavê “teyare”, ango “balafir” lê kiribû.
Encam
Me di vê kurtenivîsê de pêwendiya di navbera pişaftin û harbûnê de vekola; teşqeleyên pişaftinê û çend dermanên wê bi mînakan nîşan dan ku hem gelê kurd tivdirên xwe yên pêwist wergire û dîroka cegersoj dubare nebe hem jî dijminên kurdan hişyar bibin ku dawiya wan ewqasî ne birqonek û ronî ye. Hêjayî gotinê ye ku serencama vê gotarê hînî mirovan dike ku pişaftin destwerdaneke nexwezayî ye; lewre bi xwe re teşqeleyên mezin jî tîne. Ev teşqele dikarin desthilatdarên sitemkar ji textên wan ên desthilatdariyê daxînin û milkê wan hûrdexaş bikin. Kesên ku bi riya pişaftinê biyaniyan dikin bindest, divê bizanibin ku ew dê rojek ji rojan milkên xwe yên bi neheqiyê bidestxistî ji van sitemdîtiyên heqkirî re bihêlin û bicehimin herin; her wiha pêşengên ku bi tevger û kiryarên xwe yên nepak rê li ber pişaftina welatiyên xwe vedikin, ew dê beşeke welatiyên xwe ji dest bidin, ev koçberên li biyanistanan êwirî û baştir perwerdebûyî rojekê bi cilûberg û çekên biyaniyan dê vegerine dijberên wan pêşengên ku êş û azar nîşanî wan dane. Li vê derê gotina Zerdeştî ya “gotara pak, kiryara pak, tevgera pak” çiqasî watedar dibin û gotina Pêxemberê Îslamê Mihemed eleyhiselamî rast didêrin ku digot: “Bêbawerî (kufr) dê her hebe, lê sitemkarî (zilm) berdewam nake” û rojek ji rojan dê stûyê wê jî bişkê ku me şkestina stûyê gorbigorê Sedamî jî li ber çavan dît.
Omitê Mistef umiddemirhan.wordpress.com
Çavkanî
Anne Kandler & James Steele (2017), “Modeling language shift”, Proceedings of the National Academy of Sciences.
Bahoz Baran (2018), Ferhenga Bişaftinê, Wardoz: Amed.
Bahoz Şavata (2021), “Ksenefon’un Anabasis Eserinde Karduxi’ler/Kürtler Ksenefon’un Anabasis Eserinde Karduxi’ler/Kürtler”, Kurt Tarihi Dergisi.
Charles Spielberger (2004), Encyclopedia of Applied Psychology, Academic Press: New York.
Elizabeth Prine Pauls, Assimilation, Encyclopedia of Britannica.
Ferda Bingol (2021), Di edebiyata kurdî (kurmancî) de wekî lehengekî mîtolojîk Rustemê Zal, teza masterê ya li Zanîngeha Mûşê.
Muhammad Dandamayev (1990), “Carduchi”, Encyclopedia Iranica.
Nihad Gultekin, “Agri Dagindan uçtum, garbe duştum”, Ozgur Politika Gazetesi PolitikART eki.
Phillip Carey Connor (2010), A theory of immigrant religious adaptation: disruption, assimilation, and facilitation, Department of Sociology, Princeton University.
Robert Rollinger (2002), “Herodotus IV: Cyrus according to Herodotus”, Encyclopedia Iranica.
Jêrenotên nivîsê
1 Elizabeth Prine Pauls, Assimilation; bnr.: https://www.britannica.com/topic/assimilation-society; dema gihiştinê: 08.07.2022; 02:19.
2 Charles Spielberger (2004), Encyclopedia of Applied Psychology, Academic Press: New York, r. 615.
3 Anne Kandler & James Steele (2017), “Modeling language shift”, Proceedings of the National Academy of Sciences, 114 (19): 4851–4853; her wiha bnr.: doi:10.1073/pnas.1703509114
4 Phillip Carey Connor (2010), A theory of immigrant religious adaptation: disruption, assimilation, and facilitation, Department of Sociology, Princeton University, UMI Number 3410990; ji bo vê teza doktorayê bnr.: https://www.proquest.com/openview/a84171453b4402a608f395f4103a2fbb/1?pq-origsite=gscholar&cbl=18750&diss=y; dema gihiştinê: 08.07.2022; 03:49.
5 Ji bo ramanên sereke û aforîzmayên Ibn Xeldûnî binêre: https://ar.wikiquote.org/wiki/ابن_خلدون; dema gihiştinê: 17.07.2022; 03:46.
6 Ji bo agehiyên zêdetir, bnr.: Ferda Bingol (2021), Di edebiyata kurdî (kurmancî) de wekî lehengekî mîtolojîk Rustemê Zal, teza masterê, Zanîngeha Mûşê.
7 Bahoz Şavata (2021), “Ksenefon’un Anabasis Eserinde Karduxi’ler/Kürtler Ksenefon’un Anabasis Eserinde Karduxi’ler/Kürtler”, Kurt Tarihi Dergisi, hejmar 43.
8 Muhammad Dandamayev (1990), “Carduchi”, Encyclopedia Iranica, c. 4, fas. 7, r. 806; her wiha bnr.: https://www.iranicaonline.org/articles/Carduchi-latin-form-of-greek-kardokhoi; dema gihiştinê: 17.07.2022; 05:15.
9 Robert Rollinger (2002), “Herodotus IV: Cyrus according to Herodotus”, Encyclopedia Iranica, berg: 10, fasîkul: 3, r. 260-262; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://iranicaonline.org/articles/herodotus-iv; dema gihiştinê: 23.09.2024; 04:43.
10 Nihad Gultekin, “Agri Dagindan uçtum, garbe duştum”, Ozgur Politika Gazetesi PolitikART eki, bnr.: https://ararat-welat.blogspot.com/2012/08/agr-dagndan-uctum-garbe-dustum-nihat.html; dema gihiştinê: 13.07.2022; 12:09.