G Û L Î Z A R – Azad Avcî

Bê guman çîrok, an jî çîrokbêj ji bo me zêde ne xerîb e. Lê bi hêsan mirov kare bêje, ku em di wêjeya Kurdî de zêde rastê çîrokên modern ya bi nivîskî nabin. Em bi çîrokên dê û bavên xwe mezin bûne. Û ji çîrokan, an jî li gor tesîra bûyerên ku çîrokan derdixinin holê, bi xwe re stran û kilaman jî çêdikirine. Her du jî marîpişta gotinên ku ji neslan berbi neslan ve dirêj dike, nin.

Lê ya giring, ku pêwiste tu car neyê jibîrkirin, nivîsandin e. Di nav Kurdan de edebiyatekî devkî yê gelek xûrt heye. Bê guman li gor rewşa edebiyata dinê ku di vê wextê pêşveçûyî de, -ji xwe mirov nikare bi kurdî re miqeyese bike- lê ku mirov binirxîne; edebiyata nivîskî encama qada ku çîrok gihîştiyê, cihekî gelek bilind e. Ji ber vê, nivîsandin ji bo pêvşveçûyîna civakek gelek giring e. Ji hêlek nivîsandin: guherîna ruyê civakê ya dîtbarî ye.

Lokman Polat pirtûkek nû, ku ji çîrokan pêktê, ku her çîrokek mîna çirka ava kanîya zelal diherikîne, li ser behra wêjeya kurdî mîna dilopek niqitand.

Hêjayê gotinê ye ku mirov ji bîr neke bêje, rastî jî birêz Lokman Polat li hemberê neaxaftin û nenivîsandin, her wiha nebikaranîna zimanê Kurdî şerekî gelek xurt li darxistiye; ji ber ku li Kurdistana Bakur asîmalasyonekî, ku leza wê roj bi roj lezgîntir dibe, û hikmekî neheq û nemirovahî peydakiriye, heye. Eva di demeke wiha de, em Kurd peywirdarin, ku em li hemberê vê paşverûtiyê ji dil û bi rik bi vê zimanê şêrîn biaxifin, binivîsin û bifikirin.

Di çîrokên nivîskar de, ev wekî problemekî komînîkasyonê her tim xwe mîna tiştekî pir giring û pirsgirêkek sereke li ber cavan radixîne. Eva tîpa yekemîn a herî balkêş e. Ya dûwemîn jî ewe ku, dîsa bi rewşa ziman ve gelek têkildar e, ew jî; di rasteqiniya dilînên neteweyî de tekoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistan e, û lehengên wî nin. Ya sêyemîn jî eşq û evîndarî ye.

Nivîskar di çîrokên xwe de bi fantaziyên reng bi reng, xwe di xeyalên kûr de berdaye. Ji hêlek xwegihîştina zehmetiya xwestekên di jiyanê de li gor xwe di xeyal û xewnan de bi hêsanî peyda dike. Lê ji hêlek din jî, nivîskar xwe di xwestekên bê encam de jî digevizîne û bi awayek hêvîşikestî dawî li revê tîne. Ya balkêş û giring jî, ku şêweya civaka Kurd di pêşeroj de xwestiye karîkaturîze bike, bi awayek pêşnîyarî daxwaza şikandina tabûyên di jiyanê de jî dike.

Rastî her çîrokek dinyayek fireh û kûr e. An jî mirov kare wiha jî bêje: çîrok romannivîsa kurt e. Lokman Polat xwe di navbera stîlek modern û kevnoşopî de ceribandiye. Zimanek sivik û zelal, yên ku bi kêfxweşî Kurdî dixwînin, dê çîrokên L. Polat jî bi dilek xweş bixwînin.

Lokman Polat – Gulîzar – Weşanên Doz / Helwest

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply