Dr. Nûreddîn Zaza (1919 – 1988)

Sebaretî birayê wî Dr. Nûreddîn Zaza, ev lehengê kurd î navdar, yê ku tev jiyana xwe di ber gelê kurd de xerc kir û tiştên ku hatin serê wî, negot ez poşman im..

Di sala 1930î de dema ku bi birayê xwe Dr. Nafiz re binxetî Sûriyê bûn, temenê wî 11 sal bûn. Di sala 1931ê de tevlî kerwanê penaberên kurd li Şamî bûn. Ewên ku ji tirkiyê, ji ber Kemalîstan revyabûn Sûriyê, piştî serhildana Şîx Seîd û Agiriyê.. Li Sûriyê desthilata Fransî ew kiribûn bin rûniştina zorê de li Şamê, ew jî ev bûn: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Memdûh Selîm Beg Wanî, Hemza Beg Miksî, Osman Sebrî, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Bedrî û Mihemed Beg Cemîl Paşa, Haco û zarokên xwe.. Hingê welatparêzê Kurd Elî Axa Zilfo yê ku ji Kurdên Zaza bû, mala xwe tevî xulam û xizmetkarên xwe ji wan re terxan kiribû.. Di wê mişextiyê de Dr. Nafiz birayê xwe Nûreddîn di dawa Mîr Celadet Bedirxan de sinet kir û bûn kirîvê hev. (Her ku ez diçim serdana dotmîr Sînemxan Celadet Bedirxan li Hewlêrê û dibe qal û behsa Dr. Nûreddîn Zaza, ew navê wî hilnade, bi tenê dibêje; Kirîvo..).

Li Şamê, Dr. Nafiz, birayê xwe Nûreddîn bi perwerde, şîret û xwendin mezin kir.. Ew di dibistana Layîk a fransî de li Şamê bi xwendin da.. Paşê di zankoyên Beyrûtê de.. Piştî ku Dr. Nafiz bû bijîşkê artêşa Fransî û hat Eyndîwerê û Qamişlo, her pêlekê Nûreddîn dihat serdana wî, bêhinvedanên xwe li cem derbas dikirin û di encam de serwextî jiyana civaka xelkên Cizîrê dibû.. Di sala 1941ê de dema ku li Beyrûtê dixwend, dest bi nivîsandina zimanê Kurdî kir û gotar û çîrokên xwe ji kirîvê xwe Mîr Celadet Bedirxan re dişandin, Mîr jî di kovara Hawarê de belav dikirin..

Mirov dikare li kovara Hawarê vegere, gotar û çîrokên wî yên ku di bin navê (Nûredîn Ûsif) de nivîsandine, bixwîne:

Yekemîn nivîsa wê bi navê (Xurşîd), di kovara Hawarê, hejmara 27, sala 1941an de hatiye weşandin. Du çîrokên wî bi navê (Derketî) û (Gulê), di hejmara 29, sala 1941an de belav bûne, Du çîrokên wî bi navê (Keskesor) û (Ji xortan re), di hejmara 30, sala 1941an de belav bûne, Du çîrokên wî bi navê (Şîretên Ehmedê Xanî) û (Stêrk), di hejmara 32, sala 1941an de belav bûne, Çîrokek bi navê (Perîşan), di hejmara 35, sala 1941ê de belav bûye, (Hevîna Perîxanê), di hejmara 37, sala 1941ê de belav bûye, (Xatûn an Piling), di hejmara 44, sala 1942an de belav bûye, (Dê An Xûşk) di hejmara 47, sala 1942an de belav bûye.

Di gotarê wî, (serpêhatî) (Keskesor) wiha dibêje:

(Di sala 1925an de bû, wê salê ez hîn nû diçûm dibistanê, lê dibistana tirkan bû.. Rojekê kurd hatin.. Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tiştê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bê sebir bûm.. li bavê xwe geriyam.. Leşker rêz girtî bûn. Stranek digotin.. Çavên wan ên tûj têrken bûn.. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danim ber xwe. Min jê pirsî:

– Bavo! Ev çi keskesore li ser serayê?

– Ev ala me ye; kurê min! Ev şan û şerefa milettê kurd e..!

– Berê yek sor hebû; ew çi bû bavo?

– Ew ya neyaran bû. Neyarên ku bi zor ketibûn welatê me. Em kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwdiyê wê..

Ev hal pir dom nekir! Rojekê dijminan dora bajêr girt.. weke gurên birçî ketin bajêr.. Ala rengîn şan û rûmeta me çirandin..

Ev şanzdeh sal in ko ev hal di Kurdistanê de hikimferma ye. Û disa şanzdeh sal in ko ala rengîn di dilê min û dilê hezar xortên kurd de pêl dide..)

Di gotarê (Şîretên Ehmedê Xanî) wiha dibêje: (Eger hon dixwazin her gav bextiyar bibin, û tu caran pir bedbext nebin li du tiştan bigerin: Hejkirin û xebat. Kî hejî we dike hejî wî bikin: Îro hejî merivên xwe bikin; hejî diya xwe, hejî bavê xwe bikin, hejî hevalên xwe bikin, piştre hone hînî hejkirina diya me gişan Kurdistanê bibin..)

Di çîroka Derketî de wiha dibêje: (..Derketî li her derê tenê ye! Heval, bav û bira, xweşî, rehetî û serbilindî, bi tenê li welêt hene. Derketî li her derê bi tenê ye..)

Digel ku Dr. Nûreddîn ZAZA di serê salên 1950î de (Destana Memê Alan) çap kiriye. Ewa ku kurdînasê fransî Rojê Lêsko (Roger Lescot), di sala 1942an de bi alîkariya Mîr Celadet Bedirxan li Beyrûtê çap kiribû. Dr. Nûreddîn careke din ev Destana Memê Alan çap kir, piştî ku kurmanciya wê paqij kir, bi çend wêneyan xemiland û pêşgotinek dirêj û zor bedew di pêşiya wê de, di bin naznavê (Çîroknivîs) de nivîsand.. Hem jî di rûpelê pêşî de bang li Kurdan kir û got:

(Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin).

Min hin nameyên Dr. Nûreddîn Zaza bi zimanê Kurdî ji dostê wî Mecîdê Haco re xwendine, di dawiya wan de jêre dibêje: Ez nizanim çi bêjim…

 

Konê Reş

Qamişlo, 14/11/2017

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply