DU ROMANÊN BAWER RÛKEN DI TARIYÊ DE Û QALIK

Reşo K. panzdeh sal li hepisxaneyê radize û paşê ji girtîxaneyê tê berdan û diçe gundê xwe. Reşo ji bo çi ketibû hepisxaneyê? Piştî berdanê sedema ku ew dere gund çiye? Meraqa bersîva van pirsan mirov li xwendina romanê sor dike û herweha mirov/xwendevan bi baldarî û bi meraq xwendina xwe didomîne.

Min du romanên romannivîserê kurd Bawer Rûken xwend. Yek jê navê wê !Qalik” e û ya din navê wê ”Di tariyê de” ye. Bi navên ”Herimî” , ”Keleha Dûr” û ”Pirtûka tenêtiyê” sê romanên wî yên din jî hene. Lê min hêj ewan nexwendiye. Ez ê di pêşerojê de dor bi dor romanên wî yên din jî bixwînim. Romana wî ya bi navê ”Pirtûka Tenêtiyê” navê wê û naveroka wê bala min kişand. Romaneke lêgerîna li pey evînê ye.Di danasîna wê de tê gotin ku; ”Jêman, dest bi lêgerîna hezkirîya xwe, hevala xwe û sirdaşa xwe ya winda Hîvayê di rojên tozinî ên Qereqabê de, dike…..Xwendevan wê li gel Jêman bibe şahide dîrok, hewaya giran û tirsnak ya bajêr, goftûgoyên nivîskarên duziman ên li ser mijarên hevçax û tolhildanên ku di paş derîyên girtî de mane.”

Niha em li romana ”Di Tarîtiyê De” binêrin. Reşo K. panzdeh sal li hepisxaneyê radize û paşê ji girtîxaneyê tê berdan û diçe gundê xwe. Reşo ji bo çi ketibû hepisxaneyê? Piştî berdanê sedema ku ew dere gund çiye? Meraqa bersîva van pirsan mirov li xwendina romanê sor dike û herweha mirov/xwendevan bi baldarî û bi meraq xwendina xwe didomîne.

Reşo K. di şeveke tarî de diçe gund. Li gund radize, serê sibê kurê meta wî tê ew dibîne û wî dibe mala xwe. Bapîra wî jî di mala meta wî de ye. Meta wî xwedîkirina bapîra 90 salî jî dixe stuyê wî. Di gund de bûyerek balkêş yan jî tişteke ku bala mirov bikşîne naqewime. Romannivîser mesela mifteya/kilîtê mala bavê K. ku meta wî nade pê, pir dirêj kiriye. Nod/90 rûpelên romanê bi meseleya daxwaza dîtina mifteyê xaniyê mala bavê Reşo K. û lêgerîna wî derbas dibe. Di rûpela 87an de mifte tê dîtin. Derî vedibe. De ka em binêrin di hundirê malê de çi heye û çi tune ye? Di serê Reşo K. de, di hiş û eqilê wî de çi olan dest pê dike? Di binhişê wî de çi derdikeve holê? Ev hemû tişt bila wek meraq bimîne ku xwendevanên ku vê nivîsa min bixwînin û niha dixwînin meraq bikin û herin pirtûka/romana Bawer Rûken bikirin û bixwînin. Di pirtûkê de tiştê baş û xweş çîroka ku pîrê ji K. re dibêje ye. Çîrokek gelêriye, folklorîk e. Di çîrokê de serpêhatiya mêrxasekî wendayî tê qal kirin.

Reşo K. li gund bi keça meta xwe a ku zewicandiye û diya çend zarokane re têkiliya cinsî, pevşabûneke seksê pêk tîne. Keça meta wî ji biçûkiya xwe ve ji Reşo K. hez dike û lewre jî ew bi dilê xwe bi Reşo K. re şadbûna seksê, pevşabûnê  pêk tîne. Romannivîser Bawer Rûken bi sahneyek erotîk pevşabûna Reşo K. û keça meta wî rave dike. Pevşabûna lehengê romanê Reşo K. û keça meta wî, hestên mirov coş dike, xweşhal dike.

Romannivîser Bawer Rûken di vê romana xwe de metodeke cuda a vebêjiyê bi kar aniye. Vebêjê romanê hem lehengê romanê ye û hem jî nivîskarê romanê ye.

Romaneke sportane. Vegotin bi devê wî/wan tê gotin. Ne yek, du vebêj hene û ji devê herduyan tişt têne qal kirin. Lê di esasê xwe de ew yek kes e. Ew kes hem nivîskarê romanê ye û hem lehengê romanê ye. Ev şêwe vebêjî û vegotin ji bo afirandina berhemeke edebî şêwazeke nû ye ku di edebiyata kurdî de tê bikar anîn. Helbet di hinek romanên din de ev metod heye o hinek romannivîserên kurd beriya Bawer Rûken vê metodê bi kar anîne û bi vê teknîkê roman afirandine.

Romana Bawer Rûken romaneke Kafkawarî ye, Kafkaesk e. Bi vegotineke Kafkaesk hatiye afirandin. Wek gotina dawî: Bawer Rûken bi romana ”Di Tarîyê De” ango bi vê roman xwe  re berê şêwaz û adanîya pênûsa romannivîsîya xwe dide rêyeke nû. Di vê rêyê de wekî pêşengên berî xwe F. Kafka, S. Beckett, R. Walser derdê wî jî ne tenê vegotina çîrokekê ye, jê bi wêdetir hemû xem û xweêşandina wî bi zimanê Kurdî ye.

Ez ê wek berdewama vê nivîsê bi çend gotinan behsa romana Bawer Rûken a bi nave ”Qalik  jî bikim.

Romaneke sportane ”QALIK”

Beriya gotinên xwe ez dixwazin gotinên sê romannivîserên kurd ku ji bo Bawer Rûken û berhemên wî gotine pêşkêşêxwendevanan bikim. Ev hersê romannivîser ev in û weha dibêjin:

Yildiz Çakar dibêje : “Bawer Rûken, yek ji wan romannûsên ku ji bo min girîng e.”

Dîlawer Zeraq dibêje : “Bawer Rûken, bi ziman û şêwaza xwe nîşanî me dide ku tu serdestî, tu pêkhate û tu kes dê nikaribe  ‘şopa ji me maye paqij bike.”

  1. Kovan Baqî jî dbêje : “Romanên Bawer Rûken pêjna gerdûnekê radigihînin nava min.”

Qalik romaneke kurt ê ango kurteroman e û tê de gelek tişt sportane, ji ber xwe ve derdikevin û ji ber xwe ve dicine. Berhemeke ku hunandina wê li gor  peydabûn û wendabûnên sportane hatiye hunandin. ”Romaneke bêwext e ku hemû lehengên wê bêwext tên û dikevin nava bûyeran. Dîsa bêwext derdikevin ji nava romanê. ”

Weke tê gotin; Jiyan romaneke bêwext e ku hemû lehengên wê bêwext tên û dikevin nava bûyeran. Dîsa bêwext derdikevin ji nava romanê. Lewma yek direve û yê din dide pey wê. Ew rewşa her û her berdewam e û wê berdewam bike jî heta ku jiyan hebe.

Lokman Polat

 

 

 

 

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *