Du Pirtûkên Qahir Bateyî

Min li Wanê nivîskarê kurd Qahir Bateyî dît. Wî du pirtûkên xwe îmze kir û diyariyê min kir. Pirtûka yekem, navê wê ‘Çavxezal’ e û çapa 2’emîn e. Pirtûka din jî, navê wê ‘Perdeyê reş’e. Herdu pirtûk jî di nav weşanên ‘Sîtav‘ de derketine. Navenda weşanên ‘Sîtav’ li bajarê Wanê ye. ‘Çavxezal’ 118 rûpel e û di sala 2013’an de derketiye. Di naveroka wê de ji 29 sernavên cûda gotar û ceribandinên cûrbecûr hene. Hinek jê jî, bi şêweya kurteçîrokê hatine hunandin.

Rewşenbîr û nivîskarê kurd Qahir Bateyî, wek navê xwe gelek qehrê jiyanê kişandiye. Wî zilma dewleta dagirker dîtiye, hatiye girtin, ketiye zindanê, bi salan hefs razaye. Ew ne careke çar caran hatiye girtin û hefs  razaye û paşê hatiye berdan. Ew digel nivîskariya xwe karê weşangeriyê jî dike. Ew xwedî û edîtorê weşanxaneya ‘Sîtav’ê ye.

Pirtûka wî a bi navê ‘Perdeyê reş’ 236 rûpel e û di sala 2014’an de hatiye weşandin. Di pirtûkê de 7 çîrokên nûjen hene. Çîrokên di pirtûkê de ne, çîrokên kurt ango kurteçîrok nîn in, çîrokên dîrêj in, nûjen in. Hinek jê tehm û lezeta xwendina çîrokên dîrêj ên Çexov didin, hinek jê jî weke kurteromanan bi şêweyeke hunerî hatine hunandin û afirandin.

Ez ê behsa naveroka hemû çîrokên ku di pirtûkê de ne nekim, tenê behsa çîroka dawî a bi navê ‘Felsefecî Mizo’ bikim. Lêbelê ez vê bibêjim; hemû çîrokên ku di pirtûkê de ne, naveroka wan xurtin, mijarên wan girîng in û herweha hêjayê xwendinê ne.

Di çîroka ‘Felsefecî Mizo’ de Kovan û Evîn derbarê nivîs nivîsînê de ji xwe re sohbet dikin. Kovan mijara nivîsîn nenivîsînê, di nivîs nivîsînê de îlham û hwd, ji Evînê re rave dike û dibêje ‘kanîya îlhamê a nivîs nivîsîna min zuwa bûye.’

Evîn jî jê re dibêje; ‘Na. Kanîya te a îlhamê zuwa nebuye, te perîya îlhamê xeyidandiye.’

Kovan dibêje ; ‘Ma min çi kiriye ku perîya îlhamê ji min xeyidîye.’

Evîn bersîv dide û dibêje; ‘Ma te çi nekiriye. Mînak, di ruhê te de sîyaset tuneye. Lê tu bi zorê xwe dixî nava siyasetê. Yanî siyasetê li xwe bar dikî. Tu mirovekî hestiyar û humanîst î, lê ji ber karê ku tu dikî tu berevajî vê yekê tevdigerî.Tevî ku tu jî dizanî ku tu nebaş dikî, tu mirovan didareizînî, ji bo kêmasiyeke biçûk tu wan sûcdar dikî; hin caran ceza jî didî wan. Tu gelek tiştan naxwazî bikî û tu rast jî nabînî, lê belê ji ber ku kirina wan tiştan ji te hatiye xwestin tu dikî. Bi vî awayî bêyî îradeya xwe tevdigerî. Yanî bi awayekî din bibêjim, îradeya te ne di destê te de ye. Yanî îpotek kiriye, ne azad e. Halbûkî divê nivîskarek xwedî îradeyeke azad be. Êca dema ku tu van hemûyan dikî bi awayekî xwezeyî periya îlhamê dixeyide û te bi tenê dihêle. Tu zanî ew azad e, serbest e. Ew xwe naxe bin tu bandoran, tu fermanan napejirîne. Ne fermanan dide ne jî qebûl dike. Xwe nêzîkê tu sîyasetan nake. Dest ji rastiyê bernade. Çi dibe bila bibe ew li cem rastiyê ye.’

Kovan li hepîsxaneyê nivîsên perwerdeyê dinivîsî, lê hinek nivîsên wî hatibû girtin, ang hin nivîsên wî ji teref îdareyê hatibûn bi destxistin. Lewre jî gardîyanan zext didane ser wî. Kovan diçû kîjan menzel, gardîyanan bi ser odeya wî digirtin, bi seatan lêgerîn pêk dianîn, li materyalên perwerdehiyê digeriyan.

Kovan dibine odeyek din, li wir yekî bi navê Mizafer ku jê re ‘Mizo’ dibêjin heye, ew Kovan nas dike. Dema Kovan pirtûkên Mizo dibîne ku piraniya pirtûkan pirtûkên felsefeyî ne, di dilê xwe de dibêje;’Ev dişibe mirovekî zana. Li gorî ku evqas pirtûkên felsefê dixwîne, nexwe felsefevan e.’

Di odeya girtîgehê de, di vê menzela biçûk de sê kes dimînin. Kovan, Mizo û Pale. Di navbera hersêyan de sohbetên balkêş tên kirin û ew li ser gelek mijaran, gelek babetên cuda bi hevre diaxifin.

Dema mirov li cem hev, li heman cihê de bijî, şexsiyeta hevûdu ji nêz ve nas dike. Dema xwendevan pirtûkê bixwîne, dê bibîne ku Kovan û Mizo şexsiyetekî çawanin? Pale ji bo ku gelek salan di nav hêza çekdaran de, li çîya maye, li çîya jîyaye, ew jî behsa serpêhatiyên xwe ên çîya dike.

Ev çîroka sernavê ‘Felsefecî Mizo’ di hêla şîrovekirina kesayetîyan de, nasîna şexsîyetan, karekterên cuda ên însan û nasîna cure cure kesan de çîrokek serketî ye. Di çîrokê de, di hêla psîkolojîk de, derûniya karekterên însanan de çîrokek hêja ye û bi şêweyeke hunerî tê rave kirin.

Herdu pirtûkên nivîskarê kurd Qahir Bateyî hêjayê xwendinêne. Divê xwendevanên kurd herdu pirtûkan jî bikirin û bixwînin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply