Evîna Beşerî û Eşqê Însanî

Hemû behrên min ên evînê – ku bi sirgûniyan hatibûn pîroz kirin- di kefên destên min de dimiçîqin. Xerîteyên min ên welatên dûr,  diyarên cûr bi cûr dişewitin di bîbikên çavên min de.  Bîbikên çavên min tim gustîlkek reş in. Na dayîka min tê û li ser min digîre na jî evîndara min tê û birînên min dikewîne.  Malbata meta min di bin kumgustîlkan de com dibe,  malbata xalanên min bi kewan re wer dibin.

Ez jibîra avên dûr dikim,  hesretên min di pêsîrên min de dimînin. Li ser kêlên xeyalên xwe dirawestim, nizanim dê kingê destbi qiyameta min bibe. Bi bayê sibe re dimeşim, xwe di ber tenêtîya şevê de dibînim. Niha ne defterekê seyirê li ber min heye ne jî rotayekê min a sabît. Awirên min dikevin, benderên min dişewitin.

Tim denga sûra Îsrafîl di guhên min de olan dide. Li ser çîyê gûmanê dirawestim, ne rabirdûya min heye ne jî dahatûya min eşkereye. Tu evîndarî û ez birîndar im. Tu yê dûrî û ez yê li ber desta me. Tu mîhmandarî û ez xizmetkar im. Tu yê bi robarî yî û ez yê bêbask im. Hilma te jîndar bû û yê min mirdar bû. Tu li ser zemên bûyî û ez di bin ezmên de bûm. Di navbera te û ezmanan de ferişteh, di navbera min û axê de şahmaran hebûn.

Rastî li ber min e: Em tev hatibûn dinyayê, em ê bi hev re biçin ji dinyayê.

Bi te re min çavên xwe vekirîbûn, min ê bi te re çavên xwe bigirtana. Tim girtîyê hebûna xwe, serbeste hîçbûna te bûm. Kî hebû, çi tune bû, min nedizanî, haya min jê tune bû. Piştre digehêjim merhaleyekê din, digehêjim dojehekê din, digehêjim encamekê din. Însan çi bû yan ji însên çi mabû, min hîn jî nedizanî.

Her ku dem dibihûrî,  ji însana Xwedê dûr diketim,  bêhtir nêzîkê beşerê dinyayê dibûm. Bi peyvên pêxemberan diçûm û dihatim. Bi peyvên rehmanî aqila min kêrî min dihat.

Tim evîna min beşerî û eşqa min însanî bû. Tim çavên min kor, rêya min zirav û pirsên min dijwar bûn. Mîraca min li ba Xwedê mabû.  Ayetên min bêhtir bêserî, kêmtir însanî bûn. Tu di şevên şînbar de dihatî û te Kitêba Eşqê li ber min vedikir û te dixwend:

“Bi nava Xwedeyê dilovan û dilovîn bixwîne!

Eşq bi êş û azarên xwe ve eşq e, xweş e û pîroz e.

Eşq bê êş û bê ar beşerî ye, dinyevî ye û girtî ye.

Bi êş û azarên eşqê, xwe azad bike, xwe nûve biafirîne.”

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply