Du Rê Hene Li Hemberî We -Têngîz Sîabendî

(Ev nivîs li gor baweriya ola Îsewî/ File/Xîrîstiyanî ve hatiye nivîsandin)

Xwendevanêd hizkirî serîda dixwezim derheqa sernavêd bi çend gilîyava biaxivim.
Çima “Du Rê ?”
Çimkî min fikirî, ku ev sernav wê bi kûrayî û firehî nêrîna min azorû ke.
Armanca min çî ye?
Em di sedsala 21an de jiyîna xwe derbas dikin û îro ber bi çevê cîhanê hezaran kes tên kuştinê. Ew qey bêjî îdî tiştek “normal” bûye…
Qey bêjî axirîyê dinê nêzîk bûye…
Armanca min ew e, ku bigihîjim wê yekê, ku her kes bona ruhê xwe jî xem bike. Bifikirin, wekî tenê xwerin, vaxwerin û xwekirin nîne û bi mirin jî her tişt xilaz nabe…
Her kes tê dinê, jiyîna xwe derbas dike û roj jî tê dimire, heta niha ew usa ne. Ê paşê?
Em ê vê nivîsarê de çend pirsên ewil binin ber bi çevan, kîjan di dîroka mirovhatıyê de hebûne.
Xwedê heye?
Ruhê meriv heye?
Pey mirinê jiyan heye?
Tev ruhê çi diqewime?
Wekî tune ma em robot in?
Kîjan e rê-dirb?
Zanim, pirsêd te jî hene, ku hewcê bersivê ne.
Lez nekeve û gumana xwe nebire.

Du Rê heye li dinê de
Yek ya firehî ye
Yek jî ya teng e
Yek dive azayê
Yek jî dive cenimê.
Xwedê Du Rê hazir kiriye
Kîjan rê bi kêfa te ye
Yek wundabûn e
Yek jî xilazbûn e
Lê îzin daye te:
Qebûl ke
Yan jî înkar ke.

Kîjan Rê Tu Dixwezî ?

Pirs, pirs, pirs û dîsa pirs… ?
Eyan e, ku di jiyîna meriv de pirsên cûre, ewil û çetin pirr hebûne, hene û timê jî meriv ber bi bijartinê rû bi rû sekinîne. Bijartin ew tiştekî pirr dijwar e…û ji wan yek rastî ye, ya din jî şaş.
Her kes jiyîna xwe de serbest e, aza ye bi femîna xwe, hilbijartina xwe, rabûn – rûniştina xwe û hewd.
Azayî ji Xwedê tê…
Xwedê îznê daye…

Kîjan rê tu dixwezî?

Xwedêyek, rêyek xilasbûnê û Xilaskarek heye…
Îro dinyayê de olên cûre-cûre hene û Xwedê qebûl dikin. Fêr dikin, ku bona ruhê xwe xem nekin, hûnê xilas bin, yan jî ruhê meriv tune, yan pey mirinê ruhê meriv gerdûnê de azad difire û hewd. Lê eger usa nîne ?
Pirtûk du alîyava dixwînin.
Hene jî, yê Xwedê qebûl nakin û reddikin, mesele Ateîzm an jî bêbawerî redkirina baweriya Xwedê ye. Ango kesên bê Xwedê ne û di wê baweriyê de ne, ku Xwedê nîne.
Yek ji wan Agnostîsîzm e, li gorî felsefeyê meriv ji aliyê dînîve nikare bizanibe ka Xwedê heye yan na?  Û ji aliyê zanîstêve jî nizane gerdûn çawa hatiye efirandin.

Kîjan e rastî?

Serwextî, zanebûn, jiyîn, mirin û her tişt di destê Xwedê de ne.
Di destpêkê de Xwedê erd û ezman efirandin.
Di wê demê de erd virt û vala bû û li ser erdê tiştek nebû; bi tenê tarîstanî hebû.
Xwedê, ku erd û ezmên efirandin û her tişt di nava wan danî mirov jî ji axa erdê çêkir û bîhna jiyanê pif kir pozê wî. Û bende bû canê jîndar. Wî ew nêr û mê efirandin, wekî bibin serwerê hemû erdê û serwerê masiyên avê, teyrên ezmên, heywanên kedî û hemû heywanên ku li ser rûyê erdê ne. Xwedê ew bereket kirin û ji wan re gor:《Berdar bin û zêde bibin. Erdê tije bikin û wê bixin bin destê xwe》.
Em zanin, ku meriya berê xwe ji temiyêd Xwedê guhestine, ew ji Xwedê dûr ketine û ji kerema Wî yê pîroz hatine mehrûmkirinê.
Merivêd pêşin-Adem û Hewa hatibûne efirandinê seb Xwedê re bêne girêdanê, em zanin, ku ew guh dane ser gotinêd Mîrêcinê derew û bûne gunehkar.
GUNEH-ew kirinekî neheqî ye, ku berî pêşin dilê Şeytan (mîrêcin)de pêşda hat û bi destê wî jî hate dinyayê, lê bi Adem kete dinyayê û bi wî gunehî mirin belayî mîna nexweşî ser hemû merivan bû. Merivê dilqê Xwedê xuliqî ji rewş-rûmeta wî qetya û dewsa jiyîna heta – hetayê dîwana mirinê hate ser wî, dewsa qanûna jîyîn, nava meriv de qanûna mirinê destpêkê kir hûkum bike.
Lê Xwedê evîn e û qirara Wî ew e, wekî her merivek vegere ber bi Wî, wekî tevî Xwedê bi ruhanî bê girêdanê, wekî layîqî rema Wî be, edlayê û jiyîna heta – hetayê bistîne.
Xwe bi xwe bifikire.
Me dît, ku bi merivê pêşin hemû kes bûne gunehkar, çimkî silsileta wan e. Hemûya guneh kir û negihîştine rûmeta Xwedê.
Maşê gune mirin e û ew orta me û Xwedê bûye sûr. Mirin dide kivşê, wekî heta – hetayê ji Xwedê dûrkevin. Xwedê pîroz e, lê merî nevsa nava gunada wundabûyî ye. Bona wê yekê jî orta wan de bîra bê bin heye.
Qebûl ke yan înkar ke.

Mirov dikare xwe ji cenimê xilas ke?

Her tim merî dicedîne bi hereketê xwe nêzîkî Xwedê be bi karê qenc, jiyîna maqûl, fîlosofîayê, lê nikare ji çencikêd guna/hesîn, xwestinêd xirab û şêwirêd ji alîyê Xwedê de înkarkirî/xilasbin û ser bîra bê bin re berbaz bin.

Kîjan e rê-dirb?

Xewixîyo, hişyar be
Bona ruhê xwe xem bike !
《Ji wan netirsin yêd, ku bedenê dikujin, lê nikarin ruh bikujin. Lê hûn ji wî bitirsin, yê ku dikare ruh û bedenê cenimê de wunda ke》{Metta 10:28}.
Berî efirandina dinyayê Xwedê yekîtîya Wî de em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber wî hizkirinê de bijîn. Wî em pêşda kifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bikişîne pêşîra xwe》{Efesî 1:4,5}
《…lê emê çawa xwe xilas kin heger em guh nedine wê xilasbûna mezin? Bona vê xilasbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd, ku dengê Wî bihîstin me ve eseyî kirin》{Îbranî 2:3}.
《Lê  bi serhişkî û dilkevirîia xwe xezebê ser xwe de dicivînî, bona Roja Xezebê, gava dîwana Xwedê ye rast xuya be》{Romayî 2:5}.
《Xudan sazê xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxweze tu kes wunda be, lê dixweze, wekî hemû ji gunekirinê vegerin》{2Petrûs 3:9}.
《Hemû pêxember şehdetiya wî didin, ku hemûyêd baweriya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin》{KarêdŞandîya 10:43}
《Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jiyîna we hebe》{Yûhenna 20:31}.
Hîmê baweriyê gotinêd Xwedê ne, lê ne ku hesînê meriv in. Merivê ku bawer dike bi baweriya ber bi Xwedê û gotinêd Wî dijî. Merivê ku bawer dikin, gerekê hesîn yanê hal-wextê xwe re girêdayî nîbin.
Çimkî em bi bawerîyê dijîn, ne ku bi dîtina çava》{2Korintî 5:7}
Baweriya ruhanîyê rêzûltata wê yekê ye, wekî gumana xwe didine ser Îsa Mesîh.
《Yê rast wê bijî, çimkî bawer dike》{Galatî 3:11}

Mixabin!
Xwedê eşkere dibêje, ku rojêd axirîyê de hinek wê ji bawerîyê bikevin, guh bidine ruhêd derewîn û hînkirinêd cina. Ew hînkirin bi durûtîya derewîn dibin, îsafa kîjana kizirî ye. Lê gava her tişt ber ronahiyê eşkere dibe, çimkî her tiştî ku eşkere dibe, dibe ronahî. 
Bê xeberdan, gelekî kûr e sura xwedêparastiya me:
Ew bi bedenî xuya bû, Ruh ve rastiya wî hate îsbatkirinê, milyaketava hate dîtinê, nav mileta hate dannasîn kirinê, dinyayê de hate bawerkirinê û rûmetêra hate hilatine” {1Tîmotêyo 3:16}.
Hilbet, ev ew pirse ku tabetiyê nade te, xewa te û hêsabûna te tevîhev dike. Eger te hela derheqa hebandina xwe de negotîye Îsa, tobe nekiriye,t elebextra tu xilas nebûyî û emrê teyî heta – hetayê tune.
Neyê xapandinê!
Ser hişê xwe de were.
Mirin bi bengzê jîyînê rex te sekiniye.
Xwedê rîya xilasbûnê hazir kirîye:
《Ew e Xwedayê rast》{1 Yûhenna 5:20}
《Ew e rê, rastî û jîyîn》{Yûhenna 14:6}
Bûyîna Wî ye ecêb, jiyîna Wî ye pîroz, ecêbêd zor, mirina ser xaç, ji mirinê rabûna altindar û çûyîna ezmîn îzbatîyêd eynsîne, wekî Ew e xilaskirinê merivayêyî tek-tenê.
Heger em şehdatiya meriva qebûl dikin, şehdatiya Xwedê hê zêde ye, çimkî ev şehdatiya Xwedê ye, ku bona Kurê xwe şehdatî da》 {1 Yûhenna 9:10}
Xwedê Riya xilasbûnê hazir kiriye, lê îzin daye te xwestina Wî qebûl kî yan jî înkar kî.
Li ber te “Du Rê”  heye
Kêfa te ye hilbijirîne…

Bona kê jîyan dikî?

Eger qebûl kî wê ji cehnimê xilas bî.

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply