Ev Xopan Ji Wê Xapandinê ye?

“Divê serî berya destan werin biçek kirin“   Meksîm Gorkî

Erê, ji roja bin rojê de, em di şer û cengeke giran ya man û nemanê de ne, lewra divê û pêwîste ku em giringiyê bidin bi hêzkirin û dewlemenkirina hiş û serî, ji ber ku zanîn û nasîn take çarerêye ji bo xweparastin û rizgarbûn ji metirsiya nemanê, herwiha ji bo pêkanîn amancên rewa, ji ber ku hiş û hizir canên azadiyê ne, û ji roja bin rojê de, ji ber hevrikiyên xwînî û nakokiyên demdirêj jî di navbera gelan de peydabibûn, ew jî ji ber çavnebarî, çavtengî û hovberiyê bû, ji ber ku wek Nîtşê dibêje:“Her û her pirs pirsa hêzbûnê bû û ne pirsa mafbûnê bû“.

Û di vê pêvajoya xwînî û vê hevrikiya hovan e de, hemû cûrên çekan dihat bikaranîn û çeka herî bi bandor û xwedî rolek e bihêz, çeka rewişta xapandinê bû, ji ber ku (şer û ceng, xapandin e) wek tê gotin, û mixabin gelê herî baca vê çekê dayî gelê Kurd e, ji ber ku Kurd di qada şerê rûbirûyî de lehengên bê hempa bûn û tucarî di qadên şeran de qels û lawaz nebûn û bi mêrxwasî şerdikirin, li hemberî vê wêrekî û lehengî yê, neyar û dijminên Kurdan bi zêrekî çeka xapandinê bikaranîn e, di vê derbarê de Basîl Nîktîn dibêje:“Gelek zehmete ku kesatiya Kurdî bi hêzê û tundiyê were jêrbakirin“.

Pêvajo û dîroka xapandinê dûr û dirêj e, û mixabin her tê dubar û sêbarekirin çi xapandina bi armanca kuştina rêber û kesatiyan be, ji Ebo Muslim El-xuresanî yê ku dewleta Emewiyan li Şamê hilweşand û dewleta Ebasiyan di sala 750,z li Bexdayê damezrand de bigre û ta sedsala nozdehan û sedsala bîstan piroseya kuştina rêber û sembolên xebata gelê Kurd berdewam e, mînak (Simkoyê Şikak,Şêx Se’îdê Pîran,Dr.Qasimlo û Dr.Şerfgendî) û gelek kesatî û serkirdeyên din ku bi çek û rewişta xapandinê hatin e şehîdkirin, daku çavên gelê Kurd bitirsînin û Kurd bimîne bindest!

Lê kambaxtirîn û xeraptirîn cûrên xapandinê, xapandina hizrî û ya ramanî ye û ew jî bi darê zorê bi ser gelê Kurd e hatiye sepandin, û ev cûr bi xiraptirîn awayên dagîrkeriyê tê zanîn, ji ber ku gelek bi bandor e û bi xwe kiryara mejî şuştinê ye û dûrxistine ji çanda neteweyî û xizmetkirin û pîrozdîtina çanda neyar û dagîrkera ye û derencama vî cûrê xapandinê… xwexapandin e, ma gelo… em çendîn car bi simbolên wek(em misilmanin û birayên hevin) û bi simbola komonîstî  (navneteweyî û mafê çarenivîsa gelan)hatin xapandin û niha jî bi simbola (biratiya gelan) em tên e xapandin, ma gelo kengî emê dawyê bi vê piroseya xopanê, xapandin û xwexapandinê bînin?

 

“ketî bi xebatê radibe“ ev pend ji bav û bapîran ve ji me re ma ye, erê birano, erê xwîşkino… em gelekî ketîn e û bindestê sê neyarên hov û harin û gellek caran em ketin e divê ji ketinên xwe fêrbibin wek çawa pêşiyên me gotin e“: Her ketinek bi hobûnekê ye“.Tevî ku em xwedî dîrokeke kevnarin û xwedî çandeke rewşen û şaristanî ne, lê dîsan em dibin gefa neman û pişaftinê de ne,  aşên neyaran hebûna me dihêrin.

Na ji hemû reng, cûr û awayên xapandinê, rizgarbûn ji xapandin û xwexapandinê rizgarbûna gel û welat e, bese ji hemû rengên xopanê re, belê çare tenê xebat e, xebateke bi wêrekî û bi jêrekî, ji ber ku jiyan hevrikiyeke bê dawî ye? Û hevrikiya herî erênî û dijwar, hevrikiya bi xwe re ye? Wek Zeredeşt dibêje:“Kesê ku nikaribe raserî yê xwe be, wê tucarî nikaribe raserî ya çi tiştê dî bike“.

 

Mihemed Hesko 

Almanya, 04.09.2020

Derbar Mihemed Hesko

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply