Du Helbest ji Evînî; ji Evîna Rojên Kevin

-1-

Wek gulekê bû di nav gulistana gulên welatê min de..

Wek karek xezala bû di biharek bi baran de..

Bi xeml û xêzek modern xemilandî bû;

Du çavên reş î kilkirî, di bin du kevanên qelemkirî re dikeniyan..

Du kevokên dîl, di bin gumlikê wê de diraqisîn û dikirin ji sînga wê bifirin..

Wê jî hin caran bi tiliyên wek mûmên şimayê,

por ji ser dêmê xwe î xwînşêrîn dida alî.. Sipehîbûna xwe bêtir diyar dikir..

Pêre jî gotin wek qenê gwîza û şekirê Diyarbekirê ji zimanê wê rêz dibûn.. Hilm û bîna wê, mêbûn bi ser min de dibarand..

Dilê min jî di qefesa sîngê de diraqisî û çavên min ji nerîna wê diêşiyan..!

Di wê rûniştinê de, çendî car, min bi ya dest nekir..!

Çendî car min çav firkandin..! Çendî car min cihê qûna xwe xweş kir..

Çendî car dil hat guvaştin, lê ne wek ku çav hatin êşandin..!

Dawî, min agirê di dilê xwe jê re eşkere kir..

-2-

Wek tabloyê Monalîza li pêş min rûniştî bû..

Ne min zanîbû xemgîne an digurnije..

Du çavên xezalê di bin du birihên qelemkirî re dilîstin..

Pozekî çelengî di dêmekî xwînşîrîn de, xwe beyan dikir..

Du memikên wek seven Xelatê, di sînga wê de diraqisîn..

Yek kezî bi ser mile wê de dihat xwarê..

Wek mêkewekê li min gudarî dikir û çavên xwe li tiştekê digerandin..

Min jê, çavên xwe bi dîmenê wê re kildikirin û

Çav rastî hev hatin.. li hev baniyan û

tîrêjên dilbijokiyê xwe berdan dilan..

Wê, çavên xwe şikenandin, serê xwe berda ber xwe û

Gurnijandinek li ser lêv û dêmê wê hat neqişandin..

Ez jî gurnijîm û wek çûkekî ji ser dilê min firiya û

evîna me destpê kir..

 

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply