Efrîn; Dîrok Û Erdnîgara Zêrîn

Efrîn ku ji hezaran salan vir ve wek hêlîna gelê kurd heta roja me hatiye, di heman demê de welatê bapîrê hemû mirovahiyê ye jî. Dîroka jiyana neandertal li Efrînê heta 100 hezar sal beriya me dirêj dibe.

Efrîn navenda herema Çiyayê Kurmanc (Çiyayê Kurmênc) e û li Rojavayê Kurdistanê heremeke sereke ye. Navê heremê ku ji mêj ve wek Çiyayê Kurmênc tê naskirin, di dema Osmaniyan de “Kurddax”, di dema frensiyan de “Cebel Ekrad” û di dema Baasiyan de jî wek “Cebel Heleb“ hatiye guhertin. Balkêş e ku Çiyayê Kurmanc li Kurdistanê bi sedan sal in yekta herem e ku bi navê “kurd” hatiye naskirin.

Herema Çiyayê Kurmanc ji ber ku di navbera Derya Spî, Kurdistan û Sûrî de wek pirekî xezayî û xwedî erdîmeke dewlemend e û jî mêj ve bal kişandiye.

Navenda heremê Efrîn li Kurdistanê yek ji cîhên herî kevnarê û xwedî dîrok û bermahiyên dewlemend e. Gelek kevir, zinar, lat û kelehên Çiyayê Kurmanc tevî nav û paşnavê mirovên deverê diyar dikin ku evder bermahîyên ji Hûriya (Horî) ne. Hûrî yek ji gelên bapîrên kurdan û li heremê yek ji şaristaniya herî kevnare ye. Pevya Hûrî li herêma Çiyayê Kurmanc di nav gelek kurdan de hîn jî wek paşnav tê bikaranîn. Mînakek din navê Xaldî ye. Xaldî jî ji şaristaniyên Kurdistanê ne. Gelek kes ji herêmên Wêranşar û Serêkaniyê hîn jî xwe wek Xaldî dizanin. Gundê Xalda li Çiyayê Kurmanc yek ji gundên herî navdar û kevnare ye. Dîsa gundên Çiyayê Kurmanc yên wek Bahdîna û Gundê Dimilya, herêmên Bahdînan û Dêrsimê tîne bîra mirov.

Xaka Rojavayê Kurdistanê navenda şaristaniya Hûrrî-Mîtanî bûye û paytexta vê dewletê Urkîş li herema Amûdê li Girê Moza ye. Di demên dawîn de bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê; di kolanên li Girê Çaxirbazar, Telberek, Girê Leylan, Girê Mozan û li Girê Fexriya de gelek berhemên kevnarê hatine dîtin, ku heryek vedigerin hezarên salan.

Di sala 1982’an de arkeologên îtalî li nêzî Amûdê rastî Urkîşê hatin. Urkîş ku berî zayînê di salên 3 hezaran de hatiye avakirin yek ji bajarên herî kevn yê mirovahiyê ye. Berhemên ku ji vê heremê hatine derxistin niha li Helebê li Muzexane ya Dêra Zorê de ne.

Li heremê bi sedan deverên kevnare ku li rûyê erdê ne hene. Çend ji deverên kevnarê yên heremê evin: Kela Semanê, Gundê Tîlanîsos, Qesra Beradê, Kefer Nabo, Kîmar, Soganekê, Bircikê Terpê, Dêrmişmîş, Gobelê, Kîlotê, Xerabê Şemsê, Gundê Mezin, Fafirtin, Bircika Silêman, Basûfanê, Birca Heyder, Keleha Basûtê, Eyndarê, Kurzêlê, Qîbarê, Cindirêsê, Şiyê, Nebî Horî yanê Sîros, Kela Canpolat û Kela Hawarê. Ev hemû dever xeml û dewlemendî û kevnariya vê herema Çiyayê Kurmanc e.

Yek ji bermahiyên herî balkêş û kevnare li herema Çiyayê Kurmanc, Şikefta Dûderiya ye. Di vê şikeftê de hestiyên ‘’mirovê dema Neandertal“ hatiye dîtin ku temenê vî mirovî di navbera 50 û 100 hezar sal de tê texmînkirin. Ji ber vê taybetiya xwe Şikefta Dûderya di alema arkeolojiyê de xwedî cîhekî taybet e. Li aliyê din ev şikêfta ku li nêzî gundê Birca Evdalo ye navê xwe daye eşîrekî heremê jî. Şikeft 13 kîlometre dûri Efrînê ye.

Li gor lêkolîn û destkevtên ku li heremê diyar bûne, dîroka Çiyayê Kurmanc digîje berî zayînê heta salên 3 hezaran. Salên 1200’ên berî zayînê dema İmparatoriya Hûrî-Mîttanî ye. Piştî dema desthilatiya Asûriyan, dema Med û Parsan heta salên 300’an didome. Piştî hatina İskender herem dibe yek ji navenda Helenîzmê. Heta sala 637’ên piştî zayînê Çiyayê Kurmanc di destê Makedon, Roma û Bîzansiyan de dimîne. Di dema Helenîzmê de li Efrînê berhemên giranbiha tên danîn ku rêça gelek ji van berheman hîn jî li ser piyane.

Welatê Selehedîn Eyûbî

Di sala 637’an de herem dikeve destê muslumanên Ereb. Artêşa erebên Musluman di bin fermandariya Ebû Ubeyd İbn Cerah de ketiye Çiyayê Kurmanc û heremê bê şer bindest xistiye. Çiyayê Kurmanc di serpêhatiya hezar salan de di nav Emewî, Eyûbî, Abbasî, Mendî û Memlûkiyan de dest guhertiye.

Çiyayê Kurmanc di dema hukumdariya Selehadînê Eyubî de jî yek ji navendên girîng yê vê dewleta kurd bûye. Efrîn û herem tevî stratejîkbûna erdîma xwe û bi nêzikbûna kevîya Derya Spî û bajarên wek Ruha, Antakya, Şam û Helebê devereke girîng bûye. Gelek eşîrên ku ji çar aliyên Kurdistanê tevlî artêşa Selehedîn bûne di demên paş de jî li heremê manê û heta niha jî li wir in.

Li Çiyayê Kurmanc serdema Osmaniyan ji salên 1607’an destpêdike û heta sala 1918’an yanê piştî yekem Şerê Cîhanê didome. De dema desthilatiya Osmaniyan de bi dehan malbatên kurd ji cih û warên xwe hatine dûrxistin û koçî deverên din bûne. Ji van malbatan yek Canbolatê kurd in ku di serhildanên dijî Osmaniyan de hatin sirgûnkirin û hîn jî li Lubnanê cîhwar in û rêvebiriya gelê Durzî dikin.

Navenda herema Çiyayê Kurmanc bajarê Efrînê ye. Şêniya Efrînê tevî gundan nêzî 300 hezarî ye. Herem ji navçeyên Cindirisê, Mabeta, Şêra, Şiyê, Raco û Bilbilê pêk tê. Ji bilî ev 7 xopanên Efrînê 263 gund jî bi bajêr ve girêdayî ye. Efrîn di warê pergala rêvebiriyê de navçeyeke bajarê Helebê ye.

Efrîn piştî destpêka şerê navxweyî ya Sûrî, di sala 2012’an de ji aliyê kurdan ve wek kantonek tê birêvebirin û ji hingê ve jî di bin ambargo û ablûkayê de ye. Herem di 18 yê meha çileyê vir ve ji aliyê artêşa tirk û cîhadîstan ve di bin êrişê de ye.

Bajarê zeytûnan

Efrîn bi giştî bi girên bilind û çiyayan ve xemilandiye. Li Rojavayê Kurdistanê herema bilind tenê Çiyayê Kurmanc e. Ev çiya sîlsileya ji Rêzeçiyayên Toros e. Bilindahiyan girên heremê li seriya 1000 metreyî ne.

Firehiya xaka Efrînê 2033 kîlometreqare ye. Li Efrîne bi navên Cûmê, Meydankê û Kitêxê sê deşt hene. Li deştên Efrînê ji bilî kiştûkalê, lawirvanî jî tê kirin. Helbet dema Efrîn tê gotin zeytûn tê bîro mirov. Zeytûnên heremê navê Afrîinê bi cîhanê dane naskirin. Li heremê di navbera 13 û 18 milyon de darê zeytûnê hene. Li gor lêkolînên li ku heremê hatine kirin, hebûna darên zeytûnê li Efrînê digîje 12 hezar sal berî zayînê. Zeytûnên Efrînê bi qalîte, vîtamîn û mîneralên xwe di nav mînakên xwe de yên herî baş hatine hilbijartin. Li aliyê din ji ber kevnbûna teknîkê, awayên kenveşopî û xêrnexwaziya dewletê, Efrînê ji zêytûnê têra xwe feyde nastînin. Li Efrînê ji bilî zeytûnan bî deh hezarên darên sêv, hinar, hejîr û mişmişan jî hene. Werwiha li Efrînê çandiniya genim û ceh jî tê kirin.

Efrîn heta dema dagira frensiyan wek bajarokekî bi Kilîsê ve girêdayî bû. Piştî dagira frensiyan bi Helebê ve hat girêdan. Piştî ku sînorê navbera Tirkiye û Sûrî hat danîn, li gelê herêmê ji sûk û bazara Kilis û Qirixanê hat qedexekirin. Pêwîstî bi navendeke nû peyda bû û frensiyan bajarê Efrînê ava kirin. Di bihara 1927’an de, frensiyan gundî agahdar kirin, ku sûkeke nû ava dibe û wê sûk rojên çarşemê vekirîbe. Bi vî awayî berê bazirganiyê dan bajêr û evder wek navenda rêvebiriya heremê hilbijartin.

Serhiladana Brahîm Henano

Piştî destpêka yekem Şerê Cîhanê û hatina frensiyan ya Sûrî û dabeşkirina serxet û binxeta Kurdistanê, di nav kurdan de li dijî dagirkeran nerazîbûn destpêkir. frensiyan guh nedidan hasasiyetên kurdan û haya wan ji mafên kurdan nîn bû. Ji ber vê yekê kurd li dijî frensiyan ketin tevgerê.
Ji ber gelek sedeman kurdan li Sûrî berî ereban li dijî frensiyan dest avêt tifingan. Di berxwedana li dijî frensiyan de fîşeka yekem ji alî Şêx Brahîm Henano yê kurd ve di sala 1939’an de li herêma Çiyayê Kurmanc û Efrînê hat teqandin. Tevgera Şêx Brahîm wek ‘murîdî’ dihat binavkirin. Hêza wî ji gundî û cotkaran pêk dihat. Serhildan dirêj ajot û gelek zirar gihîşt hêzên frensî. Tolhildana frensiyan ya li dijî kurdan jî giran bû. Di encama êrişa frensiyan de gelek gundên Efrînê hatin valakirin û beşek ji gele heremê xwe avêtin Tirkiyê.

Hêlîna eşîran

Efrîn di warê demoxrafya xwe ya netewî de jî devereke balkêş e. Li Efrînê ji Alewiyan heta Ezdiyan ji Dêrsimê heta Amedê gelek eşîr û malbatên kurd bicîh bûne. Eşirên kurd yên Çiyayê Kurmanc, wek diyarin evin: Amka, Şikak, Robarî, Biyan, Şêxan, Goçer, Dina, Heyştiya, Xastiya. Balkêş e ku gelek ji eşîrên Efrînê li çar aliyê Kurdistanê belavbûne.

Li Efrînê di salên dawîn de hin ereb jî bicîh bûne. Hijmara ereban nêzî 6 hezarî ye. erebên heremê bi giranî li bajarê Efrîn û Cindirêsê bicîh bûne. Malbatên Umêrat û Bobene yên ereb bi giştî zimanê kurdî diaxafin û qismek ji wan cil û bergên kurdî jî li xwe dikin. Rejima Baas piştî salên 1963’an ku dest bi siyaseta bê kurdbûna heremê kir, erdê kurdan bi zorê ji wan stend û li ereban belavkir. Erebên Çiyayê Kurmanc jî li gundên Deşta Cûmê û li her du aliyên çemê Efrînê bicîh bûne.

Li aliyê din ji herema Çiyaye Kurmanc gelek kesên welatparêz yên navdar jî derketine. Bi taybetî dengxweşên wek Cemîl Horo, Elî Tûjo û Xelîl Xemgîn bûne remza hunermendiya Efrînê.

Herwiha ji ber ku Çiyayê Kurmanc her tim ji bo welatparêz û berxwedêrên Kurdistanê re bûye hêlîn gelek şexsiyetên navdar; yên wek Doktor Nûrî Dêrsimî, Cegerxwîn, Reşîd Hemo jî li heremê bicîh bûne.

Peytexta dîrokê

Ji bilî dewlemendiya xezayî ya Çiyayê Kurmanc, herem ji alî berhemên dîrokî û bermahiyên şaristaniyan ve jî wek xezineyekî servekirî ye. Wiha diyar e ku li heremê ji sed hezar sal vir ve jiyan hebûye û ev xak tû car xalî nemaye.
Li heremê şaristaniya herî kevnare ku li pey xwe bermahî hiştiye Hûrî-Mîtanî ne. Wek tê zanîn Dewleta Hûrî ji bo parastina li erdîma ku hukum ajotiye keleyan avakiriye. Yek ji van keleyan Kela Hûrî ye. Ev kele 45 kîlometre dûrî Efrînê ye. Kele herçend bi navê Hûriyan tê naskirin û di dema wan de hatibe avakirin jî, di dema Madoparsan û Selokîdan de nav guhertiye û hatiye tamîrkirin.

Li heremê hin bermahiyên ji dema Mado-Parsan jî mane hene. Wek mînak Kela Sîros. Sîros (Cyros) ku navdaneke Yûnaniye, navê xwe ji Mîrê Medî Korş stendiye. Herwiha hebûna çem û rûbaran yên heremê bûne sedem ku gelek pirên giranbiha jî bên avakirin ku hebûna wan heta îro jî didome.

Berhemeke ku navûdengê Efrînê gihandiye cîhana Xiristiyaniyê jî Ezîz Sîmon e. Ezîz Sîmon ku di sala 363’an de li Edenê hatiyê jiyanê û piştî dema xortaniya xwe li Efrînê bicîh bûye îro yek ji remzên Efrînê ye.

Kela Sîmon 20 kîlometre dûri bajarê Efrînê ye. Avahiya ku îro wek Kela Sîmonê tê naskirin di demên pêşîn de tenê dêrekî bûye. Ev dêr di alema İsewiyan de yek ji dêrên herî kevn û mezin e. Di sala 970’an de di dema Bîzansiyan de ji ber balkêşiya wê li dorê dûwarên keleyekî hatiye avakirin û evder wek bajarekî mezin bûye û li heremê bûyê yek ji navenda ola Xiristiyaniyê. Bajar hingê bi navê Tîlasonîs hatiye naskirin.

Yek ji bermahiyên Hûriyan li heremê bajarê Eyndara ye. 5 kîlometre dûrî Efrînê ye û li seriya çemê Efrînê ye. Eyndara bi erebî tê wateya “Çavên Dara.” Wek tê zanîn Dara yek ji mîrê Mado-Parsan bûye. Ji nav ev bajarê kevnarê çemekî biçûk û kahniyekî diherike. Bajarê kevnare 5 kîlometre dûrî Efrînê li kêleka gundê Çavdara ye.

Faysal Dagli-Beroj

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply