Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê berdewam e, û zarok gazinan ji kêmbûna pirtûkên li gorî temenê xwe dikin.
Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ber bi dawiyê ve diçe, bi tenê 2 roj mane bê girtin. Kesên xwendekar ên zanîngehan û akademîsyen bi piranî bo pitûkên zanistî serdana pêşangehê dikin lê dibêjin, ew cûre pirtûk li pêşangehê kêm in û li şûna wan pirtûkên zanistî yên bi zimanê Erebî û Îngilizî zêde ne. Zarok jî gazînan ji kêmbûna pirtûkê li gorî temenên xwe dikin.
Kesên serdana pêşangehê dikin ne bi tenê ciwan û kesên temenê wan mezin in di heman demê de zarok jî serdana pêşangehê dikin û nêrînza xwe li ser pirtûk û pêşangehê anî ziman.
Beşek ji zarokan gazinan ji kêmbûna pirtûkan ên li gorî temenê wan dikin û dibêjin ew bi zehmetî pirtûkên xwe peyda dikin.
Beşek din ji wan zarokan jî dibêjin ku pirtûkên hatine nimayîşkirin ên bi zimanê Kurdî kêm in û piraniya wan Erebî ne.
Berpirsên pêşangehê jî dibêjin dezgeh taybet bi çapkirina pirtûkên zarokan li Herêma Kurdistanê nîne ji ber wê yekê pirtûkên zarokan li pêşanehê kêm in.
Rûdaw